|
ZIMAN
HEBÛN E; BÊZIMANBÛN TINEBÛN E!
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Dawî,
em kurd jî bûn xwedî cejneke zimanê xwe. Ji aliyê KNK (Kongra Netewî
ya Kurdistanê) ê ve, roja 14ê Gulanê wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî
hatiye pejirandin û beyankirin. Destpêkê em vê rojê li tevahiya mirovên
kurd û li giþtiya mirovahiya cîhanê, ya bi sedê salan e li hemberî
qirkirina li ser gelê kurd, zimanê kurd, çand û wêjeya kurd bê deng
dimînin dikin ku belkî bi saya vê roja cejna zimanê kurdî hinekî bala
wana bikiþe ser nirxên kurdan û hinek ronahî bikeve wijdanê wan û ji
bo rakirina zulma li ser zimanê me qe ne nebin alîkarê dagirkerên
Kurdistanê. Dagirkerî
dema bixwaze gelekî yan netewekê tine bike, ji du rêkan yekê diþopîne.
Yan bi miþextkirin û kuþtin tine dike ku ji vê yekê re dibêjin,
‘qirkirina sor a bi xwînê’; yan jî ‘qirkirina spî’ li ser dimeþînin
ku ev jî bi qedexekirina ziman, çand, wêje û nasnameyê pêk tê. Di bin
dagirkeriya dewleta Osmanî ya di dema xwe ya þiyandariya partiya ‘Îttîhat
û Terakkî’(Yekîtî û Pêþveçûn) de, di salên 1915an de, li ser gelê
Ermenî bi qirkirina sor a miþextkirina derveyî sînorên netewî yên
Tirkan û di rêkê de bi kuþtina milyon û nîvek ji her temen û zayendê
mirovên Ermenî; pirsgirêka xwe ya bi vî gelî re li gorî xwe çareser
kirin û him dewlemendiyên wan ji xwe re parve kirin, him welatê wana tev
li xaka dewleta xwe kirin. Li ser gelê Ermenî qedexe û astengiya ziman
neanîn, ji ber ku gel bi xwe qir kirin, pêwîstî bi vê yekê nedîtin. Piþt
re bi damezirandina Komara Tirkiyê ya di pêþengtiya Mistefa Kemal de, tevî
komara Tirkiyê li ser navê du gelan (Kurd û Tirk) û bi hevkariya her du
gelan hat avakirin jî, piþtî Tirkan desthilatiya Anatolya, Trakya û
Kurdistanê bidest xistin û Civata Netewî (Meclîsa Netewî) vekirin, li
Lozanê bi dewletên Ewropî re li hev kirin û li ser bingehê
tinehesibandina gelê kurd, hevpeymana Lozanê destxet kirin û Komara
Tirkiyê damezirandin. Di encama vê hevpeymanê de komara qaþo li ser navê
du gelan hatibû damezirandin, kirin malê gelekî û ji bo bikaribin para
gelê din (a kurdan) bikin malê xwe, bi çek û leþkerên xwe bi ser
kurdan de meþiyan. Di rastiyê de xwestin ku tiþta bi serê gelê Ermenî
de anîne, bi serê gelê kurd de jî bînin. Bi vê sedemê li Agirî, Zîlan,
Koçgirî, Amed (Hanî, Licê…) û Dêrsimê, bi hemû derfetên xwe yên
dewletbûnê li qirkirina gelê kurd geriyan. Li Zîlanê di gelî de bi
sedan laþ dan ser hev, ava gelî xwîn herikî; li Amedê dardakirin, li Koçgirî
gule barandin, li Dêrsimê xistin þikeftan û bi dû û agir fetisandin…
Dayikên bi hemle tev li zaroka di malzaroka wan de di serê singoyan re
