YEK, DU, SÊ SERÎ…

 

Hesen Huseyîn Denîz

 

 

Leþkerên artêþa tirk di van rojên dawî de, li gundên Kurdistanê mal bi mal digerin û dibêjin ku, ‘kî serê gerîlayekî bîne wê xelata pereyî bidin wana’. Ev polîtîkaya qirêj a dewleta tirkan ne nû ye; ji roja têkoþîna azadiya gelê kurd destpê kir û li welêt vegirt û dewlet xist nava tengezariyan, wekî rêbazeke þerê taybet, li kêleka gelek rêbazên din ên dij-mirovî û dij-zagonî, rêbaza bi xafiltî û xayintî kuþtina gerîlan a bi xelata pereyîyan çavtirsandin dan destpêkirin.

Ev rêbaz demekê li ser sînorê Baþûr û Bakur di nava pêþmergan de meþandin. Ji sala 1982-3yan heta salên dawiya 90î bûyerên encama vê rêbazê pêk hatin. Li Bakur jî di van salan de gelek bûyerên wiha çêbûn. Bi taybetî di salên berya pêngava 15ê Tebaxê de girtin, jehrîkirin û kuþtina gerîlan û dayîna dest dijmin hat dîtin. Bêguman kesên vê rêbaz û xwesteka dijmin pêk tînin kesên wiha ne ku ji kurditiya xwe dûr û berûvajî ketine û hest û pêwîstiyên mirovbûnê jibîr kirine ku di nava ramandina berjewendiya takekesî de çavkorî bûne ne. Kesên wiha di nava her civakê de wekî xayin tên binavkirin û tê zanîn xiyanet li Kurdistanê wekî saziyeke dagirkeriyê weyn dileyize. Dîroka Kurdistanê wekî du aliyê rojê ye. Çawa ku roj ji þev û royê pêk tê; dîroka Kurdistanê jî ji ronahiya berxwedanê û ji tarîtiya xiyanetê hatiye hûnandin. Ji ber ku dijmin jî vê rastiyê dizane, gund bi gund digere û mirovên xwenenas dawetî jiyana di tarîtiya xiyanetê de dike…

Di vê çîrokê de dixwazim bûyereke vê xiyanetê radixînim ber çavan. Bûyera di navbera gundiyekî soza xiyanetê daye dijmin û komek gerîlyên ketine tevna vî de bi awayê çawa pêk hatiye, ne kêm, ne zêde hûn dikarin li xwarê bi balkêþî bixwînin…

***

 

Rojek ba û baran bû. Dema bû þev êdî çav çavan nedidît. Þevek ji yê payizî yên dirêj bû. Ji xwe êvar zû hatibû û em ji gundê Se… yê Midyadê bi ketina tariyê re derketibûn û me xwe gihandibû gundê Ba… Ne li Se…, ne li Ba… zêde kesekî em nas bikin tine bû. Li gundê Se… tenê min mala ‘Yadê’ dinasî. Li gundê Ba… jî mirovên wan hebûn, em bi rêka kurê wê çûn gel wana. Lê berya em biçin wir divê ez hinekî qala welatparêziya ‘Yadê’ bikim, ji ber ku gelekî ked û nanê wê derbasî bin xizmeta têkoþînê bûye.

Di salên berya 12ê Îlonê ya Cûntaya artêþa Tirk de me Yadê dinasî. Yadê bi kurên xwe û mala xwe ve wekî rawestgeheke Apociyan bû. Berya Cûntayê ji xwe kar û bar yan eþkere yan nîv eþkere dihat meþandin. Zêdetir bi roj mîlîtan û kadroyên Apocî mal bi mal li gundan digeriyan û doza Kurdistanê didan nasîn. Li gelek deran ji aliyê gel ve bi coþ û hesteyarî dihatin pêþwazîkirin û mala xwe bi tevahiya derfetên xwe ve ji vê pêla nû ya azadî û rizgariyê re vedikirin. Mala Yadê jî malek ji vana bû ku ji ber welatperweriya wê ya xurt me tevan jê re digot ‘Yadê’.

Zilamê Yadê yekî ji her du çavan kêm dîtin bû, lê dîsa jî bi baldarî li me guhdarî dikir û wekî me dibîne, wiha dema dengê me dibihîst em pêþwazî dikirin û kêfa xwe ji me re dianî.

Piþtî cûntaya 12ê Îlonê jî çûnûhatina me ya mala Yadê domiya, lê vê carê bi dizî yan jî nîvdizî em diçûn û Yadê ji bo ewlekarî di mala xwe de cihekî veþartî ji me re saz kiribû. Dema em diçûn, em derbasî wê derê dibûn û bi ewlehî me tê de karê xwe dikir. Ew cih tenê ji aliyê me çend kesên Yadê zêdetir baweriya xwe bi me dianî û zarokên wê ve dihat zanîn. Me jî zêde bi kesên din ên hevalên xwe nedida zanîn.

Piþtî 12ê Îlonê bi salekê li ser îxbariyekê ez li navçeyeke Mêrdînê ji aliyê leþkerên artêþa tirk ve hatim girtin. Bi þev girtin ser mala me û em birin. Qasî du mehan li Mêrdînê di bin çav de mam. Piþt re min birin zîndana Diyarbekrê ya leþkerî ya tîpa E û qasî 8 salan jî li wê derê di nava her þert û mercên xerab û di bin îþkenceya ji mirinê xerabtir de razam.

Di sala ku dijminên Kurdistanê bi gazên kîmyewî qirkirinên xwînxwarî li ser gelê me yê li Baþûr meþandin û dîsa li Bagokê komkujî li ser ciwanên kurd pêkanîn de, ez ji zindanê derketim û vê carê min dan destê polîsan ku bibin leþkertiyê. Polîsan xwestin min bibin leþkertiyê, lê min bi kefîltiya birayê xwe ew xapandin û berê xwe da Akademiya Mahsûm Korkmaz, ji wê derê piþtî perwerdeya leþkerî û siyasî bi komek heval re tixûbê têl û mayinkirî qetand û derbasî herêma Mêrdînê bûm. Demekê li wir mam þûn re ji bo derbasî herêma Botanê bibim, dîsa bi komek biçûk a hevalan re ketim ser rê. Em ji çoltera Stewrê bi rê ketin, derbasî çoltera Gercewsê bûn û ji wir derbasî xaka Midyadê bûn ku di wir re jî di ser Hezexê re dakevin ber Ava Mezin (Çemê Dicle) û derbasî milê Botanê bibin. Hevalan li gundê Yadê lê dima navek dabûn me ku ew nav bikeve pêþiya me û rêbertiya me bike, me bi saxlemî bigihîne cih û warê em biçûnayê. Lê dema em hatin ber deriyê mala navê dane me, me dît ku derî girtî ye û ti kes li malê nîne. Di wê bêhnê de tenekeya rabûna siorê ya meha Remezanê dest bi lêdanê kir û li wê çolterê em bê têkilî man. Çîroka me ji vir destpê dike…

 

***

 

Li ber deriyê xaniyê duqat em rawestiyabûn ku bi carekê re dengê lêdana tenekeya meha rojiyê ji kolana pêþberî me bilind bû û hat bîra me ku em nû dikevin meha remezanê. Bêhneke din wê gundî tev ji bo xwarina siorê hiþyar bibana û derketana der ve. Wê em li ber derî bidîtana û ev yek qet ne baþ bû. Ji xwe derûdora gund tev rût bû û cihekî mirov bikaribe bi roj xwe tê de bisitirîne tine bû. Divîbû yan em ji gund bêhnekê xwe dûr bikin û li çolterê li hêviya qedera xwe bimînin, yan jî em di gund de bê ku kesek bi me bihise, xwe bi cih bikin. Ger em ji gund derketibana hê em negihiþtine cihekî ewle wê li me bibaya sibeh û bi derketina rojê re wê çolter tije þivan û gundî bibana. Ger yekî ji wana em dîtibana û ixbarî li me bikraya, di wê deþtê de filitandina me wê tinebaya. Tirsa me ne ji mirinê bû, lê ji mirina ne di cih û dema xwe de bû.

Hevalên bi min re jî ti caran nehatibûn vê herêmê û ez jî tam deh sal çêdibûn ku ji herêmê veqetiyabûm. Dema mirov dikeve tengezariyan bîr û hiþê mirov dikeve nava liv û tevgerê û bîranîn serî hildidin. Dema em hatibûn gund bi rêzaniya rêberê xwe em hatibûn û rêberê me mal ji dûr ve þanî me dabû þûn re gotibû:

- Heval êdî destûra min bidin ku ez vegerim, ji ber ku naxwazim kesek min bibîne û binase.

