TÊKÇÛNA TIRKIYÊ WÊ AZADIYA KURDISTANÊ BÎNE!

 

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

Dewleta tirk bi destdirêjiya li ser PKKê û Baþûrê Kurdistanê pêvajoyeke qederî da destpêkirin. Tirkiye di vê pêvajoyê de wekî qumarbazê kaba xwe li ser qedera xwe biavêje, wiha gaveke mirin û mayinê diavêje. Di vê pêngavê de êdî ne dikare paþ de vekiþe, ne jî govaniya xwe bîne ser ziman. Divê gava daye destpêkirin heta dawî bimeþîne. Yan divê derbeyeke berbiçav li PKKê bixe yan divê ji dest PKKê derbeyeke berbiçav bixwe! Bê derbelêdan û bê derbexwarin vegera Tirkiyê ji Baþûrê Kurdistanê ji xwe wê jê re bibe têkçûna herî mezin. Tirkiye gelek caran li ser xaka Baþûr û li hemberî PKKê operasyon lidar xistine. Di her carê de encam negirtiye û paþ de vegeriyaye. Ev tev jê re serifî ne, ji ber ku ne êrîþên qederî bûn. Lê vê carê rewþ û îdîa cuda ye. Dewleta Tirk ketina xaka Baþûr û þerkirina li hember PKKê wekî ferzbûneke ewlekariya xwe dide diyarkirin. Bi vê derewê desteka Amerîka, ya Yekîtiya Ewropa, ya Netewên Yekbûyî, ya hêzên herêmî tev girt û wiha bi sitendina piþtgiriyeke xurt êrîþî ser PKKê dike.

Di êrîþa vê carê de, gihiþtiye asta herî dawîn a hevalbendî, destek û piþtgiriya xwe. Di dîroka xwe de cara yekem e bi hevkarî û destekeke ewqasî mezin êrîþî ser PKKê dike. bi vê sedemê ger vê carê biser nekeve, careke din nikare êrîþeke bi vî rengî bide destpêkirin. Ev pêla wê ya dawî ye. Ger di vê pêngavê de bi bin bikeve, paþ de vekiþe û careke din bixwaze êrîþeke din lidar bixe jî, wê ev êrîþ ti carî qasî vê êrîþa niha bi xurtahî, bi destekgirî û berfireh nebe. Êrîþa Tirkiyê ya ser PKKê, ya gihiþtiye sînorên xwe yên herî berfireh û herî dawîn ev e.

Bi vê sedemê, binketina vê êrîþê dikare dewleta tirk bibe têkçûneke domdar û dawîn. Þikestina di vê pêngavê de wê li ser hêzên tirk bêarîþeniyeke pir mezin biafirîne. Aliyê tirk di têkçûneke wiha de wê gelek hevalbendên xwe winda bike, wê destêkên wê hilweþin, piþtgirên wê kêm bibin. Wê hêzên wê êdî zêde baweriyê bi xwe neynin. Di nava wê de wê bendbûn derkevin holê. Dengên aþtiyê, dengên li dijî þer wê zêdetir û bilindtir hil bin. Gelê tirk ê niha destekê dide operasyonê, wê bikeve nava lêpirsîneke watedar.

Bi vê sedemê Tirkiye bi vê operasyona li ser xaka Baþûr gaveke qedera xwe diyar bike avêt. Divê aliyê kurd vê rastiyê bibîne û wiha nêzî vê pêvajoyê bibe. Bila nebêje, `De ev jî operasyonek e, wê çend rojan bidome û leþker vegerin baregehên xwe!` Na! çawa ku artêþa Amerîka ket Iraqê û êdî nema dikare jê derkeve, dibe ku ev serpêhatî bi serê tirkan de jî were. Ger tirk bikaribin di hundirê xaka Baþûr de bimeþin û hêzên wan û ên gerîlan hev derbas bikin, êdî vegera artêþa tirk ji Baþûr wê çênebe; ji ber ku wê nikaribe vegere. Dema bixwaze vegere, divê windahiyên ji ketinê zêdetir bide ber çav. Windahî ne tenê cendekên leþkeran in; windahiyên siyasî, yên arîþenî(moralî), yên kariyerî, yên desthilatî, yên prestîjî jî hene û ji bo Tirkiye di vana tevan de ji xwe ber nede, wê mayîna di Baþûr de bide ber çav.

Ger hêzên artêþa Tirk bikaribin ji 10 kîlometreyî zêdetir bi kûrahiya Baþûr ve biçin, êdî ji ber van sedeman wê nikaribin û nexwazin careke din paþ de vekiþin. Ger hêzên tirk li Baþûr di kûrahiya ji deh kîlometreyî zêdetir de bimînin jî, ev tê wateya bidawîbûna þiyandariya Hikûmeta Herêmê ya li Baþûrê Kurdistanê. Bi vê sedemê ji her alî ve, ji bo hêzên Kurdistanî pêwîstî bi parastina xaka Baþûr heye. Parastina xaka Baþûr tenê bi destê PKKê nikare heta dawî were meþandin. Dibe ku Tirkiye sibe di vî þerî de serkeftineke berbiçav bidest bixe û Îran û Amerîka jî ji vê wêr bigrin û tev li êrîþkariya Tirkiyê bibin, bixwazin derbeyeke mirinî li PKKê bidin. Di herêmê de mirina PKKê tê wateya mirina hemû destkeftiyên kurd û Kurdistanê. Ev rastiyeke nayê guhertin e û li gorî vê rastiyê serkeftina PKKê jî dibe serkeftina tevahiya kurd û Kurdistanê. Ji bo vê, ev pêvajo, ev þer qedera gelan diyar dike. Ev ji bo aliyê kurd jî, ji bo aliyê tirk jî wiha ye. Binketina aliyê tirk wê bibe serketina aliyê hemû kurdan. Hêvîdar im ku hemû kurd bi vê zanistiyê wê tevbigerin û hesabên þaþ nekin!

 

 

 

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org