TIRKIYE Û ÎRANÊ LI SER DAGIRKIRINA KURDISTANÊ LI HEV KIRIN

 

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

Dema hêzên Amerîkî ji Iraqê vekiþin wê rewþa Iraq û Baþûrê Kurdistanê çawa bibe? Gelo wê kurd serdest bin û PKK bi hêztir bibe? Gelo rewþa nû wê ji Tirkiye û Îranê re xeteriyekê bîne? Ev xetere wê çi encaman derxîne? Dewleteke kurdî wê were beyankirin? Iraq bikeve nava þerekî navxweyî yan bibe sê beþ?...

Li ser bingehê van pirsan tê zanîn ku ev demek e Tirkiye amadekariyên dîplomatîk, leþkerî, aborî û saloxdarî li ser tixûbê di navbera Baþûr û Bakur de dimeþîne. Lê tevî hemû hewildan, xebatên dîplomatîk û amadekarî û geflêxwarinên leþkerî heta niha tiþtekî berbiçav bidest nexistiye.

Li aliyê din dewleta Îranê jî di vê sala dawî de dijberiya xwe ya li hemberî kurdan zêdetir kir û herêma Rojhilatê Kurdistanê bi pastar(leþkerên artêþa Îranê), cerdewan û teknîka kujêr ji nû ve dagir kir. Di vê hefteya dawî de jî dixwaze tixûbê di navbera Baþûr û Rojhilatê Kurdistanê de ji niþtecihan vala bike. Bi vê armancê topbarîn dike û gef li gundiyan dixwe.

Ji xwe planekî Tirkiyê jî wekî yê Îranê hebû ku li ser tixûbê di navbera Baþûr û Bakurê Kurdistanê de erdek qasî deh kîlometreyan bi Baþûr ve ji niþtecihan xalî bike û vegerîne herêmeke leþkerî.

Ger Îran û Tirkiyê di vî planê xwe de bi serkevin, sêkuça di navbera tixûbên Baþûr-Bakur-Rojhilatê Kurdistanê de, hawêrdor qasî deh-bîst kîlometreyan dibe warêkî leþkerî. Yek mirovê sîvîl wê nikaribe bikeve vê xakê. Niha wiha diyar dike ku di pêkanîna vî planî de, Îran û Tirkiye li hev kirine û her yek ji aliyê xwe ve dixwaze derbasî pratîkê bike.

Xetereya vî planî çi ye?

Ger ev plan pêk were, destpêkê li Baþûrê Kurdistanê dor tê pêçan. Sê aliyên wê, ji aliyê leþkerên Îran û Tirkiyê ve tê girtin. Aliyê Rojhilat, aliyê Bakur û Qismek aliyê Baþûr bi vî awahî him dibe qadek pevçûna leþkerî û him tê girtin. Wê Hukûmeta herêmê wekî sê dest pêk re bikevin ser qirika wê, wiha bê hilm bimîne.

Ger ev plan pêk were û ev derûdorên ser tixûb bikevin destê artêþa Îran û Tirkiyê, roja ku hêzên Amerîkî vekiþin wê her du dewletên desthilatdar leþker û teknîka xwe biherikînin Baþûrê Kurdistanê û hevpar dagir bikin. Îran û Tirkiyê bi vê armancê li ser tixûb rêkên nû vedikin. Tirkiye ji berê ve ev xebat dimeþand, Îran niha destpê kiriye. Armanca wana ev e ku Tirkiye herêma ji Çiyayê Bêxêr û Deriyê Brahîm Xelîl bigir heta Sineht, Heftanîn, Metîna, Zap, Avaþîn û Xakurkê bidest bixe; Îran jî ji Xakurkê heta Xinêre, Qendîl, Zelê û Deriyê Hecî Umran bixe dest xwe.