derbas kirin. Sîng û pêsêrên keçên kurd jêve kirin… Hovitî û wahþeteke
bê hempa ya ku faþîzma Hîtler ji xwe re jê hiþ û ders girt li ser serê
kurdan meþandin. Lê ji sedema berxwedana gelê kurd û erdnîgariya
Kurdistanê û pirhijmariya gelheya kurdan, hêza komara Tirkiyê têrê
nekir ku bi tevahî gelê kurd qir bike. Dema dîtin ku bi kuþtinê nikarin
gelê kurd tine bikin, Kurdistan ji aliyê leþkerî ji nû ve dagir kirin
û li ser vê dagirkeriyê di her gund, navçe û bajarî de qereqol
damezirandin. Bi rêka van qereqolan, muxtariyet û partiyên xwe yên siyasî
herikandin Kurdistanê. Pê re, dibistanên xwe li her gund, navçe û bajarê
Kurdistanê bi cih kirin û bi vê yekê re dest bi qedexekirina ziman, çand,
wêje û hemû hebûn û nirxên kurdî kirin. Ji
xwe li hemû sazî, dezgeh, dibistan, mekan û qonaxên dewletê axaftina bi
Kurdî him qedexe bû, him jî bi sizayekî giran dihat bersivandin. Derveyî
vê li kolanan û li malan jî li pêþiya memûrên dewletê axaftina bi
kurdî tawanekî herî mezin bû. Guhdarîkirina mûzîka kurdî, nivîsandineke
bi kurdî, strana bi kurdî dîsa hatibû qedexekirin. Zarokê kurd ê di
himbêza dayika xwe de bi kurdî digiriya, dikeniya û diaxift, dema diçû
dibistanê pêwîst dima bi tirkî bigiriya, bikeniya û biaxifta. Dema ev
yek nikarîba biser bixista, tevzê xwe pê dikirin û bi sîle û þimaqan,
bi dar û kotekan pê diketin, laþ lê reþ û þîn dikirin. Kesên
bi kurdî mijûl dibûn –yên wekî þehîd Mûsa Anter- ji darezandin, ji
ber deriyê dadgehan û nava derabeyên zindanan rehet nedibûn. Ev
qedexekirina li ser ziman, çand, wêje û nirxên kurdî ji aliyê
dagirkeriyê ve wekî polîtîkayeke ‘qirkirina spî’ ango kuþtina bê
xwîn hat bidestgirtin û meþandin. Di encama vê polîtîkayê de bi
hezaran stran û helbestên kurdî hatin dizîn. Wekî vê dengbêj û
hunermendên kurd jî, ji sedema bi gotina bi kurdî qedexe bû, pêwîst
man bi tirkî bêjin û gelek ji wana bûn navgînên vê polîtîkaya asîmîlasyon
û qirkirina nirxên xwe. Îroj li gelek stranên tirkî yên jê re dibêjin
“Türküler”
binêrin, hûnê bibînin ku yan ji çand û hunera kurdî, yan ji ya Ermenî,
yan ji ya Aþûrî û yan ji ya gelekî din ê li ser xaka Kurdistan û
Anatolya dijiya hatiye dizîn; mûzîk wek xwe hêlane, deng ango awaz- peyv
guhertine kirine tirkî û weke nirxên xwe pêþkêþ dikin û bê þerm qûna
we li ber dihejînin. Lê di rastiyê de ev diziyek herî bê rûmet e ku ji
gelên Mezopotamya û Anatolyê hatiye dizîn… Di
polîtîkaya dizîn û astengkirin û qedexekirinê de her çiqasî
dagirkeriya tirk serî bikiþîne jî, dagirkerên din ên li ser parçeyên
din ên Kurdistanê jî xwe kêmî tirkan nehiþtin û çi ji dest wana hat,
wana jî xwe paþ de nedan. Îslamiyet bi navê, ‘Peyvên quranê pîroz
