MIL

 Hasan Kaya

 

Asîmanê wê navçeyê her dem di bîra min de ye û her dem sayî û þîn e. Stêrkên wê biþewq in. Þevên wê bitirs û xof in. Kûçiken derûdora sînor dûdirêj direyin. Dengê stranên zîz, ji kolikên (quleyên) nobedarê tixûb tê. Carinan nobedar wilo keseran vedidin, dengê wan heta ber bi malên dûrî sînor jî diçe. Di navbera kolikan de, guftogoyên balkêþ çêdibin:

- Kuro Yozgatliyo! Lawo, tu dibejî nesîb heye em bi ser malbata xwe de vegerin? Gelo em dê sax salim li dergistiyên xwe vegerin?

Þev tarî ye, Cemed û seqem e. Çemê Çexçex wekî marekî bêdeng û çivanok xwe ber bi Binxetê ve berdide. Qirþ û qirêjî, slav, êþ û janan bi xwe re dibe wî aliyê xetê. Dema ku xelkê Qamiþloyê çav li çem dikin, heçkû bêhna meriv û xwediyên xwe bikin, xemgîn û keserkûr dibin, bi hesret li çem dinêrin. Çem ji xelkê jêr re wekî qinyatê ye. Bêhna wan pê fereh dibe.

Em, ango zarok ên di helbesta Ahmed Arîf de ne :"Hilma me têra mista me nake." Li navçeyê, hew yek sînema heye. Filîm diqede. Edî wext jî dibe dereng. Dema em ji sînemayê derdiketin, mûyê me dibûne sîx, lêva me reþ dibû û dilerizî. Di binê qezaxê naylonî de me xwe diguvaþt. Ji hundirê sînemaya ku bi hilma mirovan germ dibû, me wekî pisîngên pernisî, bi hesreta ketina nav nivînan berê xwe dida malê.

Hêviya qaçaxçî "mil"e. "Mil", Barek hûremûrê ku ji Binxetê derbasî Serxetê dibe bû. Hêvî û xewna bûkan, bi "mil" ve girêdayî bû. Dibe ku guleyek G-3’ yê li pêþ çavê qaçaxçî, li nîvê eniya wî bikeve, lê dive ku ew "mil" bigihîje cihê xwe...

Serleþker ji hêviya bûkan fêm nake û xizanî nedîtiye. Derxistina heqê nanê zarokan jê re ne xem e. Kengî roj bihile, li cîba xwe siwar dibe. Bost bi bost sînor qontrol dike. Ka þop heye an na.

Bayê kur wekî zûrzûra hûtekî birîndar di þevê de dinaliya. Her çiqas dengê bê xurt dibû, reyîna kûçikan jî pê re zêde dibû. Dîsa, þevek ji yên pir erjeng di ser nobedar re bihurîbû.          

Bi roj nobedar di kolikê de bûn, bi þev jî di kozikê de. Kozik çaleke sergirtî ye. Du mirov dikarin tê de bihewin. Ji êvarê heta berbangê, nobedar tiliya xwe ji ser tetîkê, serê xwe ji kozikê ranedikir. Gerçî , di tixûbê kîjan nobedarî de, qaçaxçiyek bihata kuþtin, destûra çûyina mal jê re hebû. Mehek destûrstandin, ji leþkeriya mîna azabê cehnemê re dibû derman. "Milê" ku bihata bidestxistin jî, dihate li hev parkirin. Lê bê xwediya tirsê, tariya þevê û devê tivingê qeremê mirovan diþkand.

 Dema ku serleþker, didît ku kûçik li hev civiyane û zûr zûr dikin, wî dizanibû ev berbangeke bi xêr û bereket e. Ew dizane ku xwîn li erdê heye. Heke xwîn hebe, "Mil" jî heye. Êdî kêf kêfa wî bû.

