Em Li Peyvan Digerin
 
Hesen Kaya
 
 
 
Peyv in ewên ku em bi wan birînên xwe vedikolin; her ku serê wan digihîje serê birînê, birîneke teze di canê mirov de vedibe. Em ên ku li ser xaka pirjan û korbext rêwingiyên þevên reþ…em ên ku miraz û hêviyên wan li darê dinê bi kelemê bêberî û zirberhemiyê hatine tamandin bi peyvên kêmþîrînahî ji derb dikevin.
 
Li newalên waweylê û hawarnak, qîrîn û nalînên me bi bi peyvên xwediyê potînên daweþîner û milên tijenîþan têne xeniqandin. Hilma me, di nava me de werdigere babelîskên zîvroker…em wekî xernûfa hiþk li bar bayî…ba dizane welatê me ku der e. Hemû peyvên me yên zêrîn ji ruh û bedenên me dawerivî…em ji ji hemû sirûd û lawij û berbejnên pak û pîroz bêbar. Li ser ziman û mêjî û dilê me kerkot û qalik û kalanên peyvên navsere, mîna çîrokên vebuhurî vezilandîne. Li ser dahatû ûmîda me peyvên vejîner nateyisin û em kampeyv in di hemû mahtab û sayîrojên ronak de.
 
Ey pîrê peyvan…xweda û xwedawendên peyvafrîner! Di roja dadbelavkirinê de, li ser mêzîna xêr û gunehan “Mirovê jankêþ” kîjan kenîþt, mizgeft, dêr û çîlegeh da ber kevir û çêran? “Mirovê terkewar” kîjan sîngê xwedayî da ber peyvên gunehbarîner ku îro li darê xurbetê “Mirovê winda” ne xwediyê “Peyv”a xwe ye. Ji hemû peyvên ku diyarkerê çarenûs, dahatû û xweþiya rewþa wî ne, bêpar û bênesîb e.
 
Em, ango “Mirovê biyanî”; li ser nexþeya dirandî…li nav sînorên ku bi xwîn, xwêdan, goþt û nênûkên fedakirî û qurbaniyan hatine xêzkirin, bêyî ku yek peyvê wekî bersiv pêþkeþ bikin em her roj bi peyvên serdestan têne tehcîrkirin, tahkîrkirin û lanetkirin. Çima..?
 
Çima, “Çima”yên me li yek qadê nabin kilîdek û hemû dergeyên fereca xêrê li ber me bêfanûs, oxir nehilatî…seranser zilamên kîþwerekî, jinên neteweyekî di nav deryaya jankêþiyê de xerqok in?
 
Em li peyvan digerin. Peyvên veþartî. Ên ku sêhr û tilsima wan mîna giyayê di bin keviran de nepenî. Em li peyvinan digerin…peyvine ku ji berbejn, lawij û sirûdan dawerivîbin…peyvên ku ji yên pirtûkên pîroz spehîtir û bihêztir bin. Da ku qeremþikandina salan wergerîne hêzeke atomîk. Peyvên ku hestê bixwebawerbûnê vejîne û hestiyê piþtê zexm bike.
 
Em li peyvan digerin. Yên winda…yên ku li ber roniya çirayê, li ser dîwarên þkeftan, di ayînên çarhezar sal berê de ji devê pîrên bawermand derketin û bi destên xêzkeran hatin nivîsandin.
 
Em li pey þopa wan peyvên ku bîn û rengê bêdadiyê xwe bera ser wan nedaye digerin. Peyvên ku mîna aveke herikbar xwe bera nava dilê safî didin…peyvên ku “Soza mêrê berê” bûn. Em didin dû peyvên ku li xalîcihan ji devê evîndarên efsanewî bi kurtepist derdiketin. Li dû wan peyvên bêhesab û bêkîtab in.
 
Em îro li dinyaya têrmakîne, têrbombe, têrdeng û têrqelabalix…di nav dîmenê kuþtin, þer, teqîn û qirkirinê de… li ber neynika tunekirin, înkarkirin û mêtinê de, li peyvên pak digerin. Lê peyvên me ber diavêjin…peyvên me giryan û jankêþ in wekî dahatû, çarenûs û rengê sûretê me..!
 
 
17.07.2006 - Amed
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org