Ji ber ku peywendiyekî me yê nû bû, me jî ew neþikand û rê dayê ku biçe. Lê dema em hatin ber deriyê mala me pêþwazî bike, me dît ku kesek li malê nîne û em him ji dêrê, him ji mizgeftê bûn, wiha bi tena xwe man. Di wê bêhnê de mala Yadê hat hiþê min. Bi rastî hê dema berê me ketibû gundê Se… Yadê hatibû bîra min, lê ji xwe ne bawer bûm ku mala wana piþtî deh salan bikaribim di þevreþê de derxim û ji bo ku deþîfre nebe min nexwest ne ji hevalan re qalê bikim û ne jî ji rêzanê em anîne gund bipirsim. Lê vê carê derveyî mala Yadê ti cihê em berê xwe bidinê tine bû… Bi hatina dengê tenekê re hevalê Egîd ê ji Rojavayê Baþûr zîvirî ser min û got:

- Dê were safî bike! Min got rê nede ku rêzan biçe, te got çi nabe! Ka niha vê ro nîvro emê bi ku ve biçin? Em biçin ku wê li me bibe roj û di vê çolterê de cihekî em xwe bidin ber siya wê jî nîne.

Hevalê din got:

- Rast e, wele! Dibe ku baraneke pîs jî bibare û em di nava av û lehiyê de bimînin. Ka niha emê bi ku ve biçin? Niha wê gundî tev hiþyar bibin û me bibînin. Ku ixbariyê li me bikin, wê ev bibe roja me ya dawî!

Min got:

- Ka zêde dilopan nekin ku ez bi hiþmendî bihizirim! Berê em gelek caran hatine vî gundî û malên dost lê hene.

Egîd got:

- Tew li aqilê te be! Tu berya deh salan li vê derê bûyî; ji wê demê heta niha gelek av di bin gelek kayê re meþiya. Mirov bûn sîxur, bûn cerdewan… hatin kuþtin, ketin zîndanan… ma kî dizane niha kî çawa ye? Hema tu binasî jî, çawa dikarî baweriya xwe pê bînî?

Min got:

- Hinek mirov hene ku sal jî biborin, dem û dewran jî biborin nahizirim ku xiyanetê li me û li vê dozê bikin. Dibe ku gundî tev ji me dûr ketibin û hatibin guhertin jî, lê ‘Yadê’ ti caran xiyanetê li me nake. Ger ez bi ser mala wê vebim em dikarin bi roj li gel wana bimînin û êvarî derkevin, berê xwe bidin ser rêka xwe. Niha ka em ji gund derkevin ku rewþa gund a berya deh salan bînim ber çavên xwe û bi ser mala Yadê vebim.

Ji xwe derveyî vê pêþniyara min, ti çareya hevalan tine bû. Em derketibana derveyî gund ji bo me xerabtir bû, qe ne li malekê wê ji bo me ewletir ba; bes ku kesekî derveyî malê em nedîtibana.

Em her sê heval derketin derveyî gund û rêka berya deh salan em tê re dihatin gund min anî ber çavê xwe. Dema em dihatin zêdetir em ji aliyê gundê Ke… dihatin û dîsa çûm wî milî. Li wê derê wekî berya deh salan me çawa hiþtibû, zêde tiþtek nehatibû guhertin; çawa ku çav li sergoyê derveyî gund ketim, keniyam û min ji hevalan re got:

- Lo ev deh sal in vana ne sergoyê xwe guhertine û ne jî tiþtek lê zêde kirine. Ka em bikevin vê kolanê û we bibim mala Yadê.

Kolana berya deh salan em tê re dimeþiyan hê wekî xwe bû. Ne malek lê hatibû zêdekirin û ne tiþtek. Kolan bi kolan em meþiyan û hatin ber deriyê yadê yê ji depên stûr çêbibû. Min derî ji mezinbûn û stûrbûna wî nas kir. Jora derî wekî yê mizgeftan girover bû û mirov dikarîbû di ser dîwêr re xwe biavêta hewþê. Dema me dest da derî û dît ku asê ye, min ji hevalê Doxan re got:

- Sivikê me tu yî; ka di ser dîwêr re biqulipe aliyê hewþê, piþteka derî veke. Ger em li derî bidin, heta Yadê rabe û were wê gundî tev bi me bihisin.

Doxan çeka xwe da dest hevalê Egîd û derbasî milê din bû. Hê bi piþteka derî mijûl dibû ku ji wî alî dengê Yadê hat û bû xirecira wê û hevalê Doxan. Baþ bû ku di vê navberê de hevalê Doxan derî vekir û em jî derbasî hewþê bûn û tev li gengeþeya wan bûn. Yadê digot:

- Hûn kî ne, çi kes in? Derkevin ji mala min! Ez we nas nakim û heval mevalan jî nas nakim. Hûn çi ji min dixwazin?

Doxan jî digot:

- Yadê, em heval in. Dengê xwe neke wê gundî bi me bihisin.

Lê Yadê dîsa li ber xwe dida û digot:

- Ez we nas nakim. Derkevin ji mala min.

Dema ez ketim hewþê rasterast çûm gel Yadê û min got:

- Yadê tu çawa yî, baþ î. Metirse, em heval in, zirarek ji me nayê ji te re. Em þevder man, divê tu me bihewînî malê.

Yadê wekî dengê min pê nas hatibe bêhnekê ponijî û got:

- Biçin maleke din. Ma li gund tenê mala min heye? Ez we nas nakim.

Wê demê min xwe baþ nêz kir û got:

- Yadê ez filankes im. Ma te em nas nekirin? Ma nayê bîra te ku em û kurê te dihatin gel we? Te çi zû em jibîr kirin?

Yadê li min nêrî û him ber bi malê ve meþiya û him got:

- Ne min, we em ji bîr kirine. Ji roja Remezanê min ketiye zîndanê ev bûn þeþ sal lingê yekî ji we bi mala min neket. Niha ku kurê min ji zîndanê derketiye, hûn dîsa tên ber deriyê min û dibêjin, ‘Yadê em hatin’. Ma bextê dinyê wiha ye?

Bi rastî min dizanîbû ku Remezanê Yadê ketibû zîndanê, lê hayê min ji derketina wî tine bû. Carekê li warê werzîþê yê zîndanê min ew dîtibû û pirsa dayik û bavê wî jê kiribû. Lê ji derketina wî ne agahdar bûm. Dayê wiha him gilî û gazincên xwe kirin û him derbasî hundir bû. Dema em pêre ketin hundir, hinekî dilê min rehet bû ku ji cînaran kesekî em nedîtine û bi me nehisiyane. Yadê hîn diaxift û digot:

- Wele hûn neheqiyê li min dikin. Hûn bi zora xwe tên mala min.

Min dizanîbû ku dayê van gotinan ne ji dil, ji pêwîstî dibêje. Dema em derbasî odê bûn min dît ku zilamê wê yê çavkor jî li wî derê ye. Me silav lê kir û min pirsyarî rewþa wî kir. Wê demê ji hevjiyana xwe pirsî bê em kî ne? Yadê got:

- Wele nizam kî ne. Dibêjin, ‘em heval in’. Lê ez hevalan nas nakim û nizanim heval çi tiþt in. Bi zora xwe hatine hundir.

Di rastiyê de me ti zor li dayê nekiribû, lê bi zanistî wiha digot û têgihiþtim ku hîn baweriya wê tam li me nerûniþtiye. Dema dilê wê nexwestiba dikarîbû li hewþê bikra xirûcir û nehiþta em bikevin hundir. Him rê dabû ku em werin malê û him tirsa xwe dianî ser ziman. Wê demê ji bo baweriya wê tam rûnê min ew û zilamê wê anîn gel hev û min got:

- Yadê divê hatina me were bîra we. Di filan salê de em filan û filan heval bi hev re dihatin.

Yadê got:

- Baþ e, ka nîþaneyekê bêje ku baweriya min rûnê.

Nîþaneya di navbera me û Yadê de, bîranînên me û ew cihê veþartî yê yadê ji me re çêkiribû bû. Min du sê bîranîn gotin û pê re got:

- Yadê, li salonê kulekek te heye, mirov dema kevirê li ber radike, dikare tê re derbasî qatê jorê bibe û li wê derê xurfeya te ji me re veqetandibû heye.

Dema min wiha got, rondik bi çevên Yadê ketin û xwe avêt stuyê min û got:

- Kurê min li min biborîne. Ev bûn deh sal ku hûn çûn û nehatin. Yadê xwe bi gorî we bike. Piþtî we gelek caran kesên cilên we li xwe kiribûn hatin mala min û xwestin ez nan û xwarinê bidim wana. Lê min tê derxistin ku ew ne ji we ne û zilamê dewletê ne. Ez dayika we me; wele min ew di deriyê hewþê re jî derbas nekirine. Lê yê we, ez ji dengê te ketim þikê û ji bo wê min hûn anîn hundir. Dê ka rûnên ez ji we re xwarinê bînim, niha hûn birçî ne, ji niyaza qure qura zikê we ye.

Di wê bêhnê de zilamê wê bi ser de rabû û got:

- Ma çawa te ew nas nekir. Bi vî çavê xwe yê nabîne, dema min dengê wî bihîst, min got bixwedê ez vî dengî dinasim. De ka wer xwarziyê, li kêleka min rûnê û ji min re qala xwe bike. Tu li ku bû, hûn çi dikin, heval çawa ne?

Yadê ket navberê û bersiva wî bi tundî da, got:

- Zarokan rehet berde. Ma tu nabînî çiqasî westiyane. Bihêle bila rehet gezek nan bixwin.

