TAYBETMENDIYÊN VEGOTINA RAVEKAR Û RÊKÊN RAVEKIRINÊHESEN HUSEYÎN DENÎZ
Mirov
bi ravekirinê gelek daxwaz, armanc û ramanên xwe dikare bîne ser ziman.
Ravekirin di her mijarê de dikare di hawara mirov de were û alîkarî bide
vegotinê. Ji danasîna peyvekê, tiþtekî bigre, heta danasîna mirovekî, cihekî, bûyerekê, heyîneyekê tev bi ravekirinê mirov dikare bîne ser ziman. Dema mirov navnîþanekê salix dide, dema di derbare çêbûna tiþtek xwezayî de diaxive, dema li ser hest û hêviyên mirovan yan li ser bûyereke dîrokî vedibêje, dîsa vegotina ravekar bi kar tîne. Bi vegotina ravekar mirov tên zanekirin. Ji bo vê qadeke wê ya berfireh a pêkanînê heye. Rêkên RavêkirinêJi
bo ravekirinê mirov dikare xwe bixe þûna xwendevan an guhdaran û pirsan
ji xwe bipirse, bi bersivdayîna wan xwe bigihêne vegotineke bi vî awayî.
Armanca ravekirinê bersivdayîna pirsekê, di derbarê tiþtekî de agahîdayîn
e. Bi vê sedemê pirsyarî di vî awayê vegotinê de rêkeke herî baþ û
alîkar e. Mînak ku mirov bêje, ‘Vegotinekê li ser Têkoþîna
Rizgariya Netewî bikin’, pirsên
di derbarê vê de em bipirsin, di cih de tên hiþê mirov. Þerê
Rizgariya Netewî kengî, bi çi sedemê, di rewþeke çawa de destpê kir?
Çawa li pêþ ket? Çi bi xwe re anî? Sedem û encamên wê çi bûn? û
hwd. mirov dikare gelek pirsan bipirse. Dema em van pirsan bibersivînin jî,
ev dibe vegotineke ravekar û wê guhdar an xwendevan ji vê yekê
zanistiyekê bigrin. Ji
bo her mijarê, di vegotina ravekar de, mirov dikare van pirsan bipirse û
bibersivîne: .
Em dixwazin li ser mijareke çawa vebêjin? .
Wate û nirxekî vê mijarê heye yan nîne? .
Yekseriyeke vê mijarê heye, yan nîne? .
Wê zanistiyekê bide yan nade? .
Pêþveçûna wê çawa çêbûye? .
Grîngiya wê û pêwîstiya wê çi ye? .
Çi demê, di rewþeke çawa de derketiye holê. .
Li ku derê, bi çi awayî ji ber çi sedemê pêk hatiye? .
Çi encam bi xwe re derxistine? ...
û hwd. mirov dikare gelek pirsên wek vana bipirse û li bersivên vana, di
nava vegotinê de bigere ango dema mirov van pirsan rave dike, ew dibe
vegotin. Bê
guman hijmara van pirsan li gor taybetmendî û ligorîxwebûna mijarê kin
an dirêj dibe. Ger emê di derbarê mijareke dîrokî de vebêjin, ev pirs
bes in û mirov dikare zêdetir jî bike. Lê ku emê di derbarê bikaranîna
kompûterê de vegotinekê bikin, hewce nake em dakevin lêpirsîna kûrahiya
destpêka wê ku kengî çêbûye, di rewþeke çawa de çêbûye û hwd.
