-5-
TAYBETMENDIYÊN VEGOTINA ÇÎROKÎ Û RÊKÊN VEGOTINA ÇÎROKÎKIRINÊ
Dema
mirov bûyerekê tîne ser ziman serî li teþeya vegotinê ya çîrokî
dide. Çîrokî bûyerê dikare gav bi gav çawa çêbûye bîne ser ziman
û di hundirê tevgerekê de bide. Wek tê zanîn pêþdariyê jî
resmandineke heyîne yan bûyeran çêdikir û bi me dida nasîn, lê di pêþdariyê
de tevger nîne; her bûyîne di cihê xwe de rawestiyaye. Dema kesê sêyem
digere û pêþdariyê dike jî, dîsa resmandineke wiha dike ku her tiþtî
di cihê xwe yê pêdandî de radixîne ber çavan. Lê di çîrokiyê de
liv, tevger, pevçûn û herikîneke domdar heye. Ji bo vê çîrokî ne tenê
di roman û çîrokan de, di nivîsarên din de û di axaftinê de jî tê
bikaranîn. Dema yek dipirse, ‘Çi bûye?, Çi diqewime?’ bersiva were
dayîn bi awayekî çîrokî wê were dayîn. Wek
vê, serpêhatî, jiyandin, jiyana kesekî û hwd. jî bi teþeyê çîrokî
tên ser ziman. Nivîsareke li ser herikîna dîrokê, li ser bîranînekê,
di derbarê gerekê de, tev bi teþeyê çîrokî gav bi gav di hundirê liv
û tevgerekê de mirov dikare bîne ser ziman. Bê guman teþeyên din di
vegotinê de alîkarî didin çîrokiyê û pev re jî tên bikaranîn. Tiþta
em bizanibin ev e ku çîrokî vegotina bûyerê ya di nava liv û tevgerê
de ye. Ji bo vê ev bûyer, çalakiyeke çawa ye, kengî qewimiye, li cihekî
çawa derbas dibe, wateya xwe çi ye, divê were zanîn. Di her çîrokiyê
de çalakiyek(bûyer an tevgerek) û pê re, dema pêkhatina vê çalakiyê
û wateya wê heye. Di vegotinê de ev her sê xal divê li ber çav werin
girtin. Di
Çîrokiyê De Çalakî
Her
bûyer di rastiyê de ji rêzeçalakiyan pêk tê. Destpêkeke bûyerê
heye, bi sedemekê dest pê dike û ji wir çalakî bi çalakî li pêþ
dikeve. Mirov ji bo baþtirîn têgihiþtinê çêbike dikare bi pêþdariyê
re bide ber hev û ji cudahiyên wan çawabûna wê derxîne. Pêþdarî wek
mekîneya wênekêþ e. Wêneya bûyeran bi awayekî cemidandî dikiþîne.
Her çalakiyek dibe wêneyek ku nalive û nakeve tevgerê. Lê çîrokî wek
kameraya vîdeo ye; her çalakî tê de diherike, her tiþtê tê de di nava
liv û tevgera xwe ya xwezayî de ye. Ji
bo vê di çîrokiyê de çalakî grîng e. Mirov vegotinê bi rêzkirina
van çalakiyan pêk tîne. Kesê sêyem rawestiyayî be jî, di tevgerê de
be jî, her tiþta li derdora wî diqewime û bala wî dikþîne ser xwe,
tev lê dibe, tev bi livandinên xwe tên diyarkirin û vegotin. Mînak: 1-
“...Bi hêrs rabû ser xwe. Destên xwe li paþ xwe girê dan. Tizbiya di
dest de bi þerqînî kiþand û du gav avêtin. Rawestiya û serê xwe
rakir. Bi wêneyê li ser dîwêr re rû bi rû hat. Destê xwe dirêj kir
ku wêneyê rake, lê careke din dilê wî negirt û xwe wek zinêkarekî dît.
