HASAN KAYA
LAWIJEKE
BI DAR VE KIRî
Li ser qenewîça temenê min,
Bîhna destê têrhuner
Neqþên li hev hatî, tawisî
Newalên azmûna hêviyan
Li me tik û teng
Þiverêyên dahatûyê dûdirêj
Tevzînokên þermîna tabûyan
Li ser kolîkê giran bar e
Lênûska þehweta bedenê, cûtî
Perperîka dilî mandû
Û di darê kelemçê de
Îsayekî bê hogir
Roj diçe ava dar ve dibim
Roj hiltê dar ve dibim
Li ba dibim
Li ser xaka te ya bê al
Li ba dibim
Li ser bêndera gerdenê
Miþext, dê di tûrê koçê de
Bidêrin hilma hilçikandî
Þeveder dê binihurin
Sirûdeke gazindan
Bi hevokên bê kirde
Avjeniya di bîbikên kelê de
Þorên þorî diteyisin li ser lêvan
Pîneyek e li ser eniya min
Hebreþka li ser hiþê te
Ku þûþa dilî êdî
Kundê kavilê te be
Ku coþa dilî
debengê kemera te be
Hevsarê hestan dê birize
Di nav tiliyên poþmaniyê
Û mertalê toreyê,
Li ber evînê
Alek e pîroz e !
Li ba dibe
Di navenda temenê me de….
Li ser kaniya abadîniyê:
Serencperestekî bêtûte
Bextreþekî tewtewe
Evîndarekî bêhude
Li ser kaniya dilovaniyê:
Þevedizê ber dilî
Xwazgîniyê hilma te
Razveþêrê raza te bim
Alek e pîroz e, mertalê toreyê!
Li dijî evînê
Li ba dibe
Li ba dibe
Di navenda sînga me de…
ZIVISTAN’2004
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org