|
WIHA
NABE, XALÊ CEMÎL… ÇÎROK
– Serpêhatiya Keçeke Kurd-
Hesen Huseyîn Denîz
Xalê
Cemîl bi berbangê re rabû, derket der ve, destava xwe pêk anî û
vegeriya hat govê. Devê govê vekir û rê da pez ku derkeve. Piþt re
deng li kurê xwe kir ku rabe û pez bibe çêrê. -
Ehmedo, rabe bû nîvro! Mala te xera nebe lawo, tê bi vê xewê xwe bikujî.
Rabe pez bibe çêrê, ezê jî dakevim gundê jêrê bê ka ji te re qîzekê
nebînim lawo; wiha ev mal bê jin nameþe. Ev
nêzî þeþ mehan bû ku jina wî ji sedema êþa zirav jiyana xwe ji dest
dabû, ew û kurê wî yê yazdeh salî Ehmed bi tena xwe mabûn. Ji ber ku
temenê wî derbas bibû êdî jin pê qayil nedibûn. Li van nêzîkan
jinebî jî tinebûn ku yekê bîne. Karê malê tev di stuyê wî de mabû.
Êmdana sêsed pezî, du keran û çêlekekê ne hêsan bû. Kurê wî tenê
bi kêrî çûna ber pez dihat. Paqijî, çêkirina xwarina malê, kar û
marê pez tev di stuyê wî de mabû. Li kêleka vana tevan bêjinbûnê jî
agir berdida ser dilê wî. Dema dibû êvar û diket nava nivînan, destê
xwe her li valatiyê dipeland û tezînokên cemidî ji nava piþta wî ber
bi sukra wî ve hildikiþiyan. Dema pîreka wî sax bû ti caran piþta wî
wiha necemidîbû. Kêmek mabû ji çûna wî ya gorê re, lê hîn li ser
xwe bû û niyeta wî tinebû zû bi zû ruhê xwe bide destê ezraîl. Ger
bi dest ketiba û jinebiyeke ciwan ji xwe re anîbaya, dikarîbû careke din
vegeriyaba ciwantiya xwe jî. Bi
dengê kurê xwe ji xeyalan veciniqî. Kurik qîr da pez û da pêþya xwe.
Xalê Cemîl vegeriya ser kurik û got: -
Nan û pêxwarinî di bin mekebê de ye, bixe tûrikê xwe ku tu birçî nemînî.
Dibe ku ez dereng werim. Dema tu hatî pez bixe govê û av û êmê wê
deyne ber. Ezê biçim ji te re li qîzekê bigerim. Min bihîstiye ku li
gundê jêrê qîzeke bedew heye. Dibêjin qasî hêstirekê xurt e. Tenê
ew dikare kar û barê vê malê rake… Kurê
wî gotina bavê xwe di dev de hiþt û got: -
Bavo, tu dizanî ez hîn zaro me. Ma ez çi ji jinê têdigihêjim? A baþ
tu ji xwe re yekê bîne, ne ji min re! -
Huþ be kurê kerê! Ez jinê ji malê re tînim. Wê kî li vê malê û li
vî pezî binêre? Ne tu hîn nikarî serê xwe biþoyî? Qe ne wê têr serê
te biþo û reþikên tije serê te bikuje! Du-sê salên din tê bîr bibî
û ji min re dua bikî ku min tu zewicandiyî. Dê zêde xwe mijûl neke û
careke din jî bi edeba xwe zanibe. Mezinên mirov çawa biecibînin mirov
bi ya wana dike, ne ku gotinan di ber wan re radigihine! Ehmed
derbasî hundir bû. Nan û pêxwarinî ji binê mekebê derxist, di tûrikê
xwe yê þivantiyê de bi cih kir û pez da pêþya xwe berê xwe da qelaçê
Bagokê… Piþtî
çûna kurê xwe, Xalê Cemîl hat hundir û papor pêxist, tasek av germ
kir û pê ruyê xwe kur kir. Li ber neynikê li xwe nêrî û qermîçokên
ruyê xwe bi destê xwe rast kirin. Þehê xwe ji bêrîka xwe derxist û
porê xwe yê gewr þeh kir. Careke din li xwe nêrî û di dilê xwe de
keniya, got: -
Keça kerê ji êþa zirav nemiribaya niha deh qîz hazir bûn ku li ber min
bigerin. Min deh kavir û ev çêleka belek daba kê wê qîza xwe bidaya
min û li ber min bigeriyaba. Lê niha tev dibêjin; ‘Sitê ji derdê Xalê
Cemîl re mir; ne êþa zirav, êþa Xalê Cemîl lê ket. Dê Xwedê mezin
e!… Rabû
ser xwe û cilê xwe yê eydaniyê li xwe kir. Cilê reþî pitikên spî tê
de, li ser bejna wî ya dirêjî stûr wekî bedlê memûrekî rûniþt.
