TAYBETMENDIYÊN VEGOTINA GENGEÞÎ Û RÊKÊN BIKARANÎNA WÊ
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Rêyeke
balkêþ a vegotinê ‘gengeþî’ ye. Bi gengeþiyê mirov guhertina
raman, bîr û baweriya kesên duwem dike armanc. Mînak; li dadgehê parêzer
vegotina xwe bi teþeyekî gengeþî dike ku raman û daraza dozger biguherîne.
Di konferansekê de axaftinêr li dijî ramanên hev diaxivin û her yek
dixwaze kesên din bikþîne ser ramana xwe. Dîsa di pirtûkên dersan de,
di roman û çîrokan de jî gengeþî bi awayekî berfireh tê bikaranîn.
Destpêkê Sokrates gengeþî bi awayê diyalogê bi berfirehî bi kar aniye
û xwestiye bi vê rêkê bîr û baweriya civakekê biguherîne. Dîsa li
Akademiya Mahsûm Korkmaz ji aliyê birêz Ocalan ve jî ev teþe gelekî
hatiye bikaranîn û bi vê rêke raman, hest, bîr û baweriya gelê kurd
xwest were guhertin. Bê guman çawa ku di her nivîsandinê de pirahiya teþeyên vegotinê di nava hev de tên bikaranîn, ev teþe jî bi tena xwe nayê bikaranîn û bi alîkariya teþeyên din tê dewlemendkirin. Hemû axaftin û nivîsandinên bi armanca guhertina raman, hest, bîr û bawerî, zanistî û hwd. a kesê duwem hatine kirin, di tevan de vegotina gengeþî mohra xwe lê dide. Di her vegotinê de bawerîanîn û bandûrlêkirin wesfên hevpar in. Ev wesf di vegotina gengeþî de jî hene. Lê vegotina gengeþî ji teþeyên din ê vegotinê bi pevçûna raman û têgihîþtinê cuda dibe. Di encama vê pevçûnê de mirov raman an têgiha em diparêzin bi ser dixîne û raman an têgihên dijber pûç dike. Ji bo vê divê bikaribe baweriyê bi xwe bîne; ev jî bi rêka peyitandinê dibe. Di vegotina gengeþî de mirov daraza(hukim) dide pêþ, divê bi alîkariya darazên din sinêde bike û bipeyitîne(îspat bike) ku baweriyeke xurt çêbike.
Derpêþ (tiþta tê pêþdayîn) û wesfên wêGava
yekemîn a gengeþiyê, mirov derpêþekê derdixe pêþ. Di vegotina xwe de
em dixwazin li ser vê derpêþê gengeþiyê bikin ku ev derpêþ ji aliyê
kesên duwem ve were pejirandin. Dibe ku derpêþa me erênî jî be, neyênî
jî be. Mirov dikare derpêþeke erênî jî biparêze, yeke nerênî jî
biparêze. Mînak; ger yek gengeþiyê li ser kêþana çixarê veke û bêje,
“Kêþana çixarê tiþtekî baþ e.” Ev dibe gengeþiyeke neyênî, ji
ber ku herkes dizane ne baþ e. Lê ew derpêþa xwe li ser vî bingehê neyênî
çêdike û li gorî xwe dibe ku baþiya wê bikaribe bipeyitîne. Her bi çi awayî dibe bila bibe, di her derpêþa mirov radixîne rasteya gengeþiyê de, hinek wesfên tên xwestin hene. Divê mirov derpêþa xwe li gor van wesfan biavêje holê, ne rasterast: Yekalîbûn Divê
derpêþ ji nakokî û dudiliyan re ne vekirî be, sade û bi yek alî be.
Ji bo vê remana dide pêþ, divê zelal û heþkere be, ne sernuxumandî
be. Ne ku çend ramanan di xwe de hilgire, bi awayekî komkirî divê bi yek
ramanê were ser ziman. Kesê têkildar dema li derpêþê binêre, divê
bizanibe di derbarê çi de ye û dixwaze li ser çi gengeþiyê bike. Di
derpêþan de daraza mirov dide pêþ, dibe ku tev li hev be, lê divê
bikaribe ji têgihîþtinê re vekirî be. Mînak; Dema em bêjin, “Trêna
Reþ hat.” Di vê darazê de du tiþt hene. Yek hatina trênê ye, ya din
ev trên reþ e. Lê di vir de daraza li pêþ, ne reþbûna trênê, hatina
trênê ye. Wê demê wê gengeþî li ser hatina trênê were kirin. Lê ku
me gotiba “Ya tê trêna reþ e.” Wê demê cihê darazê dihat guhertin
û mirov ne li ser hatina trênê, li ser rengê wê gengeþî dikir. Bi vî awayî di derpêþkirina darazekê de, ango ramanekê de divê mirov dixwaze çi bide pêþ, bi awayekî vekirî, zelal, heþkere û yekalî bide. Vekirîbûn Vekirîbûna
derpêþê tê wateya raxistina mebesta mirov e. Dema mirov darazekê
derdixe pêþ pir zahmet e ku mirov bi tevahî vekirî raxîne. Ji ber ku
gelek daraz ligorî ne. Mînak; dema mirov bêje, “Ew çiya mezin e.” Ev
darazek e, mirov li ser mezinbûna çiyê dikare gengeþiyekê dest pê
bike, lê kesê duwem wê çawa têbigihêje ku ev çiya çiqasî mezin e?
