XEYALA BÎST SALAN PÊK HAT!

 

KURDÊN LI KANTONA XÛRê (CHUR) DIJÎN

PIÞTÎ 20 SALAN GIHIÞTIN DIBISTANA KURDÎ

 

 

  Hesen Huseyîn Denîz

 

 

Kantona Churê ya li Swîsreyê piþtî salên dûvdirêj îroj bi merasîmeke girseyî gihiþt hêvî û hesreta xwe ya bîst salan. Ev demek dirêj e ku li vê derê perwerdeya kurdî nehatibû meþandin. Îroj bi tevlêbûna 25 zarokên kurd û malbatên wan, ji aliyê mamostayê zimanê kurdî Hesen Huseyîn Denîz ve li Komeleya Churê ji bo zarokên kurd û dayik û bavên wan bikaribin kurdî fêr bibin dibistana kurdî hat vekirin. 

Merasîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtina li ser giyana þehîdên têkoþîna azadiyê destpê kir. Piþtî rêzgirtinê mamosta Denîz di derbarê astengî û qedexeyên li ser zimanê kurdî yên ji aliyê dewletên desthilatdar ve li her çar parçeyên Kurdistanê bi salan e hatine meþandin axift û bi bilindbûna têkoþîna rizgariya netewî pêþketinên di warê kurdewarî û zimanê kurdî de vegot. Polîtîkayên asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê rexne kir û ji malbatan daxwaz kir ku bi zarokên xwe re bi zimanê tirkî neaxivin û xwe nekin dirêjahiya polîtîkayên asîmîlasyonê.

Mamoste Denîz ji bo kurdên li Swîsreyê dijîn, bi salan e fêrnebûna zimanê dayikê wekî kêmasiyekê nirxand û xwest ku ji îroj û pê de kurd li her qada lê dijîn dibistanên xwe vekin û tê de zarokên xwe perwerde bikin ku ji nirxên xwe yên netewî, ji çand, exlaq û nirxên kurdewarî dûr nekevin û dema mezin bibin bikaribin li welatê xwe û li gelê xwe xwedî derkevin.

Mamosta Denîz di axaftina xwe de zarok wekî ewlekariya pêþeroja civaka kurd nirxand û bi vekirina vê dibistanê got ku armanca wan xwedêderketina li pêþeroja kurd û Kurdistanê ye. 

Mamosta Hesen Huseyîn Denîz di dawiya axaftina xwe de jî vekirina dibistana kurdî li rêbertiya gelê kurd, li þehîdên têkoþînê, li gelê kurd û li gerîlan pîroz kir û got; `Em vê pêngavê bi bîr û baweriya xwe û bi hêza gelê xwe diavêjin û em hêvî û plan dikin ku li tevahiya Swîsreyê, li hemû kantonan di vê salê de cihekî bê dibistana kurdî nemîne!`

Piþtî axaftinê sînevizyona ji dîmenên xwezaya Kurdistan û Qendîlê ya bi nivîsandina dîroka zimanê kurdî vedibêje bi sitrana Ayþe Þan a `Zimanê Kurdî zimanê me ye` re hat temaþekirin.

Piþtî sînevizyonê pirtûkên ji bo dibistanê bi du zimanan (kurdî-almanî) hatibûn amadekirin tevî alavên din ên nivîsandinê ji aliyê mamosta ve li ser zarokan û malbatên wan hatin belavkirin û dersa yekemîn a zimanê kurdî hat destpêkirin.

Di dersa îroj de, 31 tîpên zimanê kurdî yek bi yek hatin nasandin û bi her tîpekê peyvên mînakî hatin dayîn.

Zarokên kurd û malbatên wan bi coþek mezin tev li dersê bûn û ji bo vê pêngava pîroz bextewariya xwe anîn ser ziman.

   

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org