Pey re derket derve ku xwarinê bîne û em jî li gel mamo rûniþtin û me qala bîranînên berya deh salan kir…

 

***

 

Piþtî xwarin û vexwarinê ji xwe dîkên berbangê dest bi bangdanê kiribûn û êdî em nikarîbûn li odeyê bimînin. Yadê di kuna veþartî re em derbasî odeya me ya kevin kir û got:

- Li vê derê dilrehet bin. Ger kesek bi hatina we nehisiyabe, bi saya xwedê tiþtek naqewime. Ger dijmin were ber derî jî hûn xwe tev nedin. Kes vê odê nizane û zû bi zû bi ser venabe, ji ber ku deriyê wê tineye. Roja hûn çûne çawa bû, min dest nedayê. Min got bîranîna hevalan e, ez xera nakim; wê rojekê heval werin û pê hewce bibin. Dema min zêde bêriya we dikir dihatim vê derê û bêhna we dihat min, pê bêhna min dihat ber min. Niha ji xwe re têr razên. Dema hûn hiþyar bûn, ezê xwarina we bînim û ji min re qala xwe bikin.

Me xwesteka Yadê bi tewandina serê xwe pejirand û Yadê derket derve. Piþtî derketina wê Egîd anî bîra me bê kurê wê yê ji zîndanê derketiye gelo li ku ye? Ji ber ku li odeyê tenê zilamê wê yê çavkor û kurê wê yê naþî yê di xew de hebû. Me jî bi zanistî nexwestibû wî hiþyar bikin. Lê Remezan ne li malê bû. Egîd got:

-Wele dilê min dike kurpe kurp. Ya ku Remezan were û biçe îxbariya me bike? Ya ku Yadê kurê xwe rêke bajêr, gilî li me bike? Wê demê di vê odeya teng de emê çi bikin?

Doxan zêdetir bê deng dima û li me guhdarî dikir. Ji ber ku þervanekî nû bû, zêde nêrîn û hestên xwe diyar nedikirin. Lê li hemberî gazincên Egîd vê carê ji ber min ve bersiv da û got:

- Ma ne ku em çûbana çolê, niha ji mêj ve þivan û gavanan em dîtibûn û dîsa wê biba kurpe kurpa dilê me. Hema li vê derê ku gilî li me bikin jî, emê zanibin kê giliyê me kiriye. Li çolê emê wê jî nizanibin…

Êdî Egîd dengê xwe nekir û me serê xwe danî ser balgîfan. Dema em bi teqûreqa sêniyên xwarinê veciniqîn û me çavê xwe vekir, dît ku kurê Yadê yê naþî ji me re sifreyek ser tije xwarin aniye û li ber me rawestiyaye, dilê wî nagre me hiþyar bike. Ez rabûm û xêrhatin li me kir. Di wê bêhnê de Yadê jî bi þerbikê avê hat hundir û em tev li derûdora sifrê rûniþtin û me dest bi xwarinê kir. Yadê û kurê wê ji sedema rojiyê tiþtek nexwarin, lê dîsa jî ji hesreta dîtina me re li kêleka me rûniþtin. Piþtî xwarinê me rojên kevin anîn bîra xwe û Yadê bi xwe re bir rojên berya 12ê Îlonê. Yadê herî zêde qala hevalê Ekber ku li gundê wana bijîjk bû kir û pirsî bê li ku ye. Dema min got, þehîd ketiye, di cih de dilê wê qurmiçî û rondik ji ber xwe ve herikîn xwarê…

Piþtî xwarinê me ji Yadê pirsî bê çawa emê bikaribin derbasî milê Hezexê bibin û kî dikare me bibe. Wê demê Yadê got:

- Bila Remezanê min were. Ew dikare we bibe gundê Ba… Li wê derê merivên me hene. Ew ji van tiþtan re þareza ne. Li vî gundê me baweriya xwe bi kesî neynin. Gund ne ew gundê berê hûn dihatinê ye. Wê demê hûn bi hêz bûn û xov ji we dikirin yên ne hevalê we jî deriyê xwe ji we re vedikirin. Lê niha ne wiha ye. Zanibin hûn li vir in, di wê bêhnê de wê biçin bajêr û leþkeran bînin ser ruhê we.

Di wê bêhnê de keþeyê gund ê li dêrê dima hat bîra min û min ji Yadê pirsa wî kir. Yadê kesereke kûr veda û got:

- Dema hûn li vir bûn, gundî ji tirsa we re newêrîbûn li siya wî binêrin. Tu dizanî ku berya we, zarok li kolanan bi pey diketin û rebeno newêrîbû derkeve derve. Piþt re hûn hatin, we qiymet dayê û gundiyan jî ji bo xatirê we qiymetê wî girtin. Lê piþtî hûn çûn û her roj leþker hatin gund, giliyê wî li ber dewletê kirin û gotin ku her roj heval li mala wî bûn û pê re dixwarin û vedixwarin. Li ser vê yekê leþkeran ew girtin û lê dan. Piþtî ew berdan jî kilît li deriyê dêrê xist û çû. Digotin çûye welatê Elmanan… Min got ya, ev gund êdî ji we re nabe!

 

***

Piþtî esir me kurê Yadê yê Naþî rêkir ku bang li Remezan bike, lê me baþ tembî lê kir dê heta wî neyne gel me qala me jê re neke. Kurik gotina me erê kir û derket. Ber êvarî jî bi birayê xwe yê mezin re ket hundirê odê. Remezan dema çav li me ket mat ma. Bawer nedikir ku me bibîne. Bêhnekê em li hev rûniþtin û me him qala rojên kevin kir û him qala derketina wî û zîndanê kir. Piþt re me bi hev re þîv xwar, xatirêxwe ji Yadê, zilamê wê û kurê wê xwest û bi ketina tarîka þevê re em ji malê derketin. Dema em gihiþtin gunê Ba… peþkên baranê dest pê kirin, lê zêde nedomiyan. Em li kêleka gund rawestiyan û Remezan çû malek ji yê mirovên xwe. Neptî bi zilamekî re derket û hat ber siya dîwêr gel me. Zilam xêrhatin li me kir û got ku aliyê em dixwain pê ve biçin dinase, bes bi þev tê re neçûye. Ji bo wê divê birayê xwe û kurmamê xwe jî bi xwe re bîne ku her sê alîkarî bidin hev û rê derxînin.

Zêdebûna hijmarê wê ji me re biba giraniyek, lê em di cihekî wiha teng de û bê rêzan mabûn ku, ji pêwîstî me pejirand û rê dayê ku vegere malê û xwe amade bikin. Heta ew çû û bi bira û pismamê xwe re vegeriya Remezan li gel me li ber siya dîwêr ma. Piþtî ku ew hatin, me xatir ji hev xwest, ew vegeriya gundê xwe gel Ydê û em bi rê ketin. Hîn me gund derbas nekiribû ku ji rêzanên me yekî got:

- Heval rêka hûn dibêjin gelekî dûr e û li pêþiya me qereqola dijmin heye. Hûn jî dereng man. Dixwazin îþev li gel me bimînin û þeveke din em hê zûtir bi rêkevin ku bikaribin qut bikin.

Min ji gundiyên din pirsî, wan jî diyar kirin ku rêk pirr dûr e û di þevekê de emê nikaribin qut bikin. Lê bi rastî baweriya min ne li wana û ne li gotina wana nerûniþt û ger ne ji pêwîstî ba ti caran ne alîgirê mana li gund bûm. Niha jî pêwîstiyeke wiha tine bû. Min got:

- Baþ e, derveyî mana li gund ji bo em bi lez biçin, çi fikra we heye? Hûn dibêjin em çi bikin?

Wê demê rêzanê gotibû em nikarin bigihên got:

- Heval dolmîþa muxtêr heye. Ger ew me bi dolmîþê bibe heta nêzî qereqolê, emê bikaribin xwe bigihînin rêka we qut bikin.

Ez di ber xwe de ponijîm û sed tiþtî bi hev re êrîþî hiþ û ramana min kir. Carekê em ketibûn nava serguzeþtiyekê û divîbû em vê rêveçûnê tevî hemû astengiyan heta ji dest me were kêmxisar bi dawî bikin. Ji ber ku dema me pir bi sînor bû û me rêk nedinasî divîbû em hemû guman û pêþniyaran bidin ber çav, binirxînin û wiha rêka xwe bidomînin. Me ne ev gund nas dikir, ne muxtar û ne rewþa wî. Ji aliyekî ve jî hat hiþê min ku dibe ev rêzanên me û mala muxtar di navbera wan de nakokî hene û dixwazin wî jî bikin hevparê î karê bi me re dikin. Ji milekî ve jî pêþniyara wana bi me maqûl hat. Dawî me biryar da û min got:

- Ka mala muxtar þanî me bidin.

Ji ber ku baranê pitkên xwe girstir kiribû, derfeta me ya borandina demê tine bû. Em hatin ber deriyê muxtar û me dît ku wa ye dolmîþa wî li wê derê rawestiya ye. Min heval li ber derî wekî zêrevan hiþtin û deriyê salonê dehfand. Dema ketim odê, min dît ku du zilam li hev rûniþtine texmek pere danîne ber xwe û dijmêrin. Dema çav li min û çeka di dest min de ketin mat man û nema dizanîbûn çi bikin. Ji bo ku tirs û xov li ser wana çênebe, yekser axiftim û min got:

- Bira, qet hewcw nake hûn xwe bitirsînin. Em heval in. pêwîstiya me bi erebeya we heye ku heta derekê hûn me bibin. Heqê we çiqase be, emê bidin. Êdî hûn dixwain bi xweþkarî bidin û hûn dixwazin em bi zorê bibin. Ji we re çawa baþ be wiha bikin.