bipirsin û bibersivînin. Tersê wê, di roja me de çawa di kîjan waran
de tê bikaranîn mirov li ser wê radiweste. Wê demê li gor armanca
vegotinê pewîstiya bisînorkirina mijarê derdikeve pêþ. Ji bo mijar
gelemperî nemîne, bikaribe bigihêje armancê û kesên duwem têr bike,
divê mijar were bitixûbkirin (bisînorkirin). Bi kîjan aliyê xwe vegotin
dikare bala xwendevan bikiþîne, mirov dikare li gorî wê rêz bike û bisînorkirinekê
çêbike. Çi
mijar dibe bila bibe, qet ne bi aliyekî ye; her mijarek kêm-zêde, çend
aliyên xwe hene. Wê demê divê em mijarê ji çend aliyan ve hilgirin
dest û wê demê têkilî û girêdana di navbera van aliyan tevan de mirov
hildigre ber çav. Mînak ku em bixwazin pirtûka Ehmedê Xanî Mem û Zîn
bidin nasîn, ji bo vê; em dizanin ku ev romaneke evînadarî ye. Di vê
romanê de rewþa gelê kurd û xiyaneta li pêþiya azadiya wan dibe
asteng, bi awayekî evîna di navbera du kesan de, têkiliyên di navbera
wan de û hwd. tê ser ziman. Wê demê mirov dikare pirsên wek, ‘Ev
romaneke çawa ye, li ser çi radiweste?’ ji xwe bipirse û bi bersivdayîna
vê dest bi vegotina ravekar bike. Di vê vegotinê de mirov dikare hestên
Ehmedê Xanî yên li ser Kurdistanê wiha raxîne ber çavan: “Ehmedê
Xanî di pirtûka Mem û Zînê de xwestiye rewþa kurdan a piþtî sedsala
dehemîn raxîne ber çavan. Di wan salan de tevî derfetên azadbûnê, ji
sedema neyekbûna kurdan û xiyaneta pêþî li yekbûnê digre, kurd
nikarin azad bibin, dewletbûnekê bijîn. Evîna Mem û Zîn azadiya welat
bi xwe ye. Beko nûnertiya serokeþîr, axe û begên kurdan ên di navbera
xwe de þer dikin, xwe dispêrin dewletên desthilatdar û li ser xwîna
kurdan xwe didin jiyandin dike. Çawa ku Beko nahêle miradê Mem û Zînê
bi cih were, ev jî nahêlin mirada gelê kurd bi cih were. Ehmedê Xanî ne
tenê nivîskarekî kurd, ew zanyar, dîrokzan û kesekî ramyarî jî bû
ku di wê demê de pirsgirêka kurd dîtiye û rêka çareseriya wê bi
awayekî wêjeyî di romana Mem û Zîn de raxistiye ber çavan...” Mirov
ji vê vegotinê jî têdigihêje erk û weynê ravekirinê ya di vegotinê
de. Ji bo ravekirinê rêkên tên bikaranîn; Salixdan, Pêþdariya ravekar, Pêþdariya þopandêr û Çîrokiya ravekar e.
Salixdan (îzahkirin/terîfkirin) (Ango Ravekirina Teorîk)Salixdan
rêka herî sade a ravekirinê ye, bersiva pirsa, ‘Ev çi ye?’ ye. Tiþtekî,
têgehekê rasterast dide nasîn. Di derbarê taybetmendiyên diyar ên heyîne
yan têgehê de zanistiyeke danasînî dide. Mînak ku em Gola Brahîm Xelîl
rave bikin, bi salixdanê emê wiha bînin ser ziman: “Gola
