|
TAYBETMENDIYÊN VEGOTINA PÊÞDARÎ Û RÊBAZÊN PÊÞDARÎKIRINÊ HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Pêþdarîkirin
jî bi teþeyên din ên vegotinê re, pev re tê bikaranîn. Dema bi tena
xwe were bikaranîn wê pir razberiyê çêbike û ev jî dibe ku li xweþiya
kesê duwem neçe, wî aciz bike. Lê dema bi teþeyên din re, pev re tê
bikaranîn wan dixemilîne, derdixe pêþ û vegotinê xweþtir dike, ji
teknîkîmayînê rizgar dike. Pêþdarî
ango pêþdarîkirin resimandina tiþtekî bi peyvan e. Mirov dema xaniyekî,
malekê, baxçeyekî, gundekî, bajarekî, welatekî, mirovekî, girseyekê,
heyîneyekê, bûyerekê û hwd. dixwaze bi rewþa wê, bi taybetmendiyên wê,
bi wesfên wê bide nasîn, wekî wêneyekî wê dikiþîne bi peyvan tîne
ser ziman. Kesê dixwîne, yan guhdarî dike ji wê pêþdariyê wî tiþtî
tîne ber çavê xwe û wekî zindî li ber be, bandûrê li ser çêdike.
Ji bo vê pêþdarî rêyeke baþ a danasîna wesf û taybetmendiyên heyîne
û tiþtan e. Ji
vî awayê pêþdariyê re, ‘Pêþdariya Þopandêr’ tê gotin. Mirov tiþtekî
diþopîne û ji vê þopandinê wesfên bingehîn û yên hûrgulî li gor
pêwîstî û grîngiyê, bi peyvan radixîne ber çavan. Wek tê zanîn
awayekî din ê pêþdariyê hebû ku ew jî, ‘Pêþdariya Ravekar’ bû.
Pêþdariya ravekar vegotin bi awayekî teknîkî dihiþt, lê pêþdariya
þopandêr dixemilîne, dadikeve hûrguliyan û bandûrê li ser hestan çêdike. Mînak
ji bo pêþdariya ravekar: “...
Di bin daran re meþiya. Ji ber siya daran ruyê wê xweþ diyar nedikir. Lê
bêhneke din þûn re derket rûtahiyê û bi hemû xweþikbûna xwe, li ber
min rawestiya.” Em
vê mînakê bi awayê pêþdariya þopandêr bînin ser ziman: “...
Di bin daran re meþiya. Ji ber siya daran ruyê wê xweþ diyar nedikir. Lê
bêhneke din þûn re siya daran bi dawî bû; tîrêjên zêrîn ew himbêz
kirin û wek baqên hevrîþimê reþ, xwe li derdora gilokeke befr pêça
be û di navê de du çavkaniyên avzêyên zozanan bibiriqînin, wiha bi
sipehîbûneke li hev, hat li ber min rawestiya...” Di
pêþdariya þopandêr de tê dîtin ku heyîneya tê û li ber radiweste,
porê wê çawa ye, ruyê wê çawa ye, çavên wê çawa ne derdixe pêþ
û bi resmandinê, bi me dide nasîn. Di hundirê vê vegotinê de pêþdariya
ravekar jî heye û pêþdariya þopandêr wê bêhtir watedar dike. Bi pêþdariya
þopandêr mirov taybetî û wesfên heyîneyan derdixe pêþ, lê bi pêþdariya
ravekar çi dikin, çawa ne, wate û nirxê wan çi ye, mirov dinase. Ji bo
wê pêdivî bi her du awayên pêþdariyê hene û pirahî mirov di nava
hev de bi kar tîne û bi teþeyên din re bi awayekî hûnandî vedibêje. Dema
mirov dest bi nivîsarekê dike, mînak; dest bi beþekî romanê dike,
destpêkê mirov bûyer an heyîneya di wê beþê de bi pêþdariya þopandêr
dixemilîne, derdixe pêþ. Ev firehbûnekê li ser hestên kesê duwem çêdike
û dilê wî/wê dibijîne xwendinê, lê divê neyê dirêjkirin ku bala wî/wê
ji mijarê dûr nexîne û veneqetîne. Pêþdarî Bandûreke Çawa Li Ser Hîsên
Mirov Çêdike? Pêþdarî
bi bihîstinê (hîskirinê) tê çêkirin. Ji bo vê kesê pêþdariyê
bike, divê hîskirina wî xurt be. Grîngiya pêþdarvan ew e ku tiþtên
her kes nikare bibîne, ew bibîne û bîne ser ziman. Mînak; ji bo kesekî
þivantî nekiriye ha bizinek, ha sed bizin, kêm zêde hemû wek hev in.
