|
TURKIYE
HETA PIRSGIRÊKA LEÞKERÎ ÇARESER NEKE BI SER NAKEVE
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Tirkiye
ket pêvajoya hilbijartinan. Ha
mehek zû, ha mehek dereng ferq nake. Îsal jî wê bi alozî û devjenkiyên
hilbijartinan bibore. Ji
niha ve li meclîsa tirkan bi hev ketine. Hevûdu bi ‘bêþerefî û bênamûsî
tawanbar dikin’. Li
gorî min, bêþerefiya herî mezin a di nava rayedarên Tirkiyê de tê
jiyandin çaresernekirina pirsgirêka kurd e. Yê li pêþiya çareserkirina
vê pirsgirêkê bûye asteng jî artêþa Tirkiyê ye. Li Tirkiyê artêþ
ango leþkerî xwediyê cih û grîngiyeke cuda ye. Tirk dema ji Asya Navîn
tên Anatolya bi hêza xwe ya leþkerî bi cih dibin. Piþt re avakirina
dewleta Osmanî û talankirin û dagirkirina li ser gel û xakên cînar meþandine
tev bi destê vê hêza leþkerî pêk tê. Ji bo vê tirk ji xwe re dibêjin
ku ‘Her tirk leþker jidayik dibe!’ ev peyv cih û grîngiya leþkertiyê
ya di cîhana tirkitiyê de diyar dike. Tirkiyê
welatekî warê derbeyên leþkerî ye. Ji 1960î û vir ve her deh salan
carekê derbeyên leþkerî pêk dihatin. Ev kevneþopî ji aliyê derbeya
12ê Îlonê ve hat guhertin û xwe kir derbeya domdar. Bi vî awahî êdî
rayedarên Tirkiyê gotin ku ‘êdî pêwîstî bi kirina derbeyên nû nîne!’ Li
gorî hinekan dibêjin ku ‘Li Tirkiyê pîvanên demokrasiyê rûniþtine,
rêvebiriya siyasî erkdar e û bi vê sedemê pêwîstî û derfeta kirina
derbeyeke leþkerî nîne û nemaye!’ Lê yên rastiya Tirkiyê dizanin jî
berûvajî vê nêrînê dihizirin û wekî me li jorê da diyarkirin dibêjin;
‘Bi 12ê îlona 1980yî re Tirkiye ket qonaxeke nû: ev qonax, pêvajoya
derbeya domdar e. Heta ku pirsgirêka kurd li holê hebe wê derbe bidome û
desthilatiya leþkerî ya li ser siyasetê hebe. Her çiqasî li ber çav
liv û tevgerên hene wekî yên siyasî, demokratîk û sîvîl werin dîtin
jî, dema mirov binê vana bikole, wê bibîne ku vala ne û bi pifa leþkerî
hatine dagirtin. Roja ku leþkerî vê pifa xwe paþ de vekiþîne, wekî
hat dîtin li holê ne hukûmet ma, ne meclîs ma, ne jî demokrasî û þiyandariya
sîvîl ma. Ji
bo vê, bila li Tirkiyê kes xwe nexapîne û bi hêviyên sexte, yên wekî
‘rêvebirina pêvajoya ketina Yekîtiya Ewropa!’, ‘gihiþtina pîvanên
Kopenhagê!’, pêþdeçûna pîvanên demokratîk!’ rastiya Tirkiyê berûvajî
þanî nedin. Serleþkerên derbeya 12ê Îlonê dema li cihê xwe kesên sîvîl
erkdar kirin, zagona bingehîn saz kirin û wiha kursiyê xwe dan dest wana.
Ew zagon hê jî þiyandar e. Her tiþt li gorî wê zagonê tê rêvebirin.
Ger bi rastî li Tirkiyê qasî serê derziyê pîvanên demokratîk serdest
bana, dema di bûyerên Þemzînanê de weynê Buyukanit derket holê, wê rêka
serokartêþiyê li ber hatiba girtin û berê wî bidana ser rêka
darezandinê. Lê ka ew hêz di kîjan sazî yan kesên sîvîl de heye? Îroj
jî dema artêþa tirk di sîteya xwe de mûxtirayê diweþîne ji zagona
bingehîn a 12ê Îlonê wêr digre. Ka li hemberî vê kiryarê kîjan þiyandarî,
kîjan saziya sîvîl, ango kîjan kesayetên demokrat hene ku hesap
bipirsin? Ger
li Tirkiyê qasî serê derziyê pîvanên demokratîk serdest bana, divîbû
bi vê daxuyaniya artêþa tirk serokartêþ ji ser erkê hatiba girtin û
hevkarên wî tev jî derxistibana holê û bêbandûr kiribana.
Lê ka ew hêz û ka ew wêr? Li
Tirkiyê tenê hêzek heye ku li hemberî artêþa Tirk dengê xwe derdixe,
li ber xwe dide û hesap ji kiryarên wê dipirse. Ew jî Hêza Parastina
Gelê Kurd e û bûyer û çalakiyên li derûdora vê tên hûnandin in.
Derveyî wê çêbûn û hebûnên pêk tên tev di hundirê pîvanên zagonên
12ê Îlonê destûr dane wan de tên meþandin. Divê
were zanîn ku Tirkiye ne di hundirê pêvajoyeke demokratîkbûnê de ye.
Tirkiye di warê bilindkirina pîvanên nasîna mafên mirovan de gav neavêtine.
