TU ÇI BIÇÎNÎ, TÊ WÊ BIÇÊNÎ

 

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

 

Dê were safî ke! Birêz Ehmed Tirk di kombûna koma xwe ya li meclîsê de bi kurdî dest bi axaftinê kir û TRT di cih de got, `ev ziman li gorî zagona civînên me qedexe ye` û weþan birîn.

Tam di demeke wiha de ku Tayip Erdogan digot, `Min TRT6 vekiriye, zimanê kurdî azad e, her kes dikare nasnameya xwe ya etnîkî bilêv bike` birêz Ehmed Tirk got `çirq` û hesteyê xwe pêxist. Derdor ronahî bû û derket holê ku hîn axaftina bi kurdî ne azad û ne serbest e.

Ê!? Ewqas rejî, miqerne, dolabên qeþayê, yên cilþuþtinê tev li ber avê çûn? Niha wê gel bêje, `Wey lê lê, vê AKPê em xapandine. Digot me kurdî serbest berdaye. Lê va ye serokê partiyekê nikare biaxive, em rebenê gel çawa bikaribin biaxivin!?`

Ev DTP jî bi rastî li serê AKPê bûye qeda. AKP singekî dikute, DTP cuherekî pêve dike. Ger wiha bidome, divê AKP xwe bavêje behra Wanê ku bikaribe ji ber DTPê xwe bifilitîne.

Ger tiþtek ne ji bingehîn be, ne ji dil be, ne ji zîhniyetê hatibe afirandin, her wiha bi hilweþînê re rû bi rû dimîne. Polîtîkaya AKPê ya kurdî ya bi TRT6 dabû destpêkirin va ye hilweþiya û derket ber tavê.

Dewleta Tirkiyê xwediyê zîhniyeteke wiha ye ku gotiye, `Bu ulkeye komunîzm gerekiyorsa biz getiririz!` û bi vê gotinê Mustefa Suphî û hevalên wî ji Sovyet Rusyayê anîn, di Behra reþ de noqî binê behrê kirin û li cihê wê partiyeke komunîst a kemalîst ango tirkitîparêz damezirandin û potansiyela sosyalîst a li Tirkiyê hebû, bi awayekî ku heta qiyametê nikaribe bi ser xwe were pêve dan; jahra xwe berdan laþê wan ku kerr li korê wan rawestandin.

Siyaseta Tirkiyê tije trajîkomîk e. Ger hêza te nîn e tu zimanê kurdî azad berdî, tu çima TRT6 didamezirînî? Ger te zîhniyet û polîtîkaya xwe ya înkar û îmhayê neguhertiye, tu çima ser diseyinî? Ma tu nizanî ku tava rokê bi heriyê nayê seyandin, her wê xwe bide der?

Niha rayedarên Tirkiyê wê careke din li hev kom bibin û di civîna MGKê de wê vê mijarê hilgirin dest. Hinek wê bêjin, `Vurun kellesini`, hinek wê bêjin, `Bila DTP` were girtin, `hinek wê bêjin `virde, wirde…` û hinek wê bêjin, `Heyra wele êdî çirvirî ye; em çi bikin jî em nikarin pêþî li ber bigrin. A baþ em ji nedîtî werin, heta em hilbijartinan bi ser dixin!`

Ji niha û heta hilbijartinan wê zêde nikaribin bi ser DTPê de biçin. Gelek sedemên vê hene. Lê di hilbijartinan de, ger DTP hilpekînekê nejî û pêþketineke berbiçav di bidestxistina þaredariyan de dernexîne holê, bawerke piþtî hilbijartinan wê van rojan di dev û pozê wan re derînin. Divê DTP û gelê kurd vê yekê zanibe û derveyî serkeftinê rê nede ti tiþtî.

Bi hêviya serkeftina aliyê kurd.

 

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org