Careke din li ber neynikê li xwe nêrî û vê carê xwe tam eciband. Bi vî
halê xwe, xwe bi deh qeymeqaman nedida. Derî
li pey xwe xilqand, mifte danî jorê navbera dar û beran û xwe ji qelaç
ber bi deþtê ve berda. Gundên
li deþtê yek bi yek nas dikir. Ev sê meh bûn dostên xwe xistibûn
tevgerê ku ji kurê wî re qîzeke bedew û zîrek bibînin. Dawî dostekî
wî gotibû; ‘Li gundê Bêrê qîza Elîkê Toro heye: Qîzeke dirêjî
zirav e û zend û bendên wê wekî sînga mirîþkê gewr û dagirtî ne.
Ji xweþikbûna wê re tu þerm dikî lê binêrî û ji jîrbûn û zîrekbûna
wê re tu bi bayê bezê jî nikarî xwe bigihiniyê. Ji niha ve karê malê
tev ew dike û alîkariya cînaran jî dike. Bavê wê li bajêr di qumarê
de mal û milkê xwe tev winda kiriye û di binê deynan de difetise. Ger
qismeteke baþ û dewlemend ji qîza wî re derkeve nabêje, ‘Na’ û di
cih de wê bide.’ Ev
salox tam ketibû serê Xalê Cemîl û berê xwe rast dabû gundê Bêrê,
mala Elîkê Toro. Elîkê
Toro zilamekî cira wî nexweþ bû û zêde bi qumarê dileyist. Dema jê
vedixwarin hiþ di serî de nedima û kî dihat pêþyê bi wana re pev diçinî.
Ger kesekî pevbiçine nedîtiba, dihat malê û kerbê xwe di serê jin û
zarokên xwe re derdixist. Jina wî ji tirsa wî re goþt lê hiliyabû û
lepek hestî mabû. Kurekî wî hebû ew jî bi ser bavê xwe de çibû û
ji sibê heta êvarî li nava kolanan tolazî dikirin. Lê keça wî suphan
ji xwedê re, te digot qey ne ji wî ye û ne qîza wê malê ye; qîzeke
heta dawî bedew û sergiran bû. Di nava gund de hesreta xort û zilaman bû
ku ji xwe re bêhnekê li xweþikbûna wê temaþe bikin. Porê wê yê sorî
hinekirî heta dûvikê piþta wê dadiket û keziyên wê yên xwe berdidan
ser hinarkên ruyê wê dilê xortan disot. Ruyekî gewrî girover ê têrxwîn
û çavên girsî zeytûnî yên xemgînî li ser bûn. Dema li yekî dinêrî
mirov digot qey bi çavên xwe diaxive û dilore; wiha xwediyê çavên
biriqandî û þile bû. Diranên wê ji birinca Qerecdaxê spîtir û
lihevhatîtir bû ku di nava lêvên wê yên sorî girs de, wekî berfa
biharê ya di bin tavê de biterise, dema dikeniya wiha ronahî jê
dibariya. Xalê
Cemîl dema derbasî mala Elîkê Toro bû û çav li qîza wî Sêvê ket,
ne bi dilekî, bi heft dilan dil ket bedewbûna wê û di dilê xwe de got; -
Bila ne deh kavir, du caran deh kavir qurbana wan zend û bendên te yên
spehî bin!! Piþtî
silavdayîn û sihbeteke kin, Xalê Cemîl rasterast kete nava gotinê û ji
Elîkê Toro re got: -
Tiþta Xwedê dizane mirov ji ebdan veþêre nabe: Wele mala me rezîl û
perîþan bûye. Ji qasî Sitê çûye rehmetê ne xwarineke germ ketiye
qirika me, ne cilên me hatine þûþtin û ne jî melkes li mala me ketiye.
