ÇEND NIFIR JI KANIYA FOLKLORA KURDÎ - I

 

Hasan Kaya, STENBOL-03.03.2004

 

Li Kurdistana me, beþek ji folklorê nifir ango nifrîn in. Dema ku mirov bixwaze ramana xwe sed der sed bigihîne mirovekî an jî miroveke din, hinek caran peywîstiyê bi nifiran dibînin. Di demên wiha de, incex nifir dikarin kula dilê mirov der bikin; di van deman de, ku nifir neyê kirin; raman qels dimîne.

Ji ber ku kurd heta van demê nêzîk jî, ne xwedî statû bûn; nekarîne, li zankoyên xwe kursiyên “xelkiyat” ango “folklor” û entologiyayê damezrenîn. Û  mixabin nekarîne hemû nirxên folklorîk bi awayekî zanistî û bir êk û pêk berhev bikin. Ji ber ku dewleteke wan tunebûye ku ji bo vî karî butçeyê terxan bike, berhevkaran bide xebitandin, tiþtên ku hatine berhevkirin di arþîva zankoyan de, di arþîva kursiyên folklorê de, bide tomarkirin  û radestî pisporên folklorê bike da ku ew pispor, karê tasnîfê bikin, vewejêrin. Piþtî vê gavê, li gorî rêz û reçikên zanistî, van nirxên berhevkirî bi destên weþanxaneyên zankoyan bide weþandin û ji bo lêkolîner, zimanzan, edîb, þaîr, hunermend û hemû kesên ku bi ziman, wêje, çand, dîrok,û civaknasiya kurdan re têkildar in re pêþkeþ bike.   

Belê, ji ber ku kurdan dewlet nebûye wan nekariye li gorî van rêzikan û li gorî rêzikên din ên zanistî, li her çar-pênc perçeyên Kurdistanê û li hemû deverên dinyayê yên ku kurd lê hene, folklora kurdî berhev bikin; piþt re jî vê zengîniya xwe bi zankoyên cîhana medenî re, bi raya giþtî ya cîhanê re, par ve bikin.

Lêkolîner û berhevkarên folklora kurdî yên ku hene çend lib in; di nav zor û zehmetiyan de ne. Tiþtên ku berhev dikin, nikarin baþ û bi ewleyî biparêzin. Nikarin xebatên ku berhev dikin wekî berhemên çapkirî pêþkeþî raya zanistî bikin. Gelek ji wan jî, ji ber ku ne di akademiyên folklorê de xwendine, bi metodên nîvzanistî karê xwe dikin. Gelek ji wan nirxên ku berhev dikin, li gorî dilê xwe ser rast dikin, orjînalîteya wan diguherînin, heta peywireke perwerdeyî li berhemên zargotinî-folklorîk bar dikin. Dixwazin bi van berheman, gel hînî zimanê kurdî bibe. Lê ev metoteke þaþ e. Kengî berhemên folklorîk bi awayekî orjînal hatin tomarkirin û bûne wesîqe, hatin ber destê pisporên folklorê, êdî ew hêjayiyên folklorîk dikarin bi kurdiya standart bêne çapkirin û weþandin. Ger wisa nebe, lêkolîner û pisporên folklorê dê nikaribin ji wan sûdê werbigirin.

Cûdahiya di navbera herêman de, di berhemên folklorîk de baþ xuya dibe. Ger orjînalîteya wan xera bibe, pispor dê çawa bikaribin, cûdahiyên di navbera herêman de têbigihin.

Lê peydabûna Kurdistana baþûr a federatîf vaqiayeke nû ye. Dibe ku ev kar li her sê zankoyên heyî; Zankoya Silêmanî, Selhedîn-Hewlêr û Dihokê bête kirin.

Piþtî çend xalên destpêkê, ezê sed û du (105) nifirên kurdî pêþkeþî wan kesên ku dixwazin sûd jê wergirin, bikim. Min nifir ji kesî nepirsîne. Yên ku di hiþê min de bûn nivîsîne. Her çiqas herêma kul ê hatime dinyayê Nisêbîn-Mêrdîn be jî, ew nayê wê wateyê ku ev nifir yên der û dora Mêrdînê ne. Di vê xebata xwe de, min bi tenê nifir nivîsîn, min wate û þiroveya wan nenivîsî. Ew mijara xebateke din e. Ev xebateke xam e, ji ber wê yekê min nifir ne li gorî tu rêzikan rêz kirine. Ango ne alfabetîk in. 

