TÊGIHIÞTINA KONFEDERALÎZMÊ
 
 
Hesen Huseyîn Denîz
 
 
 
 
Zanyarê mezin, birêz Eînsteîn her kes dinase. Teoriya Ligorî (theori of relativity) derxistiye û bi vê yekê dawî li têgih û nêrîna afiranderî tîne û rê li pêþiya têgih û nêrîna zanyarî vedike ku îroj mirovahî li ser vî nirxê zanyarî yê Eînsteîn afirandiye pêþketinan bi dest dixe.
 
Di dema Eînsteîn vê teoriya xwe derdixe de, li ser gelek gengeþî tên çêkirin û hinek kes tên cem, dibêjin ku ev teorî bi awayê xwe yê matematîkî (E=MC²) bi wana zahmet tê, gelo nikare bi awayeke hêsantir bîne ser ziman. Wê demê Einstein bi lêvkenî dibêje: ‘Belê, dikarim,’ û teoriya xwe ya ligoriyê (relativity/îzafiyet), bi mînakeke hêsan û balkêþ wiha tîne ser ziman:
 
‘Ger hûn bi xanimeke xweþik re bin, ji bo we saetek qasî saniyekê didome, lê ku hûn li ser bizotekî sorbûyî rûniþtîbin (birûnên) saniyek ji bo we qasî saetekê tê. Vaye ev ligorî (relativity /îzafiyet) ye’.
 
Em dixwazin ji vê mînakê werin ser bûyera Konfederalîzmê. Ji aliyê birêz Ocalan ve, wekî stratejiyeke nû têgih û nêrîna konfederalîzmê hat ravekirin. Di rastiyê de konfederalîzm ne têgiheke nû ye û li gelek welatan mînakên wê ên pêkhatî hatine dîtin. Lê mixabin nizanim ji ber çi ye, ji aliyê çepgir û rastgirên me yên kurd ve têgihiþtina wê qet çênebû û di her bêhnê de dibêjin ‘Me fêm nekir, ev konfederalîzm çi ye?’
 
Ger Eînsteîn sax ba ya mirov dikarîbû serî li wî bidaya û belkî wê demê bersiveke hêsan wekî ya teoriya ligoriyê bidaya ku têgihiþtina çepgir û rastgirên kurdan çêbibaya û me jî zanîba serê me li ser kîjan balgîfê ye.
 
Birêz Ocalan di bin wan mercên zor û zahmet de, di her hevdîtina xwe de qala konfederalîzmê dike, dîsa jî kurdên me tênagihêjin. Nizanim li hesabê wana nayê ji ber vê tênagihêjin, yan na wekî (E=MC²) zahmet tê, ji bo wê fêm nakin?
 
Lê qasî em dizanin kurd ne dûrî konfederalîzmê ne. Dîroknivîs dibêjin ku di dema avakirina dewleta Medya de pêwîstî bi hilweþandina împaratoriya koledar a Aþûrî hebû. Împaratoriya Aþûrî ji Anatolya heta Mezopotamya li ser xakeke berfireh desthilatdar bû û sazûmana koledarî li ser gelan rê ve dibir. Salên di navbera hezar û þeþsed û diwazdehan ên Berya Zayînê de têkoþîna Medan li hemberî zordariya Aþûr tê meþandin. Lê Med di wê demê de hîn nebûne gel û wekî êl û eþîran parçeyî jiyan dikin. Ji bo vê her êl û eþîr bi serê xwe têdikoþe û ev yek bê guman têrê nake ku împaratoriya koledar hilweþîne. Di salên derdora 800-700 ê Berya Zayînê de, Kyakser ê zanyarekî Medan yekîtiya êl û eþîrên kurdan çêdike û piþt re gelên herêmê jî tev li vê yekîtiyê dike, bi vî awahî hêza parçeyî dike yek, xurtbûnê û bihêzbûnê bi dest dixe û wiha zora împaratoriya koledar di sala 612 ên B.Z. de dibe ku tê zanîn ev roj weke cejna Newrozê tê nasîn û pîrozkirin.
 
Dîroknivîs ji sazbûna vê yekîtiya Medan û gelên cînar re dibêjin ‘Konfederalîzm’.
 
