Hasan Kaya / STENBOL, 28.06.2004
Janeke bê eman î tu…
êvareke bê sebr rapêçam
bi destên xwe yên nermîn
kenekî sivik ez bi rêkirim
bi mircanên berfîn…
bihareke bêwar pêþwazî kirim
bi hel hel û bi xuþîn
du çavên þîn keserkûr kirim
lê bûme xwedî derya…
bajarekî bê derî ye êdî jiyan
dilekî kilîtkirî,
gotin nanisilin di kanîkan de
Janeke bê eman î tu…
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org