Brahîm Xelîl li Ruhayê goleke xwediyê wateyeke olî ye û di navê de
masî dijîn; çîrokeke wê ya olî ya pêkhatinê heye. Li gor vê Keyê
wir Nemrût, ji sedema li dijî sazûmana wî derdikeve Brahîm Xelîl diavêje
nava agir ku biþewitîne. Lê bi fermana Xwedê agir dibe av, dar dibin masî
û ruhê Brahîm Xelîl diçe ezmanan...” Wek
tê dîtin pir bi xetên stûr gola Brahîm Xelîl bi me da nasîn. Ji vî
awayê danasînê re salixdan tê gotin. Salixdan
dikare ramanekê, têgehekê, bûyerekê, heyîneyekê û hwd. li gor girêdan
û têkiliya cih, dem û wesfên giþtî û yên ligorîxweyî jî bide nasîn. Mînak: “...Dema
neolîtîk li kêleka avên mezin ên wek Dîcle, Firat û Nîlê dest pê
kir. Mirov dikare bêje þoreþeke þaristaniya yekem a diyariyeke
Kurdistaniyan ji tevahiya mirovahiyê re ye. Mirovahî ger di roja me de
gihîþtibe vê asta þaristaniyê, rehên xwe dirêjî þoreþa Neolîtîkê
dibe. Ger ew tov di wir de þîn nehatiba, îroj nikarîbû wiha bijiya. Bi
çanda neolîtîk cara yekem çandinî, kedîkirin û bi vê re niþtecihbûn
li pêþ ketiye ku þaristanî li ser vê tê avakirin. Lê
mirov bêbext û bênanûxwê ne ku zû rehên xwe ji bîr dikin an koka
xwe înkar dikin. Bi taybetî þaristaniya Rojava di vî warî de rehên
xwe heta çanda Helenîst tîne û ji wir jêretir danakeve. Lê tê zanîn
ku çanda Helenîst bi xwe li ser mîratê Sumeran, ew jî li ser bingehê
þoreþa Neolîtik xwe saz kiriye û li pêþ xistiye. Çand
û ramana Rojava îroj xwe çiqas pêþ de dibîne bila bibîne, rehên wê
li Kurdistanê ne. Divê eslê xwe înkar neke! Di
roja me de ger mirovahî tengasiyeke pêþveçûnê dijî, sedema wê
nenasîna kûrahiya rehên xwe ye. Îroj çima hemû pirsgirêk di
Rojhilata Navîn de hatine girêdan, him jî bi girêkên kor? Rojhilata
Navîn dayika þaristaniyan û dayika olan e. Hemû ol li ser vê xakê
zane. Rojava jî bîr û baweriya xwe ji vê xakê girtiye. Wê demê divê
li hember vê xakê rêzdar be ku bikaribe mirov be. Tovên
çareseriya pirsgirêkan di kûrahiya dirokê de veþartiye, bes ku mirov
bixwaze vekole. Kurdistan di vî warî de navendek grîng e. Çawa ku
Berya Zayînê bi heþt hezar salan hîn ku mirovahiya Rojava dema xwe ya
ajaltiyê dijiya, þoreþeke þaristanî li dar xist û gaveke grîng bi
mirovtiyê da avêtin, di roja me de jî bi çareserkirina pirsgirêka xwe
dikare weyneke wiha bileyize û Rojava divê vê weyna Kurdistanê bibîne...” Wek di vê mînakê de tê dîtin Þoreþa Neolîtîk, çanda Rojhilat û Rojave bi awayekî têgehî tê ravekirin û armanca wê, zanakirina kesên duwem e. Ji vegotina wiha ravekariyeke têgehî çêdike re, ‘Ravekirina Teorîk’ tê gotin.