Gelo li gor çi mezin e? Li gor kîjan çiyayî mezin e? Yan kîjan çiyan jê
mezintir in. û hwd. Ji
bo vê di derpêþê de divê mirov hevokên xwe baþ hilbijêre. Ji xwe
hinek daraz hene ku li gor nêrîn û dîtina herkesî tên guhertin. Mînak;
Ger yek bêje, “Ev gund xweþ e.” Kesê duwem wê di cih de pirs bike,
“Li gor çi xweþ e?” Wê demê divê em peyvên wiha vebirî bi kar bînin
ku rê nede pirsên netêgihîþtina daraz û derpêþ ê. Wateyên peyvên
em di derpêþê de bi kar tînin divê tam bin. Mînak; “Ev gund di
derdora xwe de ji gundên hene xweþtir e.” Ev jî darazek e, derpêþekê diavêje holê û vekirî ye. Peyvên hatine bikaranîn wateyeke tam didin. Kesê duwem bê pirsyarî têdigihêje ku mijar li ser çi ye û dixwaze di derbarê çi de gengeþiyê bike. Peyitandin Û Rêkên Peyitandina DerpêþêGelek
caran dema mirov axaftinekê dike, ji bo yê li hember me bawer bike, mirov
sond dixwe, yan navê Xwedê tîne ser ziman ku baweriya wî rûnê. Ev rêyeke
peyitandina axaftinê ye. Di vegotinê de jî ji bo derpêþên mirov dide pêþ,
peyitandinek pêwîst e ku baweriya kesê duwem pê were. Ji bo vê mirov
dikare ji hinek kesan, peyvên wan wek delîl þanî bide, wan bi xwe wek
govan (þahid) diyar bike. Di rewþên wiha de ew kesên wek govan tên
diyarkirin divê li ser mijarê pispor bin û bi nav û deng bin. Ger ne
wiha be, bawerî pê nayê. Peyitandin
bi rêka rastiyan û bi rêka qanîbûnan tê pêkanîn. Rastî; ramanên ku
bi çavdêrî û ceribandinê dikarin werin peyitandin in. Mirov van ramanan
dikare bipeyitîne. Lê qanîbûn ango bawerî; raman û bûyîneyên li gor
kesan wateya xwe diguherînin û her yek li gorî xwe wateyekê jê derdixe
ne. Raman û bûyîneyên wiha ne ku ji þîroveyên cuda cuda re rê
vedikin. Mirov
bi awayekî rastî an bi awayekî qanîbûn raman û bûyîneyan derpêþ
dike; her du jî bi kêrî peyitandinê tên û bandûrekê li ser kesê
duwem çêdikin. Dema
mirov li gorî vê, serî li ramana kesekî di mijarê de pispor dide, êdî
derpêþ bêhtir tê peyitandin. Di vir de tiþta mirov balê bide ser; divê
derpêþ, ramana me serî lê daye û kesê me raman jê girtiye bi hev re
di nava têkilî û girêdaneke xurt de bin. Mînak; ger em di derbarê derpêþeke
li ser pirsgirêkeke civakî de, serî li ramana kîmyagerekî bidin û wî
wek govan diyar bikin, wê zêde baweriyê nede kesê duwem. Lê ku di vê
mijarê de mirov siyasetmedarêkî/ê, civaknasekî/ê diyar bike û serî
li ramana wî/wê bide, bêhtir wê baweriya kesên duwem pê were. Wek vê;
mirov siyasetmedarekî jî nikare ji bo derpêþeke di derbarê kîmyayê de
wek govan diyar bike. Ji ber ku herkes dizane kîmya ne karê siyasetmedar
e. Bi vê yekê re tenê pisporbûna li ser mijarê jî têrê nake, li kêleka
pisporbûnê, divê binavûdeng be jî. Binavûdengbûn pêwîst e; ji ber
ku kesê duwem berê jî wê ew kes nas kiribe, ramanên wî zanibe û ji bo
vê di bawerkirin an bawernekirinê de zahmetiyê nakþîne. Mînak:
birêz Ocalan ji qasî gav avêtiye nava siyasetê, zêdetir li Rojhilata
