Hasan
KAYA,19.11.2001
AYÎNEKE
PÎROZ
Gelo
tu caran lêzimên we hatine winda kirin? Ez bi awayekî din bêjim,
gelo agir bi kezeba we jî ketiye? Ger bersiva we neyînî be,
dive ku hun bikevine “rewþa jixweçûnê”.
Cureyekê
teatrê heye. Jê re dibêjin “trans”. Mirovê ku rolê xwe bi
kar tîne, xwe dike þûna mirovên ku jiyana wan
tê ser dikê. Ji ber wê yekê þanoger kûr û dûr
difikire. Dibêje gelo mirovê ku ez niha jiyana wî vedijînim,
çawa hêrs dibû, çawa reaksiyon nîþan dida. Nêrînên wî yên
di barê
cinsiyetê de çawa bûn. Dema ku bela dihat serê wî, çi
dikete hiþê wî. Dawiya van pirsan nayê. Her ku diçe zêde
dibin.
Li
gorî vê beþa teatrayê, þanogerek çiqas van pirsan zêde bike
û bersivê di pratîkê de bi kar bîne, ew qasî jêhatî û bi
serketî tê pejirandin.
Li
Stenbolê, her hefte, roja þemiyê; dema ku saet tê nêzîkî
donzdehan dayik û lêzimên ku ava kizabê bi kezeba wan de
hatiye rijandin, kul û keserên xwe di paþila xwe de vediþêrin
û berê xwe didine teniþta Lîseya Galatasarayê.
Dema
ku saet dibe donzdeh êdî “ayîneke pîroz” a ku di tu olan
de nehatiye dîtin dest pê dike. Rûyên mirovên ku beþdarî vê
ayînê dibin, bêtir jî rûyê dayikan þêweyekî erjeng
werdigire.
Ger
hûn li Stenbolê dijîn, -na hûn li vir nejîn- lê riya we pê
bikeve, emanet xwe ji vê “ayîna pîroz” bêpar mehêlin.
Ger
riya we bi Stenbolê nekeve jî, hûn riya xwe pê bixin û carekê
tevî vê ayînê bibin. Hûnê bibînin ku ji ber xwe ve, gotinên
wekî helbestan ji nav dilê we herikîn ber bi lêvên we ve. Wê
demê hûn amade ne ji bo rewþa “ji xwe çûnê”
Ji
kerema xwe, hinekî xwe têxin þûna wê dayîka li kêleka xwe.
Ya ku wêneyê lawikê wê di destê wê de û weke peykerekî
rawestiyaye.
Gava
din yekê ji wan gotibû, xwezî kurê min êvarekê bidaya devê
derî, bila ez wê gavê biketama û bimirama.
Gelo
janên ku mirov mecbûrê mirinê dikin çawa nin?
Ji
kerema xwe hêjmara van pirsan zêde bikin. Mînak; dema ku dayik
çav li firçeya rih kur kirinê ya lawê xwe dike dilîniyek çawa
pê re çêdibe? Dema ku dayik sibeha cejnê ji xew radibe, dema
ku çav li hevalê kurê xwe dike û hêstir xwe bi ser hinarikên
rûyê wê de berdidin çi tofan di nav kanîka dilê wê de
radibe.
Heke
dil, di quncikên bajarên ku dilpakî û dilovaniyê ji zû de jê
koçkiriye de nebûbe mîna kulmek goþtê mirar, ez bawer dikim
ku ewê di vê ayînê de du dilop hêstir ji çavan bixwaze.
Ez
her tim difikirim, gelo ev kesên ku em ji wan re dibêjin
“winda” di nav tenahiyek çawa de ne. Li kîjan bajarê mirinê
rûdinin. Ji wan û wê de gund hene gelo? Miriyên di nav
goristanan de xwedî cîran in. Qenc, xerab li der û dora xwe
hinek mirovan dibînin. Lê li gundê windayiyan hew yek mirov rûdinin,
her dem bi tena serê xwe. Gabrîel Marquez romanek nivîsîbû.
Navê wê bitenahiya sedsalî ye... Mirovê “winda” ev roman
xwendibû gelo...?
Ez
pêþniyara xwe dûbare dikim: Carek be jî beþdarî vê “ayîna
pîroz” bibin û bikevin “halê ji xwe çûnê”. Dibe ku
pirs û bersivên we nebin. Wê demê jî welatê xwe û
zarokatiya xwe bînin bîra xwe û heta ji we tê van bajarên xerîbiyê
ji bir bikîn.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org