Ewqas pez û mal û milkê me jî li wê erdê maye û kesek nîne lê xwedî
derkeve. Tu dibînî ku lingekî min li vir e, yek li gorê ye. Kurê min hîn
zaro ye, lê salek du salên din wê bîr bibe û bi keça te kêfxweþ
bibe. Dizanim keça te jê mezintir e, lê rewþa te jî zêde ne baþ e;
ger em bibin merivê hev, hem tê rehet bikî, hem emê rehet bikin, hem jî
qîza te wê bibe xwediyê mal û milkeke dewlemend û pêþeroja wê bikeve
binê ewlekariyê. Qelenê tu bixwazî jî çi bikeve ser milê min, bes
bila devê te bipeyive, wiha hesap bike ku mal û milkê min yê te ye. Êdî
ku tu qebûl bikî, bi izna xwedê û qewlê pêximber ez qîza te Sêvê ji
kurê xwe Ehmedo re dixwazim… Elîkê
Toro destê xwe avêt simbêlê xwe û serê wê xist nava diranên xwe, di
devê xwe de gezgizand. Hinekî ponijî û rewþa xwe anî ber çavê xwe.
Berya Xalê Cemîl were qîza wî bixwaze yekî ji gundê wî, agahî dabûyê
ku wê were. Ji aliyekî ve nedixwest qîza xwe bide Xalê Cemîl, ji ber ku
dizanîbû pîreka wî ji ber zilma wî, bi êþa zirav ketibû; lê li aliyê
din, heta qirikê ketibû nava deynan û kurmê qumarê jî dîsa dilebitî. Piþtî
hizirandineke kûr, serê xwe rakir û simbêlê xwe ji nava diranên xwe
berda. Bi serê zimanê xwe bi kêlekê ve dahfand û got. -
Ji bo qelen, ez pazdeh kavir û du çêlekan dixwazim. Xalê
Cemîl gotina wî bi lêvkenî birî û got: -
Kavir tev bila gorî te bin, lê tenê çêlekeke min heye, li cihê çêleka
din ez kaviran bidim te. Elîkê
Toro vê carê bê hizirandin got: -
Temam. Bîst kavir û çêlekek. Dawet jî wê du salên din çêbibe. Dema
kurê te bîr bû, tê werî, emê biçin cem melê û mehra wan bikin. Heta
wê demê hesap bik, qîza te ye û li mala te ye! Xalê
Cemîl rahiþt destê Elîkê Toro û çû ruyê wî, her du alî ramûsandin
û got: -
Wey malnexerab ezê ji qîza xwe bêtir guh bidimê û lê binêrim. Bes
bila karê malê bike, ezê xwe gorî wê bikim. -
Ji karê malê re gelekî zîrek e. Ezê niha bang lê bikim bila xwe amade
bike. Tu jî vê þevê mêvanê me yî, sibê tu dikarî biçî qelenê wê
bînî û keçê bibî. Xalê
Cemîl bawer nedikir ku evqasî bi hêsanî bikaribe kurê xwe bizewicîne.
