DI ZIMANÊ KURDÎ DE

TEÞEYÊN (þikil/form) VEGOTINÊ

 

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

Di her zimanî de mirov ji bo bikaribin daxwaz, armanc, hêvî, hest, raman, û hwd. tiþtekî bînin ser ziman, serî li vegotinê didin. Vegotin bi awayê devkî, ango peyvkî jî dibe, bi awayê nivîskî jî dibe. Her du vegotin jî bi awayekî rasthatinî nabin; divê armanceke vegotinê hebe. Mirov li gor armanca xwe vegotinê kin, an dirêj dike, yan jî bi teþeyekî cuda dibêje û dinivîsîne. Armanca mirov, teþe û awayê vegotinê diyar dike. Ji bo vê her vegotinek divê li ser bingehê armancekê be. Gelo armanca me zanekirin e, yan dayîna hinek zanistiyan e? Gelô em dixwazin bi vegotinê ramana wan, bîr û baweriya wan biguherînin, an bandûrê li ser çêbikin? Gelo em dixwazin pêþdariya dîmenekê bikin, an li ser mijarekê gengeþiyê pêþ ve bibin? û hwd. tev xalên grîng ên diyarkirina teþeyên vegotinê ne, ango ji armanca vegotinê ne.

Ji bo vê dema dest bi vegotinekê bikin, berya her tiþtî divê em lêpirsîna armanca xwe bikin. Em ji xwe bipirsin: Em vê vegotinê (çi nivîsandin be, çi axaftin be) ji bo çi, bi çi armancê dikin, mebesta me çi ye? Li ser kesê duwem (ê li me guhdariyê dike, yan dixwîne) wê bandûriyeke çawa bike, yan em dixwazin bandûriyeke çawa bikin? Bi vê vegotinê em dixwazin çi, bidin kê?

Dema mirov van pirsan ji xwe dike, bêguman hinek bersiv dertên ber çav û ew jî dibin sedemên armanca vegotinê:

-Bi armanca zanakirina guhdar an xwendevan

Di rewþên wiha de mirov tiþtekî rave(îzah) dike, ramanekê derdixe ber ronahiyê, rewþekê radixîne ber çavan, mirovekî/ê yan taybetmendiyeke wî/ê dide nasîn. Lêkolîna li ser têgehekê, yan mijarekê rave dike.

-Bi armanca guherandina bîr û baweriya guhdar an xwendevan

Di rewþên wiha de mirov bi pelikandin(dokument) û zanistiyeke bandûrkar, dixwaze bîr, bawerî, raman, nêzîkatî û têgihîþtina kesê duwem biguherîne. Li hember rastiyên ew dizane, mirov rastiyên xwe radixîne ber çavan.

-Bi armanca parvekirina zanistiya xwe, bi guhdar an xwendevan re

Di rewþên wiha de di derbarê tiþtên em dizanin de mirov agahiyê dide kesê duwem. Cihekî em lê geriyabin û bixwazin xweþikbûna wî bi kesê duwem re parvekin, bûyerek an tiþtekî me bihîstibe û em bixwazin kesê duwem jî jê agahdar bibe mirov bi vegotinê parve dike.

-Bi armanca balkiþandina guhdar an xwendevan û bi wan jiyandin dayîna, di nava vegotinê de

Di rewþên wiha de armanc ew e ku mirov bi vegotinê kesê duwem bikþîne nava bûyerê. Bi rastiya mijarê, girêdana bûyeran bi hev re li gor rêzbûna çêbûn, firehî û encamê, mirov bala wî/wê dikþîne ser vegotinê û bûyerê bi wî/wê dide jiyandin.

Di tevahiya vegotinan de ji van armancan yek, an ji yekê zêdetir, an tev hene. Ew êdî li ser armanca vegotinêr dimîne. Lê ti vegotin bê armanc nabe. Têkiliyeke xurt di navbera vegotin û armancê de heye. Armanca mirov, teþeya vegotina mirov diyar dike.

Têkiliyeke Çawa Di Navbera Vegotin Û Armancê De Heye?

