AÞÊ
XEZEBO
Hasan
Kaya
Aþê
xezebo li ber Çemê Çexçexê hatibû avakirin. Li gorî gotinên þêniyan,
ew ji Ermeniyan mabû. Ava Çemê Çexçexê di nav deþta Bûnisra re wekî
mêr xwe ba dida û di du çalan re xwe berdida aþê Xezebo. Ji berbanga
sibehê heta ku roj diçû ava, çeqçeqa êþ nedisekinî.
Rojên
berê, gundiyên derûdora navçeyê, dema ku dibû nîvê þevê genimê
xwe li hesp û keran dikirin û li gorî stêra kerwankujê berê xwe didan
Aþê Xezebo. Kî zû bigihîþta êþ, dor a wî bû. Gundiyan barê xwe
datanî êþ û kerê xwe dibirin, li xanê girêdidan. Nanekî firnê û
sed gram helaw bi hev dixwarin.
Xezebo,
miroveki qamqût bû. Porê wî spî bû. Nedihate zanîn ka ji pîrbûnê
ye, an ji êrd e. Pir hindik diaxivî, hin mirovan digot derd û xemên wî
pir in. Hinekan jî digot bi þev ew qasî bi cinan re diaxive, êdi bi roj
tiþtekî ku ew bi mirovan re biaxive namîne.
Çiqas
jin li navçeyê hebûn, ew qas çîrok di heqê wî de hatibûn gotin. Ku
du jin li hewþa êþ rûdiniþtin, te dît ku yekê ji wan digot:
Rebenê!
Li palêsî û bêdengiya Xezebo nenêre. Wele, li gorî ku tê gotin di
xortaniya xwe de, ew xorteki wilo spehî û nestêle bûye, mirov guneh
dikir lê binêre. Lê mala xizaniyê xera bibe. Wî dil dabû keça yekî
zengîn. Xezebo di nav mala wî de dixebitî. Hingî ew pê hisiya ku dilê
Xezebo û keça wî di hev de heye. Piþtî ku mirovê zengîn tê anî der
ku Xezebo dil ketiye keça wî, ew ji nav mala xwe derxist. Ji wê rojê pê
ve, roj bi roj Xezebo heliya, çavên wî kûr bûn. Bû wek komek hestî.
Kurm ketine laþê wî.
Bi
vî awayî axaftina jinikê dûvdirêj dibû. Heta ku jinikeke din bigota:
-Keçê
li gorî ku min bihîst, Xezebo ne bê mal û bê jin e. Zarokên wî jî
hene. Lê ji ber ku jina wî bihîstiye ku
Xezebo
dil daye keçeke cin, wê û zarokên wî dev jê berdane.
Ev
çîrokên di heqê Xezebo de, di devê her jinê de bi awayeki cuda dihatin
guhertin.
Çawa
ku gotegotên di heqê Xezebo de rengereng û bi tilsim bûn, dara tûyê ya
di nav bexçeyê êþ de jî bi tilsim bû. Dema ku zarok bi ber tûyê ve
diçûn, dayikan dikire qîr, "Lawo ber bi tûyê ve neçin, cin wê we
biavêjin avê, hûnê bixeniqin, ma qey hûn nizanin ku her roj cin zarokan
ji tûyê werdikin.” Li gorî baweriya dê û bavan, ji ber ku zarokan tûyên
wan dixwarin, cinan zarok ji
dara tûyê werdikirin.
Îro
li þûna Aþê Xezebo qesreke sê-çar tebeq hatiye avakirin. Li nav bajêr
çend aþên ku bi ceryanê dixebitin, arvanê gundiyan dihêrin.
Tu
kes nizane Xezebo bi ku de çû. Sax e, an miriye. Hin dibêjin, ew îro aþikê
cinan digerîne. Hin dibêjin ew bi Pelqîzeya ecinî re zewicî.
Li
þûna êþ xanî hatine avakirin. Lê, hê jî dema ku navnîþanek tê
pirsîn. Tê gotin ku mala felan kes li teniþta Aþê Xezebo ye. An jî
dikana bêhvan kes, berî ku mirov bigihîje Aþê Xezebo ye...