Ji ber vê nexwest ku dem bikeve navberê û Elîkê Toro ji gotina xwe
vegere. Rabû ser xwe û got: -
Ma ne li malê kes nîne. Kurik çûye çolê û dema bê nikare pez êm
bide. Ya baþ ez biçim malê û sibê qelenê te bînim. Heta wê demê wê
keçik jî xwe amade bike. Ezê bi xwe re bibim malê. Ger destûra te hebe
ez biçim baþtir e. Dawî
bi vî awahî li hev kirin. Xalê Cemîl çû malê ku kaviran û çêlekê
bîne, Elîkê Toro jî bang li jina xwe û keça xwe kir û ji wana re got
ku keçik daye kurê Xalê Cemîl û wê sibehê were bibe. Pîreka wî ji
tirsa lêdanê dengê xwe nekir û rondikên xwe bi dizî berdan nava dilê
xwe. Keçikê wêra xwe kom kir û ji bavê xwe re got: -
Yabo, ez hivdeh salî me, kurik hîn yazdeh salî ye! Ma çawa dilê te
digre tu min bidî wê malê? Elîkê
Toro ji ber ku ji xwe bawer bû, vê carê dengê xwe bilind nekir û got: -
Çi nabe keça min, ma zilamên heftê salî keçên bîst salî naynin,
bila vê carê jî berûvajî be. Him tê li wê derê rehetir bikî, him emê
bi qelenê te deynê xwe bidin. A baþ tu jî wekî dayika xwe, xwe bê deng
bike û biçe ser oxira xwe. Qismetê hatiye ber lingê te pehîna xwe lê
nexe! Sêvê
têgihiþt ku gotineke din bike wê bavê wê, dev ji nermahîbûna xwe
berde û wekî her car rahêje destîbivir û bi wê û dayika wê bikeve.
Ji aliyekî ve, derketina ji nava vê jiyana bi eziyet baþtir bû. Qey di
qedera wê de ev hatibû nivîsandin? Hêdîka derket der ve û ew û dayika
xwe heta derengiya þevê, li odeya din, bi dizî giriyan. Dema bû sibeh,
xwezgîniyê wê bi kaviran û çêlekê ve hat û hewþa wana tije pez kir.
Piþtî xwarina taþtê jî xatir ji dê û bavê xwe xwest û ji malê
derket. Dixwest ji birayê xwe jî xatir bixwaze lê çûbû bajêr û hîn
venegeriyabû; xwedê dizane di kîjan kolanê de çi tolazî dikirin! Wiha
kelegirî buxçika xwe da ser milê xwe û da pey Xalê Cemîl. Dema ji gund
derket li pey xwe fitilî û li gund nêrî; çend pîrek û sê, çar ciwan
derketibûn ser xaniyên xwe û li çûna wana temaþe dikirin. Yek jê
dayika wê bû û pê dihisiya ku rondikên çavên wê dadikevin nava dilê
wê. Niha êdî wê sebra dayika wê bi kê bihata û di destê zalimê bavê
wê de, wê kê ew haþ bikraya? *** Sêvê
di rojên destpêkê yê li mala Xalê Cemîl de zû fêrî karê malê bû
û bi maliyan re zû germ bû. Ehmed ji xwe bi berbanga sibê re derdiket û
di tarîka êvarî de dihat malê. Dema dihat malê Sêvê weke guh bide kurê
xwe; dest û lingê wî diþuþt, xwarina wî datanî ber û ew dibir nava
nivînan. Hefteyê carekê jî jê re av germ dikir û bi destê xwe serê wî
diþuþt. Cara destpêkê kurik þerm kiribû, lê ji destê reþikên
girtibûn nava porê wî, tenê bi alîkariya Sêvê karîbû ji wana xelas
bibe. Piþtî þuþtina bi sabûna kezwanê û kelandina cilên wî, ji qasî
dayika wî çûbû rehmetê cara yekem bû, wiha xeweke xweþ dikir. Zû kêfa
wî ji Sêvê re hatibû û êvarî dema serê xwe dixist himbêza wê,
germahiya dayika xwe tê de didît û heta sibehê xeweke þêrîn dikir.
