HASAN KAYA

 

                         BI XÊR HATÎ

 

 

Kolanên ber bi dilê min ve

Ji teptepa lingan xalî,

   Wekî huþbûna dûzanekê bû

    Þaneyên vejîna hestên evînê

 

Di lepên vî bajarê kevneîmperetor de

Ku wekî fahîþeyek e xericî ye,

Dilê min wekî hinareke pelixî

    Di nav derya bêkamiyê

    Û li ber deriyê naçariyê þilftazî bûm

 

Nokek bûm,

Di zikê bajarê rengehûtî

  Asoyê dîmenê serboriya min

  Wekî porê pîrhebokan,

Ji halketî, demjimêra dahatuya min jihevketî

 

Perdeya çavên dilê min nixumandî

Deriyê hestan kilîtkirî

Û qutiya xeman miþt ji xerabderbeyan

Soz û qerar çewtemînak bûn

Di lênûska hiþê temenê min de

 

Perperîka dilî baskþikestî,

Hîç tunebûn keþtî li keviya bendera mirada min

  Dîlok û sirûdên nisilî gotegot,

  Sûretê gulperiyan, di neynika bibîkên min de

  Rûpelekî vik û vala

 

De îro tu hatî,

Tu hatî û weke rojeke nûhilatî

Li reþebiniya dilî, zêrîn hilatî

 

Tu hatî,

Qelsehestên þaneyên dilî, bûne qulingên bêveger

Zîwana zeviya bexçeyên hestan, wergerî bostan

 

Tu bi xêr hatî,

De fermo ezîza texta împeretoriya bihuþta min

De fermo ferîda reþexewna min,

 

Wî Kenî ,

daleqîne bi melûliya çavên min ve

Çîlên xwe bineqþîne li ser nexþeya îmana min

 

Dereng hatî,

Xwe biherikîne ber bi avzêma tîbûna lêva min

Bila agirê heyecana dilê te,

Wergere derman, bo ziwabûna kaniya hestan

Û awireke din bibexþîne, digel biþirînê,

Bila bibin bihar

hemû demsalên jan û zîzbûna temenê min…

 

 

   HAVÎN’2004-STENBOL

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org