Ger ev plan bi ser keve wê demê ji xwe ti wateya hukûmeta Herêmê jî namîne. Hukûmetek ku hemû çiya ji dest hatine girtin û tenê di sê çar bajar û navçeyên wê de hepis bûye, wê bikaribe çi bike? Ji xwe dema ew roj were,wê Îran deriyê Hecî Umran, Tirkiye jî deriyê Brahîm Xelîl li ser bigre û di rojekê de ji birçiyan re teslîm bigre.

Ger ev plan bi serkeve, wê helwesta Suriye û hukûmeta li Iraqê were damezirandin a Ereban jî ne kêmî ya Tirkan û Farisan be. Suriye ji bo ku ji sifreya dagirkerî û desthilatdariyê paþ de nemîne, wê destekê bide vî planê Tirkiye û Îranê. Ji xwe li Iraqê çi hukûmet li ser darê dibe bila bibe, wê dilê wê rê nede ku kurd azad û serbixwe bibin. Ji bo vê bi dagirkirina Îran û Tirkiye ya Baþûr, wê kêfxweþ bibin; ji ber ku ev her du hêz wê desthilatiya Ereban binasin, lê ya kurdan qet nepejirînin.

Bi vî awahî di rojên pêþiya me de, Tirkiye û Îran dixwazin dek û dolabeke din a dagirkerî ya xiyanetî li ser serê kurdan bigerînin. Kurd tev divê li hemberî vî planê xayinane hiþyar bin û rê nedin ku bi serkeve.

Bi kotekî û bi ked û xwîna sedhezarê þehîdan li Baþûrê welatê me hinek destkeftî ji kurdan re saz bûne, ev her du dewletên xwînxwar dixwazin van destkeftiyan têk bibin. Qarewara wan a ku PKK û PJAKê tawanbar dikin ne rast e û hincet e. Armanca wan a esasî têkbirina destkeftiyên kurdan ên li Baþûr û di vekiþîna Amerîka de, dagirkirina Herêma Baþûrê Kurdistanê ye. Al Malîkî di vê gera xwe ya çû Tirkiye, Îran û sûriyê de xwe kir xerca vê tifaqa qirêj. Di bin navê ‘Yekîtîya Xaka Iraqê’ de li ser xwîna kurdan û qedera kurdan bazar kirin. El Malîkî ji bo ku Îran û Tirkiye destekê bidin hukûmeta wî, Kurdistan firot. Bi awayekî ji wana re got ku ‘Eger ez li ser darê bim, ezê çavê xwe ji we re bigrim û hûn jî dikarin Baþûr lawaz bixin. Ger Baþûr bi hêz bibe, ji bo me tevan xetereyeke mezin e.’

Ê, îroj rasterast nikarin berê xwe bidin hukûmeta Baþûr, ji ber ku kesek napejirîne û wê herkes li dij derkeve. Lê Îran bi hinceta PJAKê, Tirkiye jî bi hinceta PKKê dikarin tixûbên Baþûr bixin bin bandûra xwe û dor lê bipêçin! Roja ku derfet dîtin jî,di 24 saetan de yek bigihêje Silêmanî û Hewlêr, yek dakeve Dihok û Kerkûk û xewn û xeyala Kurdistanê jî careke din wekî ku di salên 1925an de li qûntara çiyayê Agirî xistin bin erdê û ser beton kirin, vê carê jî li deþta Mezopotamya Jêrîn vê yekê pêk bînin!

Planê Tirkiye û Îranê yê bi hevkariya El Malîkî û desteka Suriye kirine ev e. Planekî qirêj, xayinane, dijmirovî û dijkurdî ye. Çi kurdê dilopek welatparêzî û mirovî di serê pozê wî de hebe, divê li hemberî vî planî hiþyar be, rê nede pêkanîna wê, helwestên tund þanî bide û bi hemû hêza xwe li destkeftiyên Kurdistanê xwedî derkeve.

Bila kes nebêje, ‘Ox çiqas xweþ e; Îran li PJAK dixe, Tirkiye li PKK dixe, ezê jî li vir rehet bibim!’