Di rakirina îþkenceyên di cihê lêpirsîn û zîndanan de Tirkiye pêþketin
jiyan nekiriye. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de Tirkiye gavek tenê jî
neavêtiye. Bi cînarên xwe re têkiliyên xwe baþ nekiriye û hê çavên
wê di xaka cînarên xwe de heye, hê çavsoriyê li wana dike, gef li wana
dixwe. Em dikarin van rêzeneyêniyan hê jî zêde û dirêj bikin; lê ji
bo mirov zanibe ku Tirkiye ne welatekî demokratîk e, ev xal bes in. Di
rastiya Tirkiyê de her dem peyva dawîn leþker dibêjin û ya destpêkê jî
wan gotiye. Bi vî awahî siyasetmedar û rayedar weynê xwe di navbera van
her du ‘got û bêj’an de dileyizin. Artêþê ji wana re rêyek xêz
kir û pîvan danîn; siyasetmedar û rayedar jî di vê çarçoweyê de rêve
diçin. Dema bê hemdê xwe be jî kêmekê meyla jirêderketinê þanî
bidin, wê demê leþker/artêþ bi guhê wana digrin û wana dîsa kaþî
ser rêkê dikin. Sîvîlîzasyon û demokratîzebûna Tirkiyê û siyaseta
Tirkiyê tev ji vê pêk tê. Çawa
di ola êzdayetiyê de xelekekê li derûdora xwe xêz dikin û xwe tê de
heps dikin, nikarin jê derkevin; siyasetmedarên Tirkiyê jî xwe di hundirê
xeleka artêþê xêz kiriye de heps kirine, heta yek neyê bi destê wana
negre û nekiþîne nikarin xwe jê derxin. Bi
vê sedemê, li Tirkiyê hilbijartin pêk werin; pêk neyên, kî bibe
serokomar, kî nebe; meclîs (civat) nû bibe, nebe zêde guhertineke bingehîn
di sazûmana Tirkiyê de çênake. Tiþta ku di sazûmana Tirkiyê de
guhertinê çêbike tenê þikandina þiyandariya artêþê ya li ser sîvîlîzasyon
û demokratîzebûna Tirkiyê ye. Ger rayedar an siyasetmedarekî tirk ê
bikaribe deshilatiya artêþê ji ser siyasetê rake hebe, wê demê Tirkiye
dikare xwe ji vê gironekê rizgar bike, ger nebe, wê her di nava çiravê
de bigevize. Ji
bo vê li tevahiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê her hemwelatî divê kumê
xwe deyne ber xwe û li gorî van rastiyan bihizire. Kîjan mirovê dixwaze
li Tirkiyê demokrasî, aþtî, azadî, mafên mirovan û sîvîlîzasyon li
pêþ bikeve û bandûra artêþê ji ser jiyana wana rabe, pêwîst e rê
nede ku ne ekîba Baykal, ne ekîba Erdogan û ne jî ekîba Agar û ne jî
ya Bahçelî ji sindoqan serkeftî derkevin. Berûvajî divê ev hilbijartin
bibin nimûneya têkçûna van siyasetmedarên sexte. Aliyê
kurd pêwîst e him di nava xwe de û him bi hêzên demokrat, rewþenbîr,
azadîxwaz, xwezaparêz û mirovhezên tirk re, bi hemû derdorên di bingehê
pîvanên demokratîk ên gerdûnî de rêz ji hebûn û mafê kurdan re
digrin re peywendiyê deynin, hevalbendiya wana bigrin û nûnertiya wana
hilgirin ser milê xwe. Îroj partiyên bi navê çepgiriyê diçin
hilbijartinan (CHP, DSP), ji partiyên nijadperest zêdetir li dijî çareserkirina
pirsgirêka kurd in. Li Tirkiyê çepgirî lawaz ketiye. Ger demokrat û
azadîxwazên Tirkiyê li selameta welatê xwe dihizirin, pêwîst e destekê
bidin aliyê kurd û di van hilbijartinan de aliyê kurd biserxînin. Divê
zanibin ku serkeftina aliyê kurd wê bibe serkeftina hemû aliyên demokrasîxwazên
Tirkiyê. Tenê pêþveçûna aliyê kurd dikare li Tirkiyê rêka
demokrasiyê veke û bandûra artêþa Tirk a li ser siyasetê biþkîne.
Derveyî vê kîjan partî were ser erkê bila were wê nikaribe bandûra
artêþê biþkîne û heta ku li Tirkiyê bandûra artêþê ji ser siyasetê
neyê þikandin jî, li Tirkiyê huzûr û aramî saz nabe. Ji
bo vê pirsgirêka Tirkiyê ya yekemîn bêbandûrkirina artêþa xwe ye.
Kesê bibe serokomar, kesên di meclîsê de cih bigrin divê bi dayîna vê
biryarê û soza pêkanîna vê biryarê derkevin pêþberî gel û bi soz
û biryara xwe ve jî girêdayî bimînin. Meclîsa were hilbijartin ger karê
xwe yê yekemîn wekî bêbandûrkirina artêþa xwe li ser siyasetê nebîne
û dest neavêje vê; wê ti caran bi ser nekeve û her pratîka partî û
þiyandariyên borî bidomîne û alozî û pirsgirêkên li Tirkiyê hene kûrtir
û mezintir bike. Lê ku meclîs bikaribe artêþê vegerîne qijleyên wê,
wê bikaribe demokrasiyê jî bîne welêt û aramiyê jî saz bike… Hesen
Huseyîn Denîz
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org