Ger tu jê pirsyarkî, wê bêje, ‘Tev xwediyê çar lingan in, reþ an
belek in, hinek bi situreh in û hwd ...’ Lê tê zanîn ku ev wesfên tîne
ser ziman ên giþtî ne ku di her bizinê de hene. Rast e ku her bizin kêm
zêde diþibe ya din, lê ti bizin bi tevahî ne wek yeke din e. Bi tiþtekî
xwe ji yên din cuda dibe. Yekî þivantî kiribe dikare van cudahiyan bibîne
û dema mirov jê pirs bike, dikare yek bi yek wan bide nasîn: “...Ev
bizin çal e, ev baz e, ev tetspî ye, ev kirr e, ev bel e, ev kevç e, ev
kever e, ev kalspî ye, ev kalsor e, ev hinêr e, ev kurr e, ev himisa sor
e, ev himisa spî ye, ev hût e, ev her sê jî çûr in.” Niha
ji vê vegotinê mirov dizane ku þivan yek bi yek pezê xwe dikare ji hev
binase. Bizna çal enî spî, ya baz nîvê piþta wê spî ye. Bizna tetspî
destên wê(lingên pêþî) spî ne, bizna kirr bê guh e, bizna kevç guhên
wê wek kevçî bi hundir ve kort in. Bizna kalspî ruyê wê spî, bizna
kalsor ruyê wê sor e. Bizna hinêr þaxê wê evraz diçe, bizna kurr guhên
wê di navbera hebûn û tunebûnê de ne, bizna kever hemû spî ye, bizna
himisê sor ruyê wê sorê zerîn e. Bizna hût bê purt e, purta wê wek
kulavokan e, bizna çûr purta wê bi kêrî rîsandina þal û þapikan tê,
purtdirêj e; ev jî yên sor, ên reþ û yên spî hene...” Wek
vê dema mirov dengekî tîne ser ziman jî yekî þopandêr dizane ku bang
e, qîrdayîn e, girî ye, ken e, yan tiþtekî din e. Ji bo vê di pêþdariyê
de mirov hestên xwe bi kar tîne. Dema li ser tama tiþtekî, yan li ser bêhnekê
vedibêje jî bi vî awayî bangê hestan dike; li ser kîjan hestê zêdetir
bandûr çêkiribe, ew derdikeve pêþ. Mînak: “...Çavê
wî girê dan û ew dahfandin hundir. Dinya tev li ber çavê wî reþ bû.
Kamax danî erdê û bêhnek sitend. Bi bêhnsitendinê re bêhneke tûj ya
xwînê tije bêvla wî bû. Di navê re bêhna rewayê ya kuvnikî, bêhna
mîzê ya vegirtî axê, bêhna xwêhdanê ya tirþ û bêhna miþkên mirî
jî dihat. Xwest ku bêvla xwe bigre, lê destê wî jî girêdayî bûn...” Di
vê pêþdariya þopandêr de kesekî girtî yê diavêjin zindanê, di
ketina hundir de bêhnên bêhn dike vegotinêr bi awayekî bikaranîna hîsa
bêhnkirinê tîne ser ziman. Bi vî awayî bi hêsanî dîmena zindanê tîne
ber çavê mirov. Rêbazên
Peþdarîkirinê
Di
pêþdariyê de hûrguliyên em bi kar bînin, wê li ser kesê duwem bandûreke
çawa çêbike, divê em bizanibin û li gorî wê vebêjin. Ji bo vê divê
em rêk û rêbazên dayîna hûrguliyan zanibin. Hûrgulî wiha bi awayekî
rijandî yan rasthatinî nayên dayîn. Kîjan zêdetir dikare mijarê bîne
ser ziman, kîjan zêdetir dikare bi kesê sêyem bide nasîn û bandûrê
li ser çêbike, bala wî bikþîne ser mijarê û dîmenekê li ber çavên
wî/ê raxîne, mirov wê hûrguliyê derdixe pêþ û vedike. Hilbijartina Hûrguliyan Hûrgulî,
taybetmendî û wesfên bingehîn ên heyîneyan ji hev cuda dikin in; aliyên
wan ên di heyîneyeke din de tine ne. Bêguman di heyîneyekê de gelek
taybetmendiyên li gorî xwe hene ku mirov nikare tevan bijmêre. Dibe ku bi
teþeya pêþdariya ravekar, bi awayekî teknîkî taybetmendiyên wê mirov
bikaribe bijmêre, lê di pêþdariya þopandêr de kîjan alî kesê duwem
têkildar dike, mirov wî alî ji aliyên din vediqetîne û derdixe pêþ,
radixîne ber çavan. Mînak
ji bo pêþdariya ravekar: “...Mirîþk
teyreke ku jêhatiniya xwe ya firînê winda kiriye. Ji bo hêk, goþt û
periyên wê tê xwedîkirin û ajaleke kedî ye. Yên nêr wek ‘Dîk’ tên
binavkirin û yên mê mirîþk in ku ew jî dikin qide qid...” Di
vê vegotinê de taybetmendiyên giþtî yên mirîþkan bi awayekî teknîkî
hatiye ser ziman. Niha vê mijarê em bi awayekî pêþdariya þopandêr bînin
ser ziman: “...Hîn
ji dûr ve bi banga dîkan ku qirika xwe diçirandin bala min çû ser koxikê.
