ÇEND NIFIR JI KANIYA FOLKLORA KURDÎ - II
Hasan Kaya, STENBOL 21 ADAR 2004
Min beriya van
nifiran, 105 lib nifir berhev kiribûn û di malrûpela Pena kurd de, weþandibûn.
Mebesta min ew e, ku ev xebat bibe mînak û gelek kes hêjayiyên folklorîk
berhev bikin û biweþînin da ku berhevkarên ku bixwazin ferhenga nifiran
çap bikin, ji van berhevkirinan sûdê werbigirin.
Gelek kes cihê cihê
nifiran, biwêjan, gotinên pêþiyan, dijûnan, tiþtonekan, metelokan û
duayan berhev dikin. Lê her yek ji aliyekî ve vî karî dike û haya wan
ji hev tune. Heta niha tu enstîtuyekê an saziyekê nikariye xebateke
gelemperî çap bike. Dibe ku xebateke wiha hatibe kirin lê nehatibe çapkirin.
Demekê li Înstîtuya
kurdî ya Stenbolê, xebata berhevkirina biwêj, gotinên pêþiyan û
berhemên din ên folklorîk dihate kirin. Lijneya amadekirina gotinên pêþiyan
û lijneya amadekirina ferhenga biwêjan hebû. Lê mixabin tevî ku ji kesên
cûda bi hezaran biwêj û gotinên pêþiyan hatin berhevkirin jî, ji ber
bê derfetbûn û nebûna mercan; heta niha jî ew berhem di arþîvê de
ne.
Lê ger ku her kes
ji aliyê xwe ve, wan berheman bavêje ser înternetê; dibe ku camêrek wan
di ferhengekê de bîne ba hev û navê kesên ku sûd ji wan wergirtiye jî
qeyd bike.
Di dabaþa nifiran
de hêjayî gotinê ye, gelo kîjan nifir in, kîjan ne nifir in. Wekî mînak
“bisekite” dijûn e, an nifir e? Divê tiþtên wiha bêne guftûgokirin.
Wekî din rêzkirina nifiran ewê li gorî çi rêzikan be? Ewê bi çi þêweyî
bêne nivîsandin. Li hemberê wan ravekirin dê hebe û di nav hevokê de,
dê werin bikaranîn an na, gelo? Li ser van dabaþan, axavtin, dan û
standin divê.
Ez niha bi tenê
nifiran û berhemên din ên folklorîk berhev dikim. Ew karên din jî piþt
re tên.
1-Di pozê te ve were
2- Di firnikên te re were
3- Li te bibe goþtê berêz
4- Li te heram be
5- Li te nebe sibeh
6- Top li mala te keto/ keyê
7- Malik wêrano/ê
8- Dêranê
9- Quzelqur be
10- Jehr be, li te bibe jehr
11- Zeqûm be
12- Kerafî be
13- Taya mirinê bi te keve
14- Bibe dasî û bikeve qirika te
15- Di ber te de bimîne
16- Tu bibî piç û parî
17- Tu hûr bibî, piçên te li esmanan bikevin
18- Tu li çol û
çiyan þeveder bimînî
19-
Tu bibî komek hestî, bikevî ber vî destî
20-
Tu bibî beniþtê devê xelkê
21-
Xezeb li te bibare
22-
Tu ji her du çavan hitim bibî
23-
Ev newal tijî zêr bibin, libek nebe nesîbê te
24-
Xwedê ya qenc neke nesîbê te
25-
Mera rebî xwedê li te neyê rehmê
26-
Xwezî bicehimê
27-
Cihê wî cehneme be
28-
Kula Helebê bikeve mala wî
29-
Înþeleh tu ber bavêjî (bi tenê ji bo jinan)
30-
Qotik bi mala te bikeve
31-
Qorika te biþike
32-
Serê wî di nav zilaman de bilind nebe
33-
Li dinya dî destê Þêx Evdilqadir di pêsîra te be
34-
Înþeleh, kevir bi ser we de bibarin
35-
Nanê baçîk bi dest we nekeve
36-
Tu nanê gilgil nebînî
37-
Nanê garis bi dest we nekeve
38-
Di mala we de þîv hebe, taþtê nebe
39-
Hey top li serê te keto/ê
40-
Tu bibî piç û parî, her perçeyekî te, di tûrekî de veþêrin
41-
Bicehime
42-
Bikerife
43-
Bisekite
44-
Biperpite
45-
Bikewite
46-
Bidehibe
47-
Wey kef bi devê te bikevî