in, bi vê sedemê tîp û nivîsandina Erebî û peyvên Erebî jî pîroz
in’, di nava kurdan de xwe bi cih kir û wekî çandekê cih ji ziman û
çanda kurdî girt. Kurdên me heta niha jî dema nivîsareke kurdî dibînin,
xîret nakin bixwînin û ger bikeve bin piyê wana dibe ku di ser re bimeþin
û qet ne xema wana be jî; lê bînin bîra xwe; dema li erdê parçeyek
kaxeza nivîsara erebî li ser be dibînin, bi sed dua û bergerê ji erdê
radihêjinê, maçî dikin û dixin kuna dîwarekî ku kesek bi þaþitî pêlê
neke! Vê hesasiyetê ne tenê li hemberî pelên quranê, li hemberî pelek
ji rojnameyeke erebî jî þanî didin. Ev jî asta asîmîlekirina çanda
ereban li ser gelê kurd û çanda kurd diyar dike. Di
salên berya destpêkirina Têkoþîna Rizgarî ya Gelê Kurd de rewþa Kurd
û Kurdistanê kêm-zêde wiha bû. Di wan salan de li tevahiya Kurdistanê
pirtûkên bi kurdî qasî tiliyên destekî jî tinebûn. Yên tên bîra
min; Alfabeya M. Emîn Bozaslan, pirtûka Qimil û Birîna Reþ a xalê Mûsa
Anter û pirtûka Ehmedê Xanî ya Mem û Zîn bû ku ew jî rûpelek bi
tirkî, rûpelek bi kurdî hatibû nivîsandin. Dibe ku du-sê pirtûkên
din jî hebin… Dîsa
li ser navê kurdan tenê radyoya Êrîvanê weþana bi kurdî dikir. Li her
mala kurdê dilê wî/wê li ser nirxên wî/wê yên kurdinî diþewitî,
her êvar radyoya Êrîvanê vedikir û li stranên kurdî guhdarî dikir…
Ger ji dest tirkan hatiba wê nehiþtibana ku ev radyo weþanê bike, lê
diyar bû ji dest wana nedihat. Di
van salan de berxwedana herî qewîn a ziman û çanda kurdî bi rêka dengbêjan
û vegotina kurdî dihat çêkirin. Di dawetan de bi ribab û tembûrê, bi
def û zirneyê re stranên kurdî wekî kela herî dawîn a zimanê kurdî
ya li ber xwe dida, wiha bi lehengî berxwedaneke bê hempa dimeþand. Li
hemberî hemû astengî, qedexekirin û sizakirinên dewleta tirkiyê, dîsa
jî vê kela berxwedanê, kevirek tenê jî ji birc û bedenên xwe
nedihilweþand û avahiya xwe didomand. Dîsa ji devê bapîr û dapîrên
kurdan û ji devê dayikan vegotina kurdî ya devikî bi awayê stran, lorîk,
helbest, çîrok, metelok, pêkenok û hwd. wek kelayek duwemîn a
berxwedana ziman û çanda kurdî li ber xwe dida û xwe dida jiyandin. Bi
saya van berxwedanên ziman û çanda kurdî ye ku gelê kurd tevî hemû
polîtîka û pêkanînên qirkirina spî ya bi destê Komara Tirkiyê li
ser netewa kurd hat meþandin, nemir û li ser pê ma. Îroj hêrsa dewleta
Tirkiyê li hemberî ziman û çanda kurdî pir mezin e û sedem jî ev
valaderxistina polîtîka û pêkanînên wan ên qirkirina spî ye. Ziman
û çanda gelê kurd bi berxwedana xwe ya rehên xwe dirêjî rojên
jidayikbûna mirovahiyê dike, li hemberî qirkirina spî li ber xwe da,
nehiliya û jiya. Tirk wekî bêjin, ‘Min te kuþt, lê tu çima namrî!?’
