DESMALA
BI XWÎN
Hasan
Kaya
Wekî
hemû havînan, îsal jî textê xwe yê ji dara gwîzê li ser banî vedabûn.
Her êvar dayika Sêvê digel keça xwe Eyþanê hîzarê spî li çar aliyê
têxt dipêçan. Text dibû wekî odeyeke bêban. Nivîn li ser têxt
radixistin. Ber êvarê karê hemû keç û jinên navçeyê ev yek bû.
Xaniyê
vê derê bibêje hema bi hev ve bûn. Jinan hem nivîn hildidan jor, hem jî
bi hev re giftûgo dikirin. Carinan jî bûyerên ku ji radyoyê bihîstibûn,
bi hev re þîrove dikirin. Êvarê piþtî xwarina þîvê, cîran diçûne
þevbuhêrkê. Tîna dilê xwe bi çaya qaçax a Binxetê diþikandin. Havînek
bi vî rengî derbas dibû.
Þevek
ji wan þevên germ bû. Bêhiskan (pêþiyan) rûyê zarok û pitikan
dialast. Di dest û rûyê wan de pelqas çêdibûn. Zarezara zarok û pitikên
lawaz, ji ser xaniyan bilind dibû.
Ferzende
xwe li ser text dirêj kiribû. Çavên wî ber bi peyka ku bi aliyê baþûr
ve diçû qerimîbûn. Demeke dirêj wilo ma, dawî peyk ji ber çavên wî
winda bû. Hinekî li Taxa Hilêlikê nêrî. Þewqa lembeyên Qamiþlokê
ji yên Nisêbînê geþtir dixuyan. Awirên wî ber bi Goristana Cihûyan
ve þemitîn. Çemê Çexçex nermîn diherikî. Di Goristana Cihûyan de ya
ku li serê girik e û bêhtir nêzîkî malên Serxetê ye, remiya çirayekê
xuya dikir. Çira carinan dikir
ku
vemire, carinan jî xurt dibû. Ferzende bi awayekî sermest li vê çirayê
dinêrî. Diya wî pirsî:
-Lawo
Ferzende! Tuyê îþev rabî paþîvê?
Ferzende
rabû rûniþt. Bersiva diya xwe da.
-Yadê,
jixwe min dil nîn e ku heta paþîvê rakevim. Ezê gaveke din herim qehweyê.
Nêzîkî paþîvê ezê vegerim.
Ewtewta
kûçikan ji ber tixûb dihat. Dengê nobedaran jî ji dûr ve dihat, lê baþ
nedihat fêmkirin ka ji ku alî dihat. Ferzende dixwest rojên meha Remezanê,
wekî libên tizbiyê li pey hev werin kiþandin. Ev salek e ku bi destgirtîbû.
Par dezgîraneke ne li gorî edetan çêkiribûn. Dê û bavê wî bi wesîqeya
ku qeymeqam dabû, çûbûne Binxetê, gundê Maþoqê, Rihan jê re xwestibûn.
Ferzende bi tenê yek carê Rihanê dîtibû.
Her
sal Cejna Remezanê roja duyemîn, gelê Binxetê û Serxetê li ber têlê
wekî refên qulingan rêz dibûn, bi destûra hikûmeta Tirkî û Sûrî
her kes bi mirovên xwe re dipeyivî. Li hal û wextê hev dipirsîn. Yên
serxetê melkes, rûnê giyê, nokê daxkirî û hûremûran didin wî alî,
yên wî alî jî çay, kitan, qehwe, îskanên çayê yên
"qirilmez"didin xwediyê xwe yên ku li Serxetê dijîn.
Her
sal, piþtî dema ku pîpîka zabit lê dixist her kes bi dilekî fireh lê
þikestî, bi þahiyeke nîvçemayî bi çavên ji hev têrnebûyî, bi gavên
sist ji hev dûr diketin.
Gelek
dotmam û pismam di vê hevdîtinê de dibûne destgirtî û gustîlk bi hev
diguhertin.
Ferzende
û dotmama xwe di hevdûdîtina (goriþma) par de hev dîtibûn. Dawî dezgîrana
wan li Binxetê, li mala apê wî Xelef, bi beþdariya çend rihspiyên gund
çêbûbû.
