Gotinên Pêþiyan

 Hasan Kaya

Çanda civakekê di nav pêvajoyeke dûvdirêj de,  tê meyandin, dipije, digihe û dikeve kirasekî neteweyî. Çanda hemû gelan ji qumaþê gerdûna me ya temendirêj hatiye birîn. Qumaþê gerdûnê jî, ji ax û keda destê mirov hatiye pê. Lewra li cihê ku xwêdana eniyê, hêza destê mirov û sirûþt bi hev re têkiliyekê daynin, berhemek derdikeve holê. Navê vê têkiliyê afirandin e. Afirandin jî bi xwe re çand û þahrezayiyê derdixe holê. Mînak, Li herêmên ku ceh û genim lê tê çandin, dûrik, stran, gotinên pêþiyan, biwêj, lîstik, têgihên hilberînê, mamik, efsane, çîrok, mît û gelek bawerî di heqê çandiniya ceh û genim, paleyî, bênder, aþ, xela, baran û hwd.  de ne. Weke vê stranê:

 
Hûr genimo hûr genimo
Genim genim gela
Hûr genimo hûr genimo
Qorik zeriyên mala
 
Ew genimê çala mazî çala mazî
genim genim gela
Min çinîbû bi çeplê tazî
Qorik zeriyê mila...
 
Dîsa li ser dexlê mamikek, li gelek cihê Kurdistanê yê ku dexl lê tê çandin, tê gotin:
“ka çû ma dan, ka çû ma dan”...
Mamikeke din jî em binivîsin, “sêv gindirî min sêv xwar, gû gindirî min sêv xwar.” Di vê mamikê de, bêsansuriya nîrê feodalî dixuye.
Em li strana “Masîdarî ku ya derdora Çewlikê ye binêrin:
Hoy masîdar lê û lê lê lo û lo lo
Ew masîkê kevrê sor e lê û lê lê lo û lo lo
Bêrîvan tên qor bi qor e lê û lê lê lo û lo lo
Serê bêriya bi laçika sor e lê û lê lê lo û lo lo
 
Hoy masîdar lê û lê lê lo û lo lo
Ew masîkê kevrê zer e lê û lê lê lo û lo lo
Bêrîvan tên ref bi ref e lê û lê lê lo ™ lo lo
Seriyê bêriya bi laçika zer e lê û lê lê lo û lo lo
 
Ji ber ku li çiyayên derû dora Çewlikê gol pir bûne û di golan de masî hebûne ev stran ji nav dilê gel derketiye.
 
Sêvên Xelatê û yên Meletiyê jî ji gelek berhemên zargotinî re bûne malzeme. Zebeþên Amedê, çemê Muradê û Firat, çiyayê Sîpanê û berika Mêrdînê herwekî fêkî çem, çiya û beriyên welatekî ji bo zargotinê motîfên zengîn in. Lê ji ber ku bajarên mezin hatine avakirin û kapîtalîzm bi awayekî wehþî xwe saz dike, ev motîv her ku diçe ji nav zargotinê kêm dibin. 
Helbet zargotina derûdora çola Erebîstanê dê derheqê xurme, qûm, germ û hwd. de be. Li zozanê Þerefdînê jî zargotin, dê derheqê mih, bêrî, þîr, lorik, berf û hwd. de be.
 
Mewsim, erdnîgarî, çandinî, cureyên daran, berî her tiþtî jî awayê hilberînê çanda neteweyekî dixemilîne û derdixe holê. Neteweyên ku ev rewþa mînanî hev be, çanda wan jî nêzîkî hev e.
 
Her ku rewþa civakê ya aborî pêþ ve diçe û tê guhertin, rewþa birêveberina civakê jî tê guhertin. Ev guherîn bi xwe re, bîr û baweriyeke nû çandeke nûjen tîne. Mirov dikare di gotinên pêþiyan de, guherîna civakê baþ bibîne. Hinek gotinên pêþiyan hene ku mirov qet nikare wan di nav civaka îroyîn de bikarbîne. Mînak, “Jin be û li ber mala xwe be”. Îro jina kurd, di têkoþîna azadî û rizgariyê de, bi qasî zilaman serhildêr û leheng e. Ev gotin ne layiqê jinê ye. “Pîrek darê þikestî ye”, “Biçûkê malê kûçikê malê ye”, “Xal xwarziyan radike, ap biraziyan winda dike”, “zava kerê xezûran in”. Weke ku tê dîtin ev gotin, di civakakeke li paþmayî de hatine gotin. Di wê civakê de,  li gorî mentiqê wê demê ev gotin normal bûn. Lê li gorî rewþ, norm û baweriya îro hukmê van gotinan nemaye.
 
Di biwêjan de jî ev guherîn pêk tê. Berê dema ku jinekê kêmayiyek dikir, ji xwe re wiha digot, “li min kezî kurê!”. Li gorî pîvana wê heyamê kurkirin, ango qusandina porê jinê þerm bû. Lê îro bi vî awayî nayê fikirîn.
Ji bo guherîna baweriyê jî mirov dikare mînakekê bibêje. Heyama berê, yên ku law ji wan re çênedibûn, diçûn ser ziyaretan da ku kurek ji wan re çêbibe. Çêbûna keçê mîna ya law dilxweþî nedibexþand. Ev bawerî ber bi guherînê ve diçe.
 
Di kevneþopiya navlêkirinê de jî guherîneke dijwar xwe daye der. Berê kurdan an navê þêx, miþayix, mezinekî/e Ereban li zarokên xwe dikir an jî navê fermandar, rayedar û paþayekî Osmanî-Tirk li zarokên xwe dikir. Niha bêtir navên Kurdî yên efsanewî, navên þervan û lehengên þerê rizgariya neteweyî li zarokên xwe dikin.
 
Stranên Kurdî her çiqas ji kaniya xaka kurdî vebizin, reng, çeþn û zîzbûna xwe ji gelerîbûnêji bistînin jî, li gorî rewþa civakê têne guhertin. Helbet temaya bingehîn pir hindik were guhertin jî kalan baþ tê guhertin. Lewre janên civaka Kurd, bindestbûna wan nehatiye guhertin. Hestê bindestiyê û hêstirên çavên janan xwe bera nav dilê stranan didin.
 
Mînak di stranên berê de jî têgihên weke “bêbext, bêbextî, dijmin, koçberî, xizanî û hwd.” hebûn. Îro jî di stranên Kurdî de, mirov van têgihan dibîne. Berê di stranan de mewzer, çaplî, borno çekên di destên lehengan de bûn. Îro di stranan de, ev çek keleþ e, an jî çekeke din e.  
 
Weke ku tê ber çavan, bi guherîna rewþa aborî û siyasî re çanda gel jî qalik û kalanê xwe diguherîne.