wiha li hemberî ziman û çanda kurdî bi hêrs, hesûd û dijber in. Bi vê
sedemê ye ku tevî têkoþîna zêdeyî sîh salan e, hê jî diyax û
pejirandineke maqûl li hemberî ziman û çanda gelê kurd þanî nade, hê
li rêkên astengkirin û kuþtina wan digere… Gelê
kurd ji salên 1960 û bi taybetî ji salên 1970yî û vir ve, li ser xaka
xwe pêngaveke nû ya vejînê da destpêkirin. Ji bo rizgarî û azadiya
xwe têkoþîna netewî ya çekdarî, ramyarî û netewî li dar xist. Heta
salên 1990î ev têkoþîn bi awayekî pêþengtiya ciwan, rewþenbîr û
þoreþgeran wekî tevgereke vejînê hat meþandin. Lê bi hatina salên
1990î re vê vejînê tovên xwe yên li nava tevahiya netewa kurd reþandibûn,
zîl dan û wekî þitlên ji nivþkê ve serî ji bin axê derxînin, li
her aliyê Kurdistanê gelê kurd rabû ser piyan. Ev rabûna gelê kurd
wiha rewneqdar (muhteþem) bû ku bi xwe re deriyên pêkanîna þoreþa çandî,
wêjeyî, hunerî, zimanî, kevneþoparî, dîrokî û hwd. heta dawî
vekirin. Astengî û bendên li pêþiya van nirxên kurdinî hatibûn lêkirin
dan ber pêlên xwe û tev hilweþandin. Ev nirxên kurdinî ji tarîtiya
polîtîka û pêkanînên qirkirina spî rizgar kirin û bi tîrêjên rojê
re hevdîtina wan a dîrokî pêk anîn. Gelê kurd di dîroka xwe ya di bin
dagirkeriya çar alî de, cara yekem li nirxên xwe yên netewî xwedî
derket, vegera dîrokî ya ser nirxên xwe jiya û guherîn û veguherîneke
hemdem di xwe de da destpêkirin. Di
encama vê vejîn, rabûn û guherînê de mirov dikare bêje ku gelê kurd
di nava agirê têkoþîna rizgarî û azadiyê de, xwe bi pêtên agirê têkoþînê
ji hemû qirêj û gemara kevneperestiya olî û paþverûtiya dagirkerî þuþt
û bi giyaneke nû ya jinûvekurdbûnê hat ser hiþê xwe… Ew
kurdê ji welatê xwe direviya, vegera mezin a welêt pêk anî û derbasî
navsera çiyayên Kurdistanê bû û di têkoþîna azadiyê de canê xwe
gorî gelê xwe û xaka welatê xwe kir. Ew
kurdên li ser mirîþkekê heft mêr ji hev dikuþtin û li ber cendermeyekî
tirk digeriyan ku wana nebin zindanê; bi hezaran mil dan hev, daketin
kolanan, ji bo azadiya xwe û rizgariya xaka welatê xwe can û xwîn dan; dîsa
bi hezaran zîndanên neyar kirin mekan û dibistanên ramana azad. Ew
kurdên ji metrepolan bigir heta her çar aliyê cîhanê hatibûn
berbakirin, li ser her xaka lê ne, hatin gel hev û belavbûna mezin bi rêxistinkirina
xwe veguhertin kombûn û yekîtiya mezin a ku pêlên xwe biherikîne doza
rizgariya welat û têkoþîna azadiya netewî. Ew
kurdên þerm dikirin bi kurdî bipeyivin û bêjin ‘Ez kurd im!’, êdî
bi milyonan kurdbûna xwe bi eniyeke vekirî û bilind qêriyan û kurdbûn
ji xwe re wekî rûmeteke mirovî dîtin. Nivîskar
û rewþenbîrên nivîsandina Erebî, Tirkî, Farisî ji xwe re wekî huner
û jêhatiniyekê didîtin ji vê kiryara xwe dan þermê û dest bi nivîsandina,
bi zimanê dayika xwe kirin… Bi
kinahî di roja me de, li ser navê gelê kurd û li ser ziman û çanda
kurdî gelek nirxên bi rûmet mirov hilgire dest û jê serbilind û dilþa
bibe bi saya xwîna þehîdan, têkoþîna netewî û têkoþerên azadiyê
û kedkarên jiyandina zimanê kurdî hatine afirandin û bidestxistin. Ji
îroj û pê de tiþta herî grîng jiyandina van nirxan, pêþdebirina van
nirxan û liserzêdekirina van nirxan e. Di
warê bikaranîna zimanê kurdî yê nivîskî de, di van salên dawî de