Dema ez nêzîk bûm, bû qide qida mirîþkan û li hev çelqiyan, baskên
xwe li hev xistin. Lê ji zexmbûna laþê wan nikarîbûn qûna xwe ji erdê
rakirana û bazdana. Li þûna wan çend lib hêk diyar dikirin...” Di
vê pêþdariyê de hîsa bihîstinê derdikeve pêþ û bi pêþdariya þopandêr
taybetmendiyên mirîþkan dide nasîn. Di vir de hûrguliyên bangkirin,
qideqidkirin û nikarîbûna firînê derxistiye pêþ. Bi vê yekê
xwestiye ku van taybetmendiyan raxîne ber bala kesê duwem, þopandineke
wiha bide wî/wê. Ji
bo hilbijartina hûrguliyan rêk ev e ku mirov ji xwe pirs bike bê kîjan
aliyên vê heyîneyê ji yên din cudatir in û ji vana kîjan dikare vê
heyîneyê bîne ber çavên xwendevan an guhdaran? Mînak:
Taybetmendiyên mirîþkan hêkirin, qideqidkirin, nikarîbûna firînê, ji
bo dîk bangkirin û hwd. in. Dema mirov dibêje, “bû qide qida wan” ev
hilbijartina hûrguliyekê ye û kesê duwem dema vê hûrguliyê dixwîne
di cih de mirîþkeke dike qide qid tê ber çavên wî. Lê ku mirov bêje
“dengê bangê dihat”, ev nabe hûrguliyeke ku dîk tam bide nasîn. Ji
ber ku mirovek jî, meleyek jî bang dike. Lê ku mirov bêje, “Li ber koxê
bang dihat” wê têgihiþtinek çêbibe, bes vê carê jî pir camidî
dibe û balê nakþîne. Ji bo vê hilbijartina hûrguliyan pir grîng e.
Divê mirov her dem van her du xalên me diyar kirin, di hilbijartinê de li
ber çav bigre. Kîjan taybetmendiyên wê yên ji heyîneyên din cudatir,
bi kîjan hûrguliyan dikare li ber çavê xwendevan zindî bibe û dîmenekê
çêbike? Emê vê çawa hilbijêrin? Emê bersiva vê pirsê ji hîsên xwe
bixwazin. Di cudahiyên heyîneyekê de ger kîjan alî li ser bala mirov
balkêþiyekê çêdike, dilbijariyekê dide, ew hûrgulî zêdetir zindî
û dîmenî ye ku mirov wê derxîne pêþ, li ser hîsên kesê duwem jî wê
balkêþî û dilbijariyeke wiha çêbike. Wek
vê, mirov dikare ji hûrguliyên dijber jî sûd bigre û pêþdariyê li pêþ
bixe. Mînak, ku em bêjin “Mirîþkên wek kevokan, dîkên wek
kundan...” ev tê wê wateyê ku mirîþk pir zeyif mane û dîk jî bang
nakin, dengê wan kêm bûye. Bi
vî awayî em têdigihêjin ku di pêþdariya þopandêr de divê mirov
taybetmendiyên heyîneyan bi awayekî hûrguliyên zindîkar bi peyvan raxîne
ber çavan. Rêka Dayîna Hûrguliyan Hûrguliyên
werin hilbijartin mirov nikare bi awayekî rasthatinî bide, divê li gorî
rêzkirinekê werin dayîn. Hûrguliyên hatine hilbijartin çiqasî zindî
û diyar dibin bila bibin, ger ne bi rêzê werin dayîn, nikarin bandûreke
xurt li ser kesê duwem çêbikin. Ger ne wiha be, pêþdariya di nava nivîsarê
de were kirin, wek pîjekî wê di çavê xwendevan re rabe. Dema mirov li
ser heyîneyekê, li ser warekî, li ser tiþtekî û hwd. dinivîsîne, divê
mirov zanibe di ku derê de, em kîjan hûrguliyan pêþdarî bikin, wê çi
bandûrê li ser kesê duwem çêbike. Mînak; di çîrokekê de ger emê pêþdariyê
çêbikin, ev yan ji bo mirov berê herikîna bûyeran biguherîne, yan ji
bo çêbûna karakter û tîpan amade bike, yan derdorê bide nasîn ku bi bûyerê
re girêdanekê çêbike û hwd. e. Dema kêfa mirov di ku derê nivîsarê
de bixwaze em di wir de pêþdariyê çêkin, ew nivîsar nagihêje armanca
