HASAN KAYA
Ji kaniya sebr û huznê, F. Sosî re
HESTÊN SERBERDAYÎ
Li kendava birûskên awirên te
Jikêr ketim
Li teniþta dilê te bûme penaberek
Bi hewldaneke Spartakusî
Ber bi dilistana te ve hatim…
Min,
Hemû mertalên evînê
Li ber kela dilê xwe sû kirin
Hemû þevên xwe
Bi kerb û hesretê parzûn kirin…
Kerî bi kerî
Cot bi cot
Dora jidilbûna min rapêçan,
Leþkerên tabûyên te…
Te deþta dilpakiya xwe
Li min wergerande qada cengê
Adaniya zozanê xwe
Li min kire xela …
Min,
Bi benê tenêtiyê
Bi hevsarê teslîmbûnê
Bi sirûda gazindan
Xwe bi dar ve kir, bi xemsariya rûyê te ve…
Min,
Hestên xwe bi meþka agirî keyand
Li ber deriyê sergiraniya te
Min,
Nefsmeziniya xwe
Bi ezameta evîna te þûþt
Da ku
Tu veneþêrî ji min
Çêja melankoliya xwe
Bibexþînî, sira nexþeya huzna xwe
Û veriþînî girêka huþbûna zîzbûna gulelêva xwe…
Payîz, 2004, Stenbol
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org