Li jorê, me, armancên vegotinê di çar xalan de komî ser hev kirin. Ev çar armanc, çar teþeyên vegotinê derdixin holê:

1-               Ravekirin (îzahkirin/explanation)

2-               Gengeþî (discussion)

3-               Pêþdarî (þanîdan/to show)

4-               Çîrokî (to narrate)

Ji van her çar armancan jî diyar e, mirov armanca xwe yan bi ravekirinê, yan bi gengeþîkirinê, yan bi pêþdarîkirinê, yan jî bi awayekî çîrokî dikare bîne ser ziman.

Ravekirin : Ji bo zanakirina kesên duwem e; mirov dixwaze zanistiya xwe pê re parve bike.

Gengeþîkirin : Ji bo guhertina bîr û bawerî û ramana kesên duwem e.

Pêþdarkirin : Bi rêka alîkariya dîmenan danasîna cihekî bi kesên duwem e.

Çîrokîkirin : Ji bo jiyandina bûyerê bi kesên duwem e, mirov kesên duwem dikþîne nava vegotinê û pê dide jiyandin.

Ev her çar armancên vegotinê ku çar teþeyên vegotinê derxistine holê, encamên xwezayî yên vegotinê ne û ne bi zorê, yan ji ber xwe nehatine derxistin. Bi vê sedemê dema mirov dest bi vegotinekê bike, divê van her çar teþeyan û armancên ev teþe afirandine her li ber çav bigre. Divê mirov ji xwe bipirse ku em dixwazin li ser kesê/a duwem (guhdar an xwendevan) bandûreke çawa çêbikin? Bêguman bersiva vê pirsê, wê ji van her çar teþeyan yek be.

Ji bo vê têkiliya di navbera vegotin û armancê de wek têkiliya di navbera goþt û hestiyê laþê mirov de ye. Çawa ku yek bi yekî heye, yek bê yekî nabe û yek yekî xurt an qels dike, vegotin û armanc jî wiha ne. Ger armanceke mirov hebe, divê em bînin ser ziman. Ger me tiþtek anî ser ziman, divê armanceke me hebe. Ger tu armancê ji vegotinê biqetînî, vegotin dimre. Ger vegotina te bê armanc be, ew ne vegotin e.

Em dikarin têkiliya di navbera vegotin û armancê de li ser mînakan bibînin. Ji bo ku cudahiya di navbera armancan de were dîtin, her çar mînak jî li ser yek mijarê bi teþeyên cuda cuda hatine nivîsandin.

Mînak; ji bo ravekirinê (bi armanca zanekirinê):

Zaroktî demek tewra xweþ a temenê mirov e. Jidayikbûnê destpê dike û heta bîrbûnê, ji bîrbûnê jî heta balixbûnê didome. Bi balixbûnê mirov derbasî ciwaniyê dibe û zarokî li pey mirov dimîne. Zarokbûn xweþ e, ji ber ku hîn ji aliyê cîhana me ve mejiyê wan ê pak nehatiye dagirtin. Hestên zarokan jî wek mejiyên wan pak in; ti xerabî ne di hiþê wan de, ne di dilê wan de nîne. Serê wan ji hilgirtina her tiþtî re amade û vekiriye. Mejiyê wan wek dîskê kompûterekê ye ku tu dikarî her tiþtî li ser qeyd bikî. Mirov terbiye û zanistiya demê ya civak û malbatê di van salan de digre. Di van salan de fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Axaftin û jêhatiniyên wek sitranbêjî, nivîskarî, hunermendî û hwd. di van salan de derdikeve holê. Di zarokiyê de mirov xeyalên rojên bên dike, ji ber ku temenekî dûvdirêj li pêþya mirov diyar dike. Heta mirov bi pîrbûna xwe nehise, mirov nirxê zaroktiyê dernaxîne zanebûnê...

Mînak; ji bo gengeþiyê (bi armanca guhertina raman û baweriyê):

Hinek kes hene ku qet nirxê zarokiyê nizanin û ji ber vê jî bi awayekî þaþ û hiþk nêzî zarokan dibin. Di îslamiyetê de dibêjin, ‘Lêdan ji buhiþtê derketiye’ û bi vî aqilî li zarokan didin. Lêbelê mafê ti kesî nîne li zarokan bide. Gelo kes dikare bêje ku zarok ne pêþeroja(rojên bên) civakê ne. Bêguman na. Lê ew kesên li zarokan didin, bi zanebûn an nezanbûn li pêþeroja xwe didin. Ewên zarokan qels û tirsonekî mezin dikin, ew pêþeroja xwe jî qels û tirsonekî dikin. Civakek li ser bingehê zarokan nuhbûna xwe dikare bidomîne. Ger tu zarokan baþ perwerde bikî tu dikarî pêþerojeke xweþ amade bikî. Di civaka kurd de û di hemû civakên feqîr de zarokan çêdikin û diavêjin kolanan. Ev ne rêbazeke rast, ne nêzîkatiyeke durust e. Ji bo wê jî civakên wiha ji ewlekariya pêþeroja xwe bêbawer in. Ger civakek dixwaze pêþeroja xwe hilgire bin ewlekariyê, divê ji terbiyekirin û perwerdekirina zarokan destpê bike. Ev jî bi lêdanê nabe, bi zanakirin û mirovtiyê dibe.

