Di yekemîn roja
cejna qurbanê de, ango 1 ê reþemiya 2004an, li baþûrê kurdistanê, li
bajarê Hewlêrê; li navenda Partî Demokratî kurdistan (PDK) û navenda
Yekîtî Niþtimanî kurdistan du teqemeniyên terorane, li hemberî gel û
rayedaran pêk hatine. Di van kiryarên terorîst de, zêdetir ji sed mirovî
hatine kuþtin, ew çend jî brîndar bûne.
Baþûrê kurdistanê
ya ku statuya wê di yasaya bingehîn a Iraqê de û di qada navneteweyî
de, hate destnîþankirin; herêmeke bi aram e. Ew kesên ku dixwazin vê
herêma bi îstîqrar a ku di nav van 13 salên dawî de, ji aliyê aborî,
çandî û siyasî ve xwe daye pejirandin; bixin rewþeke xerab. Dilnexwazan
hêviya xwe bi þerî û nakokiyên olî, nîjadî ve girêdane. Heviya van
ên dilxerab ew e ku gel hevdu qir bikin.
Ev kiryara terorane,
wan kesên ku her roj bi gotin û polîtakayên xwe, dijberiya aþtî û
azadiyê dikin, tîne bîra mirov. Ewên ku ji mafên kurdan ên ku bi
yasaya Iraqê ya bingehîn hatine peyitandin nerazîne, bi her awayî
dixwazin rê li ber ramana, “emê li ser xaka xwe azad bijîn û çarenûsa
xwe kifþ bikin” bigrin.
Dewletên herêmê yên
ku mafên kurdan ên herî demokratîk jî, ji bo xwe wekî tehdîdê
dipejirînin; li ser bingeh û tifaqa dijbertiya kurdan, gotinên mîna “dê
gelek xwîn birije” bi hesanî dibêjin. Armanc û hewldana wan, rêlibergirtina
hestên kurdan ên hevpar û vejînê ye.
Em li ser navê însîyatîfa
çareseriya meseleya kurdan (DEMOSê), vê êrîþa hovane ya ku li dijî baþûrê
kurdistanê hatiye pê; lanet û þermezar dikin. Êdî bila her kes
bizanibe ku gelê baþûrê kurdistanê, dest ji mafê xwe û azadiya xwe ya
ku bi dest xistiye bernade û bi paþ ve gavan navêje.
Bi van hestan û bi vê bîr û baweriyê, em serxweþiyê didin malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, rayedarên PDK, YNK, gelê kurd û dostên gelê kurd.
Însîyatîfa Çareseriya Arîþeya kurdî (DEMOS),
DEMOS
- Demokratik Uzlaþma ve Kürt Sorununda Çözüm Giriþimi
Süslü
Saksý Sokak No19/3 Þehit
Muhtar mahallesi, Beyoðlu, Ýstanbul
Tlf:.2513919.,2514989....e-mail:
demos_istanbul@yahoo.com.................................