Hasan Kaya           Sibat’2005-Stenbol

 

DESTANA MISHEFÊN CERIBANDÎ

 

          I

 

Di bajaran re em bihurîn

Kolanên wan gijbûyî

Daw, daçikandî

Li çaryanan gunehên barîner, gijlok

 

Bi destê xwe nixumandibû rû

Çaterêyan

Ji bêhna potînên paþayî

 

Ewran, ji biskên xwe

Poþmanî  dadiweþandin

 

Çarmedor,

Xewnên risasî

Kevza tenêtiyê li ser dîwarên kavil

Nikulê keysperestiyê

Li  ser xeyalên dawerivî

 

Zêwa serkeftinê

Mihrîcana miradan

Tofan

Û qirkirina nûciwanên du nifþan

 

Bar kirin ji vî warî

Çivîkên gewremizgîniya xewnên avzêrî

Barana hatî

Hemû pelezerê temenî vemaliþtin

 

 

Di stûyê berþîr û mindalan

Bazbendên penaberiyê

Li ser eniya wan sirgonî, tenîheyvok

Li lênûska alfabeyê

Dilopên keserê, nexwendî

Û kelogiriyek,

Li  ser pêsîra jinebiyan vezilandî

Þehweta balixiyê

Li ser termê bêkamiyê kokimek

Di hedexaneyê de

Ref bi ref em xesandî

 

Çiqas hebûn

Peyvên  veþartî

Yeko yeko

Me ajotin

Ber devê çekên dilmayî

 

 

        II

 

Wan çeman

Bi serê serkeftinê sond xwaribûn

Çiyayan

Berbisk û gulçîçek

Bi gurçikên xwe ve dirûtin, sala gonê

Li beramberî cemedê

 

Wan çiyayan

Keçemêr

dînemêr

Serhildêrên zemanî

Di barehgeha dilî

û

Di berîkên þikeftên hirî

Kum û kolos û kulavên kejî de

Sincirandin

Wan rojên bapûkî

 

Milyonan çav

Legel dil

Tirêja hêza hêviyê

Li ser keskesoran kilîd bûn

 

Lêv

Li ser niviþta serkeftinê

Lawij

Sirûd

Dîlok

Dawet û þîn

Li demjimêra azadiyê siwar

 

Bi qudreta kaniya kil

Lêmîþta girnijîna bûkên salî

Tevnê xalîçeya dahatûyê

Nîþan ji kêlika armancê girt

 

        III

 

Nofek zîpik

Destek baran

Bareþek li ser goristanan

Miriyên pak

Ango pakrewan

Lehengên çemê sondxwarî

Pezkoviyên çiyayên çargurçik

Pirtûkên ceribandî

Vediçirînin

Li civîngeha goristanê

 

Mirî,

Zindiyên rawestgehê

Mêvanên Yezdanê gewre

Ango

Derketiyên vê cîhanê

Vediçirînin

Disojin

Di wijdanê qralekî bêwijdan de

Mishefên ceribandî

 

        IV

 

Heçî zarok in

Hechecîk in

Dilopên pak in

Ji eniya Ehrîman

Xeydok

Lerzok

Behitî

 

Di vê gêjgerînka naletkirî

Ya li ser xaka welatî

Her gav û kêliya sî salên axirî

 

Zarok

Gulok in

Rîsê xav

Kulîlkên xwînî

Dahatûya me ya desteserkirî

 

        V

 

Li ser

Sûretê xak û zuriyeta min

Tivinga daleqandî, dilmayî

Govend faþilbûyî

Bêhna hêmiya genî a salan

Li ser betona zindanan dûkelîner

 

Mishefên ceribandî

Awirên zarokan

Tûrek e

Barek e

Zarzarek e

Li ser piþta dayikan

                           

        VI

 

Heçî azadî û

Maf û  serxwebûn e

Di pêpelûka qesra qirêl de

Hevraz e

Maye

Dûr e

Zûrezûr e

Kêferat e

Bawer bike

Dawiya dawî, felat e

Felat e  

                        

        VII

 

Heçî ev gotin in

Pestgotin in

Di þeveke xedar de

Laþsincirî

Li ber tayê

Bi hiþekî nîvronak

 

Heçî pestgotin in

Wekî navê xwe zanim

Li wan nabe sibe

Hemû ewê þikerkevin

Li ber deriyê

Berbangeke çiksayî

Bi çavên felatî

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org