gavên hatine avêtin ne hindik in; lê him têrê nakin û him jî di
hundirê xwe de gelek kêmasiyan didebirînin. Ji bo lipêþxistin û
jiyandina zimanê kurdî îroj astengiya herî mezin û xeter a li pêþyê
dibe bend, hizirandin (ramandin, fikirandin) a bi zimanekî biyanî û bi
taybetî bi zimanê tirkî ye. Bikaranîna
zimanê kurdî wekî sektoreke nû di rojeva çapemenî, ragihandin û weþangeriya
kurdî de ye. Bi dehan sîte, radyo, televizyon, rojname û kovarên kurdî
derketine û rojane weþanê dikin. Lê mejiyê di van navgînan de kar dike
ji sedî di ser pêncî û þêstî re xwediyê mejiyekî biyanî ye. Ger
mirov van navgînan biþopîne, bi hêsanî dikare bandûra zimanê Erebî,
Tirkî, Farisî, Îngilîzî, Elmanî û hwd. li ser bibîne. Lê bi taybetî
divê mirov li ser bandûra zimanê tirkî û erebî raweste; ji ber ku ev rê
li ber xerakirina rêzikên rêzimanê kurdî vedikin. Ger
wiha bidome û ti destdirêjiyek ji aliyê rewþenbîr û zimanzanên kurdî
ve, li ser kesên di van navgînan de kar dikin neyê kirin, dibe ku di
hundirê çend salên nêz de rêzikên rêzimanê kurdî wiha werin
xerakirin ku biþibin rêzikên rêzimanê tirkî û yê erebî. Bi
taybetî ji bo zimanê tirkî dikarim bêjim ku xetereke mezin niha bi destê
kurdan li ser zimanê kurdî tê pêkanîn. Navgînên ragihandin, weþan û
çapemeniyê ji bo mirov xwe bigihîne mirovan pir grîng in û her dem bandûreke
girseyî pêk tînin. Kesên di van deran de diaxivin û dinivîsînin, dema
bi zimanê tirkî (yan erebî yan zimanekî din) dihizirin û werdigerînin
kurdî, wê demê pir bi hêsanî rêzikên rêzimanê kurdî binpê dikin
û rêzikên rêzimanê tirkî dixin þûna wê. Min ev yek di nivîsarên
xwe yên berê de bi caran aniye ser ziman û bi rastî xetereke mezin di vê
yekê de heye. Ezê li vir mînakeke biçûk û hêsan bidim: Wergerê
ji tirkî nûçe yan þîroveyekê werdigerîne kurdî, di rojnameyên tirkî
de wiha dixwîne, yan di radyo û televizyonên tirkî de wiha guhdarî dike
: “…gençler yürüdüler!”
Vê vegotinê dema vedigerîne kurdî, ji ber ku ji rêzikên rêzimanê
kurdî bê agahî ye û mejiyê wî/wê li gorî rêzikên rêzimanê tirkî
(erebî yan zimanekî din) li dibistanên dagirkeriyê hatiye hûnandin û
piþt re ji bo vegera ser kurdî jî guhertina pêwîst a xweperwerdekirinê
di xwe re nedîtiye, wergerandinê bi zimanê biyanî dihizire û peyv bi
peyv pêk tîne: Dibêje; “…Ciwanan meþiyan!’ Em
tev dizanin ku ev hevok ne hevokeke li gorî rêzimanê kurdî ye. (rastiya
wê: ‘Ciwan meþiyan!’ e. Ji ber ku di hevokên kurdî ên bi vî rengî
de kombûn ji paþgira lêkerê tê nasîn, ne ji kirdeyê.) Lê her roj em
di radyo û televizyonan de li vê hevokê temaþe û guhdarî dikin. Ev
hevok rojê bi dehê caran guhê me û mejiyê me bombebarîn dike. Zarokên
nû fêrî ziman dibin di navbera zimanê ji dayika xwe fêr dibin û yê ji
televizyon û radyo de tê gotin mat û dudilî dimînin. Ew wergerên me yên
bi rojan û mehan e vê þaþitiyê dikin û kesên zimanzan ê bi wana re
kar dikin tevî zanin ku þaþ e, çima van kesan perwerde nakin, rexne
nakin an pêþî li wana nagrin; çima ew kes xwe perwerde nakin hê jî hiþ
û mejiyê min jê nagre!? Bi
vê sedemê ez hêvîdar im ku salê rojekê tenê be jî, di vê roja cejna
zimanê kurdî de zimanzan, rewþenbîr, nivîskar û xwendevanên kurd
bikaribin werin gel hev û li ser pirsgirêkên bikaranîna rast a zimanê
