HASAN
KAYA
- Ji bo Atîlla Josef*-
BIKIRÊ
DILPAKIYÊ - ÞAÎR
Dîmenê asoyê li ber hilû
Bergehê deryayê teng
Kûrahiya
dil li ber nizm
Þaîr e,
Tefna evînê dihonê
Bikirê dilpakiyê...
Nahebîne tu qaliban
Bi deh gazan dûr; ji serdestiyê
Pertalê wî ji sûka hejaran
Bi refê xwe re difire
Ji denê Mayekovskî dadigire çemçika
xwe
Ji firþikê agirê semawat
afirandî
Peyamber e
Zêrkerê peyvê
Ehlê dil e
Olana kenê pitikan
Sûretê siya mixabiniyê
Ya li ser dilê baskþkestî
û hilma birîndarê þoreþê
ye ew
Li ber heyveronê
Þeva miþt seqemî
Þaîr e
Mahîr e
Li ber deriyê jiyanê
Tazî
Þilf tazî
Ji hîç yek ristê, weke navê
xwe
Nerazî…
*: Sedemîn Rojbûyina wî îsal
( 5 Nîsan 1905) hate pîroz kirin.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org