|
XURTKIRINA GERÎLA, MEÞA BER BI AZADIYÊ VE YE
HASAN HUSEYîN DENîZ
Zor
û zahmetiyên Zivistanê û tengezariyên Biharê derbas bûn û gerîla bi
çalakgeriyeke jê dihat hêvîkirin dest bi pêngava Havînê kir. Di
rastiyê de, li zozanan, Bihara gerîlan niha destpê dike. Li Kurdistanê
niha nû pêlên ava çeman radiwestin û rê didin. Pelên daran nû dest
bi tarîbûnê kirin. Giyayên xwarinê li her alî serî ji bin berfê
derxistin û êdî ti hêz nikare piþta gerîlan bîne xwarê. Îsal
wê li Kurdistanê bibe salek dijwar. Dijmin hemû hêza xwe û hevalbendên
xwe xistine dewrê ku bikaribe gerîlan ji holê rake. Divê gerîlan û hemû
hevalbendên wê jî di koda wan de çi heye deynin holê ku bikaribin
biserkevin. Wê
demê li gorî ku gerîla dest bi pêngava serkeftinê kiriye, divê bersiva
vê ji aliyê hevalbendên gerîla ve jî were dayîn. Gel li her alî divê
derbasî çalakiyan bibe ku dijmin li bajaran jî were tengezarkirin. Ji vê
zêdetir jî ciwanên kurd divê ref bi ref tev li gerîla bibin. Kîjan
ciwan çi derfeta wî heye, di kîjan alî re rê dibîne divê rojek berya
rojekê xwe bigihîne gerîla û tev li meþa azadiyê, tev li pêngava
serkeftinê bibe. Divê cihê
þehîdan bi deh taq, sed taq were dagirtin. Ji vê jî zêdetir divê
hijmara gerîla were bilindkirin ku ti neyar nikaribe hesaban li ser bike.
Dijmin niha di nava tengasiyeke mezin de ye. Derbe li ser derbê dixwe. Divê
her kes ji hidama xwe ve dest bide gerîla ku bikaribe xurtir û zêdetir li
dijmin bide û dijmin ji hev bixîne. Bi
vê sedemê li Kurdistanê her kesê çi ji dest tê, divê ji aliyê xwe ve
bi ser dijmin de bimeþe. Yê ji dest tê, bila tev li refên gerîla bibe.
Yê ji dest tê, bila agahî û saloxdariyê bide gerîla. Yê ji dest tê,
bila xwarin û vexwarina gerîla pêk bîne. Yê ji dest tê, bila weynê
gerîla hilgire ser xwe. Yê ji dest tê, bila di þevek reþ û tarî de
kemînekê deyne ber leþkerên dijmin; kêrekê li cerdewanekî bide; mala
sîxurekî biþewitîne. Yê jê tê teqemeniyekê biavêje avahiyek dijmin.
Yê jê tê dikare çi xisarê bide dijmin, bila li hêviya fermandayîna ti
kesî nemîne û bi xwe bike. Ger
em kurd wiha tevbigerin, wê ev sal bibe saleke kurdan û kurd sedî sed wê
biserkevin û azadiya mafê wan e, wê bi dest bixin. Dijmin
ji hemû aliyê cîhanê destekê digre. Li her alî hevalbendên xwe zêde
û xurt dike. Piþta xwe qewîn dike. Dijmin îsal ji xwe re kiriye `sala
tinekirina doza kurdan`. Bi vê sedemê divê kurd xwe ji vê re bikin
bersiveke hebûnê. Kurd divê hemû hebûna xwe deynin holê û vê salê
bikin sala xwe. Azadî qasî bi dest bigrin nêz bûye. Her kes dest bidin
gerîla û xwe bigihînin tama azadî û serkeftinê! HASAN
HUSEYîN DENîZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org