Mînak; ji bo pêþdarkirinê (bi armanca danasîna tiþtekî):

Zarokeke neh an deh salî bû; kirasekî sor li xwe kiribû û porên xwe yen qehweyî ku di bin tîrêjên tavê de wek xaka sor a cotkirî dibiriqîn, berdabû ser her du milên xwe û heta ber sînga wê dirêj dibûn. Bi çavên xemgînî yên girs li derdora xwe dinêrî. Xuya ye li yekî digeriya ku alîkariyekê jê bigre. Hinarkên ruyê wê yên dagirtî ji þerman re wek libên hinarên qelaþtî tije xwîn bibûn. Lêvên wê yên li hev, bi lêvkeniyeke veþartî amade bûn ku diranên wê yên berfînî raxîne ber çavan. Lê xuya ye ji xwe ne ewle bû û di biryardayîna ken û girî de dudiliyek dijiya. Bi lingên xwe yên xwas xaka germ digivaþt û dixwest heyecana xwe biborîne...

Mînak; ji bo çîrokiyê (Bi armanca jiyandina bûyerê)

Bi pey goga xwe beziyabû û hatibû li ber laþekî wek dîwarekî bilind rawestiyabû.

Ew zarokeke neh deh salî bû. Kirasekî sor li xwe kiribû û pêxwas bû. Goga wê gindirîbû û di deriyê baxçe re hatibû hewþa cîranê wê. Cîranê wê zilamekî bi tena xwe dijiya bû û zarok tev jê ditirsiyan. Ji bo vê bi tirs û xov hatibû ber derî. Dema dîtibû derî vekiriye, ji xwe re gotibû;

- “Ezê bi lez biçim rahêjim goga xwe û werim. Kodo min nabîne.” Lê dema di derî re gavek, du gav hîn neavêtibûn, bejna Kodo ya wek koda di destê wî de dirêj û stûr li ber çikiyabû. Ji xwe ji ber vê kodê, zarokan navê wî danîbûn ‘Kodo’.

Dema Kodo li pêþya xwe wek dîwarekî çikyayî dît, kabên wê sist bûn û ji þerman re xwînê da ser hinarkên ruyê wê. Ne dizanîbû bikene, ne dizanîbû qîr bide. Dawî bi tirs serê xwe bilind kir û awirên wê li yên Kodo ketin.

“Va ye goga te”, got Kodo bi ruyê xwe yê tirþ û bi awirên tûj, “bila careke din neyê hewþa min!”

Zaroka kirassor, ev nêzîkatî jî ji Kodo hêvî nedikir. Di dilê xwe de digot;

- “Ez þewitîm, niha wê were ser ruhê min û min ji xwe re birevîne!”

Ji qasî dizanî zarokan û cîranan tev di derbarê wî de wiha gotibûn. Bi tirs rahiþt goga xwe û bi lez xwe di deriyê hewþê re avêt derve...

Di van her çar mînakên jorîn de, çar teþeyên vegotinê û çar armancên wê diyar dikin.

A yekem, bi armanca zanakirinê hatiye nivîsandin û teþeyê ravekirinê ye. Zaroktî çi ye, di navbera kîjan salan de dibore, wateya zaroktiyê çi ye, ji bo civakê xwediyê weyneke çawa ye û hwd. bi awayekî ravekirinê tê dayîn. Armanc, di derbarê zaroktiyê de zanekirina kesên duwem e. Di teþeyê vegotinê de, armanc bi awayekî diyar hatiye ser ziman û zanistiyan dide.