Ji bo Tirkan û Îraniyan ger PKK firavîn û PJAK þîv be, zanibin ku Baþûr jî paþîv e! Ev sedî sed e û desthilatdarên Kurdistanê li ser vê gihiþtine tifaqê û niha bi topbarandin, çêkirina rêkan, valakirina gundan, komkirina leþker û teknîka ser tixûbê Baþûr, bi bersivnedayîna agirbesta PKKê, bi nepejirandina sarkirina þer a PJAKê, bi dayîna sizayê dardakirina rojnamevan û hemwelatiyên Kurd, bi qirkirina kurdên yezîdî û bi gelek helwest û kiryarên din vî planê xwe gav bi gav derbasî jiyanê dikin.

Ger bi rastî mebesta wana PKK û PJAK e, fermo wa ye PKK li her herêma Bakur her roj çalakiyan li dar dixe. Bila sêsed hezar leþkerên xwe yên anîne ser tixûbê Baþûr berûpaþ bizîvirînin. Dîsa tanq û topên berê wana zîvirandine Baþûr, bila bizîvirînin Bakur. Dîsa artêþa Îranê bila top û katyûþan biavêje xaka milê xwe! Hê yek top li aliyê Îranê neketiye, bi hezaran top dibarînin ser koçerên reben ên ji bo çêrandina pez derketine zozanan. Gerîlayên PJAKê li hundirê Îranê li pastar û cerdewanan didin, ew tên gundên Baþûr ên girêdayî binarê Qendîlê didin ber topan.

Wê demê mebesta wan ne PKK û PJAK e. Mebest valakirina Kurditanê û têkbirina destkeftiyên wê ne. Ji xwe Sûriye jî niha di nava xwe de bi erebkirina xakên kurdan destekê dide vî planî. Ji ber ku ew di warê leþkerî de nikare tiþtekî bike, ji bo ji vî planê dij-kurdî dûr nemîne, Ereban tîne ser xakên kurdan ku Kurdistanê bike ereb. Ger sibe kurdan doza xaka xwe kirin, wekî îroj tirk ji bo Kerkûkê dibêjin, wê ew jî bêjin; ‘Va ye evqase ereb li vir dijîn û bi vê sedemê ev der xaka ereban e! Kurd kî ne?’

Ma sazûmana Baas bi vî awahî Mûsil nekir ereb? Niha wiha lê hatiye ku kurd newêrin bêjin ‘Mûsil xaka me ye’. Ji ber ku rejîma Sadam bi hezaran kurd ji wir derxistin, qir kirin û ereb bicih kirin. Niha kîjan ereb bi hêsanî wê ji wir derkeve û cihê xwe bide kurdan? Suriye jî wiha dike.

Îran ji Rojhilat, Tirkiye ji Bakur û suriye ji Rojava dixwazin dor li kurdan bipêçin, ger derfetê bibînin xaka kurdan ji nû ve dagir bikin û parve bikin û destkeftiyên kurdan têk bibin, di navbera xwe de parvekin.

Dubare dibêjim ku dewletên dagirker li ser vî planî li hev kirine û qasî derfetên xwe li ber çavê tevahiya cîhanê dixwazin derbasî jiyanê bikin.

Li hemberî vê çi pêwîst e?

Yekîtî, yekîtî, yekîtî ya tevahiya kurdan pêwîst e û tenê ev dikare vî planê xayinane vala derxîne. Her kurd ê mirov, welatparêz, demokrat, netewhez, çi dibe bila bibe divê li destkeftiyên Kurdistanê xwedî derkevin. Buhayê wê çi dibe bila bibe, divê ev planê qirêj bi ser nekeve, berûvajî doza azadî, wekhevî û netewî ya gelên Kurdistanê bi ser bikeve. Kurdistan divê ne ku were dagirkirin û parvekirin, berûvajî divê zêdetir were azadkirin, gewrekirin û yekkirin. Tev dest bidin hev; yek, du, sê... zêdetir Kurdistanên azad em çêkin ku serkeftin a kurdan be!

 

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org