Dema sibehê radibû, taþtiya wî di tûrikê wî de amade bû û bi kêfxweþî
berê xwe dida çolê. Bi
saya Sêvê cilûbergên Xalê Cemîl jî spehî bibûn û mal tev ji qirêjê
pak bibû. Ji gova pez bigir heta derûdora malê her der, her dem pak bû
û ji dotinê bigir heta êmdanê, hemû kar bi xwe dikir. Xalê Cemîl tenê
ji xwe re rûdiniþt û li bejn û bala wê û li zîrekbûna wê dinêrî
û di dilê xwe de pirr kêfxweþ dibû ku ev keça bedew aniye vê malê. Sêvê,
dema sê mehên wê qediyan, di roja cejna Remezanê de bi destûra Xalê
Cemîl her du bi hev re daketin deþtê û çûn serdana mala Elîkê Toro.
Dayika Sêvê bi vê serdanê gelekî kêfxweþ bû û çawa çav li keça
xwe ket rondik bi ser de barandin. Vê carê birayê wê jî li malê bû û
ew têr himbêz kir. Lê kurik qet ne xema wî bû. Elîkê Toro nîvê
kaviran kiribû pere û ew jî di qumarê de dabûn. Lê hîn çêlek û nîvê
kaviran li hewþê bûn. Lê diyar bû kavir birçî mabûn û lawaz ketibûn.
Wê
þevê li wê derê man þûn re; sibehê derketin, vegeriyan mala xwe.
Dayika sêvê hinekî dilrehet bibû ku rewþa keça wê baþ bû û ji mala
xwe razî bû. Bi
vî awahî meheke din derbas bû. Zivistan bi dawî bibû û biharê serî
dabû. Pez dest bi zayînê kiribû û Sêvê tenê di ber kar re nedigihiþt.
Xalê Cemîl jî pêwîst mabû alîkariyê bide wê û pê re li berxan binêre,
cihê wana çêbike, ji dayika wana veqetîne û karên din bike. Wiha êdî
her du bi hev re dixebitîn û ji sibehê heta êvarî bi dehê caran di ber
hev re diçûn û dihatin. Xalê
Cemîl ji roja yekê ve niyeta xwe lê xera kiribû, lê her bi xwe dikarîbû
û li hêviya firsendeke ku li hev were bû. Di van rojên biharî de bêjinmayînê
zêdetir li serê wî dabû û hiþê wî ji serê wî dibir. Sêvê
qet ti caran ew hizir nedikir ku Xalê Cemîl çav berde wê û bi vê sedemê
zêde guh nedida liv û tevgera xwe û pir xwezayî û rehet tevdigeriya. Lê
her livandina keziyên wê, her hilgavtina hûçkên wê yên zendê wê yê
spehî derdixist ber tavê, her hejandina sîng û berê wê yê di ber
dotinê re, agir berdida kezeba Xalê Cemîl û bêtir xweajoyên wî
radikirin ser lingan. Dawî
rojekê ku zarok dîsa li çolê li ber pez bû û Sêvê êm dida berxikan,
Xalê Cemîl ji cihê xwe rabû û hat li pey wê rawestiya, destê xwe avêt
nawqa wê û got: -
Tu dengê xwe dernexînî! Xweþ tu dengê xwe derxînî jî kesek nîne ku
bi te bihise û di hawara te de were. Te agir berdaye nava dilê min. Ji
destê bêjinmayînê ez mirim; divê tu îroj dilê min rehet bikî! Sêvê
veciniqî û xwe paþ de hilavêt. Ji destê Xalê Cemîl filitand û reviya
paþ çîtikên li derdora koza berxan û got: -
Xalê Cemîl, ma tu dîn bûyî? Ez him bûka te me, him weke qîza te me!
Ma dema te ez ji bavê min girtim, te ne got; ‘Ezê weke qîza xwe lê binêrim’?