Gotina min pirr kin û vekirî bû. Bi gotina min re xortekî ku di gumana min de muxtarê xwediyê dolmîþê bû, rabû ser xwe û di ber xwe de beþiþî û got:

- Wey, ma qey însaniyet miriye? Hûnê çima bi zorê bibin. Bila erebe qurbanî we be. Hûn ku derê dixwazin emê we bibin. Bes em pereyê we naxwazin. Ma ne eybe ku hûn qala heqê birinê dikin?

Bi rastî muxtar ya xwe bi ser a me xistibû. Ji ber ku ji wê derê bi tena xwe venegere, me destûr da ku þirîkê xwe jî bi xwe re bîne û em derketin derve. Dema em derketin me dît ku rêzanên me li holê nînin. Min ji hevalan pirsî ku rêzanên me çûne ku. Wê demê gotin ku ji bo muxtar bi wana nizanibe, xwe veþartine. Ji tirsa ku ji aliyê muxtar werin naskirin, nedixwestin bi me re werin.Wê demê ez çûm gel wana û min got:

- Bi kefiyên xwe ruyê xwe binixumînin û di rêza dawî de rûnên û neaxivin ku ji dengê we nenase.

Ev yek ket serê wan û wiha kirin. Piþtî em tev siwar bûn me rêk ji muxtar re got û dolmîþ hêdî bi hêdî ji gund derket. Heta ku lempeyên qereqola dijmin diyar kir û em qederekê nêzî wan bûn, muxtar erebe ajot. Li cihekî maqûl me erebe da rawestin, spasiyên xwe ji muxtar û þirîkê wî kirin û me ew paþ de vegerand. Rêzanên me ketin pêþiya me û em li derûdora qereqolê zîvirandin. Heta ku ronahiyên qereqolê nediyar bûn em meþiyan û piþt re em daketin newaleke fireh. Me newal qut kir û di ser girekî re em bi milê rastê ve qulipîn û bi gundekî têr ronahî re rû bi rû man. Min ji rêzanan pirsî bê navê vî gundî çi ye. Her sê li hev civiyan û gotin:

- Wele heval em nizanin, cara yekem e em vî gundî dibînin.gelek caran em di vir re çûne û hatine, ti caran me ev gund nedîtiye.

Li jêra gund lempeyên zerî zêde dibiriqînin hebûn. Ji wan lempeyan têgihiþtim ku li gund qereqol heye. Min ji rêzanan re got:

- Ma ne wa ye li gund qereqol heye. Li gorî ku qereqol heye, gundekî qedîm û navser e. ne mumkun e ku di du- sê mehan de hatibe damezirandin. Ka bînin bîra xwe bê kîjan gund e ku em rêka xwe li gorî wê bidomînin.

Her sê rêzan dîsa li hev civiyan û sond xwarin ku ti caran li ser vê rêkê ev gund nedîtine û gotin:

- Heval me qereqol li pey xwe hiþt û ev saetek e em jê dûr ketine. Heta em negihêjin gundê M… jî li ser rêka me ti qereqol nînin û gundê M…. jî li deþtê ye; ev der tev gir û çalik in. qe em cihekî wiha nanasin.

Em têgihiþtin ku me rêka xwe þaþ kiriye. Li ser vê yekê min berê xwe da gund ku ji malekê bipirsin bê ev kîjan gund e û rêka me li kîjan alî dimîne. Herçiqasî hevalên bi min re gotin ku ketina gund xeter e, lê derveyî wê jî ne çare hebû ne jî pêþniyarên wan.

Dawî me xwe nêzî gund kir û mala herî li serî ya ji gund kêmekî dûr hatiye avakirin me kir armanca xwe. Min heval hinekî li paþ ji bo ewlekariyê rawestandin û ez û rêzanek meþiyan ber derî. Me hêdî li derî da û em bi heyecan rawestiyan. Neptî dengê pîrekekê ji pey derî hat û pirsî bê di vê derengiya þevê de em kî ne?

Min dizanîbû ku ewlehiya malê li me nerûnê derî ji me re venake. Lê yekser me nikarîbû bigota em heval in jî, ji ber ku gundêqereqol tê de bû, niha tije cerdewan û sîxur jî bûn. Di wê dudiliyê de ji devê min derket ûmin got:

- Yadê em mêvan in. Me rêka xwe þaþ kir, em dixwazin bipirsin û derbas bibin. Em narûnên.

Bi gotina min re derî vebû û jineke girs derket ber derî. Çawa çav li min û çeka min ket bi lez li derûdora xwe nêrî û got:

- Qey we hiþê xwe xwariye birayê min; zû derbasî hewþê bibin, hê kesî we nedîtiye! û bi çepilê min girt û em kaþî hundir kirin. Pê re axaftina xwe domand û got:

- Qey xwedê ji we sitendiye, hûn hatine gundê tije qoricî û leþker. Ma hûn nahizirin ku bi we bihisin?

Wê demê me navê gund pirsî û em têgihiþtin ku qereqola em bi dolmîþê hatin û li dûrî lempeyên wê jê daketin qereqola vî gundî ye. Rêzanên me em li derûdora qereqolê zîvirandibûn û anîbûn gundê qereqol tê de. Dema navê gund bihîstin ew bi xwe jî mat man. Lê baþ bû ku mala me li deriyê wana dabû maleke welatparêz bû. Jina malê bi kinahî rewþa xwe anî ser ziman û wiha vegot:

- Kes zilam li mala me nînin, yan na minê daba pêþiya we û heta cihê we dixwest bi we re rêkiriba. Li Nisêbînê mirovekî me ji aliyê bênamûsê sofîkan hat kuþtin û mêrê min çû taziyê. Ez tenê me. Lê dîsa jî ezê bi we re werim heta derveyî gund we deynim ser rêkê û êdî hûnê bikaribin biçin. Rêkê bernedin heta gundek derdikeve pêþiya we. Li wî gundî cerdewan nînin û dostên we gelek in. Hûn li deriyê kê bidin wê alîkariya we bikin.

Me spasiyên xwe jê re kirin. Di wê navberê de hinek nan û pêxwarinî ji me re amade kir û xwe pêça, sola xwe xist piyê xwe û derket derve, da pêþiya me. Bi wî laþê xwe yê girs wiha þidyayî û bi xwestek dimeþiya ku di dilê me de cihekî nyê jibîrkirin girt û pirr kêfa me jê re hat, me jê wêr û coþ girt. Em li derûdora gund qasî nîvhîvekê zîvirandin û anî ser rêyeke diyar a di navbera gundan de. Li ser rêkê rawestiya û berê xwe da milê rojhilat û got:

- Heval vê rêkê bernedin rasterast hûnê biçin gundê ku hûn li kîjan deriyî bixin wê ji we re vekin û alîkariyê bidin we. Ezê bi we re hatibama lê ez li malê tenê me û gund tev edûyê me ne. Tirsa min ji wana nîne, lê bênamûs in, dikarin sed xerabiyan bikin.

Me gelek spasiyên xwe jê re kirin û em jê veqetiyan. Ew vegeriya mala xwe û rêzanên me ketin pêþiya me û me ji nû ve rêka xwe domand. Ji xwe dema em hatibûn ser rêkê, rêzanan gotin ku êdî wê rê þaþ nekin û bikaribin niþopînin. Lê bêhnekê em meþiyan þûn re li pêþiya me ne rêk ma û ne rêçik. Min ji rêzanan pirsî bê çi bi rêkê hat. Gotin:

- Heval baran dibare, ji ber wê rêk diyar nake, lê em li ser rêkê ne.

Min dizanîbû ku cardin em ji rêkêderketine, lê tiþtekî em bikin tine bû. Texma gund a jina þidyayî þanî me dabû hê li ber çavê min bû û ji ber ku em bi wî milî ve diçûn min nekir xem.

Em bêhnekê meþiyan þûn re em li hinek malan rast hatin. Ji ber ku hijmara malan kêm bû nediþibiya gund. Jina em danîbûn ser rêkê qala gundekî mezin kiribû. Min ji rêzanan pirsî bê ev kîjan gund e. dîsa sond xwarin ku bi dehê carab di vir re derbas bûne û ti caran ev mal li vê derê nedîtine. Li ser vê yekê me xwe nêzî malekê kir û li derî da. Zilamekî kumspî derket derve û bi çavên bêxewmayî li ber ronahiya hezhezî ya çiraya di dest de li me nêrî. Dema çav li çeka me ket, xwe paþ de da û bi xov pirsî bê em kî ne:

Piþtî me xwe da nasîn, em bi germahî pêþwazî kirin û xwest em bibin mêvanê wî. Lê me got ku divê em rêka xwe bidomînin û me navê gundê jina þidyayî ji me re salix dabû pirsî. Em têgihiþtin ku rêzanên me dîsa rê þaþ kirine. Xwediyê malê bi me re derket derve û heta ziyareta gund meþiya. Ziyareta gund li ser girekî biçûk a li Bakurê gund bû. Li ziyaretê berê xwe da aliyê rojhilat û got:

- Heval gundê hûn qalê dikin li vî milî qasî meþa du çarîkan li pêþiya we ye. Hema vê texmê bernedin hûnê rast bikevin nava gund. Ezê bi we re hatibama, lê ez meleyê gund im. Gundî tev bi rojî ne ku siorê wana hiþyar nekim wê bi min bihisin û ne baþ e.