Ji ber xwe da þermê û hat, rûniþt cihê xwe. 2-
Ji sibê ve ev sed car in wiha radibû û rûdiniþt. Ji qasî pîreka wî
ji êþa zirav miribû heta vê rojê þîna wê kiþandibû û her bi evîn
û hesreteke mezin li wêneya wê temaþe dikir. Ji bo vê wêneya wê anîbû
û li hember dîwana ku li ser rûdinê daliqandibû. Lê vêzbê her tiþt
bi carekê re hatibû guhertin. 3-
Dema daketibû dikanê ku hinek pêxwarinî ji bo taþtê bikire, li
jinebiya cînarê xwe rast hatibû. Hîn cilên wê yên sibehê li ser bûn
û porê xwe heta ser pêsêrên xwe berdabûn. Ji girsbûna pêsêran porê
wê diliviya û bi vê livandinê agir berdabû nava dilê wî. Dema di ber
re derbas bibû, jinebiyê serê xwe rakiribû û bi lêvkeniyeke ku heta wê
rojê qet li ser lêvên wê nedîtibû, gotibû, “Rojbaþ cînar, hûn
rojekê nayên çayeke me venaxwin!” 4-
Êdî lingên wî erd nedigirtin. Çawa di bin daran re derbas bû, çawa
gihîþt dikanê, çawa pêxwarinî kirî û çawa vegeriya malê, nedihat bîra
wî. Xwîna wî dikeliya û hestên wî difûriyan. 5-
Dema ketibû hundir û li cihê xwe rûniþtibû, çavên wî li wêneya
jina wî ya mirî ketibû û di cih de xwîna wî cemidî bû, hemû hesten
wî daketibûn û hesta þermê serî rakiribû. Awirên jinê di wêneyê
de bi xemgîniyeke tûj lê dinêrîn û digotin; “Xayin, ka te soz dabû
ku tu li ser min ti gulên din bêhn nekî?” 6-
Di wê bêhnê de biryar dabû ku wêne ji dîwêr rake, lê her ku diçû
ber wêneyê, destê wî pûç dibû û dilê wî ranedikir ku rahêje wêneyê...” Di
vê mînakê de rewþa zilamekî bi çalakiyeke ji nava bûyerê dest pê
dike û rojeke wî, parçek ji jiyana wî vedibêje, bi me dide nasîn. Ger
em bala xwe bidinê, her tiþtê di vê vegotinê de cih girtiye, di nava
liv û tevgerekê de ye. Heta wêneyê ne zindî jî wek ku zindî ye, wiha
tîne ser ziman: ‘Awirên jinê di wêneyê de bi xemgîniyeke tûj lê
dinêrîn û digotin; “Xayin, ka te soz dabû ku tu li ser min ti gulên
din bêhn nekî?” Bi
vî awayî derdikeve holê ku vegotina çîrokî ji rêzkirina çalakiyên
di nava liv û tevgerê de pêk tê. Her rabûn û rûniþtinek çalakiyek
e. Derketina der ve, rasthatina li jinebiyê, lêvkeniya wê, dawetkirina wê,
çûna wî ya dikanê, vegera wî tev, her yek çalakiyek e. Dema ev bi ser
hev vedibin, bûyerê pêk tînin û vegotina vê bûyerê ya bi vî awayî
jî, teþeya çîrokiyê derdixe holê. Di
Çîrokiyê De Dem
Di
vegotina çîrokiyê de demek a pêkhatina bûyerê heye. Ev dem ji dema giþtî
vediqete, ji ber ku despêkek û dawîbûneke vê demê heye. Her bûyer her
çalakî di demeke diyar de dest pê kiriye, pêþ ve çûye û bi dawî bûye.
Ji bo vê di vegotinê de divê ev her sê dem cih bigrin. Lê vegotinêr
dikare van deman bi rêzê jî bide, dikare rêza wan biguherîne jî. Li
gor xwe çalakiya grîng dibîne dikare hilbijêre û demê ji wir destpêkirin
bide, ji wir vegere serî û pê ve biçe. Mînaka çîrokiya li jorê
hatiye dayîn bi vî awayî ye; vegotinêr ji çalakiyeke ber bi dawî ve
dest bi vegotinê dike. Bi vî awayî balê dikþîne ser mijarê û piþt
re vedigere serî dest bi jiyana wî ya rojekê û ya giþtî dike. Bi
awayekî teknîkî jî em dikarin bînin ser ziman ku têgihîþtineke baþtir
çêbibe: Mînak;
em bêjin di bûyerê de þeþ çalakî cih digrin(1, 2, 3, 4, 5, 6.) Ji
vana çalakiya pêncemîn(5) çalakiya grîng a rabûn û rûniþtina zilêm
e. Vegotinêr dema di vegotinê de wiha rêz dike: 5, 1, 2, 3, 4, 6. Vegotinêr
cih bi cih dikare çalakiyên dema borî jî wek bîranînê raxîne ber çavan
û girêdanekê di navbera çalakiyan de çêbike ku bêhtir watedar bibe.
