|
ZÎLANÊN
KURDAN Hesen Huseyîn Denîz
Zîlan
keçeke ciwan bû; ji gundekî nêzî Urmiyê bû. Navê wê Latîfe Salamat
bû; di sala 1997an de xwest tev li refên gerîlan bibe; lê ji sedema biçûkbûna
temenê wê, nehat pejirandin. Piþtî dîlgirtina rêberê gelê kurd
careke din tev li refê gerîlan dibe û vê carê di nava refê gerîlan de
dimîne. Di roja 30ê Hezîrana 2006an de, di salvegera dehemîn a þehîdbûna
Zeynep Kinacî de, li Rojhilatê Kurdistanê, li herêma Sernijmar a girêdayî
Merîwanê di pevçûneke leþkerî ya li hemberî artêþa Îranê de, bi
birîndarî dîl dikeve destê pastaran. Bê ku Zîlanê bibin gel bijîjkan,
pastar îþkenceyê li ser laþê wê yê birîndar .pêk tînin ku agahiyê
di derbarê hevalên xwe de bide. Zîlan tevî êþ û jana dikiþîne, bi
lehengî li ber xwe dide û yek peyvê ji devê xwe dernaxîne. Li ser vê
yekê pastar bedena wê ya birîndar bi pey trempêleke leþkerî ve girê
didin û bi erdê re kaþ dikin, heta ku digihêje þehadetê. Ji sala
1996an û vir ve her sal roja 30ê Hezîranê bi bîranîna þehadeta Zîlanan
tê pêþwazîkirin. Di vê rojê de Zeynep Kinacî li Dêrsimê bedena xwe
kiribû bombe û bi leþkerên dagirker ên tirk de teqandibû.
Ez
vê helbestê di kesayeta þehîd Zîlan Latîfe Salamat de, diyariyê
tevahiya Zîlanên di têkoþîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dikim. Ez
keçeke ciwan Di
23 saliya temenê xwe de Bi
birîndarî ketim destê neyaran Li
Merîwana Rojhilatê Kurdistan Di
roja 30ê Hezîranê de; Bi
hovitî îþkence kirin Li
ser bedenê min ê bi xwîn û birîn Dan
ber potînan sîng û serê min Daneket
kîna wan Bi
pey cemseyê ve girê dan laþê min Di
ser kevir û ber û sitiriyan re kiþandin Ta
ku gihiþtim qada þehadetê Ez
keçeke ciwan bûm Li
gundekî Urmiyê Min
çavên xwe vekiribûn li Kurdistanê Mezin
bûm bi carekê re; Di
nava teqîna gule û bombeyan de Zarokî
çi bû; min nedît! Ciwantî
çawa bû; min ne tamand Li
welatekî bindest Li
welatekî parçe parçe Li
welatekî xwîn digrî hatibûm vê cîhanê… Tîbûyê
azadiyê bûm; li welatê recimandinê Dilketyê
wekheviyê bûm, li hemberî zordariyê Hêviya
min bû, têkoþîna li navseran Derketim
ser rê Rojek
ji hivdehsaliya temenê xwe Ku
mil bidim têkoþerên azadiyê Dê
rizgar bikim Dergûþa Mirovahiyê… Ez
keçeke ciwan bûm Di
roja salvegera hevenava xwe de Min
çek hilgirt mil û daketim kela zaliman Têhna
tolhildanê tije bû ser dilê min Bibûkên
çavên min diramûsandin Tîrêjên
roja azadiyê Bi
þerqiniya birûska ji dev û diranê dijmin Bê
ling mam, bê hîlet û derman Ez
keçeke ciwan bûm, Xwediyê
bawerî û hêviyan Dildar
û evîndar bûm ê heval û welatê kurdan Tawana
min tenê kurdbûn bû û Serhildarî
û têkoþerî Min
xwest wekî mirovên cîhanê Ez
jî azad bijîm li ser xaka xwe; wekhev û serbilind Lê
bi pey cemseyê vekirin bedena min a ciwan Kiþandin
ta ku gihiþtim karwanê þehîdan Lê
min serî nedanî Rondik
nebarandin Awir
sist nekirin Çûm
ser dilovaniya xwe Bi
lêvkenayi þêrîn a we herdem didît li
ser lêvên me Zîlanan…
Hesen
Huseyîn Denîz 30/Hezîran/2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org