Me spasiyên xwe ji wî re jî kirin û careke din rêzanên me ketin pêþyê, me da pey wana û em meþiyan. Di vê navberê de baran rawestiya bû û derûdor hinekî ronî bibû. Vê carê rêzanên me rê þaþ nekirin û bi rastî qasî du çarîkan em meþiyan þûn re bi carekê re me xwe di nava gundekî de û li ber deriyê malekê dît. Pirahiya gundiyan çirayên xwe vemirandibûn û derbasî nava nivînan bibûn. Tenê çend çirayên kêmronahî diyar dikirin. Me berê xwe da þibakeyeke çirayeke tenik tê re xwe vedize derve û me li derî da. Bi vebûna derî reem tev mat man û me westandina xwe jibîr kir.

Derî ji aliyê keçeke çardeh-pazdeh salî ve vebibû û pê re sê çar zarokên temenên wan jê biçûktir ku li pey hev rêz dibin hatin ber derî û çawa çav li me ketin, tevan bi hev re êrîþî ser me kirin û xwe avêtin stuyê me û em maç kirin. Em wiha di cihê xwe de req man. Li gelek malan gelek caran em bi kêfxweþî hatibûn pêþwazîkirin, lê qasî vê malê bi germahî kesî em pêþwazî nekiribûn. Ne me gund nas dikir, ne mal û ne jî zarok û malî. Lê dîsa jî çawa çav li me ketibûn wiha bi germahî xwe avêtibûn stuyê me ku yê nizanibe wê bigota qey bi salan e bi þev û roj em li mala wana mane.

Em derbasî salonê bûn û pê re keça ciwan bi coþ deng li hundir kir û got:

- Bavo, heval hatine, heval!

Zarokê biçûk bi destê me girtin û em li pey xwe kiþandin odeya bavê wan lê rûniþtiye. Ji kêf û coþ û kaþkirina zarokan me derfet nedît ku em li derûdora xwe binêrin. Bi kotekî me solên xwe derxistin û em derbasî odê bûn. Baþ bû ku hê li derve min ji hevalê Doxan û rêzanên gundî re gotibû; ‘hûn li derve rawestin bila xwediyê malê we nebîne ku nas neke’. Bi vê sedemê ew li derve mabûn û zarokan ew nedîtibûn. Ez û hevalê Egîdê ji Rojavayê Baþûr em derbasî hundir bûn. Ji xwe Egîd bi coþa zarokan re bibû zarok û di cih de di nava koma wan de rûniþt û bi wana re dest bi sihbetê kir. Egîd hevalekî wiha hestedar bû ku dema li Omeriyan dihat raserî qelaçê li deþta Baþûr dinêre, berê xwe dida Qamiþlo û bêhneke kûr dikiþand, digot: “Heval tu dibînî bê bêhneke çiqasî xweþ tê!?”

Di rastiyê de ti ba nediliviya û ti bêhn nedihat û zêdetir cihê lê rawestiyabû sergoyê gund bû. Lê Qamiþlo welatê wî bû û dema berê xwe dida wir û çavên xwe digirtin, bi rastî jî bêhna xaka wî dihat ber pozê wî û hestên wî difûrandin. Ji ber ku min ev taybetmendiya wî dizanîbû, her dema em dihatin gundê X…. di rabûnê de min ew dianî kevandeya qelêç û rê dida ku hesreta xwe ya cih û warê xwe biborîne. Ew jî bi vê yekê kêfxweþ dibû û digot:

- Vê carê jî min bêhna Qamiþlo kiþand hinava xwe, heta þeþ mehên din dikarim þer bikim!

Bi vê gotina xwe him ew dikeniya, him em pê dikeniyan û wiha kêfxweþ em derbasî ser karê xwe dibûn. Piþtî çend salên din dema min bihîst ku li gundekî li derûdora Hezexê dijmin dor lê pêçaye û bi berxwedaneke mezin piþtî þerekî dijwar banga teslîmkariya dijmin nepejirandiye û bombe bi xwe de teqandiye, her ew demên li kevandeyê radiwestiya, berê xwe dida Qamiþlo û bêhna ji warê wan -a sînga dayika xwe- dikiþand kûrahiya kezeba xwe, li ber çavê min daliqandî ma…

Egîd di wê bêhnê de bi zarokan re bibû dost ku tu bi kerbetanê nikarî wana ji hev veqetînî. Ez jî li cem zilamê malê rûniþtim û min jê pirsî bê dikare me bibe heta cihekî yan na. Keça malê jî derket derve ku ji me re hinek xwarin amade bike.

Zilamê malê yekî bejindirêjî zeyif bû. Ji xwe bi hatina me re qet ji cihê xwe ranebibû û bi ketina me ya hundirû re min ferq kir ku aciz bû û di cih de madê wî tirþ bû. Bi wî mikûsê xwe yê daliqandiye zîvirî ser min û wekî bi min de xwe bixeyidîne got:

- Vê nîveþevê çi îþê we li ser van rêkan heye? Hûn li çi xwe digerin? Li gorî hûn rêkan nas nakin, çi îþ û karê we li van deran heye? Ne ez dikarim bikevim pêþiya we û ne jî vê þilî û piliyê dikarim we bi derekê ve bibim.

Ji aliyekî ve heqê mêrik hebû ku wiha gazincan bike. Lê rewþa me jî taybet bû. Em ji herêmekê derbasî herêmeke din dibûn. Tevî ku sê rêzan bi me re bûn, þev li wana geriyabû û êdî rêka dinasîn jî þaþ kiribûn. Þevlêgerîn tiþtekî pirr xerab bû. Dema þev li mirov digere rêka nîv saetê li mirov dibe tevahiya þevê; mirov her li derûdora xwe dizîvire û qet nikare bikeve ser rêka xwe. Rêzanên me jî wiha li wana hatibû û êdî xêr ji wana nedihat. Ew bi roj di van rêkan re çûbûn û hatibûn. Diyar e bi þev ti caran nemeþiyabûn. Ji bo vê dema em ji dolmîþê daketin û carekê rêk winda kirin, êdî þev li wana geriya û heta li wana neba sibe nikarîbûn derûdor nas bikrana. Em jî cara yekem dihatin vê herêmê û me ne herêm ne têkilî, ne jî rêk dinasîn. Bi vê sedemê pêwîstiya me bi rêzanekî nû hebû.

Dema me ev rewþa xwe ji zilamê malê re got, min nêrî ku bi carekê re xwîn hat ser mikûsê wî û çavên wî biriqîn. Vegeriya ser min û got:

- Ezê vê carê bikevim pêþiya we, we bibim cihê we lê careke din rêka hûn nizanibin dernekevin ser. Bila ev ji we re bibe ders.

Me got, ‘Baþ e’ û me pejirand. Tevî ku keça wî li ber bavê xwe da ku em hinek xwarìn bixwin rê neda û got:

- Dereng e, keça min, incax em bigihên cihê dibêjin. Ka çakêtê min bîn em bi rê kevin.

Keça wî nedixwest em biçin. Dema em bi hev re derketin ber derî min jê pirsî bê hevalan ji ku dinasin ku wiha bi germahî em pêþwazî kirin. Keça ciwan got:

- Wîîî heval, ma ne berya bavê min were girtin heval her roj þevûroj di mala me de bûn. Lê piþtî bavê min hat berdan yek heval nehatiye. Ji xwe me digot qey heval ji me xeyidî ne. Hûnê dîsa werin ne?

Min jê re got ku em ne yê vê herêmê ne, lê emê hevalên vê herêmê bibînin û tembiyê li wana bikin ku werin serdana wana. Me xatirê xwe ji zarokan xwest û derketin derve ketin ser rê. Zilamê malê dema çav li hevalên din ket, di ber xwe de got:

- Maþele, hûn jî birek hene! Baþ e, baþ e… Yek, du, sê serî… Kê ji we re got rêka hûn nas nekin derkevin ser!?

Pey re vegeriya ser gundiyên rêzan û got:

- Hûn çawa rêzan in; rêka hûn nas nakin çawa berê xwe didinê?

Li hêviya bersiva wan nerawestiya û ket ser rêkê. Me tevan da pey û em meþiyan. Lê peyva keça wî ya gotibû, ‘Qasî bavê min ji hepsê hatiye berdan heval nehatine mala me’, di hundirê guhê min de dipengizî û zor dida mejiyê min. Min baþ dizanîbû ku kêmasiyeke wî tinebaya, hevalan ev zarokên wiha dilxwaz û hezkarên me bê serdan nedihiþtin. Lê gelo sedema sernedana wan çi bû?

