HASAN KAYA 

 

DIHOK, HESTÊN PENABER Û TU

 

Tu dûrî welat,

Ez niha li nav welat im

þevên bêyî te kêmwelat in…

 

Þevên vir,

Ba, ji çiyan

Bi bîhna rihanan re

Xeyalan dialîse

Stêr çavnas in

Mirov devliken, dostane

Çeja fêkî, nostaljîk

Destên bajêr

Qedirgir û nazikten

 

Dûrî te,

Kêmsemax im

Di nav baxê welatî

Nîv-kambax im…

 

Dihok,

Azadîhez û guherîner

Straneke nîvçemayî

Li benda destên têrhuner

Mêjiyê nûhatî

Da ku bixemile

Û li Rojhilat

Bibe bûka bajaran…

 

Li Dihok im,

Di nav kaniya wefayê

Pêlên evînê ku li kolanan veþartî

Þahida zilm û xemê

Maka çanda kurdewarî

Dihoka Dasiniyan…

 

Lê yarim

Li welat im

Çawa bikim,

Bêyî te

Der welat im…

 

Dihok, bi bîstanan Dihok î

Hinar, sêv û xox

Þev-amber î Dihok…

 

Lê yarim,

Dûrî te

Têrkeser im

Li nav xweþiyê

Bêje hema derbeder im…

 

Dihok,

Li Nizar

Berojk û Bêsir

Þindoxan, Sûlav û Zawîte

Serbilind û jixwebawer im

 

Lê yar im, bawer bike

Li vir,

Hestên min bêyî te penaber in…

 

Payîz`2004\ DIHOK

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org