xwe. Ji bo nivîsar bigihêje armanca xwe rêkên dayîna hûrguliyan hene: -Li Gorî Þopandineke Diyar Dayîna
Hûrguliyan: Heyîneya
em pêþdarî bikin, em dikarin li gorî þopandineke diyar, bi awayekî dîmeneke
wê dikþînin raxînin ber çavan. Hûrguliyên werin hilbijartin divê
bikaribin vê dîmenê temam bikin. Ev jî bi hîsên mirov ên dîtin, bihîstin,
bêhnkirin, tamandin û hîskirinê çêdibe. Mirov hîsekê ji vana derdixe
pêþ û bi vî awayî bandûra bike xurtir dike. Mînak: “...Bi
derketina me ya ji gelî re, bayê kur em himbêz kirin û wek qamçiyan li
ser ruyê me þerqiya. Me êdî nikarîbû çavên xwe jî vekin; pirtikên
berfê bi xwe re tije hundirê çavên me dikir. Bêvil û guhên me dikirin
ku xwe ji laþê me vekin û ji jandayîna wan me digot niha ji mêj ve
hilweþiyane. Di
her gavavêtinê de bêhtir serma derbasî laþê me dibû û guvîniya ba zêdetir
dibû. Dema em gihîþtin sergazê, hindik mabû me paþ de gêr bike. Êdî
destên me û lingên me kar nedikirin. Bayê kur wek dar û beran em jî hiþk
kiribûn...” Di
vê mînakê de pêþdariyeke þopandêr bi hûrguliyên cemidandinê ya bayê
kur, bi hîsa hîskirina sermayê radixîne ber çavan. Dîmeneke kesên di
berfê de û li ber ba dimeþin çêdike. Wê demê ev pêþdarî li gorî
þopandineke diyar e. -Li
Gorî Xaleke Pêdandî Dayîna Hûrguliyan: Dema
mirov dîmenekê çêdike pirahî ne bi çavên xwe, bi çavê kesê sêyem
ango bi çavê kesê di mijara vegotinê de cih digre, çêdike. Di mijarê
de bi çavê tîp an karakter li cihekî li bûyerekê nêrîn çêdibe. Nivîskar
(vegotinêr) kesê yekem e, lê gelek caran vegotinê ji devê xwe nabêje,
ji devê kesekî/e din dibêje, ew jî dibe kesê sêyem , ji ber ku kesê
duwem herdem xwendevan an guhdar e. Wê demê pêþdariya were kirin, hûrguliya
were hilbijartin wê nivîskar bi çavê kesê sêyem bibîne û hilbijêre. Mînak:
“...Piþtî
sê rojên din Pîjo, girê bilind hilkiþiya. Dema bi serê gir ket, bayekî
hênîk wî himbêz kir. Li jêra xwe nerî û çavên xwe firkandin. Di dilê
xwe de digot qey xewnê dibîne. Lê bi firkandina çavên xwe, têgihîþt
ku tiþtê dibîne rast e! Rezekî bê serûber ji geliyê mezin heta ber
lingên wî, li ber çavên wî dirêj dibû û mêwên wê di bin gûþiyan
de bi kotekî li ser xwe radiwestiyan. Av bi devê wî ket û xwe berda nava
rez...” Di
vir de Pîjo (kesê sêyem) tê serê gir li wir radiweste û li jêra xwe
dinêre, rez û mêwên di rez de, gûþiyên di mêwan de dibîne. Ger
mirov bala xwe bide ser, wek kiþandina dîmenekê ye. Him giþtî diyar
dike û him di nava giþtî de gûþiyên tirî wek hûrguliyekê
hilbijartiye. Di vê rêka hilbijartinê de kese sêyem jî, warê tê pêþdarîkirin
jî pêdandî ne, nalivin ango cih naguherin. -Li Gorî Xaleke Cihguherk Dayîna Hûrguliyan: Mirov
bi awayekî livandina kesê sêyem jî dikare hûrguliyan bide. Wê demê
kesê sêyem li cihekî pêdandî namîne û digere. Dema digere cihên cuda
cuda dibîne û mirov hûrguliyên berçav ên wan cîhan radixîne ber çav. Mînak:
“...Têr
xwar þûn re xwe berda jêrê, dareke sêvan derket pêþyê; çend sêvên
sor ên xelatî li erdê diriziyan. Dilê xwe bi wan þewitand û rêka xwe
domand. Bêhneke din avzêyek biçûk rêka wî birî û çû serkaniya wê.