kurdî, jiyandina rêzimanê kurdî ya bi awayekî rast û durust û li ser
pêþdebirina zimanê kurdî bidin û bistînin û bigihêjin biryarên grîng
û bi hevkarî van biryaran derbasî pratîkê bikin. Berê
jî min di nivîsarên xwe de pêþniyar kiribû, lê min bersiveke erênî
ji derûdorên peywendîdar negirtibû; lê bi sedema vê roja grîng ez
careke din pêþniyara xwe dubare dikim: Di
serî de KNK û PEN-KURD, bi hevkarî û tevlêbûna giþtî an pirahiya sazî,
rêxistin, dezgeh û navgînên bi zimanê kurdî kar dikin divê KOMÎTEYEKE
BILIND A ZIMANÊ KURDÎ were sazkirin. Ji gelek navgînên weþanê,
ragihandinê û çapemeniyê, dîsa ji gelek kesayetên zimanzan û nivîskarên
peywendîdar kesên têdigihêjin rêzikên rêzimanê kurdî, di nava vê
komîteyê de cihê xwe bigrin. Ev komîte zimanê kurdî bi gengeþe, nîqaþ
û danûsitendinên gelemperî yên di nava xwe de û ji raya giþtî ya
kurdan re vekirî li ser tevahiya rêzikên rêzimanê kurdî, peyvên kurdî
û avakirina hevokên kurdî û bûyerên wekî din ên pêwîst, yek bi yek
rawestin û bikaribin biryaran bistînin ku her sazî, rêxistin û kesayetên
di nava vê komîteyê de cih digrin ji pêkanîna van biryaran berpirsyar
bin û li ser yên tê de cih nagrin jî bi bandûr bin. Ger
ev yek pêk neyê qasî derfetên jiyandina zimanê kurdî yên derketine
holê, dibe ku ev derfet zimanê me bi ber guhertineke xerab de bibin ku
derveyî kurdî biþibe her tiþtî. Ev xetere heye û hê em di destpêkê
de ne, divê kurdên dilê wana li ser zimanê dayika wana diþewite, zor
bidin sazî, rêxistin, dezgeh û kesayetên kurdî ku ji bo hevparbûna rêzikên
rêzimanê kurdî û rastnivîsa zimanê kurdî werin gel hev, rêzikên
hevbeþ ên hemû nivîskar û xwenedevan li gorî wana bimeþin bipejirînin
û em tev li ser þopa wana bimeþin ku rêzikên rêzimanê kurdî bi
werger û axaftina bi mejiyên biyanî hilneweþin û têk neçin. Dîsa
hêvîdar im ku ev cejna 14ê Gulanê ya ji aliyê KNKê ve hatiye
beyankirin ji aliyê tevahiya sazî, rêxistin, dezgeh û kesayetên kurdî
ve were pejirandin û rûmeteke tê xwestin were dayîn. Divê neyê jibîrkirin
ku ziman navgîneke gelemperî ye; ew ne zimanê beþekê, çînekê, komekê,
zayendekê yan girseyekê ye. Ew zimanê giþtiya nijadekê û kesên wî
zimanî bikar tînin e. Bîrûbaweriya wan kesan çi dibe bila bibe zimanê
wana dikare hevbeþ be û rêzikên rêziman, xwedîderketin û jiyandina rêziman
her kes pêwîst û grîng dibîne. Kesên demokrat jî, yên sosyalîst jî,
yên lîberal jî, yên faþîst jî ger di nava civakekê de cih digrin û
ew civak zimanekî bikar tîne, bê ku van cudahiyan bidin ber çav, pêwîst
e her kes li ziman xwedî derkeve û bide jiyandin. Ji
bo vê em wekî civaka kurd jî; cudahiyên ramanî, olî, zayendî çi
dibin bila bibin, divê em tev li zimanê xwe xwedî derkevin û ger ji aliyê
cihekî ve ji bo lipêþxistin û jiyandina zimanê me gaveke erênî li ku
derê were avêtin, divê wekî ew gav ji aliyê me ve hatiye avêtin em lê
xwedî derkevin û bidin jiyandin. Bi
vê hizrê hêvîdar im her kurd li vê pêngava ji aliyê KNKê ve hatiye
avêtin xwedî derkeve û ji bo pêþdebirin û jiyandina wê hemû hêz û
jêhatiniya xwe derxîne holê. Bi
van hest û ramanan ez cejna zimanê kurdî li tevahiya kurdan cardin pîroz
dikim. Li gel silav û rêzên Kurdinî.
HESEN
HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org