Hasan KAYA/ STENBOL, 08.07.2004

 

                                   MAZÎ

 

Çarenûsê,

Reþqelem li ser serrûpelê min da û da û da

Xweda!

Koremaran  bi bextê min ve da…

Elweda xêr û gunehên min,

Bi xatirê we yadîgariyên destûbiratiyê…

Bila rêz bibin,

Wekî libên tizbiyê li dû hev: Xatirat

Û tama wan di devên min de bimîne

Ya hêviyên virnî…

Hibra armancên xesandî,

Ew dê wekî deqekê be, her li ser eniya min…

Îro li bendera tenêtiyê ye keþtiya min,

Û meskenê miradan e,

Himbêza zeviyê rabirdûya min… 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org