Pêþdariya Ravekar(þanîdana þîrovekar/îzahkar)Pêþdariya
ravekar bi taybetmendiyên li gorî xwe ji pêþdariyên din ên di wateya
giþtî de tê cudakirin. Ji vegotina taybetmendiyên þopandêrî yan dîmenî
zêdetir, wesfên wê yên danasînî derdixe pêþ û di vê derbarê de
agahiyê dide kesê duwem. Ji bo vê cûreyekî taybet ê pêþdariyê ye. Minak: “Li
kêleka Behra Wanê erdek têra avahiyeke mezin ku kaniyeke boþ di navê
de ye û li derdora wê darên fêkî hatine çandin, bi buhayekî erzan tê
firotin.” Kesên
dixwazin bikirin dikarin serî li vê navnîþanê bidin: Navnîþan: Saziya
Firotina Avahiyên Bêxwedî Li
kêleka Þaredariya Bajêr TLF:
00.... Wan Wek di vê mînakê de tê dîtin taybetmendiyên erdekî were firotin bi xetên qebe bi mirov dide nasîn. Pêþdariya di vir de bi armanca ravekirinê hatiye çêkirin. Wesfên erd ên berçav rave dike. Pêþdariya ÞopandêrEv
cûreyê ravekirinê, þopandinên yekî bi awayekî pêþdarkirin tîne ser
ziman. Pêþdariya Ravekar zanistiyên teknîkî dide, lê Pêþdariya Þopandêr
li gor nêrîn û þopandina kesekî tê vegotin. Em li ser mînaka jorîn a
di derbarê firotina erd de þopandinên yekî bi vegotina wî ya ji jina
xwe re bibînin. Mînak: “Hurme,
xwezî tu bibînî erdekî wiha mezin û wiha raserê behrê ye ku mirov li
wir rojekê bijî wek deh salên jiyana li buhiþtê ye. Ji xwe çiqilên
daran di bin fêkiyan de gihîþtine erdê. Kaniyeke di navê de ye, wek ava
zemzemê ye; sipehî û qerisî ye. Bêhna behrê ya xweþ hemû bi ser te
de difûre û mirov ji seyra wê têr nabe. Tu bi ya min dikî hema em sibê
biçin bikirin.” Di
vê mînakê de jî tê dîtin ku ji wesfên teknîkî zêdetir þopandinên
xwe diyar dike. Niha
tê dîtin ku di navbera pêþdariya ravekar û pêþdariya þopandêr de
cudahiyeke mezin heye. Yek camidî, yek kirdeyî ye. Pêþdariya ravekar
camidî, pêþdariya þopandêr kirdeyî ye. Pêþdariya
ravekar hestên mirov naxe nava tevgerê, tenê zanistiyeke teknîkî dide.
Di beyanên di rojnameyan de ev cûre gelekî tê dîtin. Wekî din di
zanistîdayînên di derbarê tiþtên teknîkî û zanyarî de dîsa ev cûre
tê bikaranîn. Mînak;
ger em danasîna giyayekî, darekê, motorek an hacetekî bikin, serî li pêþdariya
ravekar didin. “Ev
gerdûne xwediyê du motorên her yek ji du merdaneyan pêk tê ye û di
saetekê de dikare du sed kîlometre rê bistine...” Lê di pêþdariya þopandêr de mirov þopandinên xwe tîne ser ziman û bi peyvan dîmeneke wiha xêz dike ku bandûrê li ser hestên kesê duwem bike û bala wî bikþîne ser mijarê. Di pêþdariya ravekar de mirov þîroveyên xwe tevlê nake û bi awayekî teknîkî zanistiyan dide, lê di pêþdariya þopandêr de, mirov bi tevahî nerîn, hest û ramanên xwe tîne ser ziman. Bêguman dema mirov tiþtekî bi taybetmendiyên diyar, bi awayekî teknîkî tîne ser ziman jî dikare gelek zanistiyan bide. Niha em, cudahiyên di navbera her du cûreyan de, li ser du mînakan bibînin: Mînak
ji bo pêþdariya ravekar: “...Dema
tu ji Dîlokê bi rê dikevî, rêka trênê di nava çiyan re derbas