Di mînaka li jorîn de ev jî heye: “...Ji qasî pîreka wî ji êþa
zirav miribû heta vê rojê þîna wê kiþandibû û her bi evîn û
hesreteke mezin li wêneya wê temaþe dikir. Ji bo vê wêneya wê anîbû
û li hember dîwana ku li ser rûdinê daliqandibû ...” Wê
demê rêzkirina çalakiyan wiha mirov dikare serast bike: 5, 2, 1, 3, 4, 6. Di
vegotinê de qalibekî rêzkirina demê ya bikaranînê nîne. Mirov ji dawî
jî, ji serî jî, ji nêvî jî dikare dest pê bike , ya grîng ew e ku kîjan
bûyer dikare hest û bala kesê duwem rake ser lingan û wî bikþîne nava
vegotinê, pê ve girê bide, dilê wî bibijîne, mereqa wî hilke, dem ji
wir tê destpêkirin. Di
Çîrokiyê De Wate
Derveyî
bûyerên xwezayî, her bûyerek çi pêkhatî be, çi xeyalî be girêdayê
hestên mirov li pêþ dikeve. Tê de ya xwestekek, an xweajoyek, an hêviyek,
an azweriyek heye. Ger di vegotina bûyerê de ev tine bin, ew vegotin bê
wate dibe û vegotina bê wate jî bawerî pê nayê. Xwestek, xweajo û
azweriya di bûyerê de armanca wê jî diyar dike. Her
bûyer ji çalakiyan pêk tê û di navbera van çalakiyan de divê girêdaneke
‘sedem û encam’ û ‘bandûr û bertek’ hebe ku bikaribe watedar be.
Bûyera ku ne serî ne dawî diyar e, ya ku çalakî bi çalakiyeke din ve
nehatiye girêdan, yek yekê nakþîne, ji ya berya xwe bi bandûr nabe û
bandûrê li ser a pey xwe çênake ew bê wate ye, û ti kes dema xwe bi
xwendin an guhdarîkirina vegotina bê wate derbas nake. Ji
bo vê di navbera giþtiya çalakiyan de divê yekseriyeke (tevahîbûneke)
wateyî hebe, wateya xwe ne qet qetî be. Dema di çîrokîyê de ger yekser
be, çalakî jî dibe xwediyê yekseriyekê. Herikîna bûyeran divê di
nava herikîna demê de were diyarkirin û her çalakî bi ya pey xwe ve
were girêdan, wê pêþ ve bibe ku xeleka wateyê qut neke. Ji
bo vê herikîna bûyerê û çalakiyan girêdayê kesên tev li bûyerê
dibin e. Bi pirahî sedema bûyeran mirov in. Bi vê sedemê jî hest û
ramanên mirov grîng in. Hestên mirovekî li ser hemû liv û tevgera wî
bandûrê çêdikin. Ev jî çêbûna bûyeran amade dike. Her bûyera ku
mirov tê de cih bigrin, dibe encama hest, hêvî, daxwaz, xweajo û azweriyê.
