ÇANDA GEL WEKÎ ENTÎKEYAN E
Di dema civaka mîrîtiyê
de,ji hêla çanda manevî ve, kurd pir dewlemend bûn. Efsaneyên derbarê
þer, tertele, xela, koçberiyê û hwd. de pir bûn. Ji ber ku zanîn pêþ
ve neçûbû, bûyerên ecêb, li her herêmê bi awayekî cihê û li gorî
baweriyakê dihatine þîrovekirin. Her çiqas þîrove cihêreng bûye,
efsane jî ew çend hatiye xemilandin û þax daye.
Di sedsala I9an de,
dema ku zanîna lêkolîna folklor û etnolojiyê pêþ ve çû û xebatên
bi vî awayî çêbûn, rojhilatnas li pey efsaneyên mezopotamyayiyan û yên
gelên din ên rojhilat geriyan. Lêkolînerên rojavayî, ji bo ku bigotana
ev lêkolîn baþ e, hemû varyantên cihê bi dest dixistin. Çiqas varyantên
cihê bi dest bixistana, ewqasî
dikaribûn jê sûd wergirin û têxin xizmeta zimanzan, dîrokzan,
civaknas, etnolog û folklorîstan.
Ev mînaka ku me ji
bo efsaneyê da, ji bo hemû cureyên çanda manevî û edebiyata devkî
(zargotin) wiha ye. Çanda ku di nav hezar salan de hatiye pê, nexþ û
rengên civakên kevnare vedihewînin. Di gotineke mezinan biwejekê, çîrokekê,
kevneþop, bawerî û ayînekê de, rengê felsefeya hemû olên ku berê
civakê baweriya xwe bi wan aniye, heye.
Taybetiyên kîþwerî,
erdnîgarî rengê xwe didin çanda manevî. Em dikarin bibêjin, hinek
caran motîfek, an jî varyanteke çîrokekê, gotineke mezinan bi awayekî
cihê, bi kirasekî din, li deh, panzdeh welatan peyda dibe. Foklorîstên
ku li ser çîrokên Hungarya, Norwêc, Elman û yên deverên din lêkolînê
dikin didine zanîn ku gelek nêzîkayî, reng û þîroveyê mîna hev di
navbera yên kurdan û yên van gelan de hene. Ev tiþtekî siruþtî ye.
Gelek sedem hene, ji bo ku mînanî hev bin. Bi hev re jiyîn, bi hev re þer
kirin, çûn û hatin, dan û standin. Ji her tiþtî girîngtir jî tiþtek
heye. Ew jî ev e ku mirovên ku li hemberî hev, bi xwe re û bi siruþtê
re têdikoþe ango mirovê ku afirînêr be, dê helbet li hemberî heman bûyerê
mîna hev an jî nêzîkî hev bifikirin, rêaksiyonê nîþan bidin û hwd.
Çiqas ku teknolojî
û têkiliyên hilberinê yên bajarvaniyê zêde dibin; çanda gelêrî,
zargotin ewqasî tê guhertin an jî ji holê radibe. Ev prensîbeke li gorî
zagonên civakê ye. Ne bi dil û nêta mirovan ve giredayî
ye. Lê li hinek civakan bi awayekî hovane ji holê radibe, mîna
civaka Dewletên yekgirtî yên Emerîkayê. Civakên ku hinekî ji otantîzmê
hez dikin û ruhê çanda xwe ji holê ranakin, lê kiras û cihêzê wê
diguherînin jî hene.
Civaka kurdan di vê
mijarê de, ne di destê xwe de ye. Baþûr xaric, hêj saziyên mîna
dewletê yên ku li ser hêmû tiþtên welêt desthilat bin tune ne. Gel bi
awayekî siruþtî çanda kevnare diþopîne. Zanîneke xurt tune ye. Saziyên
ku hene hêza wan têrê nake ku polîtikayên xwe li her cihê welêt birêve
bibin.
Derbarê çanda
manevî de, di nav gel de gelek guherinên cihê û mînakên ecêb jî
hene. Mînakek jê ev e : Tiþtê ku ez zanim li Kurdistanê pir hindik
ziyaretên jinan hene. Yên ku ez bi wan dizanim, li Dêrîka Mêrdînê, li
gundê Fero, ziyareta bi navê “Bena Eyþê”, dîsa li Derîkê “Kevirê
Zînê”, li deþta Lalan, nêzî çiyayê Gabarê, ziyareta ku jê re
“Darika Noka” dibêjin û li wir “Yadê Kerîma” raketiye, henin, Di
civaka kurdan de, yek guherîn jî ew e ku êdî ziyaretê jinan pir bûne.
Li Nisebînê gora Ayten, li Cizîrî Bêrîvan, bûne ziyaret. Ev jin, þervanên
azadiyê ne û piþtî 1984 an þehîd bûne.
Ziyareteke Balkêþ
jî ya Dr. Zehra (Zahîde) ye. Ev ziyaret xwediyê efsaneyekê ye jî. Ev bûyera
ku bûye efsane, bi kurtî, li Þernexê weha tê zanîn: Dr. Zehra(Zahîde),
di 1986an de, þehîd dibe, tevî hevalekî xwe. Laþên wan tazî, diavêjin
paþ traktorekê. Êvarekê li derve dimînin. Karkerekî dewletê yê ku di
belediyê de dixebite û nav bajêr paqij dike, sibê zû radibe, karê xwe
dike. Çav li cendekan dike. Þaþ dibe. Ji gel re dibêje, min bi çavê
xwe dît nûr nizûl bû. Sê cara nizûl bû, hat li ser cendekê ya jin
danî. Piþtî vê bûyerê qelek cerdewan dev ji kar berdidin. Dawî gora wê
dibe ziyaret. Cihê ziyareta þehîd Dr. Zehra, di ser ya Þêx Mihemed
Kendalî yê menþur re çêdikin. Yên ku rîþ, di laþê van de
derdikevin diçin axa li ser gorê di xwe didin. Serê çend mehan axa li
ser gorê diqede, car din tê dagirtin. Ev bûyer di heman demê de, xurtirbûna
hestên neteweyî ya gelê kurd nîþan dide.
Toreya gelan mîna entîkayan e. Zû bi zû namire. Lê di nav salan de kalan û kiras diguherîne.