A duwem bi armanca guhertina raman û nêzîkatiya kesên din hatiye nivîsandin û teþeyê gengeþîkirinê ye. Di vir de li ser nebaþiya lêdana zarokan, grîngiya zaroktiyê ji bo pêþeroja civakê tê rawestin. Ji nêzîkatiya olî û civakên feqîr mînakan dide û dixwaze nêrîna wan a di derbarê zarokan de biguherîne. Raman û helwesta xwe û yên dijberê xwe bi awayekî ku rê ji gengeþiyê re veke tîne ser ziman. Dixwaze di hiþ û ramana kesên duwem de lêpirsîn û nakokiyekê çêbike ku bikaribe wan ji kevneþopiyên wan rizgar bike, bîne ser nêrîna xwe.

A sêyem bi armanca danasîna rewþ û dîmena kesekê hatiye nivîsandin û teþeyê pêþdarîkirinê ye. Di vir de vegotinêr bi danasîna xetên ruyê wê, cilên li xwe kirine, dîmena diyar dike, hestên li ser ruyê wê xwe dane der, dixwaze dîmenekê çêbike, me bikþîne cem wê dîmenê, bi me bide jiyandin û bi vî awayî bandûrekê li ser me çêbike û dilê me bibijîne xwendinê, bala me bikþîne ser mijarê. Bi vê armancê teþeya pêþdariyê bi kar tîne ku em bikaribin keçê bînin ber çavên xwe û weke zindî ye bûyerê bijîn.

A çarem bûyer çawa çêbûye, ji destpêkê heta dawî li gor rêzbûna bûyeran, axaftina di navbera wan de, nêzîkatî û hestên wan ên bêhn bi bêhn, wek serpêhatiyekê vedibêje û ji bo vê teþeyê çîrokîkirinê bi kar aniye. Di vir de sedem û encamên bûyerê, di nava herikîna wê de vedibêje. Goga keçê gindiriye û hatiye bexçe, ji vir digre dest û heta goga xwe distîne, gav bi gav radixîne ber çavan. Bi vî awayî bi armanca parçeyek ji jiyana Kodo û Keçê bi me bide nasîn, em di derbarê nêzîkatî û jiyana wan de agahdar bibin, em jî bigihêjin zanistiya têkilî û jiyana wan, bi awayekî çîrokî radixîne ber çavan.

Di vegotinê de mirov dikare her çar teþeyên vegotinê di nava hev de bi kar bîne. Ji xwe vegotineke tenê bi teþeyekê hatibe nivîsandin an gotin, gelek caran nikare mebesta mirov bîne ser ziman û ji bo vê mirov pirahî ji yekê zêdetir teþeyên vegotinê bi hev re bi kar tîne. Lê her çiqasî mirov vana bi hev re, di nava hev de bi kar tîne jî, divê yek ji vana li pêþ be, mohra xwe li vegotinê bixe. Ger em nivîsarek zanyarî, ramyarî dinivîsînin wê ew bi teþeyê ravekirinê be, divê zanistiyên þênber bide kesên duwem; lê van zanistiyan bi þibandineke pêþdarî, bi mînakdayîneke gengeþî û heta bi awayekî çîrokî mirov dikare xurt û dewlemend bike. Dîsa ku em li ser bûyerek, serpêhatiyeke çêbûye, yan em xeyal dikin ku çêbibe vebêjin, divê bi teþeyekî çîrokî were vegotin; lê di nava vê de mirov gelek caran dîmenên bûyer lê derbas dibe bi pêþdarîkirinê radixîne ber çavan, bi axaftinên di navbera kesan de hest û ramanên wan dide ber hev, gengeþiyekê di serê kesê duwem de çêdike, yan jî hinek zanistiyan di derbarê bûyerê de, kesan de û hwd. de dide.

Di her çar mînakên jorîn de ji bo bi awayekî balkêþ werin ber çav û werin dîtin, her teþeyê vegotinê li halê xwe hatiye nivîsandin. Mirov vana tevan dikare bixe ser hev û vegotinekê jê derxe. Tev jî li ser rewþa zarokan e, lê bi teþeyên cuda hatine nivîsandin. Ger mirov bala xwe bide ser, diyar dibe ku her teþeyek xwediyê armancekê ye. Divê mirov van teþeyan baþ binase ku bikaribe di vegotinê de her yekê di cih de bi kar bîne. Mînak ku em dixwazin gundekî, çiyayekî bidin naskirin, bêguman wê teþeyê vê vegotinê pêþdarî be, lê di nava pêþdariyê de mirov dikare zanistiyên di derbarê mezinbûn, biçûkbûn, bilindahî û hwd. de jî bide, pê re dîroka wê bi awayekî çîrokî vebêje û ger li ser wî gundî yan wî çiyayî nêrînên em rast nabînin hebin bi rêka teþeyê gengeþiyê em dikarin guhertina wan ji xwe re bikin armanca vegotinê.

