ADAR, BIHAR Û JIN

 Hasan KAYA                                                                                               7 Adar 2001 Stenbol

 

Ji ber ku ezê qala “adarê” bikim, zêde bi xwe ne bawer im ku ezê bikarabim nivîsarake hêjayê we binivîsim. Her weke adar, bihar e. Bihar jî mazûvanê gelek bûyerên giranbiha ye. Gelek mêvanên delal singên konê xwe di singa xaka adarê de, li ser welatê me yê xemgîn vedane.

Ne bi tenê li welatê me, li gelek deverên cîhanê mirovên herî xweþik di vê mehê de, bûne rêwingiyên bê veger. Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim bûka demsalan ango “adar” navek ji yên pakrewanan e. Di vê mehê de kîn û nefreta dilê neyarê dilpakî û mirovahiyê pirtir dibe. Hezkirin û evîna dilê dilketiyên azadî û xweþikayiyê jî gurtir dibe.

Ev felsefeya jorîn hem ji bo gelan û hem jî, ji bo zulumkaran bûye weke kevneþopekê û didome. Ji ber wê yekê cejn û rojên girîng ên gelê me di vê mehê de ne. Gel dixwaze gaveke din ber bi rojên xweþ ve biavêje, zulumkar jî dixwazin bostek xweþiya ku heye jî wergerînine dojehê. Þaîrekî, weha bangî lehengekî Hebeþî kiribû: “Taranta Babû ji bo ku me bikujin li benda bihara me ne, ji bo ku me di welatê me de bikujin, li benda bihara me ya herî xweþ in.”

Di dema þerê cîhanê yê duyemîn de, hêzên faþîst ên Îtalyanî ji bo ku biçin Hebeþîstanê dager û bombebaran bikin amede ne. Lê zivistan rê nade vê yekê. Lewma jî ew li benda bihara Hebeþîstanê ne. Ji bo ku ew bihareke pak û delal bizîvirinine dojehekê wan pêdivî bi adarê heye.

Heme bêje di hemû ol û felsefeyan de jin û bihar remza bereketê ne. Çavkaniya jiyanê û domandina sirustê bi saya jin û biharê pêk tê. Dibe ku ji ber vê be, tevahiya jinên cîhanê yê kedker 8’ ê adarê ji xwe re weke roja têkoþînê pejirandine.

Jina kurd xweþikayî û bedewtiya xwe ya ku ji têkoþînê girtiye, tevî xweþikayiya bihara welatê xwe kiriye. Heke rojekê dîroka jinên cîhanê ji nû de were nivîsîn, gelek rûpel dê ji jina kurd re werin veqetandin. Li nik navê Roza Luxemburg, Klara Zetkîn;Leyla Xalid, Rozenberg, Nataþa û yên din, navê Rewþenan, Zerîfeyan, Leyla Qasiman, Margretan, Zîlanan û Hîroyan  dê cihekî girîng bigre.

Ji bilî van navan bi hezaran jinên kurd ên ku navê wan nayê nasîn; li welatê me, ji bo ku bibine xwediyê bihara xwe, gelek berdêlên ku mirov matmayî dihêlin didin. Senaryoya her yek ji van berdêlan mijara filîmekî bijarte ye. Bi taybetî, jina ku bi ser de jî dayik be hêj dijwartir dibê xwediyê berdêlên giran.

Yek dayik hebû navê wê jî Dayê bû. Navê wê yê rastî ew bû. Diya sê zarokan. Du law û keçek. Lawek þehîd, ê din jî þervan bû. Ew û zilamê wê her du jî miþext bûn. Bi nasnameyeke din dijiyan. Gelek êþ û kul,bi wan re çêbûbûn. Zor û zehmetî, îþkence û tade ji destên dagirkeran dîtibûn. Bi ser de jî gelek belayên nexweþiyê li wan peyda bûbûn. Tevî evqas qevimînan dayika Dayê mîna keçeke çardeh salî bi coþ kar û xebat dikir. Her çiqas hin caran avahiyên metrepolan ên betonî, xirecira erebeyan, ava bêhngenî, hewaya bi qirêj û hwd. li ser psîkolojiya wê tesîr dikir jî, min nedît ku wê bi qasî serê derziyê, hêviya xwe ji welatekî têr bihar birî. Paþê, ji mecbûrî Dayê ji metrepolên tirkiyê berê xwe da metropolê Ewrupayê.

Nizanim çima, dema ku qala 8’ê Adarê hate kirin, dayika Dayê hate bîra min. Gelek tiþtên din jî têne bîra min. Niha li serê çiyayên poz bilind, pêçiyên keçên ciwan  bi azadiyê þa bibin. Niha xaka me ya þîndar, rûyê gelek xezalên artêþa dilpakiyê radimûsê. Heþtê adarê li gundekî gelekî dûr a niha, vê gavê qêrîna bûk û zarokên ku li ber potîn û singoyan e. Heþtê adarê kulîlkek e, li ser singa gora jinên pakrewan e. Li ser singa gorên winda, li ser singa gora jina ku nayê nasîn e.

Hêviya min ji pênûsa min ew bû ku dema dabaþa biharê, adarê, xak û jina kurd hate kirin, peyv ji qalikê xwe yê zêrîn derbixista. Peyv biketana govenda tarîfê. Li pey hev rêz bibûna, mîna ristikê morîkên mircanî. Ku peyvên zêrîn nebin, çiqas min dil hebe jî,ez dê çendî bikaribim bidim zanîn. Lewra çav dibîne, guh dibihîze, lê dil rê nadê, ji bo ku ez dilîniyên xwe yên derbarê jin,bihar û aderê de bêjim.

Ji ber ku çîrok pir in. Erjeng in û yek rê nade ya din. Lê ez karim bêjim ku her bihar, jina kurd a xwedî bawerî, haveynê jiyaneke azad dimeyînin û ji neyarê biharê re dibêjin:Tilîlî