HASAN KAYA - STENBOL

 

ÇEND NIFIR JI KANIYA FOLKLORA KURDÎ - III

 

Her wekî min berê jî di pêþgotina nifirên ku di malpera pena kurd de weþandibûn gotibû, mebesta min ew e, ku ez balê bikiþînim ser berhevkirina berhemên gelêrî. Û bêjim, her çend gelek kesan berhemên gelêrî berhev kiribin jî, ne bes e.

Her ku diçe kal û pîrik ji nav me koç dikin. Belkî em dikarin bibêjin, nifþê dawî ye niha, yê ku çanda folklorîk hildigire û vediguhêze. Ji aliyê hilberînê ve civaka me têt guhertin û asîmilasyona sirûþtî û ya bi rêk û pêk zêdetir dibe. Rojek berî rojekê em çanda xwe ya madî û manevî bidin hev, biparêzin heta roja wê hatî.

Ger dost û hevalên qedirþînas bikaribin nifir, çîrok, metelok, tiþtonek, efsane, mît, mesel, dûrik, stran, kilam, qesîde, gotinên pêþiyan, biwêj, lawij, dua, mamik, leqeb, navê bavik û ezbetan, kevneþopî, edet û toreyan, bigihînin ber destê me.

Heçî berhemên madî ne, wekî tûrik, gore, qutiyên cigareyan, heste, xencer, kêrên kalankirî, halêt, destar, misîn, merþ, mehfûr, berik, tayîj, cilên nimêjê, kincên dawetê, kincên siwariyê, zînên hespan, destar, alavên aþên avî, kurtan, kulav, kab, xar, kum û kolos, lepik, çarox û pêlavên kurdî, neqþên nava malê, bixurdank, guldank, kildank, þeyên darî û neqiþandî, xirxal, qelûn, tîrik, xelîtik û tiþtên wiha ne, em nikarin li vir biparêzin heta statuyeke kurdan li Tirkiyê çênebe. Ji bo wê yekê an, em wan li malên xwe, bi awayekî zanistî biparêzin, an ji bigihînin ber destê zankoyên baþûr. 

Min ne li gorî sîstemekê ev nifir rêz kirine. Di dahatû de, ew dê li gorî sîstema zanistî bêne vewejartin. Min ew tenê wek hevok nivîsîne. Min dikaribû wekî halê mesder jî binivîsanda, bes min ev rê tercîh kir. Mînak di þûna ku min gotiye, “tu bi doxa kevçî negrî”, min dikaribû bigota, “bi doxa kevçî negirtin” jî….

Bawer dikim di demeke nêzîk de, daxwazeke me ya sereke dê ew be, ku em ji hekûmetên tirkî, doza vekirina kursiyekî folklornasiya kurdî bikin. Ger ne di binê banekî fermî de be, berhevkirin, vewejartin, tomarkirin, û vekolîna li ser folklora kurdî dê karekî gelekî sade(basît) be.

Her çend hukûmeta federal a baþûrê Kurdistanê di binê banê zankoyan de beþê edebiyata kurdî vekiribin jî, ev yek têrî nake, bîst û du milyon kurd li Tirkî dijîn. Divêt li vir, di nav gel de lêkolînên zanistî, bi awayekî fermî, ne bi dizî û veþartî bêne kirin.

----------------------------------------------------------------------------------------------------- 

1- Tu bi doxa kevcî negrî

2- Stûr ji keste gerdan hilyaye

3- Tengala te, tengala xezalê be

4- Nan bibînî avê nebînî

5- Çîka te biqete

6- Pirtiyên te li asîman bin

7- Rebî sîsotk di te de were

8- Ferfityo

9- Pepûk li te bixwînin

10- Tu bê dûnde herî

11- Ba bi çongê te bikeve

12- Birûska ezmanê hefta lê keto

13- Mala te bi xelkê bimîne

14- Tu bi xwe ve mijûl bî, me ji bîr bikî

14- Marê kor bi te ve bide

15- Li ber heft deriyan bigerî

16- Malika wan li heft mîratan bigere

17- Tu avê ji teyr û tilûran bixwazî

18- Stêrka te negihîje ezmanê heftan

19- Meytê te li ber tava havînê genî bibe

20- Havîn di ser te re nebore

21- Kurm bikevin laþê te

22- Moz bi gunê te ve de

23- Rîþ di laþê te de derkeve

24- Tu bê mirad biçî

25- Tu bi hesretê herî

26- Li ber deriyan bimînî

27- Tu bi saxî bikevî gorê

28- Nanê ciheyî bi dest nekeve

29- Taþtiya te hebe, þîva te tunebe

30- Tu heft salan mala bava nebînî

31- Derîkê mala bavê te girtî be

32- Tu bi xewê kevî û jê ranebî

33- Zimanê te ji devê te vekiþe

34- Tu bê îman herî

35- Ji tîna zimanê te bibe gazek

36- Tu li çolê bê av bimînî

37- Topa xwedê li serê te bikeve

37- Tu bi zêr bigrî, bibî xwelî

38- Bayê sor bi devê te bikeve

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org