Mirov li ser taybetmendiyên van teþeyên vegotinê çiqasî têgihîþtî be, ewqasî dikare vegotineke dewlemend û li gorî armancê derxîne holê.

Vegotina Kirdeyî, Vegotina Camidî Û Armancên Van Vegotinan

Derveyî vê hin taybetmendiyên din ên vegotinê hene ku divê ew jî werin nasîn. Hinek vegotin hene, tiþta heye mirov raste rast tîne ser ziman. Mînak, ku kewek nikil sor be, em dibêjin; ‘Ew kew nikil sor e!’ Yanê em ti nêrîna xwe tev lê nakin, çawa diyar dibe, em wiha tînin ser ziman.

Lê hin vegotin hene ku mirov diyarkirina tiþtekî þîrovê dike, li gor hest, raman û dîtina xwe tîne ser ziman. Mînak, mirov dibêje; ‘Nikila wî kewî gelekî xweþik e!’ Ev bi tevahî nêrîna mirov e. Dibe ku li ber çavên kesekî din qet ne xweþik be, lê li gor nêrîna me xweþik e.

Di vir de du cûreyên vegotinê derdikevin. Yek kirdeyî ye, yek camidî ye. Ya kirdeyî(subjektîf) li gor nêrîna mirov e û ya camidî(objektîf) li gor diyarkirina wekî xwe ye. Vegotina camidî mirov dikare bipeyitîne(îspat bike), lê ya kirdeyî nikare. Ji ber ku vegotina camidî bi awayekî zanyarî û camidî ye, lê ya kirdeyî li gor nêrîn û þîrovekirina mirov e.

Mînak; Ger em bêjin, ‘Ev zilam qelew e’, ev nêrîna me ye û vegotineke kirdeyî ye. Li gor dîtina me qelew e, lê dibe ku gelek kesên ji wî qelewtir li wir hebin û ew li ber wan zeyif jî be. Lê li þûna vê ku em bêjin, ‘Ev zilam sed û bîst kîlo dikiþîne’, ev dibe vegotineke camidî. Ger pîvanêrek baþ hebe mirov dikare bipeyitîne ku bi rastî sed û bîst kîlo ye. Kîlo pîvaneke hevpar a giþtiya mirovan e û li gor kesan nayê guhertin; lê qelewî pîvaneke kirdeyî ye û li gor herkesî tê guhertin.

Di vegotina camidî de armanceke zanyarî, di vegotina kirdeyî de armanceke hunerî derdikeve pêþ.

Armanca Zanyarî

Ji bo vegotina li ser tiþtên dikarin werin pîvandin, wezinandin, sinifandin mirov zimanekî zanyarî bi kar tîne. Ev zêdetir di vegotinên di derbarê mijarên zanyarî de tê bikaranîn. Di vê vegotinê de peyvên werin bikaranîn pirahî ji nava têgihan(concept) tên hilbijartin, ango zimanekî têgihî tê bikaranîn. Ji aliyekî ve dibe vegotineke teknîkî. Di pirtûkên dersan ên ji bo dibistanan de, di pirtûkên lêkolînî yên li ser mijarên zanyarî de û hwd. ev armanca zanyarî derdikeve ber çav.

Mirov zimanê zanyarî ango armanca zanyarî dikare li ser çend mînakan bibîne:

-Ji kesên ji nijada Arî hatine ku bi zimanekî ji malbata Hind-Ewropî diaxivin û li ser xaka wek Heyvoka Zêrîn tê nasîn jiyane û çanda neolîtîk pêþ ve birine re, ‘Kurd’ tê gotin.

-Ji elementên bi sembola H2O tên diyarkirin re, ‘Av’ tê gotin. Av di germahiya di ser sed dereceyan de dibe hilm û ya di bin dereceya zîro de dibe qeþa. Di germahiya di navbera dereceya zîro û ya sedî de av rohn e.