Ev jî wateya bûyerê ango vegotinê diyar dike. Di
mînaka jorîn de hestên zilam ên xwestinê, yên xweajoyê û yên din,
di nava girêdaneke têkildar de û di nava herikîneke ku yek li ser yekê
bandûriyê çêdike de hatiye vegotin. Mirov ji vî parçeyê biçûk ê mînakî
tenê jî dikare wateyeke serûber derxîne. Ev jî xurtbûna girêdan û têkiliya
çalakiyan a li gor ‘sedem û encam’, ‘bandûr û bertek’ê dide
diyarkirin. Di
vê mînaka jêrîn de em bikaranîna hestan, rêzbûna çalakiyan û têkiliya
di navbera wan de bibînin: “...Dengek
li ber guhê wî ket. Ji xewn û xeyalan veciniqî. Belê, hinekan bang lê
dikirin: -
“Heval tu li ku yî?” Hevalên
wî bûn. Nezîkatî lê kiribûn û pirsyara cihê wî dikirin. Devê xwe
heta jê hat vekir û bersiv da: -
“Ez li vir im. Ez li vir im.” Piþt
re bi bersiva xwe keniya û careke din bang kir: -
“Li piþt keviya berfê, li piþt keviya berfê.” Hevalên
wî dengê wî girtibûn û cih naskiribûn: -
“Temam, temam; em tên.” Gelo
kîjan heval bûn? Ji dengê wan nas nekiribû. Di þevê de daketina vî
gelî jî qet ne xweþ bû. Hatina di rêkê re dîsa kêmekî hêsan bû,
lê ji rê derketin û meþ pir xerab û zahmet bû. Zinarên bilind û tûj
nedihiþtin mirov cihê bixwaze, di wir re biçe. Cihên rê didan jî
tije berhûrik bûn ku mirov gaveke bê hemdê xwe biavêta, di cih de diþemitî,
kevir ji ber lingên wî digindirîn û ger xwe negre dikarîbû ew jî
bikeve, bigindire. -
“Heta em bi ser cihê te vebûn, em ji hal ketin.” Hevalên
wî hatibûn milê din ê keviya berfê û pê re diaxiftin. -
“Emê çawa werin cem te, rêk der hene?” -
“Divê hûn berfê qut bikin, rêk nînin.” -
“Tu çawa hatiye vê derê yarebî!?” Hevalên
wî yên hatine ling dan ser keviya berfê. Berf hiþk bibû û serjêreyî
bi mêyl bû. Dîtin ku hinekî gava xwe bêhemd biavêjin, wê biþemitin
û biçin. Ji bo vê bi serê lingê xwe berf kolan, cihê lingê xwe
vekirin û wiha derbasî cem wî bûn. -
“Em bi kotekî derbas bûn. Ne berf e, cam e, mîratê! Ka tu li ku derê
yî?” Hatibûn
raserê wî, ser keviya berfê. Lê ji ber ku binê keviyê tarî bû, hîn
ew nedidîtin. Deng li wan kir: -
“Hema xwe biavêjin jêrê, ez li binya we me.” Her
du gerîlan du-sê gavan serevraz meþiyan û xwe berdan erdê. -
“Merheba heval.” -
“Merheba, hûn bi xêrê hatin.” -
“Di nava xêrê de bî. Rewþa te çawa ye?” -
“Baþ e. Hûn çawa ne?” -
“Em jî baþ in. Lê heta em daketin jêrê, çavê me derket. Tu çawa
hatiyî vê derê?” -
“Çîroka wê dûvdirêj e. Hele ka rûnên. Rewþa hevalan çi ye? Di
paþdekiþandinê de hûn saxlem derketin?” Her
du gerillayên hatine, çekên xwe sipartin keviya berfê û li erdê çarmêrkî
rûniþtin. Gerîlayê bejindirêj bi hêdî kuxiya û bersiva hevalê xwe
yê birîndar da: -
“Hevala fermandara taximê þehîd ket; du heval jî sivik birîndar bûn.
Lê wekî din tev saxlem derketin.” Bi
bihîstina vê saloxê, dilê wî di cih de qurmiçî. Anî bîra xwe ku
dema birîndar bibû, hevalên wî tev bi rê ketibûn, dawî ew
-fermandara taximê- hatibû cem û xwestibû wî rake, bibe. Lê dema
gotibû, ‘Hûn biçin, hevalan xelaskin; ez nikarim bi we re bêm!” çavên
wê tije rondik bibûn û gotibû: ‘Tu xwe biparêze; ez soz didim ku çawa
em ji çeperê derkevin, ezê hevalan rêkim û te ji vir bigrim.” Baweriya
xwe bi vê sozdayînê anîbû û ev sê roj in bi vê hêviyê dilrehet bû.
