HASAN
KAYA/STENBOL
BIMEÞIN
Bimeþin
ber bi þînahiya ewran ve. Bila aso mîna qalibek sabûna zeytûnî
ya Dîlokê ji ber lingên we biþemite. Bimeþin ber bi þînahiyê
ve. Lewre pêleke dûdirêje ku bextiyarî þeveder e li êla we.
We çav pê neketiye, bi rojên ku dilxweþî di bîbikên çavên
we de hatiye daçikandin. Rahêjin mistek bextiyarî û bi nêrgizên
dilþkestî re bîhn bikin û li ba bikin, bila çavên dilê we
bibin þahidê bostek xweþî...Çimkî we zû ve dil kul e.
Piþta
xwe bidine siya reþiya ku sedan sal e, li ser keskesora me mîna
lepên celadekî digere. Bila kêlîkek be jî, destên tirsa
nerindiyê ji pêsira we vekiþayî be. Ez jî nizanim ku ev çiqas
wext e, dilê we mîna gulokeke ji pembû di devên kêvjalî de tê
cûtin. Bila dilopek be jî dilikê we binive...
Singên
konê xwe yê dagerkirî li keviya bajarê azadiyê bikutin. Singên
konê xwe bikutin û benê wî biþidînin da ku roj carek be jî
weke kenê zarokeke kejî li ser mirada dilê we bihile. Bila
hilbe roj li ser xeyalên temenê we lê ciwanî mîna caniya
hespekî rehwan e. Dibe ku careke din dîmenê sirûþta çavteng
neyê bexiþandin yek car be jî ji bo çavên we yên keserkûr...
Çend
nîr di ser re bihurîn lê hê jî kilîda deng û devê te mîna
tûjbûna dûzanekî ye. Girtî û hiþbûyî. Lewra îro roja wê
ye. An li bilindahiya çiyayekî an li bêserûberiya deþtekê
biqîre, ne ji bo da
ku zilm guhên xwe miç bike(bigre) û tevzînokên þermê li ser
pozê wê bijenin, nexêr ne ji bo ku poþmanî bixuye li ser rûçikên
zilmê û neviyên Asena bîhna dilpakiyê bikin. Lê belkî ji bo
ku carek be jî tu tama dengê xwe yê xesandî û kewandî bibihîzî...
Binêre,
li Ewrupaya ku li mazatê qet dilopek ken jî peyda nabe û jiyan
weke bûkeke xeydok her tim li mala bavan e, hemwelatiyên te mîna
“darika zavê” xemilandî ne.
Mirovahî
bûye mij û xunav difûre ber bi asîmanê vê parzemîna qedîm
ve. Bîhnpakiya zerdeþtiyan dibare bi ser gunehên rojhilatnas,
xwedî þirket û bazirganên Ewrûpî de.
Serê
hemwelatiyê te bilind e. Ew doza roja xwe dikin. Di dîrokê de
cara yekemîn ku bi hezaran dilên me yên ku bi sewta neyaran
hatine kerrkirin di yek qezanê de dikele û bi heman agirî...Pozê
wan hemûyan bi hestê evîna rûmetê disoje. Kî çi bibêje
bila bêje, roja ku tonek edalet ji kîloyek petrol girantir û
bihatir bibe dê bi hewl û keda destên we yên mezlûm pêk
were.
Ji
her car û her heyaman nêzîktirî we ye, îkbal û talîhê we yên
ku koremaran ew li piþta heft çiyayan veþartibû. Va ye, li ber
çoka we ye. Ku hûn destên xwe dirêj bikin, azadiyeke hevrîþimî
dê di nav mista we de bihele. Bimeþin û bila stêrk ji nav porê
we biweþin. Bila stêrk biweþin û li dewsa piyên hovîtiya ku
þarezahiya welatê me yê delalî di zikê xwe yê mezin de cûtiya
bi tenê berfîn bibiþkuvin.Bila zimanê xaka me yê ku ji tîbûnê
qeliþiye, berfînan bialîse da ku derman bibe.
Min
bi çavên xwe dît, ji wî dilê te yê pelixî îro tîr diweþin.
Êdî a niha evîn û têkoþîn sirûdeke serbestiyê ye, li ser
lêvê te yê nazenîn. Lewre ez pir þanaz im, dev li ken û
bextiyar im. De fermo em bi hev re bimeþin, bila þehîdên me ji
çeperên xwe rabin û tevî senfoniya zîzbûniyê bibin...
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org