Navîn maye û ji aliyê herkesî ve tê nasîn ku di derbarê Rojhilata Navîn
de pispor e. Berê jî di vê mijarê de gelek ramanên xwe heþkere kirine
û ev hatine peyitandin. Wê demê gava em li ser Rojhilata Navîn bixwazin
nivîsarekê binivîsînin, an axaftinekê vebêjin, di derpêþkirina
ramana xwe de em dikarin wî wek govan diyar bikin û ji bo peyitandina
ramana xwe serî li ramanên wî bidin. Bê guman divê ev ramanên wî û yên
em derpêþ dikin li gor hev bin, ji hev ne dûr bin. Mirov ramanên ji kesekî digre, navê wî diyar dike û van ramanan di nava neynûkê de diyar dike ku ji hev werin nasîn. Raman Û Rêbazên Hilberîna RamananVegotineke
baþ, bi ramandineke baþ çêdibe. Hinek kes hene dema dest bi axaftinê
dikin, heta du sê peyvan tînin cem hev, dilê mirov reþ dikin, mirov dibêje,
‘Wê kengî bi dawî bibe ku ez ji vê îþkenceyê xelas bibim’. Kesên
wiha diyar e ku ramana wan ne komîserhev e, belave ye. Lê hinek kes hene,
dema dest bi axaftinê dikin wek þerqîniya bilbilan li ser hev
û bi rêz ramanên xwe tînin ser ziman. Ew jî xwediyê ramaneke
komîserhevbûyî ne. Wê
demê mirov ramana xwe çiqasî komîserhev kiribe, ewqasî mirov dikare bîne
ser ziman an derbasî ser rûpelê bike. Ji bo vê vegotinêrekî baþ
xwediyê ramaneke baþ e. Ramana wî dewlemend e, zelal e, komîserhev e.
Dema diaxive, yan dinivîsîne, ji berya wê dizane ku çi biaxive, yan
binivîsîne. Ramandin bi armanca derxistina darazekê vekolîna ramanan,
beramberkirina wan, dîtina têkiliyên di navbera wan de û hwd. bikaranîna
mejî ye. Ne tenê ji bo teþeyekî vegotinê, di her nivîsar an axaftinê
de pêwîstî bi ramandinê heye. Ramandin mejî dilivîne, daraz, derpêþ
û ramanên tê de dide ber hev, yekî ji yekê hildibijêre, kîjan dikare
cihê kîjanê bigre û hwd. derdixe holê. Ramandin di mejî de pevçûna
raman û darazan e. Ji
zarokiya xwe heta pîrbûniya xwe her roj mirov ramana xwe dixwaze li pêþ
bixe. Her tiþtên li derûdora me hene di vî warî de ji mirov re dibin
mamoste û fêrkirinekê çêdikin. Mînak; zarok biçûkayî ku þîrê
germ vexwe û devê wî biþewite, ew þewat jê re dibe mamoste û wî fêr
dike ku careke din þîrê germ venexwe. Dîsa hinekî din mezin dibe, fêr
dibe ku kevir hiþk e û pembo nerm e, av þil e û ax ziwa ye... û hwd.
Ger hinekî din mezin dibe, fêrî rastiyên civakî dibe; di civakê de çi
baþ e, çi ne baþ e ji dayika xwe, ji bavê xwe, xwiþk û birayên xwe û
ji zarokên li derûdora xwe fêr dibe; her yek ji vana bi liv, tevger,
axaftin û rawestina xwe dibin mamostayekî wî/wê. Mirov
bi vî awayî her roj gelek tiþtan fêr dibe û dixe bîra mejiyê xwe. Lê
ji bo ku ev fêrbûn tev di bîra mirov de zindî bimînin û bi kêrî sûdgirtinê
werin, divê mirov bikaribe wan bi kar bîne, ji wan encaman derxîne. Bîra
mirov çiqasî bi raman û fêrbûnan tije dibe bila bibe, ku mirov nikaribe
ji vana encaman derxîne, ew bê sûd in. Rêkên
nirxandin û sûdgirtina fêrbûn û ramanan jî bi ramandineke xurt çêdibin.