Niha têdigihîþt ku çima hevalên wî zûtir pê ve nehatine. Ji hevalên
xwe pirsî: -
“Hûn çima doh, pêr nehatin?” -
“Me nizanîbû tu filitiye! Hevalan digotin, lingê wî þikestiye, li
cihê þer maye. Me digot niha te yan bombe bi xwe de teqandiye, yan jî
dijmin te þehîd xistiye. Bi rastî em ne ji bo te hatibûn. Emê derbasî
cihê þer bûbana ku cenazeyan veþêrin. Lê dema te çek teqand, guman
ket dilê me ku hinek heval birîndar filitîbin. Di paþdekiþandinê de
hinek heval ji me veqetiyabûn; me got dibe ku ew bin. Me ji bo vê bersiv
da çeka te. Bi rastî qet nehat bîra me ku tu sax filitîbî.” -
“Çîroka filitîna min, dûvdirêj e. Lê ez bi xêra vê berfê filitîm.
Min bi qûnkiþkê xwe gihand ser berfê û þemitand.” Gerîlayê
bejinkin li cihê xwe liviya û bi lêvkeniyekê got: -
“Wele min texmîn dikir. Mirovê saxlem nikare li van deran bimeþe, yê
lingþikestî wê çawa bimeþe? Fêda berfê jî ev e.” Dîsa
gerîlayê bejindirêj axaftin girt û got: -
“Dev ji wê berde. Niha emê çawa te ji vir derxin û bibin, em li ser
wê biaxivin!” -
“Zahmet e. Bawer nakim hûn tenê bikaribin.” -
“Divê em biçin cenazeyan jî bibînin û veþêrin. Ev bû sê roj;
niha bêhn pê ketiye jî.” -
“Ma hûn tenê du heval hatine?” -
“Rast e.” -
“Wê demê biçin cenazeyên hevalan veþêrin; ew ferztir e. Hûn piþt
re dikarin werin min bibin. Ez dikarim çendrojeke din jî bisebirim; lê
cenaze nikarin. Ji xwe hûn îþev nagihêjin her du karan pev re bikin.
Bi roj, mayîna we ya di gelî de jî ne baþ e; divê hûn xwe bidin jorê.
Ji bo vê, cenazeyan veþêrin û biçin, hûn dikarin ji nuqtê hinekên
din rêbikin.” -
“Hewce nake em vegerin nuqtê. Dema me cenaze veþartin, em dikarin bên
te hilgirin û wiha biçin.” -
“Hûnê çawa min hilgirin? Ka darbest?” -
“Tu dizanî li vir qirþikek jî nîne. Me jî bîr nebir, em du daran
bi xwe re bînin. Dihat bîra kê ku tu li vir î û birîndar filitiyî!” Gerîlayê
bejinkin xwe avêt nava gengeþiyê û got: -
“Bi piþtê! Ezê te li piþta xwe bikim û hilkiþînim jorê. Tevde
tevde bila tu qasî ferdeyek ar giran hebî. Ma ne wiha ye?” Her
sê heval keniyan û dizanîbûn ku wiha ne hêsan e. Bi rasti jî ne karê
aqilan bû ku yek bikaribe bi piþtiyekî giran di van kevandeyên têr
berhûrik re bi jorê bikeve. Herwiha her du gerîlan jî ciwan bûn û li
ser xwe bûn; lê erd ne ti erd bû û kaþekî ne xweþ û bê serûber bû.