 

***

 

Bi derketina me ya ji gund re, baranê careke din destpê kir û her ku çû þidand. Dema em li malê bûn min ji zilamê malê Evdil...  pirsîbû bê emê di çiqasî de bigihêjin qonaxa xwe, wî jî diyar kiribû ku nîv saet, herî zêde saetek. Ji sibê re hîn sê-çar saet hebûn. Wê demê emê berya dinya ronî bibe bigihiþtana cihê xwe û ger pirsgirêkek cudatir derneketa, me yê bikarîba xwe hilgirta saxlemiyê.

Bi hatina baranê re derûdor jî ewqasî tarî bibû ku bi kotekî me hev didît û diþopand. Evdil...  li pêþ, her sê rêzanên gundî bi wî re û em sê heval li pey wan wiha dimeþiyan ku carekê li dûr ronahiyek zerî tûj diyar kir. Ronahî li milê me yê rastê, aliyê Baþûr diket. Me dizanîbû ku cihê ew ronahî lê be, yan qereqol yan warekî din ê dijmin lê hebû. Lê pirr dûrî me bû û çepî rêka me diket. Ji bo wê me zêde ne kir xem. Ji xwe li gorî gotina Evdil...  divîbû rêka me hindik maba. Wî gotibû, ‘nîv saet, herî zêde saetek’. Ev zêdeyî saetekê bû ku em dimeþiyan. Ji ber ku baran dibariya û erd bibû herî meþa me giran bibû. Ji bo vê bila di saetûnîvekê de em bigihiþtana cihê xwe. Min di bin kefiya xwe de pêlî lempeya saeta xwe kir û lê nêrî. Saet yek û nîvê þevê bû. Dema em ji mala Evdil...  derketin min li saetê nêrîbû û diwazdeh û çarîkek bû. Li gorî vê herî dereng çarîkeke din divê em bigihiþtana cihê xwe.

Di nava van hesaban de ez him dimeþiyam û him diponijîm ku carekê min nêrî berê me ketiye aliyê ronahiya zerî tûj. Wiha hizirîm ku rêk ketiye zîvironekekê û ji bo wê ronahî hatiye pêþberî me; bêhneke din wê zîvironek bi dawî bibe û dîsa berê me jê were guhertin. Lê em çiqasî meþiyan, berê rêka me nehat guhertin û her ronahiya zer li pêþiya me daliqandî terisî. Dema min ferq kir ku her em dimeþin nêzî ronahiyê dibin, min bang li hevalê Egîd kir û jê pirsî bê em bi ku ve diçin. Egîd got:

- Wele ez nizanim. Evdil...  dimeþe, me jî daye pey wî û em diçin.

Ji xwe Evdil...  û gundiyên pê re nerawestiyabûn û hê dimeþiyan. Min hevalê Egîd rêkir ku wana rawestîne û bipirse bê em çima negihiþtine qonaxa xwe û em bi ku ve diçin. Egîd çû û gundî dan rawestandin. Dema ez gihiþtim wana hê di nava xwe de diaxiftin. Egîd got:

- Evdil...  dibêje ku rêk dizîvire, bêhneke din wê berê wana ji lempê çep bikeve.

Min bawer nekir û hevalê Egîd xewle kir, jê re got ku li gel Evdil...  bimeþe û ger bêhneke din rêka xwe neguhert wî rawestîne. Careke din Evdil...  ket ser rêkê û em rêz bûn meþiyan. Ji xwe gundiyên din wiha þev li wana geriya bûn ku nema dizanîbûn li ku ne û bi ku ve diçin. Yekî ji me jî ev derdor bi çavan nedîtibû. Êdî mabû em û hîsên xwe û bextê Evdil... .

Baranê wiha zêde kiribû ku êdî nema me ber xwe didît û bi çavkorî em li pey hev diherikîn. Carcaran kevirekî reþ ê dinava tarîtiya þevê de dihat ber me û em lê dipekiyan ku me xwe negirta emê bi dev û rev ve biçûna erdê. Car caran çaleke miþtî av dihat pêþiya me ku bi carekê re wekî mirov ji kevandeyekê bikeve, lingê me dadiket hundirê wê û kaba me difisiya. Rewþa me ne ti rewþ bû, lê em pêwîst bûn rêka xwe bidomînin. Ji bo vê bi hemû vîna xwe me li ber xwe dida û lingê xwe radikir û datanî. Ji xwe baranê êdî di pehniya me re dida der, lê ji ber ku em her di nava liv û tevgerê de bûn, laþê me germ bû û zorî nedida me. Wiha bêhneke din em meþiyan. Carcaran berê me ji lempeya zer dihat guhertin û carcaran dîsa diket lempeya zer. Lê her ku diçû ronahiya wê mezintir û nêztir dibû. Dawî þik û gumana di dilê min de serî hilda û min bang li hevalê Egîd kir ku rawestin. Hevalê Egîd gundî û Evdil...  da rawestin û ez gihiþtim wana. Çawa ez gihiþtim wana, min bang li wan kir û min got:

- Ma hûn nabînin ku ev zêdeyî saetekê ye em her ber bi ronahiya qereqolê ve dimeþin?

Evdil...  berya gundî û hevalan bersiv da û got:

- Bavo em naçin qereqolê metirse. Li pêþiya me hinek þikeft hene emê biçin wê derê. Emê îþev li wir bimînin.

Dema Evdil...  wiha got, xwîn pijiqî serê min û cênîka min êþiya. Di cih de ez bi ser de teqiyam û min got:

- Kê ji te re gotiye ku me bibe þikeftê? Ma me ji te re negot tê me bibî gundê …?

Evdil...  ji min zêdetir xwe hêrs kir û got:

- Ma tu nizanî ku vê baran û þiliyê, di vê tariyê de, em deh saetan bimeþin jî nikarin bigihêjin qonaxa tu dibêjî? Emê îþev biçin þikeftan. wê sibehê pezê me were wê derê. Hûn ji xwe re xew bikin, vehisin. Ezê vegerim malê ji we re av û xwarinê bînim û bi pez re werim. Êvarî jî emê bikevin ser rêkê û di nîv saetê de ezê we bigihînim qonaxa we.

Egîd got:

- Li gorî nîv saet rêk maye, çima em niha naçin û emê rojekê li vê çolê biborînin?

Evdil...  dîsa xwe hêrsand û got:

- Heval ma vê þevreþê emê çawa bimeþin? Êdî teqata meþê bi me re nema. Hûn jî helak bûn. Ev gundî jî perîþan bûn. Þikeft germ e, xweþ e. Mirov dikare tê de agir jî dade û ji derekê ve diyar nake. Ezê ji we re av û xwarinê bînim. Hûnê têr razên. Sibe êvarî jî ezê we bigihînim cihê we. Ma hûn hê çi dixwazin.

Çiqasî me hewl da ku Evdil...  wekî xwe neke û rêka em dixwazin bidomîne, ji ser a xwe daneket xwarê û her got:

-Wele heval vê tariyê ez tenê dikarim rêka þikeftê derxînim, wekî din gavekê jî rê dernaxînim. Ji xwe bi rojî me û divê siorê li malê bim ku gezek nan bixwim. Sibê jî ji we re nan û avê bînim û werim gel we…

Min nêrî ku xêr ji Evdil… jî nayê û niyeta wî jî ne pak e. Em di nava deþteke wiha de mabûn ku wekî mirov di nava behrekê de bi tena xwe bimîne. Min li kîjan alî dinêrî, behreke reþ û tarî û wekî kefa dest rast zêdetir tiþtek diyar nedikir. Êdî baweriya me li Evdil… nedihat, lê emê bi ku ve biçana?

Dawî min gundiyên rêzan û heval ji Evdil… cuda kirin û min ji wana re got ku baweriya min bi vî zilamî nayê û divê em li van deran xwe bi cih bikin, heta bibe sibe û em ji xwe re li rêyeke din binêrin. Gundiyan diyar kirin ku çavên wan jî ji Evdil... negirtine û nizanin çi bikin. Ji hevalan Doxan got:

- Çavê min jî jê negirt. Dema em ji gund derketin got herî zêde saetek rêk heye, ev sê saet me borand hê dibêje nîv saet maye. Tu çawa dihizirî ez jî bi te re.

Ma qanîkirina hevalê Egîd. Hevalê Egîd di nêrîna xwe de li ber xwe da û got:

- Em nikarin li nava vê deþtê rawestin. Qe nebe em biçin þikefta mêrik dibêje û ewlekariya xwe li wir bigrin. Ger em li vir bimînin, emê tine bibin!

Lê li gorî min mana li nava deþtê, ji çûna cihê Evdil... biecibîne baþtir bû. Ji ber ku cihê Evdil... cihekî diyar bû; dikarîbû li wê derê xayintiyekê bi me bike, lê li cihekî em bineqînin wê bi hêsanî nikarîba bikraya. Êdî baþ gumana min rûniþtibû ku Evdil... bi me re ne rast bû. Sedem çi bû min nizanî bû, lê gotinên keça wî qet ji guhê min dernediketin û her di navbera wir û mejiyê min de diçûn û dihatin!

