Hasan Kaya /Stenbol
27.06.2003
Hemû kurd deyndarê wî kalemêrê efsanewî ne
Ger ku kesek bû
lehengê xewnên zarokatiya mirov, êdî ne mimkun e ku ew motîf
ji ser hiþ û mêjî biçin. Heta mirinê her û her bi mirov re dijîn.
Mele Mistefayê nemir, di salên 1968an de, li herêma Botan û Mêrdînê,
di xewnên me zarokan de bû. Her þev di xewnan de bû, lew re di civat û
þevbuhêrkan de, “qaçaxçiyên bi nav û deng, firariyên bi nav û
deng, maqûl û giregirên civakê bi rêz, bi huþû û bi awayekî
tilsimane dabaþa wî dikirin.
Dabaþa bejn û bala
wî, dabaþa “di qada þer de cengaweri”ya wî, merhamet û adiliya wî
dikirin. Tektîk û jêhatîbûna wî ya li hemberî dagerkeriya ereban ji
wesifdana wî kêm nedibû. Bi ser van hemû wesifdanan de, kê dabaþa wî
bikira bila bikira, êzîdî, suryanî, þêx an tariksalat; mutleq lê zêde
dikir: “ Mele Mistefa ehlê xwedê bû. Di nava þerê giran de jî, ferza
limêjê li xwe nedibir, digotin.
Qinyatek di nav gel
de hasil bûbû. Dihat gotin ku Mele Mistefa niviþtek heye. Bo wê yekê tu
caran fîþek di laþê wî re naçin. Motîfên vê efsaneyê li gorî herêm
û li gorî kesan dihat guhertin. Di civatan de, hinekan digot, “çar
caran berik li Mele Mistefa ketiye, lê tu tiþt pê nehatiye.” Hinekan
digot, “dema ku carekê bera topê, ber bi
singa wî hat; wî destê xwe da ber, rahiþtê. Bera topê di destê
wî de, cemidî û bû mîna ax û xweliyê. Hed û hesabê van efsaneyan
tunebû.
Di civatê de, qîmet
û jêhatîbûna zilaman, bi dîtina
Mele Mistefa dihata hesibandin. Dema ku pesnê zilamekî giran bidana
digotin, “ wele, felankeso di civata Mele Mistefa de maye”, an jî “
felankeso dinya dîtiye, heta ba Mele Mistefa çûye” digotin.
Tiþtê ku tu caran
ji bîra min naçe û her tim weke xewneke þevan di bîra min de ye ev e:
Ez deh an jî yanzdeh salî bûm. Sal jî der û dora 1970 bû, mala me li
nav Nisêbînê bû. Nizanim gelo min ji ku derê peyda kiribû, lê hem wêneyê
Mele Mistefa hem jî yê Leyla Qasim kiribû nav xelîtik ango cûzdana xwe.
Ew yekem car bû ku ez bûbûm xwediyê xelîtikekê.
Min bi difre, ew cûzdan
û wêneyên di nav de, nîþanî hemsalên xwe dida. Hinekan ji hevalên
min digot, “ma ew çi ye? Fotografên ji van ên rengîn û hem jî mezin
li mala me hene.”
Ez îro zaf meraq
dikim, gelo wê demê gel fotografê rehmetî û mezinên kurdan ên din, di
mal de dadiliqandin an na?
Di zarokatiya xwe
de, me pir li efsaneyên ku di barê Mele Mistefa de hatine vegotin û li
wesifdana wî guhdarî kir. Evên ku min li jor çêlî wan kir çend jê
ne. Bi sedan motîfên weha hene, ku di dema zarokatiya me de, hiþ û mêjiyê
me neqiþandine.
Em jiyana zarokatiyê
daynin aliyekî û em werin ser jiyana rasteqînî. Di jiyana rasteqîne de,
min herî zêde Mele Mistefayê nemir ji rehmetiyê Feqî Huseyn Saðniç
guhdarî kiriye. Bi sedan car min jê re gotiye, “seyda tu dikarî hinekî
dabaþa xususiyetên Mele Mistefa bikî?”
Tiþtekî ecêb e,
dema ku Apê Feqî behsa Mele Mistefa dikir, ew jî dibû mîna zarokan. Zîz
dibû, rengê dengê wî dihat guhertin, dengê xwe nimz dikir. Heçku îbadetê
bike.
Bê þirove û kurt,
ez dixwazim yek tiþtî ji devê Apê Feqî neql bikim: Mele Mistefa di
axvtina xwe de mîna wesiyeta gotiye, heta ku parçeyekî welat azad nebe
bila li tu perçeyên din þer nebe. Ger þer hebe ew neyariya kurdan e.
Hemû kurd minedar û deyndarê wî kalemêrê efsanewî û rûhanî ne...