GIRNEWAS
Hasan
Kaya
Behiyayê
nimêja esrê kir û bi awayekî gêj cilika nimêjê da hev û danî ser teþta
ku hevîrê meyandî tê de bû. Lêva wê dilebitî, selewat didan. Dengê
xwe gihande mêrê xwe yê ku li hewþê mêw av dida:
-Heyran
bi Xwedê ya herî baþ ew e ku em vî lawikî bibine Girnewas. Hebe nebe
cinan lê xistiye. Hêj li destê min bû, xweþ tê bîra min te pelên pîvazê
avêtibûn sobeyê. Bi xwedê wê þevê bi Zeynî re giha, cinan lêxist.
Erê îþê xwedê ye, lê ma kes ji ber xwe ve dîn dibe. Bi ya min dikî vê
çarþemê, em þikevayekî çêkin, erebeya hespê ya Remoyê Bahwarî
bigrin û em herine Girnewas. Em xwe biavêjine dexlê mîrê cinan. Wê êvarê,
emê li wir bimînin, belkî Xwedê dermanekî bide ji derdê me re. Hemû
dinya diçe Girnewas.
Hemedo
yekî cirnexweþ û bêhnteng bû. Ku Zeynî zerar dida mêwa wî, lê
dixist, dikire halê mirinê. Dawî destê wî dikire qeydê û bi zencîrekê,
bi dara tûyê ve girê dida. Sir û serma, berf û baran jê re ne xem bû.
Guh
neda Behiya, avdan domand. Lê jinê venebirî, kire pitepit. Hemedo hew xwe
girt:
-
Keçê de bes gûyê diya bixwe. Ka kîjan nexweþ çûye li Girnewas rihet
bûye. Jixwe gir mir jî nemaye. Hekûmet gir dikole, bi saloxan çend kûpê
zêran jê derxistine. Heke cin ewqasî jêhatî ne bila pêþî bi wan ên
ku gir dikolin vedin.
Got
û cixareyek stûr pêça û bi hesteyê muxtaran vêxist. Jinê ji ber neda
paþ hate nêzî mêrik û lê vegerand:
-
Kuro huþ be. Wele tê belanine mezin bîne serê me. Çawa tu dev
diavêjî Girnewas. Mîrên cinan li wir raketiye.
-
Kî ji bavê xwe ye, bêyî ku tiþtekî
hesin bi xwe ve bike û here bi tenê yek þevê li wir rakeve.
Zeynî
zarokên kolanê hemû dabûn pey xwe û dibezî. Destên xwe mîna ku dîreksiyon
girtibe dihêjand. Bi devê xwe jî teqlîdê dengê motora otobusê
derdixist. Carinan jî li qorne dixist. Tît, tît...
Bav
ew dît, hêj bêhtir bi ser Behiyayê de hil bû:
-
Ma ne ew jî lawê te ye.Tovê xerabûyî!
Behiyayê
bi gotinên zilamê xwe pir tengezar bû. Lê nedixwest zêde bi ser de
here. Wê wekî her dem lêdan bibûya para wê. Lê dîsa di ber re avêt:
-
Tu jî wekî telebeyan bêbawerî yî. Hemû xelk û alem dizane ku Girnewas
girê cinan e. Her çarþem jî cin li dora Mîr dicivin. Yek bi yek gilî
û gazincên xwe ji Mîr re dibêjin. Yekî ku neheqiyek ji destê cinsê
mirovan dîtibe di civînê de dibêje. Li gor sûcê mirovan ceza ji wan re
tê birîn. Tu bi xwedê bikî carek tene be jî dilê min nehêle mêriko.
Em herin mihekê, nebû bizinekê li wir serjêbikin. Tiþtê me jê xwar,
tiþtê ku "jimeçêtiran" jê bir, hinekî jî emê bidin xizan
û parsekan....
Hemedo
xortûma xwe da hev. Giyayê ku çinîbû avête kozika kêvroþkan a di
kuncika hewþê de. Vê carê bi awayekî lavekar û nermî got:
-Hermet
tu dibinî ji sibehê heta eþayê ez pirîkêtan dibirim. Ka heqdestê min
çiqas e? Em zikê xwe têr nakin, tu qala cinan dikî. Ma rewþa me ji ya
wan baþtir e? Tu ew qasî dixwazî, wî bazinê xwe bifroþe, bila birayê
te roja çarþemê we bibe. Ez bixwe nayêm. Jixwe di heftiyê de carekê
betal im. Wê rojê jî bi kevok û kêvroþkên xwe têkildar dibim. Agir
bi malê neketê bes min hêrs bike.