Dawî me hevalê Egîd jî qanî kir ku em li wê derê bi cih bibin. Berya sed dused gavekê em di ber kavilê avahiyekê re derbas bibûn. Min ji hevalan re got ku em dikarin biçin wî kavilî û roja xwe li wir derbas bikin. Herî kêm ger kesek were çolê jî, heta neyê hundirê kavil, me nabîne û emê bikaribin xwe li wir biparêzin. Hevalan ji pêwîstî pejirandin û em berûvajî vegeriyan. Qasî sed-dused gav þûn re em gihiþtin kavil. Dîwarên wê nîv herifî, nîv li ser xwe bûn. Bayê bi baranê re dihat derbasî hundir nedibû û sê odeyên wê hebûn. Em derbasî odeya herî hundirû bûn û me çenteyên xwe danîn erdê. Me sê hevalan lîsteya xwe ya nobetê çêkir û min ji Evdil... û gundiyan re got ku divê kesek bê destûra me dernekeve derve û bi cihekî ve neçe. Dema min wiha got Evdil... xwe aciz kir û got:

- Divê ez vegrim malê. Zarok li malê tenê ne, sibê rojî ye!

Min got:

- Temam, bila derûdor ronî bibe, emê lê binêrin. Niha vehise. Heta sibê xwedê mezin e.

Evdil... di ber xwe de kir pinepin û ez rabûm derketim derve. Min ji hevalê Doxan re ku nobeta destpêkê ya wî bû got divê çavê wî li ser Evdil... be û nehêle bi cihekî ve biçe. Piþt re vegeriyam hundir û min serê xwe danî ser çenteyê xwe ku bêhnekê çavên xwe nerm bikim. Gundiyên din ji xwe ji mêj ve wekî sê meþkan li erdê dirêj kiribûn û xurminî bi ser pozê wan ketibû. Diyar e di tevahiya jiyana xwe de wekî vê þevê nemeþiyabûn, newestiyabûn û þev li wana negeriyabûn! Evdil... jî pala xwe dabû dîwêr û di ber xwe de dikir pite pit. Dema min mijankên xwe birin ser hev dengê wî yê digot: “Kê ji we re gotiye bê rêber û rêzan derkevin ser rê? Ma sûcê min e? We xwest hûn werin vê derê! Hûn li min rast hatin. Yek, du sê serî… Ma sûcê min e? Hûn nehatina mala min!...

Gotinên wî bi min balkêþ hatin, lê ewqasî westiyabûm ku min wate nedanê û hiþê min þîlo bû, laþê min xwe teslîmî xewê kir. Hê xew nû li min þêrîn bibû ku ez bi dengkirin û hejandina hevalê Doxan veciniqîm. Min got:

- Xêr e, çi diqewime?

Doxan di destê wî de çeka wî, bi çepilê Evdil... girtibû û got:

- Dixwest bireve, bi zorê gihiþtimê û min ew girt.

Min ji Evdil... pirsî, xwe hêrsand û got:

- Wele ne rast e. Ez derketim destavê. Ma derketina destavê jî qedexe ye? Ma em di bin xwe de bikin?

Li dengê me gundî jî veciniqîbûn û hiþyar bibûn. Êdî baweriya min bi tevahî ji Evdil... þikestî bû. Min heval û gundî tev li hev civandin û got:

-Ji bo ewlehiya me, divê kesek ji vir veneqete heta ku nebe êvar û em cardin nekevin ser rê. Baweriya min jî nema li Evdil... tê. Ka bê çi di dilê wî û serê wî de ye ez nizanim, lê ji niha û pê de ew girtî ye. Ger ji cihê xwe bilive, dest û lingê wî girê bidin. Ger bazde hûn dikarin lê jî bidin. Heta êvarî kesek ji vir bi cihekî ve nalive.

Dema min wiha got, Evdil… teqiya û got:

- Wele ezê giliyê te li ber hevalan bikim. Tu kî yî ku dest û lingên min girê didî û min li vir digrî. Bi salan min heval di mala xwe de xwedî kirine. Min bi sedan heval dîtine. Kesek wekî te wiha hiþk û nezan min nedîtiye. Ma min got ez bikevim pêþiya we. Hûn bi xwe hatin ber lingên min. Ger ez giliyê te li ber hevalan nekim û heta cem serokatiyê navê te nebim, bila ji min re nebêjin Evdil…

Min got:

- Tu çi dikî tu azad î, bes îþev û sibe tu nikarî bi cihekî ve biçî, ewqas!

Ji xwe saeta nobeta hevalê Doxan tije bibû û dor a min bû. Dema Evdil... dît ku dora nobetê ya min e, hêviya xwe ji revê qut kir û pala xwe da dîwêr, dest bi xewê kir. Heval û gundiyên din jî careke din çavên xwe birin ser xewê. Bêhneke din baran rawestiya û pê re dinya zelilî… Ji ber ku xew li min herimî bû û bi hezaran hizrên xerab êrîþî ser mejiyê min dikirin, min nobet dewrî hevalê Egîd nekir û li hêviya derketina rojê mam.

 

***

Bi zelalbûna derûdorê re çûm ber dîwarê kavil û min derûdor þopand heta ku rojê serî da der û liv û tevgera tebayan destpê kir. Ji xwe bi zelalbûna dinyê re baran rawestiyabû û cihê xwe dabû bayekî sar. Lê ba ji odeya destpêkê ya kavil derbasî hundir nedibû. Piþtî ku dinya tam vebû êdî dilê min rûniþt ku di çolterê de, herî kêm li derûdora me û li nêzî me leþkerên dijmin nînin û ez hatim min gundî û heval hiþyar kirin. Evdil... bi hiþyarbûnê re dest bi pitepitê kir û xwest ku derkeve derve destavê bigre, ji bo bikaribe nimêj bike. Lê gundiyên din berya me dest avêtinê û nehiþtin derkeve. Êdî bi çevên sorbûyî û xedar li me dinêrî û di ber xwe de digot:

- Kuro vana kafir in law. Wele hûn ne heval in. Nahêlin em derkevin destavê jî. Ez di hepsa tirkan de mam min zilmekî wiha nedît law. Ev hûn çi însan in. Ku heta cem hevalê Zi… giliyê we nekim hûnê bibînin.

Êdî em tev bi gotinên Evdil... dikeniyan û me dizanîbû ku mirovekî ne saxlem e. Lê ji aliyê din ve li mala wî em bibûn þahid ku maleke welatparêz û têkiliya hevalan bû. Zarokên wî ewqasî bi hevalan ve girêdayî bûn ku, tenê ji bo xatirê wan jî be dilê me rê nedida ku em tedbîrên hiþktir li hemberî Evdil... bigrin. Lê di rastiyê de divîbû em dest û lingê wî girê bidin ku ji xafiltiyeke me sûd negre û nereve. Ji ber ku hema deriyê kavil derbas bikraya, ne em dikarîbûn bi pey de biçûna û ne jî me karîbû gule li pey biteqanda!

Wiha di wê rewþê de em li hêviya hatina êvarî man. Kêmek nan û pêxwariniya me ya hebû me derxist û danî ber gundiyan. Lê ne Evdil..., ne gundiyên din nexwarin û gotin ku ew nikarin rojekê ji rojiya xwe biþkînin. Ji xwe li gorî Evdil... em kafir bûn û xwarina destê me heram bû. Herçiqasî me jê re got ku ev xwarin a mala wî ye, keça wî amade kiriye, dîsa jî ji ser gotina xwe daneket.

Derûdora nîvro bi dengê pez û fîkandina þivanekî em tev veciniqîn. Pez hat derûdora kavil û þivan rasterast berê xwe da hundir. Me tevan xwe da aliyekî ku bê hudir jî me nebîne û vegere. Em wiha hizirîn ku ji bo xwe ji bayê kurr biparêze, yan hinekî germ bike tê hundir û derbasî tevahiya odeyan nabe. Ji ber ku zarokekî neh deh salî bû, zêde tirs ji me re çênebû, lê me nexwest me bibîne.

Þivan derbasî hudirê kavil bû û rasterast berê xwe da odeya em tê de ne. Dema hat hundir silav li me kir û bi ken got:

- Wele çawa li derve min þopa solên we dît, min fêm kir ku hûn li vir in û min got ez hevalan bibînim.

Êdî ne tiþtekî em veþêrin, ne jî ewlekariyeke em li hemberê bigrin mabû. Me ew da rûniþtin û jê pirsî bê ji kîjan gundî ye û me ji ku dinase. Þivan tevî zarok bû, diyar e zarokekî þareza bû û bi rastî heval dîtibûn. Navê gundê xwe got û piþt re rabû ser xwe û got:

- Heval hûn netirsin, ezê heta êvarî li derûdorê bim û pezê xwe ji vir dûr negrim. Ezê çavdêriyê li we bikim. Ger min dît leþker yan qoricî diyar bûn ezê bifikînim û hûnê zanibin ku xetarî heye. Dema min da fîtkan hûn zanibin ku hinek tên, lê bi izna xwedê tiþtek nabe.

