“MIN BÊRIYA TE KIRIYE”

 

 Hasan Kaya

 

 

 

Xweliya ku ji ber pehniya sola te ya berepaþ ve diçû; di dîmenê têkel û þkestî yê kul û kesera min a neþemirandî de, hê jî li hildifire. Xwelî û toz…ba û bablîsok te tînin bîra min. Ji wê rojê bi þûn de, her ku dibînim ba û bablîsokek qirþ û tozê li ba dike; rast û eþkere bibêjim, ma çi ji te veþêrim: Ez bêriya te dikim.
 
Belê bêriya te dikim. Zanim. Min gelek caran ji xwe jî vediziye. Kêmwêrekiyê nehiþtiye ku li xwe mikur werim û ez bi dizîka, bêyî ku tu kes, dîwarên li dora min, firaxên di hundirê odeya min de, neynik, firçeya diranan, heta pîþkokên komputura min pê bihesin, nebihîzin, ez tê, hema di dilê xwe de jî be ez bibêjim: “Min bêriya wê kiriye…”
 
Na… piþtî çûyina te þerbikê þerabê li ser masê stûxar, poçikên cixareyên te û çengek gotinên nîvþkestî di xwelîdankê de, wisa sar û bêdeng man, yek car be jî hêza dil têr nekir ku hewl bidim, li stranên bijarte yên ku me her duyan ji wan hez dikir guhdarî bikim. Heçku ewê peyvên hestyar ji ber notayan bipekiyana, li dora dil þopên ji zîzî û heznê neþuþtî bihiþtana û dil dê careke din birîndar bibûya.
 
Naxêr…piþtî ku bêþevbaþ, bêmaç û bêpaç pehniya sola te berepaþ çû û tiliyên te, dilsarî bera nava mista min da û awir bûne wekî tabloyeke wênevanekî surealîst, bi xiroþiyeke lezgîn min da dû þopa wateya bibîkên te; yek car be jî êdî min nexwest xwarinan bi þêweyên ku te ji wan hez dikir bipijînim û metbexa min ji bîhna hemû biharatên te xalî ye. Ne darçin… ne qurnefîl… ne jî cehter.      
 
Ya ku min ji xwe veþarta, ma dê çawa minê bi þerab û notayan, bermayî û bîranînan re parve bikira. Divê pêþî dil qayîl bibûya da ku bi dizî be jî, hema carekê di dilê xwe de, min bigota, “Min bêriya wê kiriye…”
 
Ya rast, piþtî te bêkar nemam. “Ferhenga min a veqetînê” û “Guldesteya çîrok û helbestên veqetînê” roj bi roj ji peyvên û biwêjên afirandî bêpar neman û ev kefteleft her berdewam e.
 
Bi zimanekî qedexekirî, bêmal, bêstun ango bêstatu, çawa dikarim bibim konevanê evînê. Çawa dikarim zêrkeriya peyvan bikim û li ser benekî xav dikarim bibim canbazê peyv û gotinê..!
 
Ne Nietzche ma nexwendî, ne jî Sokrates. Camêro, xwedêgirawî gotiye, “Yê ku jina wî xweþik be bextiyar dibe, yê ku jina wî nexweþik be, dibe feylesof.” Ez niha li ser gotina wî ya ku bi ceribandinên wî piþtrast e dilikumim.
 
Li dinyaya ku her roj “Gazên sera” ango karbondioksit, metan û radyasyon lê zêde dibe û ji ber van gazan jî germtir dibe, lewre jî “Nîþanên qiyametê” zêdetir dibin; ez li ser cografyeyeke ku nîrê dîktator û sergerdeyan her roj bi bayê faþîzm û nîjadperestiyê, di nav diranên mengeneyê de, bi êþ û azar mazlûm û mexdûran dihincirîne, bi wijdanekî pelçiqandî, li pey þopa te ya ku di nav xweliya ku ji ber pehniya te hilfiriyaye digerim.
 
Di nav bablîsoka li dû te mayî de, li þaneyên evînê digerim ji bo “Ferheng” û “Guldesteya” xwe. Lê awir û piyê min li cendekên ku “Bi ayet û lawijên toreyî” hatine kuþtin werdiqilin.
 
Bîhna kindîr û barûdê, rengê xwîna li ser dest û xencera “Kujerê toreyî” di nav rûpelên ferhenga min de werdigerin “Siya Yezdanên Semawî.” Kujerên ku hêz, îlham û peyamê ji “Siya yezdanên semawî” û “Rêziknameyên toreyî” werdigirin; di nav rêzên ferhengê de wekî qurbaniyên li benda dilovaniyê dimînin.
 
Ne Clara Zetkîn û Roza Luxemburgên ku lehengên navdar ên taxa we ne, ne jî Karl Marx û Max Weberê ku lehengên taxa me ne dikarîne pird û pêpelûkên di navbera taxên me de qewîn bikin.
 
Digel vê yekê, va ye dîsa li xwe mikur têm, min hemû firax miraxên di mala xwe de pê hesandin, heta dikarim bi dengekî bilind jî bibêjim:
 
Min îro bêriya te kiriye.
 
Ne ku li bendê me da tu wekî baraneke nîsanê bi ser hêvî, arzû û dildariya min de bibarî. An jî, ne ku li benda mizgîniyeke ji kurtejiyan û serboriya temen, beden, giyan û mêjiyê te þuþtî û dawerivî me.
 
Tenê dixwazim di nav hemû xirecira kaotîk de, li bin banê asîmanê ku ji ewrên gazên jehrîn barkirî û li beramberî xetereya þerê nukleerî de, digel xelaya hestan û hemû astengiyên dilêrî, tu li peyvên “Evîn” û “Bêrîkirinê” werî rehmê… ew notayên ku digel dengekî zîz di þevên hênik û bi heyv de, bi vexwarina þeraba Suryaniyên Midyadê zewq û hest digîhandin radeyeke bilind careke din werin guhê te:
 
Min bêriya te kiriye…

 

   

04.03.2007-Amed

 

e-mail: hasankaya47@hotmail.com

 

 

  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org