Xalê Cemîl ez di bextê te de. Ma min çi guneh kiriye? Ma ez hemû karê
te nakim? Xalê
Cemîl girêz bi devê wî ketibû û wekî hiþê wî ne li serê wî be,
destê xwe diavêt Sêvê û di ber re digot: -Qe
tiþtek nabe. Tu dengê xwe dernexînî ez te naêþînim. Qe ji kesekî re
jî nebêje. Bes tu dilê min rehet bike, ezê malê dinyê tev li ber te
raxînim… Sêvê
kelegirî bibû û ji neçarî kabên wê þikiyabûn nikarîbû êdî bazde
jî. Bi berger li ber Xalê Cemîl digeriya û digot: -
Xalê Cemîl ma wiha dibe? Ez him bûka te, him qîza te me. Ma ji xwedê ne
guneh e? Ma tu çi ji min feqîra xwedê dixwazî? Xalê Cemîl ez di bextê
te de, min xera neke. Ez di bextê te de Xalê Cemîl, bi qedera min
neleyize… Lê
Xalê Cemîl ji mêj ve ew avêtibû erdê û bi bedenê xwe yê dirêjî
girs ketibû ser bedena wê û ew di binê xwe de bê hêz û bê derman hiþtibû.
Sêvê çêqasî li ber xwe dida û qîr dida, ne dikarîbû xwe ji binê laþê
wî bifilitîne û ne jî dikarîbû dengê xwe bibe kesekî. Ji xwe li wî
qelaçî rût, tenê ew, pez û xwedê hebû. Lê diyar bû di vê bêhnê
de xwedê jî berê xwe dabû cihekî din ku gazî û hawara wê nedibihîst
û kesek di hawara wê de rênedikir. Piþtî
karê xwe qedand Xalê Cemîl rabû ser xwe û got: -
Rabe ji me re avê germke ku em xwe paqij bikin û bila ev tiþt di navbera
min û te de bimîne. Ger kurê min an kesekî din pê bihise, ezê te
bifetisînim û bêjim ketiye çalê fetisiye. Lê ku tu bi ya min bikî, ezê
dakevim bajêr û ji te re gerdaneke zêr bînim û ji îro û pê de ezê
te li ser destê xwe bigrim. Sêvê
bi dilekî kul û þikestî rabû ser xwe û çû hundirê malê. Cilê wê
tev di nava zibil û xwînê de mabû. Papora neftê pêxist û av danî
ser. Piþtî av germ kir, Xalê Cemîl hat, serê xwe þuþt û piþt re cilên
xwe yên cejnî li xwe kirin û berê xwe da bajêr. Sêvê ma bi tena xwe.
Cilên xwe yên bi xwîn ji xwe kirin û dan ser agir tev kirin pîþo. Piþt
re li kêzînê rûniþt û serê xwe þûþt, lê di ber re jî her rondik
dibarandin hinava dilê xwe. Di hinava dilê wê de þerbikeke wiha þikestibû
ku careke din nikarîbû bihata cebirandin. Piþtî
serþuþtinê, çû ber sindoqê û cilên pak derxistin ku li xwe bike.
Dema rahiþt kirasê xwe û bilind kir, ji navê wêneyek pengizî erdê.
Rahiþt wêne û lê temaþe kir. Bi hevala xwe ya rûken û xwêþêrîn
Rojîn re rû bi rû hat. Rojîn
bi awirên dilgerm pê re diaxift û digot: -
‘Pêwîst e, mirov li ser xaka xwe bi rûmeta xwe azad bijî, yan jî
bimre baþtir e!’ Berya
vê bi salekê bû; ew û du hevalên xwe yên din, di þeveke reþ û tarî
ya berbanga Newrozê de, hatibûn serdana wana û heta derengiya þevê, ji
wana re li ser azadiya welêt û mirov axiftibûn. Sêvê
bi baldarî li tevahiya axaftinên wê guhdarî kiribû û bi bijeke mezin
dilê xwe bijandibû cil û bergên wê yên li hev hatî û hêvî kiribû
ku rojekê ew jî bikaribe weke wê rahêje çek û ji bo armancekê têbikoþe.