Ev hiþmendiya þivên wekî tasek ava sar biherike nava me wiha dilême hênik kir. Baweriya me di cih de lê rûniþtibû û ji aliyekî ve me bixwesta jî nikarîbû ew li gel xwe bigirta. Me ew bigirta jî nikarîbû pezê wî tev anîba hundirê kavil û heps bikraya. Tiþta baþ ew bû ku em baweriya xwe pê bînin û çavdêriya wî bipejirînin. Me jî wiha kir. Zarok derket derve û bi rastî wekî got pezê xwe heta ber destê êvarî her li derûdora kavil bir û anî. Dema bû êvar û sî ket ser dinyê êdî dema vegera wî ya gund û birêketina me bû. Þivan hat gel me û me jê rêka gundê em biçinê pirsî. Em bi hev re derketin derveyî kavil û bi destê xwe aliyê Rohilat þanî me da û got:

- Heval hûn wî gundê diyar dike dibînin? Hûnê biçin wir, li jêra wî, li milê rastê gundê hûn dibêjin wê diyar bike. Hewce nake hûn ji kesekî bipirsin. Dema hûn gihiþtin wir, berê xwe bizîvirînin xwarê wê gund ji ber xwe diyar bike. Ger ne ji pez ba ezê bi we re hatibama. Lê hûn dixwazin em bi hev re biçin malê, ez pez bigihînim gund, ji dayika xwe re bêjim û bi we re werim. Ez rêkê dinasim.

Li hemberî dilsoziya þivanê neh-deh salî em tev kêfxweþ bûn û me spasiya wî kir. Me ruyê hev maçî kir û berê wî da gund. Piþtî ew çû me her sê gundiyên rêzan jî rêkirin. Xatirê xwe û lêborîna xwe ji me xwestin û ketin ser rê ku biçin ser rêka ziftê û vegerin malên xwe. Her Evdil... xwest em wî berya herkesî berdin ku berya fitarê bigihêje malê, lê ji bo ewlehiya xwe û ya gundiyan me nepejirand. Heta ku gundî qederekê dûr ketin û nebedîl bûn þûn re me ew jî berda û em ketin ser rê, me berê xwe da gundê þivan þanî me dabû.

Gund him nêz bû û him jî hê dinya tarî nebibû. Ji ber vê em xweþ meþiyan ku hê dinya tarî nebûye em bikaribin gundê qonaxa me ye bibînin. Dema em gihiþtin ser girê nêzî gund me li xwarê nêrî û wekî þivan gotiye me dît ku gundê em dixwazin biçinê qasî neh deh werîsan dûrî me ye. Em li wir bêhnekê rawestiyan ku dinya hinekî tarî bibe, ji bo gundî nebînin em dikevin gund. Piþtî bêhnvedanê em rabûn û herikîn gund. Dema em gihiþtin gund hê nû reþ ketibû erdê û liv û tevgera di nava gund de didomiya. Li kolanê em li gundiyekî rast hatin û me jê mala meleyê gund pirsî. Gundî ket pêþiya me û em anîn ber deriyê mele. Bang li hundir kir û mele derket derve. Dema çav li me ket em derbasî hundir kirin û got:

- Hûn li ku man? Li gorî gotina hevalan divê hûn þevê din bihatana!

Di wê bêhnê de hevalên em pêþwazî bikrana ji hundirê malê derketin û xêrhatin li me kirin. Hê wiha me li rewþa hev dipirsî, gundiyê mal þanî me dabû bi bêhneke çikyayî ket hewþê û got:

- Heval zû xwe bidin aliyekî, gund tije jenderme bû. Cemseyên wan ketin nava gund!

Em tev mat man. Dema em hatibûn me derûdor tev saxtî kiribû û ti tevgera dijmin nedîtibû. Daketina me ya nava gund jî ji aliyê gundê derûdorê ve nehatibû dîtin. Wê demê çawa çêdibû ku bi hatina me ya gund re dijmin digirt ser gund? Lê niha ne dema hizirandina vê bû. Me çekên xwe hilgirtin dest xwe ku derkevin derve. Lê bala min kiþand ku hevalên em pêþwazî kirine wekî me ne xwîngerm in û lez nakin. Ketin pêþiya me û me kolanek li xwe fitiland þûn re em hatin malekê. Derbasî hewþê û ji wir jî derbasî hundir bûn. Hevalê em pêþwazî kirin di guhê xwediyê malê de axift û xwediyê malê derket derve. Em têgihiþtin ku di malê de cihê veþartî yê binerd heye. Ji xwe, ji ber ku derûdora gund hatibû girtin, em nikarîbûn bê pevçûn ji gund derketana.

Qasî nîvsaeteke din xwediyê malê vegeriya û got:

- Heval, leþkeran salox girtine ku sê gerîlan hatine gund û çûne yan mala melê, yan a muxtar. Ji bo vê girtin ser her du malan û dîtin ku kesek nehatiye, xwe kom kirin û çûn derveyî gund. Baþ bû ku hayê muxtar ji hatina we tine bû. Xwezî we bidîta muxtar wiha sondên mezin dixwarin ku îþev kesek biyanî nehatiye gund, baweriya serleþker rûniþt û got, ‘A… godugumun adami bîze yanliþ koy adi verdî galîba. Gîdnce oyacagim o îb.. yî!’

Piþtî ku leþker ji gund çûn em derbasî maleke din bûn û rûniþtin. Heta þîv hat bi hevalan re em axiftin û yekser me çîroka rêvehatina xwe ya derketina ji gundê Evdil... heta vê derê vegot. Wê demê hevalên me yên li herêmê diman ên em pêþwazî kirin keniyan û ji me re bûyera bi serê Evdil... de hatiye vegotin:

- Hûn erzan filitî ne! Ger we bi ya Evdil… bikraya, niha hûnê ne li gel me bana. Yan wê serê we jêvekirî ba, yan jî di nezaretê de bana!

Em mat man û me pirsî, got:

- Çawa dibe heval? Ma ne dema em ketin hundir zarokên wî yekser em nasîn û xwe avêtin himbêza me!

Heval dîsa keniya û got:

- Rast e. Ew zarok di himbêza hevalan de mezin bûn. Mala Evdil... di herêmê de ji malên yekem e ku hevalan nasîne û vekirine. Kurên wî, keça wî, jina wî tev dilxwaz û welatparêz in. Ji bo xatirê hevalan dikarin bi saxî xwe biavêjin nava agir. Berê Evdil… jî wiha bû.  Evdil… bi salan ji me re mîlîstî kir. Bi þev nîvê þevê diket pêþiya komên hevalan û ew di rêkên tewrî zahmet û xetar de bê astengî û alozî digihand qonaxa wan. Te jê re çi bigota, jê çi bixwesta nedigot, na! 24 saetan heval li mala wî diman û mal kiribûn wekî wargehê. Heta li wir perwerde didan gundiyan. Dawî rojekê hinekan giliyê wî kirin û hat girtin. Di zîndanê de pir îþkenceyê lê dikin û vîna wî bidest dixin. Jê re dibêjin; ‘yan tê di zîndanê de birizî û careke din çavên te li zarokên te nakeve, yan emê te berdin derve û tê ji me re xizmetekê bikî’. Mehek, du meh, sê meh nahêlin zarokên wî û kesek biçe serdana wî. Wiha di zîndanê de wî tengav dikin. Dawî Evdil… xizmetkirina ji wana re dipejirîne û dijmin wî bi þert berdide derve.

- Ya dema berê me da lempeya zerî tûj a qereqolê me dizanîbû tiþtek di bin wî de heye, lê dihat bîra kê ku xiyanetê li me bike!

- Baþ bû we ew girt cem xwe û berneda. Ger we ew berdaba wê hûn bidana destê dijmin. Dijmin jê soz girtiye ku serê çend gerîlan bide wana. Dijmin gotiye, ‘Bak Abdul… senî birakiyoruz. Alti ay îçînde ya bîze bîr, îkî, uç gerîlla kellesî getîreceksîn, ya da bu sefer senî çocuklarin ve karindan koparir zîndana getîrîrîz. Bîr daha da ne çocuklarini ne de diþari yuzu goremezsîn!’ Evdil… jî soz daye ku vê daxwaza dijmin pêk bîne û ew roj û ev roj e, çavê wî li hevalan e ku hinek bikevin xefka wî, wana bide dest dijmin û xwe rehet bike. Ji ber ku em bi vê yekê hisiyane, ji qasî ew derketiye, kesek ji me naçe mala wî. Me li hevalên li herêmê û derûdorê dimînin tevan jî tembî kiriye ku xwe jê biparêzin. Lê ti carî em nehizirîn ku hûnê ji ewqase gund û mal werin li rastî mala wî werin. Ji xwe hijmara we jî sê bûn; tam hûn li gorî dilê wî bûn. Dema dîtiye hûn nenasê herêmê ne ji xwe re gotiye, ji vê gepê hêsantir ez ti kesî nabînim û ji bo wê daye pêþya we, yan na bi we re gavek tenê jî ji malê nediavêt derve. Ji ber zarokên wî em nikarin wî siza jî bikin…

Wê demê nû ez têgihiþtim ku Evdil çima di ber xwe de diponijî û digot:

-         Yek du sê serî… Ma sûcê min e? Hûn bi xwe hatin ber lingê min!

-          

*DAWÎ*

 

Hesen Huseyîn Denîz

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org