HASAN KAYA

 

BIHÊLE

 

Bihêle,

bila bimîne li nav porê min

bêhna tiliyan

bila bimîne sûretê rûhê te

li ser her du çavên min,

bila bifûrê bi ser kûrahiya þevê de

germîna hilma te…

 

Bihêle,

bila bimîne li ser lêvên min

tilsima þerbeta devê te

bila bimîne sirûda evîna kewandî

di guhê min de

bila vêkeve çiraya çavên te

her, di dilê min de…

 

Bihêle û here,

di vegerê de,

tê bibînî singê konê bextî,

dê her vedayî be li sir sînga min

nabêjim neçe,

bihêle û biçe,

lê dê wekî zelaliya çavên te bimînin

hestên ku ji kelûgermiya me afirîn

dê bimînin gotinên pijîyayî,

ên ku weledên hezkirina me ne

li ser rûpelê serboriya min…  

 

Tika ye,

bihêle,

bila bimîne gulesorên li ser kirasê te,

bila bimînin

xewnên ku me dane ber destê wênesazî

rahêje

bîranînên krîstalî 

ku bi þahî û keseran hatin honandin

bera nava qutiya wefayê de…

 

 

havîn’2004 - Stenbol

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org