dibe. Çiya tev bi mekîneyên kolandinê, kun kirine û dirêjahiya her
serdabekê ne kêmî sed metreyî ye. Firehiya wê jî bi rehetî çar-pênc
metre heye. Rê dema nêzîkê xaka Ruhayê dibe, çiyan jî li pey xwe dihêle û êdî deþt dirêj dibe. Seranseriya rê erdên beyar ên mayinkirî ne û bi têlên sînor ên bi sitirî hatiye raxistin. Li ber têlan her kîlometreyekê barû(qûle)yek hesinî çikandine û leþkerekî bi çek danîne ser. Firehiya erdê mayinkirî, ne kêmî sêsed metran e û cih bi cih firehiya erdê vala kîlometreyekê jî derbas dike. Rêka Trênê car caran di aliyê Sûriyê re, car caran di aliyê Tirkiyê re derbas dibe û ev jî diyar dike ku ev ax ne ya her du dewletan e, piþt re hatiye parvekirin. Rê heta digihêje Nisêbîne û di wir re derbasî Iraqê dibe tev bi vî awayî ye. Ger ev erda beyar ji mayinan were paqijkirin û ji çandiniyê re were vekirin, ne kêmî milyoneke gelhe dikarin bi berhemên wê xwe xwedî bikin...” Mînak
ji bo pêþdariya þopandêr: “...Rojeke
ba û bahoz bû; çav çavan nedidît. Zarokên gund ji dibistanê
derketin û berê xwe dan malê. Dibistan ji navenda gund rêka qasî
saetekê bi meþê dûr bû. Rêka wê di nava þkêrên xwezayî yên ji
demê kevin ve, ji navsera çiyan gindirîne re derbas dibû. Rêyeke teng
û wek labîrentê ku bi hezaran rêçik jê vedibûn bû. Lê bi çûnûhatinê
rê diyar bibû û ji bo vê kesekî/e baldar zû bi zû rêka xwe winda
nedikir. Bes di vê roja destpêka payizê de ba û bahoza rabûyî hemû
toz û trabêlka deþta Haranê hil dida jorê û digirt ser þkêrên reþ. Jîrê
hinekî dereng ji dibistanê veqetiyabû. Di dersê de mamosteyê wê qala
‘Çareseriya Demokratîk’ kiribû. Zêde tênegihîþtibû û pir
mereq kiribû ku tê çi wateyê. Ji bo vê dema zengilê bêhnvedana nîvro
lê dabû, rahiþtibû çenteyê xwe û berê xwe dabû pirtûkxaneyê. Ji
jinika berpirsyara pirtûkan re daxwaza xwe gotibû û berpirsyara pirtûkan
bi lêvkenî du pirtûkên stûr dabûn dest û gotibû: ‘Tenê ev
dikarin mereqa te biborînin!’ Jîrê
her du pirtûk kiribûn çenteyê xwe û derketibû ser rê, lê xwendevan
tev ji mêj ve bi rê ketibûn. Ji ber ku ji kesî re negotibû, kes li hêviyê
nemabû. Rê
nas dikir û berê jî gelek caran di vê rêkê re bi tena xwe çûbû û
hatibû. Dema daristana li derdora dibistanê derbas kir û ket rûtahiya
navbera daristanê û þkêran, pêla ba û bahozê ew himbêz kir û toz
û trabêlka bi xwe re aniye tev li nava çav û guhên wê da. Çavên
xwe yên hiþîn girtin û lez kir ku zû xwe bigihîne nava þkêran. Porê
wê yê zerî dirêj ku herdem berdida ser milên xwe, wek pêlên tîrêjên
tava êvarî berba bûn. Destên xwe li bin pêsêrên xwe yên nû
stewiyane pêçan, xwe qlûz kir û gavên xwe bi leztir avêtin. Ba
û bahoz wiha li derdora hev dizîvirîn ku qet ne derûdora xwe, ne jî rêka
li ser dimeþe dikarîbû bidîta. Wiha bêhnekê bi çavkorî meþiya. Zêdetir
bi hîsên xwe yên nasîn û fêrbûna rê bawer bû. Lê ne di bîra wê
de bû ku hiþê wê tevlihev bûye û di wî halî de jî li ser pirsa
mamosteyê xwe dihizirî...” Niha