Dilê nobedaran seraqet di çûyîna malê de hebû. Bêriya xwediyên xwe dikirin. Bêriya dergistiyan, dilê wan dikewand. Lê þev tarî bûn. Bayê kur vinevin dikir. Nobedarê tixûb dil bi tirs bû. Dil bikutekut bû. Qaçaxçî bihêvî bûn. Xiþtxiþek hate guhê nobedar. Agir bi hinavê wî ket. Çokên wî þikestin. Di vê þeva seqemî de, hezar kîlometre dûrî welatê xwe, li welatekî biyan, di nav mirovên ku ku ji zimanê wan fêm nake de, pêjna lûleyeke sar, li paþ stûyê wî dihat. Berê namlûyê da jor, çavên xwe girtin, heta jê hat tetîk kiþand. Ji kozikên Eznawirê heta bi Taxa Kanîka, nobedaran bi fiþekan kire wekî ro bi nîvro...

Mirovên ku li civatan rûniþtîbûn, ev teqîn þîrove kirin. Gotin:

 -Ev ne teqîneke virt û vala ye. Dengên du cure çek tê. Dengê keleþan û dengê G3 yan.

Zûrzûr û borbora panzêrê, zarokên taxa nêzîkî tixûb ji xew þiyar kirin.

 Dema yên ku ji qaçaxiyê fêm dikin, dengê panzêrê bihîstin, gotin: "Ma me ne got þerekî dualî ye..."

Bêbextî, di quncikê tarî û hêwî de bi kurtepist hatibû honandin. Derbasê Muxbirçî li her du aliyê xwe nêrîbû. Kes nedîtibû. Ji bo ku baweriya wî baþ pê were , dilê wî rehet bibe, careke din li paþ xwe nêrîbû. Lê kesî xuya nekiribû. Cixareyeke Malboro ji pakêtê derxistibû. Hesteyê Îbelo ji bêrîka xwe anîbû der û cixare vêxistibû. Çend hilm lê dabûn. Hinekî bêhna wî hatibû ber. Bi dilekî rehet û bi hêviya çend sed benqenotî ketibû hundirê tabûrê.

Dema her du nobedarên devê derî çav li Derbaso kiribûn gotibûn:

-Dîsa Derbaso wê malika kê biþewitîne. Ka em binêrin bê Xwedê ji dayika kê distîne. Nobedaran hinekî tinazê xwe pê kiribûn. Derbaso, cixare dabû nobedaran û bi destê xwe vêxistibû. Nobedarekî gotibû:

- Derbas Efendî, Yûzbaþî li odeya xwe ye. Tu dikarî herî hundir. Ez dinêrim kêfa te li te ye. Xwedê zane tu li pey þopa karekî hêja yî. Heke tu ser bikevî, me ji bîr neke ha..

Dema ku Yûzbaþî çav li Derbaso kiribû gotibû:

-Xêr e Derbaso? Dîsa kêfa te li te ye. Tiþtek di bin te de heye. De ji bin zimanê xwe derxe. Lawo diyar e ku te bêriya goþtê berxikan kiriye. Wele min jî, ji zû ve goþtê berxan nexwariye. Xwedê bike îxbariya te rast derkeve.

-         Kuro wele tu mêr î. Aferîn ji te re.

Derbaso wekî lawekî ku bi delalî mezin bûbe û sergiraniyan li malbata xwe bike axivîbû:

- Yûzbaþiyê min te þerm kir. Ez çavê te me. Ma qey ez serê xwe bi pariyê biçûk re diêþînim. Min gelek Yûzbaþiyê wekî te dewlemend kirine. Ew dewlemend vegerane Enedolê. Hê jî nameyên hinekan ji wan tên. Cem Ersever ðsteymen û Bakî Yûzbaþî bi bertîl û "milan" avayiyên çend tebeq li Stenbolê lê kirin. Texsiyên nû standin.

Yûzbaþî hew xwe girtibû û gotibû:

- Lawo de ka bibêje. Bes dirêj bike, Yên ku îþev di sînor re darbas bibin kî ne? Barê wan çi ye? Saet in, ça ye, pertal e, çi ye?