Wê demê konfederalîzm tê wateya yekîtiya hêzên biçûk û belave. Tê zanîn ku dema hêz biçûk û belave bin çiqasî çalak dibin bila bibin tenê dikarin darbeyan li hêza mezin bidin, lê nikarin encama dawî bi dest bixin. Ji bo ku encama dawî bi dest bixin pêwîstî bi hatina cem hev û sazkirina yekîtiyeke xurt heye. Dîroknivîsan ji yekîtiya Medan sazkiriye re gotine ‘Konfederalîzma Êl û Eþîretan’.
 
Diyar e sazûmana konfederalî ne dûrî rewþa Medan e. Ji ber ku kurd Medan wekî dapîr û bapîrê xwe dihesibînin, wê demê divê kurd jî xwe dûrî konfederalîzmê nebînin.
 
Dîsa, ger gelên cînarên medan li hemberî zulmdariya sazûmana koledar a Aþûr nikarîbûn azadiya xwe bi dest bixin û tenê bi rêka sazkirina yekîtiya bi Medan re gihiþtibin azadiya xwe, diyar e ku ew jî deyndarê vê konfederalîzma Kyakser in. Di roja me de jî, ger cînarên gelê kurd hê bindestî û koletiya modern jiyan dikin û tevahiya mafên wana binpê dibin û azadî dûrî wana ye, pêwîstî bi sazkirina yekîtiya bi kurdan re heye.
 
Niha kî dikare bêje ez van rastiyan tênagihêjim? Ji bo kurdan û gelên cînarên kurdan pêwîstiya sazkirina yekîtiyeke berfireh ji av û xwarinê zêdetir jiyanî ye. Gelên li tevahiya Rojhilata Navîn dijîn pêwîstê jiyaneke azad, wekhev û demokratîk in. Bi sedê salan e di bin hêza sazûmanên monarþîk, olîgarþîk, teokratîk û dîktatoryal de dinalin. Ol û baweriya olî weke afyonê di bin xizmeta van sazûmanan de ye ku gelan pê bê hiþ dike û ber bi tewekulê ve didahfîne. Gel li jorê ji tirsa xweda re, li jêrê ji tirsa nûnerên xweda re newêrin qala vexwarina qurtek ava azad, kiþandina hilmek bêhna azad bikin. Ji goristanên bê nav hîn jî bi sedan, bi hezaran hestiyên canên bi destê rejîma Baas, Rejîma Îtîhat û Teraqî, Rejîma Þahitî û Rejîma Kemalîzmê binax bûne her roj derdikevin ser ruyê axê ku kes nizane wê kengî doreke wiha were wana jî.
 
Hîn gelê Filîstîn di nava xwînê de dinale, xaka Iraqê bû warê kuþtin û mirinan. Gelê Kurd ji her malekê þehîdek da hîn nasnameya wê nayê pejirandin û nikare bi zimanê xwe bipeyive! Hîn kêr li ser stuyê wê ye û her roj gefa mirinê lê tê xwarin. Libnan ji aliyekî ve birîndar e! Gelê Tirkiyê tîbûyê demokrasiyê ye ku ji bêkarî û birçîbûnê xwefirotin bûye tiþtekî ji rêzê. Gelê Îranî bi navê ol û baweriyê ji hemû mafên mirovî bê par tê hiþtin. Roj derbas nabe ku jinek agir bernade bedena xwe yan jî xwe dar danake. Mirov li þûna jiyankirineke bi koletî, mirineke azadî ji xwe re bi rûmetir dibînin. Rewþa welatên Ereb ji xwe mirov nizane ji ku hilgire dest. Þêx û mîrên li ser çalên neftê rûniþtine bi desthilatdariya cîhanê re di nava têkiliyên herî qirêj de tenê li berjewendiya xwe ya malbatî dinêrin û ne xema wana ye bê gel dimrin, dimînin, kole ne yan tî û birçî ne. Bi hêzeke çekdarî ya bi têrpere kom kirine xwîna gelan dimijin û wiha xwe didin jiyandin.
 