dema mirov li her du mînakên jorîn dinêre, cudahiya di navbera pêþdariya
ravekar û ya þopandêr de baþtir dibîne. Her
du mînak jî rêyekê û rêveçûnekê tînin ser ziman. Yek rêya trênê,
cihê tê re derbas dibe û rewþa wê bi awayekî teknîkî û bi zanistiyên
teknîkî tîne ser ziman, lê tê de pêþdarî jî heye; mirov têdigihêje
ku çiya hatine kunkirin, erd hatiye mayinkirin û têlkirin û hwd. Lê
aliyê teknîkî li pêþ e û ji bo vê ravekariya wê zêde cih nade hest
û xemilandinan. Di
mînaka duwem de jî rêveçûnek heye; keçeke ciwan di ba û bahozê de rêka
xwe winda dike. Pêþdarî keça ciwan bi me dide nasîn: çavên wê hiþîn
in, pôrê wê zer û dirêj e. Pêsêrên wê nu sitewiyane û diyare ku
xwendevan e. Hiþê wê li ser pirsa mamosteyê wê ye û ji ber vê bala wê
ne li ser rê ye ... û hwd. Bi vî awayî rewþa wê, rewþa hewayê, rewþa
rêka þkêran, rewþa rûtahiyê tev bi xemilandina peyvan bi mirov dide
nasîn. Zêde zanistiyên teknîkî tê de nînin, bêhtir þopandinan tîne
ser ziman. Wê
demê mirov ji van her du mînakan dikare encameke wiha derxe: Pêþdariya
ravekar (teknîkî); zanistiyê dide, hûrguliyên hene bê xemilandin,
rasterast wek ku di wêneyekê de diyar dibin dide, Zanistiyan bi awayekî
hiþkeber û þematîk dide, þîroveyên kesane nake, li ser hûrguliyên
zirav nasekine, bêhtir bi hûrguliyên giþtî rave dike. Pêþdariya
þopandêr; destpêkê þopandinekê çêdike, di navbera hûrguliyan de
hilbijartinekê çêdike û yên herî berçav dide, zanistiyan bi rêzkirineke
hest û þopandinan dide; þîroveyên kesane(kirdeyî) dike, li ser hûrguliyên
taybetî radiweste. Li gor vê diyar e ku pêþdariya ravekar (teknîkî) zêdetir di nivîsarên ramanî yên wek Nivîs, Gotar, Ceribandin, Rexne, Pêkenîn de tê bikaranîn. Lê bêguman dema vegotinêr pêwîst bibîne dikare di çîrok û romanan de jî bi kar bîne. Bes cihê tê bikaranîn bi gelemperî wiha ye.
Çîrokiya RavekarEv
cûreyê ravekirinê di warekî bi sînor de tê bikaranîn. Him ji
ravekirinê, him ji çîrokiyê sûd digre. Zêdetir di pirtûkên fêrbûnê
yan salixdana çêkirina tiþtekî de tê bikaranîn. Çîrokiya ravekar
zanistiyan bi awayekî çîrokî li pey hev rêz dike. Mînak: “ Ji bo çêkirina kerpîçan malzemeyên tên xwestin;
qalib, ax, av, ka û tava rojê ye. Destpêkê mirov ax û kayê tev li
hev dike, avê berdide ser û bi lingan distirê, dike herî. Mirov qalibê
xwe datîne cihekî rast û heriyê berdide ser. Bi destê xwe heriyê miþt
rast dike. Bi hêdî qalibê xwe radike. Dema ji bo kerpîçên cotê
duwemîn mirov qalib datîne, divê aliyê hundir þil bike ku herî pêve
negre. Kerpîç li gor germahiya hewayê du - sê rojan li ber tavê dimînin.
Piþt re mirov yek bi yek wan timikî radike, ji bo aliyê hatiye erdê jî
ziwa bibe. Dema kerpîç ziwa dibin rengê wan tê guhertin, rengê axê
digrin. Êdî mirov dikare wan kerpîçan bi kar bîne...” Di vê mînakê de jî tê dîtin wek çîroka serpêhatiya çêbûna kerpîçekê, ji destpêkê tê û gav bi gav rave dike. Di salixdana çêkirina xwarinê de, ya dermanekî de û hwd. de jî ev rêk tê bikaranîn.
