JI BO BIDESTXISTINÊ TELEB DIVÊ
Hasan
KAYA
17 Eylül 2002 Stenbol
Þensê
me ye, çi qas ku li Tirkiyeyê dabaþeke ji bo kurdan pir girîng tê rojevê,
qewmîneke giran an li Tirkiyeyê an jî li cîhanê diqewime. Guhertina qanûna
bingehîn dabaþeke sereke bû li Tirkiyeyê. Beriya ku bê rojevê, çend
meh bû ku hem nîqaþa wê hem jî heyecana wê hebû. Lê piþtî qewmîna
11ê Rezberê ku li Emerîkayê pêk hat ev dabaþ vemirî, ji rojevê ket.
Ne nîqaþ, ne jî hesasiyet li hemberî guhertinê naxwuyê.
Li gorî ku em dibihîzin, hinek guhertin pêk tên. Wisa dixuye ku sedemên
guhertinê ji aramî, selametî û rehetiya hemwelatiyan bêhtir, xweþkirina
dilê Ewrupiyan e. Ev çi tiþtekî sosret û xerab e. Tu dibêjî qey ên
ku vî welatî bi rê ve dibin ne ji vî welatî ne. Mîsyoner an jî birêveberên
welatên din in.
Hasilî kelam em çi bibêjin belesebeb e. Tiþtê ku rayedaran biryar dane
ewê bikin. Ji xwe helwest û tevgera li hember bê nîþandan zêde tiþtekî
naguhere. Lewra hê nazikiya demokrasiyê, pîvan û rêzikên demokrasiyê
li Tirkiyeyê nebûne tiþtên ji rêzê. Gotin, raman û daxwaza me kurdan
ji binî qîmet nayîne. Em dev ji qedr û qîmetê berdin, dibê ku ger ku
em bi dengekî bilind bîr û raya xwe eþkere bikin, heye ku van piç û
pariyên qanûnan ên ku diguherin jî rawestînin!
Niha tê gotin ku êdî dê kurd bikaribin bi zimanê xwe raman, çand, bîr
û bawerî û hwd. biweþînin. Nizanim gelo li darê dinyayê tu kesî qanûneke
wisa bi çavên serê xwe dîtiye? Welhasil, ew qasî ne girîng e. Em wê
daynin aliyekî û em hinekî behsa xwe bikin. Nizanim ev çi pêkenokî û
lîstika nexweþ e ku kurd bi rayedarên Tirkiyeyê re dilîzin. Qey em mecbûr
in di vê lîstika hanê de bibin fîgûran. Gelî hemwelatiyan! Qey em mecbûr
in bi destûr, bi minet û rica pirtûk û rojnameyan bixwînin. Ma gelo em
mecbûr in...
Ez îdîa dikim ger ku pêncî hezar pirtûkên bi kurdî, sed hezar rojname
û kovarên bi kurdî bêne firotin, perwerdehiya bi kurdî û hînkirina
kurdî jî dê derhal serbest bibe. Ez dikarim hê wêdetir jî herim. Ger
ku kirîna weþanên kurdî bigihîje vê hejmarê, bawer bikin ne bi tenê
mafê perwerdehî û hîndekariyê, kurd çi bixwazin ewê wî bi dest
bixin. Dibe ku hinek mirov li hemberî vê ramana min matmayîbûna xwe eþkere
bikin. Ez dibêjim ev ne ramaneke ku mirov di paþ guhên xwe re biavêjê
ye. Hêjayî ceribandinê ye. De fermo em biceribînin!
Na wele ger ku kesayetiyeke weha têr û tijî, xwedî bîr baweriyeke
neteweyî pêþ ve neçûbe, ev bîr û bawerî di nav gel de belav nebûbe,
lê kesayetiyeke wiha bi tenê bi xwenda û pêþengên me re hebe, naxwe ji
bo gelek mafan hê ji me re zû ye. Wê demê xelk û alem dê bibêjin
“bavo kurd tiþtekî naxwazin. Tevgera wan jî jakoben e. Kurd bi gelemperî
maf û azadiyê naxwazin, çend xwendeyên wan doza kurdayetiyê dikin, ji
xwe ew jî bi kurdî nizanin û dûrî hemû nirx û hêjayiyên kurdayetiyê
ne.”
Bi rastî jî ger ku em dixwazin bibin xwediyê nasnameya xwe, tiþtên ku
bi darê zorê ji me hatine standin vaye îro gelek ji wan serbest in, werin
wan careke din tevî kesayetiya xwe bikin. Werin saziyên çandî, hunerî
û zanistî gur û geþ bikin.
Bi tena serê xwe dahûrandinên polîtîk û îdeolojîk nikarin ji pêþvebirina
çand, zanist û hunerê re bibin derman. Gelo hemû cîhan ji bo ku
maneviyata xwe pêþ ve bibin, ji çand, huner û zimên, ji bo lêkolînên
dîrokî, folklorîk û hwd çiqas kadro, çiqas fînans û alet û navgînan
vediqetînin.
Ez bawer dikim ku em ji vî alîyî ve xwe bidin ber gelên din, dilê me dê
bi me biþewite.Lê tevî hemû astengî, tevî hemû nêrîn û ramanên me
yên li paþ mayî, hê jî derî li ber me vekiriye.Þensê me nîvî bi nîvî
ye. Çarenûsa me di destên me de ye. Ger ku kurd bixazin tiþtekî ku
nikarin bi dest bixin tune ye...