Li wir bêhna pûngê û qurequra beqan ew pêþwazî kir. Av vexwar û dîsa
ket ser rê. Vê carê di nava erdê cotkirî re derbas bû û xwe li ser rêka
gelî dît. Bêhna darên goz û hejîran ew serxoþ kir û xuþiniya avê hênkahiya
xwe da ser bedena wî...” Di
vê pêþdariyê de tê dîtin ku kesê sêyem rê ve diçe û carekê darên
fêkî, carekê avzêyê, carekê gelî û darên li wir, carekê jî ava di
gelî re diherike bi hûrguliyên wan ên bikaribin bandûrê li ser kesê
duwem çêbikin, radixîne ber çavan. Bi vî awayî dîmena giþtî parçe
parçe dide nasandin. -Li Gorî Beramberkirinê Dayîna Hûrguliyan: Ji
bo dîmenên berfireh mirov bi kurtahî bîne ber çav, serî li
beramberkirinê dide. Bi vî awayî hûrguliyên di dîmena berfireh de em
nikaribin derxin pêþ, bi beramberkirina dîmeneke biçûk em dikarin raxînin
ber çavan û balê bikþînin ser. Mînak: “...
Li hember komeke biçûk a gerîlan bi hezaran leþker kom bibûn. Firokeyên
wan wek teyrên kelaxan yek radibû yek dadiket. Leþkerên qasî behrekê
erd girtine, wek gurên har êrîþ dibirin ser wan. Lê ew her yek ji wan
wek teyrekî baz di nava zinaran de cih digirtin û her carê wek firîna
mozqirkekê guleyek difirandin ser leþkeran û ew gêr dikirin erdê. Roj
wek agirê dojehê germ, hewa wek miriyekî rawestyayî bû; ji bo derman be
jî, libeke ba nediliviya û lêven wan ji deþta Heranê bêhtir hesreta
dilopeke av bûn...” Di
vê mînakê de tê dîtin ku dîmena þer a tevlihev bi beramberkirinê bi
awayekî hêsankirî radixîne ber çav. Ji bo firokeyan hûrguliya ‘teyrên
kelaxan’, ji bo êrîþa leþkeran ‘gurên har’ û hwd. dide pêþ û
bi vî awayî yekî gurên har çawa ne, teyrê kelaxan çawa ye bizanibe
pir bi hêsanî dikare dîmena vî þerî, rewþa leþkeran û ya gerîlan bîne
ber çavên xwe. -Bi Awayekî Di Nava Hev De Dayîna Hûrguliyan: Mirov
van her çar rêkên dayîna hûrguliyan dikare di nava hev de jî bide.