-Tiþta ku ji hilandin û þikildayîna xîzê çêdibe û ronahiyê derbas dike, ‘cam’ e.

-Ji sitêrka ku bi germahiya hîdrojena tê de diþewite û cîhana me germ û ronahî dike re, ‘Roj’ tê gotin.

Wek di van mînakên jorîn de tê dîtin, taybetmendiya van a hevpar karîbûna peyitandina wan e. Her yekê ji vana bi rêkên zanyarî mirov dikare bipeyitîne ku wiha ne. Mînak; ger yek ji bo taybetmendiyên avê bêje, ‘Ne wiha ye!’ mirov dikare jê re bipeyitîne. Ji bo vê mirov pîvanêreke germahiyê dikare bîne, avê bibe cihekî sar ku di pileya zîro de bicemide û ew bi çavên xwe bibîne. Mirov dikare avê deyne ser agir û dema pîvanêrê pileya sedî þanî da, bibîne ku hilm je diçe û baweriya wî li rastiya vegotinê rûnê. Di axaftin û nivîsarên bi armanceke zanyarî tên vegotin de wiha armanceke camidî heye. Lê herdem mirov her tiþtî nikare bi awayekî camidî vebêje û gelek caran mirov serî li armanca hunerî jî dide.

Armanca Hunerî

Ji bo bûyereke di serê mirov de derbas bûye yan em lê bûne govan (þahid), ji bo tiþtekî me bihîstiye, ji bo hesteke xwe an ramaneke xwe, ji bo rewþa xwe yan rewþa kesekî/e din an rewþa tiþtekî em bînin ser ziman, mirov pêwîstiyê bi armanceke zanyarî nabine, armanceke hunerî diþopîne. Di axaftina rojane de gelek caran mirov bi vegotinên wiha re rû bi rû dimîne ku armanca van ne peyitandina tiþtekî ye. Di rewþên wiha de armanceke hunerî heye ku dixwaze bala kesê duwem bikþîne ser vegotinê; hest, raman û daxwaza xwe pê bide naskirin. Di vir de armanc ne peyitandina tiþtekî ye, armanc anîna ser ziman û pê hisandin e. Di armanca hunerî de mirov pêla xeyalên kesê duwem difûrine û bûyerê bi wî dide jiyandin.

Bi vî awayî derdikeve holê ku armanca zanyarî û armanca hunerî girêdayê teþeyên vegotinê derketine holê; ne ji ber xwe ne. Dema mirov teþeyê ravekirin û gengeþiyê bi kar bîne, diyar e ku armanca me zanyarî ye û ev jî zimanekî camidî, yê ramyarî, zanyarî û hiþmendî pêwîst dike. Lê dema mirov teþeyên pêþdarîkirin û çîrokiyê bi kar tîne, armanca me balkiþandin, jiyandin dayîn û kiþandina nava bûyerê ye û ji bo vê emê xemilandinan di vegotinê de bikin ku ev jî bi zimanekî li gorî me, bi zimanekî kirdeyî, hunerî, hest û xeyalî çêdibe.

Di vegotinekê de armanc û zimanê were bikaranîn serbiser e. Ger armanc zanyarî be, zimanê were bikaranîn divê camidî be, lê ku armanc hunerî be, zimanê were bikaranîn divê kirdeyi be; lê ev nayê wê wateyê ku di navê re mirov cih bi cih serî li zimanê din jî nade. Bes a mohra xwe li vegotinê dixe, ya li gorî armancê ye.

Mînak ku em nivîsarekê li ser dîroka kurdan dinivîsînin her çiqasî em zimanekî zanyarî bi kar bînin jî, divê di navê re em serî li zimanê hunerî jî bidin ku têgihîþtineke xurtir çêbibe. Dîsa dema mirov nivîsarekê li ser xweþikbûna bajarekî dinivîsîne çiqasî zimanekî kirdeyî bi kar bîne jî di navê re dikare zimanekî zanyarî jî bi kar bîne û ev vegotinê dewlementir dike.

Bi kurtahî çar armancên vegotinê hene ku ev, çar teþeyên vegotinê derdixin holê û ev jî bi zimanekî camidî, yan bi zimanekî kirdeyî tên vegotin û zimanê camidî encama armanceke zanyarî, zimanê kirdeyî encama armanceke hunerî derdikeve holê.

***

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org