 

1-     Belqityo

2-     E’mir quto

3-     Tu herî û venegerî

4-     Wey tu bibî jûjî

5-     Li te porkurê

6-     Te keziya min qusandê

7-     Dilê te biþewite

8-     Kezeba te biwerive

9-     Ruviyên te di devê te re bên

10- Zêviya te zîwan bigre

11- Çira te vemire

12- Agir di tifika de de, nemîne

13- Tu bê wêrt biçî

14- Ocaxa te kor bibe

15- Tu bibî komek hestî

16- Qeremê te biþikin

17- Kunêr di kuna te de derkeve

18- Kodika te tijî bibe

19- Tu xêrê ji xwe nebîne

20- Kul di mala te bikeve

21-  Êþa mirîþkan bi te bikeve

22- Kevçiyê te qul be

23- Êþa zirav bi te bikeve

24- Nanê tisî bi dest te nekeve

25- Pel bi dara te ve nemînin

26- Pelê dara te biweþin

27- Bayê sor bi kezeba te bikeve

28- Kezeba te qul bibe

29- Agir bi mala te bikeve

30- Goþtê te bihele

31- Tu bikevî ber destê dêmariyan

32- Nanê ceyî bi dest te nekeve

33- Mala te li ser piþta xezalê be, tu bidi pey kûsî

34- Deriyê te, bi heft hejên guhîjê girtî bin

35- Aþê te bixeriqe

36- Derîkê mala bavê te girtî be

37- Xebera nexêrê ji te re were

38- Oxira te ne ya xêrê be

39- Perpityo-perpityê

40- Eyd di ser te re derbas nebe

41- Rebî tu eydê nebînî

42- Tu nebêjî ox

43- Tu nebêjî xwezî bi îro

44- Star bi serê te nekeve

45- Yeka te nebî didu

46- Rûreþî bi ser te de bê

47- Heska te biqeliþe

48- Stûyê te biþike

49- Dara te þîn nebe

50- Hestiyên te birizin

51- Girî ji mala we kêm nebe

52- Tu, derpiyê sor li ber serê xwe nebînî

53- Tiliya te bi hine nebe

54- Mala te ne ava

55- Felek li serê te bigere

56- Çavên te birijin

57- Mar bi te ve bide

58- Moz bi zimanê te ve bide

59- Brûsk li mala te bixe

60- Þapa li mala te bikeve

61- Kit ji mala te nemîne

62- Rebî lolo di mala we de, nemînin

63-  ….. serê te bixwe

64- Gula çapliyê li bin çengê te bikeve

65- Wey diran di devê te de nemînin

66- Tu bi mirada xwe þa nebî

67- Xêrikê ji xwe nebînî

68- Rezê we teriz lêxe

69- Qirika te þil nebe

70- Tu tim qiriktehl bî

71- Ava reþ bi çavê te de bê

72- Te qirika min tehl kir, xwedê ya te jî tehl bike

73- Kund li warê bavê te bixwînin

74- Pêpûkê

75- Warê bavê te bibe kavil

76- Benikê doxîna te biqete

77- Agir bi ser we de bibare

78- Hûn bibin gur bi hev bikevin

79- Waqîna zarokan neyê guhê te ( ji bo jinan)

80- Dara te sêr be

81- Tu dîn bibî bi çiya bikevî

82- Tu dîn bibî bi laþê xwe bikevî

83- Rebî tu har bibî

84- Rebî tu çiqçiqî bibî

85- Devê te li kevir bikeve

86- Çermê te biwere

87- Bûk di çavê te de þîn bibe

88- Lehî li sexlê te bixe

89- Rebî tu þeveder bimînî

90- Tu bibî þîva gura

91- Tu bibî piç û parî

92- Çingîn li tasa te bikeve

93- Bizrê we biqele

94- Tuxmê we biqele

95- Xezeb li te bibare

96- Tu di ava gû de bixeniqî

97- Car li serê te bêne hev

98- Stûna xaniyê te biþewite

99- Benikê konê te biqete

100-  Li te nebe sibeh

101-  Xwedê þewqê navêje mala we

102-  Gerden helyayo-helyayê

103-  Tu bi xurya herî

104-  Nava gunên te bixure

105-  Av negihe ser te