Derbasê muxbîr gotibû:

- Nejdeto ye. Çardeh barkêþên wî hene. Ew bixwe rêzan e. Barê wan tevlihev e. Morî, qahwe, kitan û hwd. e. Dê di navbere Girhesin û Wêsîkê re derbas bibin. Ji xeynî Nejdeto, du paþmêrên wî jî bi çek in. Nejdeto, mirovekî derbnas e. Awirê wî tûj in. Nîþanê ji qula derziyê digire. Dest hiltîne. Tu caran natewe. Bila tu vê yekê baþ bizanî. Haya te jê hebe.

Yên ku li þevbiwêrkan ne belesebeb gotibûn þerekî giran qewimiye. Þer dijwar, kemîn bêbext bû. Kemîneke mêrkûj hatibû danîn. Biryara kemînê, di quncikeke tarî de hatibû standin. Derbaso wekî gîskekî gurî,  di ser hêkan re bimeþe, bi diltirsiyeke dizê þevê ketibû odeya Yûzbaþî. Pîlan, hîle û fenên kemînê yek bi yek hatibûn axaftin....

Nejdet, sê caran dorpêç qelaþtin. Di kemîna çaran de gule di bin çiçika aliye çepê re ketibû hundir, di ser polê wî re derketibû derve. Birîn xedar, þev giran bû. Hêvî û mefer nemabû.

Bi xijiqandin xwe gihande cem Taxa Bajariyan. Li teniþta mala Eliyê Necîm, taqet û mecal pê re nema. Xwîna ku ji birînê diherikî bû goleke biçûk.

Rengê Nejdeto zer bû. Sorbûna hinarikên wî çû. Porê wî yê xelek reþ gij û mij bû. Lêva wî ya qeliþî dijenî. Lê devlikeniya wî hê jî didomya...

Paþmêrê wî bêhnçikiyayî, qeremþkandî, bi rengê miriyan li deriyê hewþê da. Ahmedê Qorê derî lê vekir. Paþmêr xebera dilþewat, bi kurtepist di guhê Apê Nejdeto de got: "Apo Nejdet birîndar e. Me hev winda kir."

Ahmedê Qorê bi vê xebera malkambax þewiþî.

Hew xwe ragirt. Pirqînî pê ket. Rondik ji çavên wî barîn. Zeriyên malê fêm kirin ku meseleyeke kezebþewat heye.

Di serê sibehê de dengê girî û qêrînên jinan bi ser taxê de belav bû.

 Di serê me de pirsa gelo “Rûyê miriyan çawa ye, çavên wan vekirîne an girtî!...” Em zarok wekî pisîngên pernisî ne. Jin bi giryan û fîxan, destê zilaman bi þûn wan ve, þevqeyên wan ser berjêr bûn. Me rêya nexweþxaneya Nisêbînê girt. Gelo mirî dê bikevine xewna me de? Di nav vê hingedingê de, em ketin morga nexweþxaneyê. Cihekî hêwî, dîwar bi qirêj bû. Bêhneke pîs dihat. Qêrînên jinan, li dîwarê betonî diket û olan dida. Deng dubare dibû.

Dua û ayetên ku min ji ber kiribûn, di dilê xwe de min xwendin. Dilekî min digot li rûyê Nejdet nenêre, yên din digot divê ku tu binêrî. Heçkû ez mecbûr bûm, li ser min wezîfe be. Diviya bû ku min birîna xedar bidîta.

Çar mirî. Çar miriyên rût û tazî. Li ser betonê dirêjkirî bûn. Çapan, bi ser wan de nixumandibûn. Yê ku dihat hundir, pêþî bi dizîka keviya çapan radikir, li rûyê yê mirî dinêrî.

Di bin þewqa lembeya melûl de, diranê Nejdet ê zêrîn, di devê wî yê vekirî de zer dikir. Heçkû di xewneke giran de bû û dikenî. Wilo rehet û bêxem ....