Ferzende,
heçkû li ser êgir be, di cihê xwe de nedisekinî. Li benda roja
duyemîn a cejna Remezanê bû. Wê kinên xwe, qundereya xwe ya nû
wergirta, xelatên ku ji Rihanê re kirîbûn, têxista bin çengê xwe û
serê sibehê hêj zû, wê cihek ji xwe re li ser pira ku di ber têlê de
bû, bigirta. Heke ku malbatan hinek fersend bidaya wan, ew bi tenê bihiþtana
ewê hinekî biaxiviyana.
Dema
ku Ferzende ji qehwexaneyê vegeriya dê, bav, xwiþk û çar birayên wî yên
jê biçûktir rabûbûn ku paþîvê bixwin, dengê diya wî dihat, digot:
-Behrem!
Di navbera her du cejnan de dawet nabe. Bi xêr piþtî Cejna Haciyan divê
ku em bûka xwe biguhêzin. Divê ku tu ji niha de rêzanekî nas pê haydar
bikî, da ku Rihanê di tixûb re derbas bike.
Malbata
Behrem berî cejnê bi du rojan xaniyê xwe bi kilsê û boyaxê seyandin.
Kincên zarokan, þekir, birinc û berxikek ji bo serjêkirinê kirîn. Her
du rojên cejnê yên pêþî, xew nekete çavên Ferzende. Serê sibehê
ser û çavên xwe þûþtin. Riya xwe kur kir. Kincên xwe wergirtin û
riya ber xetê girt.
Zarok
di kolanên navçeyê de wekî gulên rengîn bûn. Kincên xwe yên xweþik
li xwe kiribûn. Hinek ji wan bi heq li bisiklêtê siwar dibûn, hinek li
deydikan siwar dibûn, hinekan jî demançeyên derewîn diteqandin.
Ferzende, di ber hola þahiyê ya cejnê re bihurî. Zarokatiya wî hate bîra
wî, lê zêde nesekinî. Bi lez di ber holê re derbas bû.
Bi
rê de leqayî kurê cîranê xwe Behzad bû. Silav dane hev, çûne rûyê
hev û cejna hev pîroz kirin. Hêj Ferzende nepirsîbû, Behzad got:
-Dibêjin
vê cejnê "goriþme" qedexe ye. Yuzbaþiyê nû pir xerab e. Rengê
bêbavan pê dikeve.
Mirov
hêdî hêdî ber bi têlê ve diçûn lê leþkeran nedihiþt nêzîkî têlê
bibin. Gelê Binxetê hatibû ber têlê, qeymeqamê Qamiþlo destûr dabû.
Gelê jêr ber xetê kiribû wekî bexçeyekî gulgulî. Hûremûr û xelatên
xwe danîbûn erdê û li benda xwediyên xwe yê li Serxetê bûn.
Xelk
li ber devê hepsa navçeyê ya ku 50-60 metroyî ji têlê dûr bû, kom bûbû.
Hoperlorên nav bajêr bang da ku îsal “goriþme” tune ye. Lê kes
belav nebû. Panzêr hat, wê jî bi megafonê bang kir ku “goriþme”
tune ye û bila her kes here mala xwe. Ferman wilo hatiye dayîn. Ev fermana
yuzbaþiyê tabûrê ye.
Çawa
bang qediya, zabitek ji panzêrê peya bû, ber bi gel ve hat ji wan re got:
-Biqeþtin
herin mala xwe, qey hûn ji xweþikayiyê fêm nakin. Hûn hînî darê zorê
bûne. Ku hûn lêdanê nexwin, hedana we nayê.
Dema
zabit wilo got, xortekî xwe da pêþ û got:
-Ev
tiþtên ku hûn dibêjin ne di cihê xwe de ne. A din jî "goriþme"
mafê me ye. Salê carekê em û dost û pismamên xwe hev û din dibînin,
nîvê malbata me li wir e, nîvî li vir e.
Yê
zabit ew xort da ber þemaqan, leþkeran jî bi qundaxan êrîþî ser gel
kirin. Gel jî bi keviran li ber xwe da. Vê xirecirê qederekê dom kir.
Dawî bû reqereqa G3'yan. Çîremir û zakezaka yên derbxwarî bi ser bajêr
diket.
Ferzende
jî li ber hêtê sînemaya navçeyê ya havînî dirêjbûyî bû. Xwîn li
ber serê wî bûbû gol.
Xelatên
ku ji Rihanê re kirîbûn di nav xwînê de mabûn. Piþtî çend rojan,
desmala Ferzende ya ku ji xwînê sor bûbû ji dergistiya wî re þandin,
bi rêberê ku wê Rihan serxet bikira re...