Lê ne careke din Rojîn hatibû mala wana, ne jî hevalên wê. Jê re bibû
hesret ku careke din wana bibîne. Dema ji malê veqetiyabûn Rojînê ev wêneyê
xwe dabûyê û gotibû: -
Bila bîranîna Newrozê be! Ji
xwe roja din Newroz bû û wê þevê bi hev re derketibûn der ve li agirê
li navsera kêla Dêrbagokê hatibû bilindkirin temaþe kiribûn… Sêvê
Wêne xist paþla xwe, ser pêsêrên xwe û cilên xwe li xwe kirin þûn
re derket der ve. Gotinên Rojînê yên digot: ‘Yan mirov azad, bi rûmet
bijî, yan bimre baþtir e!’ di serê wê de dilerizîn û ew bi ber
biryardayînekê ve didahfandin. Derbasî
govê bû û ji wê derê werîsê çêlek pê hatibû girêdan ji olkê
vekir û anî hundir. Werîs girt destê xwe û derket ser kursî. Serê wê
di nava girêkê re derbas kir û bi beþtê bin zikê xênî ve girê da. Pê
re dibihîst ku dilê wê tê givaþtin û destdirêjiya Xalê Cemîl li ser
bedena wê kiriye, weke perdeyeke sînemê li ber çavên wê dubare dibû
û ruhê wê tarî dikir, jiyan û cihan li ber çavê wê diherimand. Ji
xwe re got: -
Êdî ez dikarim li ruyê kê binêrim? Êdî kî vê bedena lewitî dipejirîne?
Ez nema dikarim vegerim malê jî! Ya rebî, min çi guneh kiribû ku te ev
qeder derxist pêþiya min? Derket
ser kursî û her du destên xwe dirêjî werîsê dardakirinê kirin. Bi
xeleka ben girt û anî di bin çena xwe re derbas kir û daxist ser stuyê
xwe. Di wê bêhnê de bi xwe hisiya ku lehiyeke rondik ji kûrahiya giyana
wê, bendên li pêþyê qetandin û êrîþî navbera mijankan kirin. Pê
re bi destê wê yê bilindbûyî re pêsêrên wê hil bûn û wêneyê danîbû
ser, di navbera kiras û taziya laþê wê re þemitî erdê. Sêvê
wiha werîs di stuyê wê de careke din bi wêneyê Rojînê re rû bi rû
hat. Rojîn di wêne de li ber deviyekê rawestiya bû û tîrêjên rojê
dida ser ruyê wê yê gewrî girover û bibûkên çavên wê diterisandin.
Awirên Sêvê li ser vê terisînê daliqandî man û pêk re derbasî der
ve bûn, li hilbûna agirê Newrozê temaþe kirin. Der ve kêmekî sar bû
û tezînokên cemidî bi bedena wana ve hildikiþiyan. Lê her du hevalan
mil dabûn hev û bi germahiya agirê Newrozê hev disincirandin… Lêvkeniyeke
þîrgerm hat ser lêvên Sêvê, werîsê di stuyê xwe de hilgavt, di ser
serê xwe re derxist û ji beþt vekir. Daket erdê û çû der ve. Rahiþt
misîn û dest û ruyê xwe þûþt. Derbasî xwaringehê bû û dest bi
amadekariya þîva êvarî kir. Hatibû bîra wê ku sibê Newroz bû û îroj
wê dîsa li navsera çiyayê Bagokê agir hatiba hilkirin! Dixwest dîsa
germahiya wê di dilê xwe de bibihîse û di nava pêtên wê de hevala xwe
Rojîn himbêz bike. Êvarî
destpêkê Xalê Cemîl ji bajêr vegeriya û neptî pê re kurê wî ji çolê
bi pez re hat. Xalê
Cemîl gerdanzêrek bi pênc zêran jê re anîbû û xwest bi destê xwe