Beþkirin Û polandin (Sinifandin)Dema
mirov vegotinekê bike, bi awayekî çi were bîrê, mirov bêje, nabe. Divê
di nava ramanan de beþkirinek û polandinek (sinifandinek) hebe. Beþkirin
ji ya serî dest pê dike û dadikeve binî, ber bi hûrguliyan ve tê. Lê
polandin ji yên hûrgulî bi gihandina hev, ber bi ya serî ve diçê. Bi
vî awayî di beþkirinê de mînak; mirov ji polê dadikeve koman, ji koman
dadikeve kesan. Di polandinê de de mirov kesan tîne cem hev dike kom,
koman tîne cem hev dike pol. Beþkirin
û polandin, tê dîtin ku dijberê hev in. Di pêþvebirina ramanan de û
di gihîþtina darazê de jî ev rêk tê bikaranîn. Mînak, ku em dixwazin
pirtûkên di dest xwe de komî ser hev bikin (polandin) emê vê rêkê biþopînin;
em wiha bihesibînin ku ev pirtûk di dest me de hene: Roman,
Çîrok, Helbestên Lorik, Helbestên Stranî, Serpêhatiyên Xezebî,
Rexne, Hevpeyvîn, Zanyariya Civakî, Vac, Dîroka Têkoþîna Rizgarî, Dîroka
Kurdistanê, Dîroka Þoreþên Cîhanê, Dîroka Wêjeyê, Geometrî, Cebîr... Di
navbera van de yên têkildarê hev û yên diþibin hev hene: Dema mirov
dibêje çîrok; çîrokên zarokan, çîrokên li ser ajalan, çîrokên
civakî, çîrokên serpêhatî û hwd. tev di koma çîrokê de hatine
komkirin. Wiha pirtûkên yeko yeko me diyar kirine, em dikarin kom komî
bikin û bigihêjin encameke berçav:
Bi
vê polandinê mirov fêr dibe ramanên xwe komî ser hev bike. Di derbarê
vegotinekê de dibe ku gelek raman di serê mirov de hebin. Mirov van
ramanan nikare bi awayekî rasthatinî binivîsîne. Divê bi rêbazekê em
vana bibeþînin, an bipolînin. Dema raman wiha hatin rêzkirin, kîjan a
sereke ye, kîjan a hûrgulî ye, kî bi kîjanê ve girêdayî ye tev
derdikeve ber çav û êdî raxistina van pir hêsan dibe. Polandin
û beþkirin ne tenê di komîserhevkirina ramanan de, di vegôtinê de jî
tê bikaranîn. Em li ser mînakekê beþkirin û polandinê bibînin: Ji
bo serastkirina aboriya mirov, pêwîstî bi çandiniyê heye. Mirov
dikare bi du awayan çandiniyê bike: 1-
Çandiniya Dêm: Çandinî di cihên birewa de bê av tê çêkirin û ji
bo vê tovên li gorî dêmiyê tên bikaranîn. 2-
Çandiniya Avî: Çandiniya bi avê tê çêkirin e. Ji
bo çandiniya dêm mirov dikare van þînatiyan biçîne: A)-
Petîx B)-
Zebeþ C)-Fasolî D)-Nok Ji
bo çandiniya avî; her þînatî dikare were çandin... Kîjan Cûreyên Nivîsaran Divê Bi
Vegotina Ravekar Werin Ser Ziman? Nivîsarên
wek pêkenîn, nivîs, ceribandin, rexne, di derbarê gerê de, hevpeyvîn
tev bi vegotina ravekar tên vegotin; lê ev nayê wê wateyê ku teþeyên
din ên vegotinê jî di navê de nayên bikaranîn. Tersê wê di her nivîsarê
de mirov kêm zêde her teþeyê vegotinê di nava hev de bi awayekî hûnandî
bi kar tîne, lê di her vegotinê de hinek alî hene li pêþ in, hinek alî
hene li paþ in. Di vegotina van nivîsaran de jî vegotina ravekar mohra
xwe lê dide. Divê were zanîn ku nivîsarên bi armanca zanakirinê tên
nivîsandin, pirahî bi teþeyê vegotina ravekar tên nivîsandin. ***
HESEN
HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org