Dîsa jî xwe ceribandin. Alîkarî danê û yê bejinkin li ber rûniþt
ku wî bide piþta xwe. Bes dema ji cihê xwe liviya, lingê wî hejiya û
wekî xincerek di kezeba wî re rabe, janê da ser dilê wî û xwe berda
erdê, got: -
“Heval, wiha nabe! Ger ez werim piþta we jî, her gavê wê hestî
bileqe û jana wê kezeba min biperitîne. Ne hûn dikarin wiha bibin û
ne ez dikarim wiha werim. A baþ, hûn biçin karê xwe bikin. Ger hûn þeveke
din werîn, an hinekan rêbikin, bê darbest neyên.” Her
sê gerîlan li hev rûniþtin û her yekî di wê derbarê de nêrîna
xwe gotin. Dawî biryara xwe kirin yek ku her du gerîlan biçin cenazeyan
veþêrin, ji wir jî vegerin nuqtê, saloxê bigihînin hevalên xwe û
komekê amade bikin, bi darbestê werin wî bibin. Hevalên
wî ji bo çûnê rabûn ser xwe. Ji ber ku çenteyên wan ne li piþta
wan bûn, dizanîbû bi wan re xwarin nîne, ji bo vê pirs jî nekir. Bes
tozek tûtin hebaya wê wek derman weyna xwe bileyista! Bi nîv þermokî
pirs kir û bersiva jê ditirsiya girt. -
“Wele piç nîne. Ji operasyonê û vir ve tûtin ji bo derman be jî
peyde nabe. Heval tev ji bêtûtiniyê gêj bûne. Bi rastî tu çi dixwî,
çi vedixwî, li cem te derman heye?” -
“Tiþtek nîne. Ev sê roj in ez zikê xwe bi berfê tije dikim. Birîna
min jî tev nêm jê tê. Dema heval werin, bila hinek derman jî bi xwe
re bînin. Ger hebe!” -
“Bextê reþ ku me çenteyên xwe li jorê, li serê dolê hiþtin. An
na me dikarîbû qetek nan bidaya te. Lê li ber xwe bide, emê sibê evarî
hevalan bi te ve rê bikin. Wê xwarinê û dermanan jî bînin.” -
“Hevalê textor jî dikare were. Bila birîna te paqij bike û derman lê
bike, bipêçe; tê bêhtir bikaribî li ber xwe bidî.” -
“Êdî hûn dizanin. We rewþ bi çavan dît. Silavan li hevalan
bikin.” -
“Ser çavan.” -
“De bi xatirê te.” Her
du gerîlan rahiþtin çekên xwe, avêtin milê xwe û destê hevalê xwe
givaþtin, bi ser keviya berfê ketin. Bi pey wan re bang kir: -
“Hiþyarê xwe bin.” Her
duyan pev re bersiv dan: -
“Tu jî xwe biparêze; emê werin.” -
“Min ji bîr kir ku bipirsim. Ew hevalên çûbûn gund çi bi serê wan
hatiye; we qet saloxek ji wan girt an na?” -
“Bawer nakim tiþtek bi serê wan were. Me hîn ti salox negirtiye, lê
dizanim saxlem in. Belkî îroj-sibê ew jî di vir re biborin. Bila guhê
te li ser wan be.” -
“Dibe. Lê wê di rêkê re biçin. Ger ez pê bihisim baþ e.” -
“Wê li me bibe dereng. De bi xatirê te, heval.” -
“Oxir be. Silavan ji bîr nekin.” Her
du gerîlan dîsa berf bi serê pêlavên xwe kolan û derbas kirin. Berê
xwe dan jora gelî û ber bi Latka Sorik ve ji ber çavan winda bûn. Êdî
dengê lingên wan jî qet nedihat. Xwe paþ de da. Kefî û cawbaranka
xwe kiþand ser xwe ku çav li xewê bigre. Lê xewa wî nedihat. Bêdengiya
ketibû ser gelî, nêzîkê berbangê xera bû. Ji rêka diçû Dola Þuminiyê
dîsa kevir digindirîn. Ji xwe re got: -
“Wa ye heval vedigerin! Xuya ye karê xwe dereng qedandine.” Hêdî
hêdî çavên wî çûn ser hev û xew lê þêrin bû. Dema dengê
gindirîna keviran êdî hew digihîþt guhê wî, ji mêj ve koçî cîhana
xewn û xeyalan bibû ...” ... Di
vê mînakê de hest û rewþa birîndarekî û hevalên wî di nava liv û
tevgerê de ji bihîstina dengê lingên wan dest pê dike, heta vedigerin
gav bi gav karê dikin, axaftina di navbera wan de derbas dibe, tîne ser
ziman. Hesta hêvîkirinê bi awayekî berçav hatiye raxistin. Girêdana
hevaltî, berxwedan, bawerî tev di nava hev de hatiye sitirandin û hest û
ramanên dijî, bi peyvan raxistiye ber çavên kesê duwem. HESEN HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org