Qedera Rojhilata Navîn divîbû ne wiha ba ya! Li ser vê xakê împaratoriyeke wekî ya Aþûr zulmdar û koledar hatiye hilweþandin, qey pir zahmet e ku dawî li van sazûmanên kevnare yên weke Tirkiyê, Îran Sûriyê û yên din were anîn? Ev sazûman bûne belaya serê gelan. Di qirnê bîst û yekê de jî nahêlin mirov azad û wekhev bijîn. Bi artêþên kom kirine, bi çekên kirîne û bi derfetên dewletbûnî yên bi dest xistine her roj mirin û kuþtinê bi ser gelan de dibarînin.
 
Gel li hemberî van zordaran li ber xwe didin. Gelên Rojhilata Navîn qet serî ji vana re dananîne û danaynin. Lêbelê rêberên van gelan qasî gelên xwe ne çalak û yekgirtî ne. Her yek di hidama xwe de têdikoþin. Nêrîneke hevbeþ, têgiheke hevbeþ, têkoþîneke hevbeþ di navbera xwe de saz nakin. Ji ber vê yekê hêza wana û têkoþîna wana parçeyî û belave dimîne. Ev hêza parçeyî û belave jî dikare darbeyan li zordaran bixe, lê têrê nake ku zordariyê hilweþîne. Ji bo vê zordarî her diçe xwe xurtir dike û heta dem bi dem van hêzên parçeyî bera hevûdu dide û wiha jiyana xwe didomîne.
 
Lê bihizirin û bînin ber çavên xwe ku ev hêzên parçeyî û belave yên rêbertiyê ji gelan re dikin, ger werin gel hev, di navbera xwe de yekîtiyeke wekî ya Medan saz bikin û berê xwe bidin yek bi yek kelehên zordariyê, kîjan dewlet û hêz dikare xwe li ber pêla wana bigre?
 
Niha gelê kurd him li Iraqê, him li Îranê, him li Tirkiyê, him li Sûriyê li hemberî van dewletan bi salan e têkoþîn da. Li Iraqê hinek destkeftî bi alîkariya hêzên Amerîkî û encama têkoþîna gelê kurd ên li her çar parçeyî hat bidestxistin. Lê ev têrê nake ku tevahiya gelê kurd bigihêje azadiya xwe. Ne tenê gelê kurd, pêwîstî bi azadbûna gelê Ereb, Fars, Acem, Tirk, Ermenî, Filîstînî, Cuhû û yên din jî heye. Ger mafê gelekî yê jiyana azad hebe, pêwîst e ev maf bi tevahiya gelan re were parvekirin.
 
Wê demê destpêkê rêberên gelê kurd divê werin gel hev û bi hev re yekîtiyeke li ser bingehê azadkirina gelan saz bikin û ji bo xwe xurtir bikin, yekîtiya rêberên gelên cînar jî tev li ya xwe bikin. Navê vê yekîtiya mezin û pîroz di dema Medan de Konfederalîzma êl û eþîran bû, di roja me de dikare bibe konfederalîzma gel û netewan.
 
Wê demê konfederalîzm; sazbûna yekîtiya gel û netewan e. Konfederalîzm sazbûna yekîtiya hêzên biçûk û belave li hemberî hêzên mezin û girseyî ye. Konfederalîzm sazbûna yekîtiya hêzên bindest li hemberî hêzên serdest û zordest e. Konfederalîzm yekîtiya tevahiya gelên Rojhilata Navîn li hemberî sazûmanên Olîgarþîk, Monarþîk, Teokratîk û dîktatoryal e. Konfederalîzm têgihiþtina azadiya hemdem a parvekirina bi tevahiya gelan re ye. Konfederalîzm bidestxistina cejna Newrozê a di qirnê bîst û yekê de ye.
 
Konfederalîzm ev e, ne tiþtekî biyanî û xerîb e ku mirov tênegihêje! Ger hûn parçeyî û belave bin, têgiha konfederalîzmê bi we pir zahmet, xeyalî û dûr tê; lê ku hûn werin gel hev, mafên hev binasin, rêz ji hev re bigrin û li ser bingehê azadiya gelan yekîtiyeke berfireh di nava xwe de saz bikin, wê demê têgiha konfederalîzmê dikeve destê we û bi we pir hêsan tê...
 
Hesen Huseyîn Denîz
 
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org