Hêj
dê û bav di qirika hev de bûn, Zeynî di deriyê hewþê re da der. Dawa
kirasê xwe yê gulgulî tije beq kiribû. Beqê fetisandî.
Got:
-
Bavo bavo beq bû peqpeqok, teqî. Teq...
Bav,
awireke dijwar jê veda. Behiyayê tirsiya ku dîsa bav, lawik biêþîne.
Gotê:
-
Here hundir kuro. Ava bacanê di nanê xwe bide. Tu ji sibehê de birçi yî.
Çend
roj derbas bûn. Behiyayê bazinê xwe yê bûkaniyê bir li ba zêrker hûr
kir. Bi qasid re xeber þand ji birayê xwe Emer re. Ji bo çûyîna
Girnewas dest bi haziriyê kir. Wê êvarê berî ku bikeve xewê, çi duayên
ku dizanibû, hemû kirin. Ji bo ku kurikê wê rihet bibe hawar gihande welî
û nebiyan. Di dilê xwe de got:
-
Xwedêyo! Sibe çarþem e, Newas û hemû cinên din wê li hev bicivin.
Dibe ku daweta wan jî hebe. Bila dilovanî bikeve dilê wan û me bibexþînin.
Da ku Zeynikê min sip û sax bibe.
Dotira
rojê erebeya bi hesp a mala Remoyê Bahwarî kirê kirin. Hûremûr û
bizineke kol avêtin ser erebeyê, her sê jî lê siwar bûn. Dema erebe di
nav sûkê re derbas bû, wey li wî ku tinazê xwe bi Zeynî bike.
Hemû
dikandaran ew nas dikir. Xelefê terzî gotê:
-
Xêr e Zeynî, bi ku de?
Zeynî,
di erebeyê de rabû ser lingan, bê li kirasê wî da. Kiras werimî.
Got:
-
Lo erebeyek li ba Moriz xera bûye. Þifêr tûne ne. Ezê herim biajom.
Þagirtiyê
terzî xwe avêt ser erebeyê, gotê:
-
Lawo, tu ji ku dizanî erebeyê biajoyî.
Yekî
din destê xwe da serê Zeynî, got:
-
Heke tu þifêr î, tuyê erebeya bi hesp biajoyî?
Dema
þagirtî destê xwe danî ser serê wî, Zeynî got: Tîîît, in in in, rê
bidin, Qemyon hat. Firrr...”
Diya
wî, bi awayekî guhnedarî li wan temaþe dikir. Hiþê wê li ser Mîrê
cinan bû. Di dilê xwe de got: “Wele ev çend e, min ava germ bê besmele
nerêjandiye, pelên pîvazan tu caran navêtine nav êgir. Her çiqas em
"jimeçêtiran" nebînin jî ew me dibînin. Divê ku hay ji min
hebin û Zeynî bibexþînin...”
Erebe
ji nav bajêr derket. Çend erebeyên din jî tije jin û zarok bûn. Jinên
edrek, zarokên felcê li wan xistî, bawî, tawî...
Hesp
ji niþkê ve herimî. Bahremo çend qamçî lê xistin. Hesp çargavkî bezî.
Kêfa Zeynî pir xweþ bû. Ji ken devê wî gazekê ji hev vebû.
Wexta
Behiya gihîþt ba Girnewas, çavên wê çûne nav serê wê. Bi awayekî
ecêbmayî, laþê wê bû wekî cemedê, di cihê xwe de rawestiya. Pirî
darên li ser gir hatibûn birîn. Gir hatibû kolan bûbû wekî çalekê.
Cîbeke pîlaqeya wê fermî li ber çem sekinîbû. Çend kesên ku þevqeyên
selikî li serê wan bûn, bi pantolê kurt û du heb ji wan bi berçavk tiþtekî
mîna kûzekî di destê van de pir bi dîqet lê dinêrîn.
Ew
girê ku di dilê Behiyayê de pîroz û bi tilsim bû niha bûbû çalek.
Ne darên ku bi terîþên rengîn hatibûn xemilandin û ne li binê daran
merþên raxistî hebûn.
Beriya
ku erebe vegere Behiyayê ji Bahremo re got, "Sibehê hê zû bi me ve
were. Nîvê heqê wî dayê. Emer bizin serjêkir û bi dara tûyê ve
daleqand û gurand.
Þeveke
tije stêr bû. Dengê beqan, sîsirkan û xuþîniya avê, bayê hênik û
bêhna fekiyên newalê tameke cenetî dibexiþand. Emer û Zeynî ketine
xewê û pixepix kirin. Lê Behiyayê ma li benda cinên dilovan...