HASAN
KAYA
12.12.2001 / STENBOL
EM Û RABIRDÛ
Nizanim
gelo bala we jî çûye ser, zaro û neviyên navdarên kurdan;
pir kêm di nav siyaseta kurdan de dixuyên. Gelek caran
difikirim, “dema kurê Mîr Celadet, Cemþîd Beg wefat kir kî
li ber serê wî bû; an jî kî li ber serê wî bûn.
Ger
ku hebin, zarok û neviyên Memdûh Selîm Beg, Qedrî Cemîl Paþa,
Xelîl Xeyalî, Seyîd Evdilqadir, ên Babanzadeyan û hwd. li ku
derê ne? Hal
û wextê wan çawa
ye gelo ?
Dema
ku tevgera gelê kurd bi pêþ dikeve, çi hest bi wan re çêdibibin,
dema ku bi paþ ve diçe, çi hest bi wan re çêdibin !
Wekî
xeyalekê ye ji bo
min ku derfet hebin, bi hemû zarokên wan kesên ku di rabirdûyê
de, ji bo kurdan têkoþîbin re dûvdirêj biaxivim, pirsan ji
wan bikim.
Gelo
ezê çi qasî bigihîjim nîþan, reng û þopa bav û kalên
wan. Bav û kalên wan, çi rêç û nîþane li pey xwe hiþtine.
Fotografek, belgeyek, gotinek, þîretek, tembîhek an jî nîþaneyeke
genetîkî. Þanikek, rengê çavan an jî drûvê pozê…
Ev
hemû tiþt jî dê ji bo min bi tilsim, esrarengîz û bi heyecan
bin. Wekî îstîsna nabêjim, lê mixabin heta niha ji nifþê me
re nebû nesîb ku em li belge-fîlmekî pêþiyên xwe temaþe
bikin, li albûmeke wan a bi rêk û pêk a fotografan binêrin,
di barê wan de li sempozyumeke zanistî bibin mêvan. Em bênesîb
û kêmtalîh in. Wekî zarokên bêap, bêxal, bêkes û kûs…
Ji
bo ku nifþekî bixwerelihevhatî, bêkompleks û jixwebawer pêþ
ve biçe, divê ku em hemû þaneyên rabirdûya xwe bizanibin.
Ger ku em rabirdûya xwe zanibin, emê bibînin ku em ji hinek hêlan
ve ji gelên din baþtir in û ji hinek hêlan ve gelên din ji me
baþtir in.
Yanî
em ne þeytan in ne jî melayiket. An
jî bi awayekî din ê gotinê, « em hem melayîket in, hem
jî þeytan. » Ma ne ji xwe her gelek, neteweyek jî mîna
mirovekî/ê ye. Yanî
gel jî wêrek in, newêrek in, xwedî qeprîs in, digirîn,
dikenin, dixwin û vedixwin.
Dibe
ku ev gotinên min, ramaneke wiha jî bi hinek camêran re çêbike, »
te dev ji zindiyan berdaye, tu li pey miriyan ketiyî » Ji
xwe di nav axavtinên rojane de, ez rastî helwesta wiha têm. Hûn
bi xwedê bikin, bihêlin bila hinek ji me bi van tiþtên wisa re
jî serê xwe biêþinin.
Di
her xesleta wan pêþiyê me ku emê bi vekolînê keþîf bikin
de, taybetiyeke neteweyî heye. Her ku em wan binasin, emê xwe keþîf
bikin, em û rastiya xwe emê rû bi rû bibin.
Dibe
ku hinek ji me bibin evîndarên arîstokrasiyê jî. Bi
ya min xem nake. Bila hinek ji me esaletparêz, hinek muhafezekar,
hinek wekî þeklê birêveberiyê, qraliyetê biparêzin. Ji
xwe komunîst û sosyalîstên me pir in. Çi zerar ji van
fanteziyên wiha nayê.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org