|
TU
JI TEVAHIYA JIYANÊ MEHRÛM Î
Hesen Huseyin Deniz Mirovekî
rewþenbîr ji xwe re li ber behrê digere, dibîne ku keþtiyek di wir re
derbas dibe. Bang li xwediyê keþtiyê dike û dibêje: -
Filan kes, gelo tu bêhnekê min li ser behrê nagerînî, heqê te çiqase
be ezê bidim te. Xwediyê
keþtiyê dibêje: -
Çima ez te nagerînim. Ma ne bi heqê xwe ye? Were siwar bibe. Rewþenbîr
derbas dibe û li keþtiyê siwar dibe. Keþtî vedibe behrê û qederekê
bi kûrahiya behrê ve diçin. Rewþenbîr ji xwediyê keþtiyê re dibêje: -
Filankes tu di derbarê ilmê felsefê de tiþtekî dizanî? Xwediyê
keþtiyê dibêje: -
Na wele! Rewþenbîr
dibêje: -
Wê demê çarîkek ji jiyana te nîne. Bêhnek
derbas dibe rewþenbîr dîsa pirs dike û dibêje: -
Baþ e, tu di derbarê fîzîk û kîmyayê de çi dizanî? Xwediyê
keþtiyê dibêje: -
Wele ez tiþtekî ji wana jî nizanim. Rewþenbîr
dibêje: -
We demê nîvê jiyana te nîne ango tu ji nîvê jiyanê mehrûm î. Di
wê bêhnê re xwediyê keþtiyê li rewþenbîr dinêre û dibêje: -
Gotina te xelas? Rewþenbîr
dibêje: -
Belê. Xwediyê
keþtiyê dibêje: -
Vê carê ezê pirsekê ji te bikim. Gelo tu di derbarê melevaniyê de çi
dizanî? Rewþenbîr
dibêje: -
Wele ez bi xwe melevaniyê qet nizanim. Xwediyê
keþtiyê destê xwe ber bi behrê ve vedike û dibêje: -
Wê demê tu ji tevahiya jiyanê mehrûm î; ji ber ku keþti kun bûye û
avê distîne, wê niha noqî bin avê bibe. De bi xatirê te. *
* * |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org