Mirov dikare yekê, dudan, sisyan pev re jî bikar bîne. Ew li ser vegotinêr
dimîne. Lê vegotinêr di bikaranîna van de divê grîngiya mijarê û rewþa
kesê duwem li ber çav bigre û wiha kîjan pêwîst be, çend di nava hev
de pêwîst bin wiha bi kar bîne. Di dayîna hûrguliyan de tiþta grîng;
bikaranîna hîsên xwe, hilbijartina hûrguliyên diyarker û peyvên
bikaribin van hûrguliyan tam bînin ser ziman e. Dema mirov van xalan pêk
bîne kîjan rêkê bi kar tîne, yan çend rêkan pev re bi kar tîne ew li
ser jêhatiniya vegotinêr dimîne. Pêþdarîkirina Hest Û Ramanan Çawa Çêdibe?Sedemeke
pêþdariyê jî diyarkirina hest û ramanan e. Mirov þopandinên xwe ne
tenê li ser tiþtên tên hîskirin, li ser tiþtên hest û ramanî jî tîne
ser ziman, ango pêþdariya hest û ramanan jî dike. Ji xwe di jiyanê de
hest, raman û heyîne yan tiþt wek goþt û hestî pev ve girêdayî ne.
Dema mirov pêþdariya mirovekî dike, ger rewþa wî ya wê bêhnê neyne
ser ziman zêde watedar nabe. Pêþdarî ku tenê bi hebûna fîzîkî were
kirin, wê lawaz bimîne. Divê bi aliyê hest û ramanî were temamkirin. Mînak;
ger em pêþdariya mirovekî dikin û bi xetên fîzîkî wek dirêjbûn,
kinbûn, keçelbûn û hwd. tînin ser ziman, qasî vê divê em bikaribin hêrsbûn,
kêfxweþbûn û hwd. jî bînin ser ziman. Ev jî hûrguliyên grîng in û
divê em peyvên li gorî vana bikaribin bibînin û bi kar bînin. Mînak,
mirovekî hêrsbûyî bi peyvên wek çav sor, çavên wî li nava serê wî
vebûne, xwîn rijiye çavê wî, agir ji çavê wî dibare tê ser ziman û
ev peyv nîþan e ango hûrguliyên hêrsbûnê ne. Ji bo kesekî kêfxweþ
mînak peyva devê wî digihêje guhên wî, av ji devê wî diherikî, devê
wî nediçûn ser hev û hwd. tên bikaranîn. Her yek ji vana jî hûrguliyeke
kêfxweþiyê ye. Wek tê zanîn hêrsbûn jî, kêfxweþî jî peyvên
razber in, lê bi vê rêka pêþdariyê mirov þênber dike û bêhtir têgihîþtina
kesê duwem çêdike. Mînak: “...Ruyê
wî wek þimayê zer bibû, awirên wî kêm bibûn û çavên wî di kortên
xwe de nediyar bibûn. Çermê laþê wî êdî dialiqî û di binê wê de
qeteke goþt jî nemabû, gihîþtibû ser hestî. Lêvên wî ziwa bibûn
û por bi serî ve nemabû. Algûþkên wî yên derketibûn der, bêvila wî
mezintir diyar dikirin û lîçika jê diherikî dadiket ser simbêlên wî
yên wek sîxên jîjoyan...” Di
vê mînakê de bi pêþdarîkirina dîtinên guhertinên fizîkî, rewþa
hest û ramanan radixîne ber çavan. Ji vê pêþdariyê em têdigihêjin
ku ew kesekî bi êþa zirav ketiye, nesaxekî li ber mirinê ye. Ji ruyê wî
mirin tê xwendin. Vegotinêr rasterast nabêje, ‘Ew bi êþa zirav ketibû
û li ber mirinê bû, ji ber vê jî digiriya û li serê xwe dida...’.
Bi hûrguliyên nexweþiyê, hestên wî ramana rewþa wî û hwd. pêþdariyekê
çêdike û dike ku em halê wî bînin ber çav. Ew mirov di rewþeke çawa
de ye, çi difikire, hestên wî çi ne êdî kêm zêde têgihîþtinek li
ser çêdibe. Vegotina
Pêþdarî Di Kîjan Cûreyên Vegotinan De Tê Bikaranîn?
Vegotina
pêþdarî bi awayekî giþtî di hemû nivîsaran de û zêdetir di nivîsarên
dirêj de tê bikaranîn. Dibe ku di nivîsarên rojane wek nivîs, gotar,
þîrove yên di kovar û rojnameyan de, di quncikên wan de tên nivîsandin
de zêde neyê bikaranîn, lê wekî din mirov dikare di her nivîsarê de
serî li pêþdariyê bide. Ji bo vegotina tiþtekî pêþdarî herdem
zeyiftiyên teknîkîmayînê ji holê radike. Bi taybetî di roman û çîrokan
de, di hevpeyvîn û nivîsarên di derbarê geran de, mirov zêde serî li
teþeya pêþdariyê dide. HESEN HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org