Mirov bi du awayan dikare ramandinê bike; yek ‘ji hûrguliyan hatina
serkaniyê’, yek ‘ji serkaniyê daketina hûrguliyan’ e. Ji Ya Hûrgulî Çûna Serkaniyê Mirov
ji yên hûr diçe yên girstir û ji wan jî diçe ya giþtî. Ji yek yek
kesan digihêje (diçe) komê, ji koman digihêje girseyê... Mirov
ji nêrînên di derbarê yek yek kesan de dikare xwe bigihîne encameke giþtî.
Mînak; Em wiha bihesibînin ku li bajarê Þirnexê kargeheke derxistina
rejiyê (komir) heye. Ev kargeh ji bajarên derve karkeran tîne û bi wan
rejîvaniyê dike. Bila di demên cuda cuda de, li pey hev ji Farqînê deh
karker anîbin û bi wan rejîvanî kiribin. Ev her deh karker jî di karê
xwe de serkeftî bin, pirsgirêk dernexistibin û karê xwe bi dil û can
kiribin. Bê guman wê ev wesfên wan li ser xwediyê kargehê nêrîneke erênî
çêbike. Ji van yek yek kesan wê bigihêje encameke giþtî ku, ‘Kesên
ji Farqînê tên di karê rejîvaniyê de baþ û xurt in’. Ger piþtî
demekê ku çend kesên ji deverên cuda cuda serî li xwediyê kargehê
bidin û kar bixwazin wê xwediyê kargehê vê þopandina xwe bide ber çav
û di nava wan de ger yekî ji Farqînê hebe, bê dudilî wê wî kesî
berya herkesî bigre kar. Wek vê mirov dikare bi þibandinan jî xwe bigihîne ramanên giþtî, lê ji bo her tiþtî nabe. Mînak; du kesên ku taybetmendiyên wan diþibin hev hebin, dema yekî sêyemîn ê xwediyê wan taybetmendiyan ku diþibe wan were dîtin mirov dibêje, “Qey tu jî ji filan derê yî?” Ev yek gelek caran rast derdikeve, lê rêka nerastderketinê jî li ber vekiriye. Ji bo ramanan jî wiha ye; ji yek yek ramanên diþibin hev mirov dikare biçe ramaneke giþtî. Ji Serkaniyê Daketina Hurguliyan Ji
ya giþtî mirov ber bi ya yek yek ve tê. Ji girseyê ber bi koman ve, ji
komê ber bi kesan ve tê. Mirov ji giþtiya ramanekê dadikeve hûrguliyên
wê û bi vî awayî xwe digihîne daraz û ramaneke sêyemîn. Mirov du tiþtên
xwediyê taybetmendiyên hevpar tîne ber hev û taybetmendiyeke sêyemîn a
hevpar jê derdixîne. Mînak:
Em dikarin bêjin; “Hilm, hil dibe jorê.” Ev darazek ango derpêþek e;
derpêþa yekem e. “Gaz, hilmek e.” Ev jî daraz an derpêþa duwem e.
Mirov ji van her du darazan dikare encameke wiha wek daraza sêyem derxîne:
“Gaz jî hil dibe jorê.” Di vê mînakê de tê dîtin ku di navbera tiþtên hil dibin jorê de têkiliyek tê avakirin. Kes nikare bêje ku hilm hilnabe jorê. Dîsa kes nikare bêje ku gaz ne hilm e. Wê demê bi vê têkiliyê, dema em bêjin “Gaz jî hildibe jorê”, wê kesê sêyemîn baweriyê bi vê yekê bîne. Kîjan Cûreyên Nivîsaran Dikarin
Bi Teþeyê Vegotina Gengeþî Werin Nivîsandin? Rexne,
guftûgo, ceribandin, nivîs, pêkenîn, hevpeyvîn, panel û hwd. bi teþeyê
vegotina gengeþî tên pêkanîn. Lê di nivîsar an axaftinên din de jî
mirov teþeyê vegotina gengeþî bi kar tîne û dewlemendiyê dide vegotinên
din. Gengeþî xwediyê warekî berfireh ê bikaranînê ye. Hemen di her
vegotinê de dikare were bikaranîn û ramandinekê bide çêkirin. Lê ev jî
divê bi hostayî pêk were. Him derpêþên mirov diavêje holê, him ramanên
vê vedikin, tev divê hilbijare û li gorî mijarê bin. Ji bo vê vegotina
gengeþî bêhtir di nivîsar û axaftinên siyasî (ramanî) de tê bikaranîn.
*** HESEN
HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org