bixe stuyê bûka xwe. Sêvê li ber xwe neda û rê dayê ku gerdanzêrê
bi cih bike. Xalê Cemîl dema gerdanzêr bi cih kir, pê re destê xwe danî
ser stuyê wê û ramûsanek jê girt û got: -
Pîroz be, li keça min a delal û fêhman! Kurik
qet hayê xwe jê neanî û rasterast derbasî ser sifreya xwarinê bû. Sêvê
dema Xalê Cemîl ew ramûsand, dilê wê ji kûrahî ve xeliya û kir ku
veriþe, lê bi kotekî xwe girt û derket der ve. Piþtî
xwarin û vexwarinê derbasî nava nivînan bûn û dest bi xewê kirin. Di
derengiya þevê de Sêvê bi tilama destavê rabû ser xwe û derket der
ve. Derbasî paþ xênî bû û di nêrdewanê re derket ser ban, berê xwe
da kêla Dêrbagokê. Tiþtek diyar nedikir. Mat ma! ‘Ma qey îþev ne þeva
Newrozê bû? Ma qey kurd li navsera çiyan qeliya bûn?’ Di
wê bêhnê de çirûskek agir li navserê diyar bû û her ku çû geþ bû.
Dilê sêvê kir gurme gurm û lê da. Careke din wêr û coþ hatibû
hinava wê û dixwest bilive, bireqise, bazde û bicoþe. Bêhnekê
li êgir temaþe kir û bi wê coþê daket xwarê. Derbasî serþokê bû
û tenekeya neftê û þûþeyê benzînê yê ji êvarî ve amade kiribû
hilgirt û hat odeya nivistinê. Bi hêdîka derbasî odeyê bû û tenekeya
gazê li ser nivînan û hundirê odê vala kir. Pê re þûþeyê benzînê
jî bi ser de vala kir û tam di wê bêhnê de wekî hinek zixtekê di Xalê
Cemîl re rakin, hiþyar bû û qîr da ser Sêvê, got: -
Sêvê, keça min ew çi bêhn e? Ka binêre bêhna neftê tê! Bi
carekê re tezînokên sar bi bedena Sêvê ve hikiþiyan û kabên wê
lerizandin. Bi kotekî wêr da xwe û xwe avêt der ve. Bi xiþtepiþta lingê
wê Xalê Cemîl ji nava nivînan rabû û Got: -
Keçê ew çi ye, tu çi dikî? Tê agir bi mala me xînî! Ma tu dîn bûyî? Xalê
Cemîl bi ber derî ve meþiya û pê re Sêvê hesteyê di bêrîka xwe de
veþartibû derxist û pêxist. Bi pêxistinê re devikê ser fitîla heste
vekirî hiþt û avêt ber derî. Heste çawa gihiþt benzîna li erdê
rijiyayî, bi carekê re riviniya xwe geþ kir û da hundir; Xalê Cemîl li
ber derî pêþwazî kir û bi yek carê re girt tevahiya bedena wî. Xalê
Cemîl ji riviniya agir paþ de ket û Sêvê bi lez destê xwe avêt derî
û ji der ve ve xilqand. Xalê Cemîl bi bihîstina xilqandinê qîr da û
kir gazî û hawar: -
Sêvê, keça min! Ji bo xwedê derî veke. Tobe heram be ku careke din destê
xwe bidim te. Bes derî veke... Lê
Sêvê êdî ev gazî û hawar nedibihîstin. Pêlava xwe xistibû lingê
xwe. Kêlekên kirasê xwe xistibûn ber piziya xwe û berê xwe dabû agirê
li navsera kêla Dêrbagokê hil dibû. Di dilê wê de germahî û coþa
Newrozê difûriya û gotinên hevala wê Rojîn bibûn lorîkek li ser
zimanê wê diloriyan… -
‘Pêwîst e, mirov li ser xaka xwe bi rûmeta xwe azad bijî, yan jî
bimre baþtir e!’ Hesen Huseyîn Denîz |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org