MIRINEKE
ERJENG
Hasan
Kaya
Tirêna
reþ a ku di deþta Bismilê de, bi oreora gayekî derblêketî û wekî marê
ziha dixuþiya û dûyê reþ jê vedikiþiya, ji îstasyona Misricê nîvco
bi rê ketibû û li Batmanê hatibû dagirtin. Teyr û tilûran di nav dûyê
qîrî de qîjemîj dikir.
Trêna
reþ, serê nîv saetê radiwestiya, lib lib mirov jê dadiketin lê gelek
mirovên ku dê ji bo xebatê herin bajarên Tirkiyeyê û jinên ku mast, hêk
û mirîþk ji bo firotinê dibirine Batmanê bi qîjemij û bi dengekî
bilind bangî hev û din dikirin, dawî jî xwe diavêtin zikê tirêna reþ.
Wexta
ku tirênê îstasyona Selatê li paþ xwe hiþt wezîfaderê ku bîletan
kontrol dike yê çavspî û bejndirêj bi dengekî ziravik wekî yê jinan:
-
Her kes biletinî çiqarsin, got. (Bila her kes bîleta xwe derbixe) Þêxmûsê
ku di kursiya kuncika vagonê de rojnameyeke rengîn dixwend, bêyî hemdê
xwe dest avête nasnameya xwe. Dawî hiþê wî hate serê wî û got;
"Tobe tobe ez çi dikim. Nizanim çima ev tirs û þika kirêt ji dilê
min dernayê. Jixwe wêneyê li ser nasmameyê yê min e. Navê li ser
nasnameyê hatiye nivîsîn mirovekî ji hêla dewletê ve ewle ye. Hêj jî
nizanim ev tirsa ku hundirê min dikiritîne ji bo çi ye."
Ji
bilî hevalê wî yê ku rêya derxistina nasnameyê ya bi vî rengî nîþan
dabû pê de tu kesî hay jê tune bû ku wî nasnameya sexte derxistiye.
Dema ku li tirênê siwar bûbû jî pir hay ji xwe hebû. Tu kesên nas ew
nedîtibû. Jixwe simbêlê xwe kur kiribû. Porê xwe yê ku berê bi pêþ
de berdida, niha bi paþ ve þeh kiribû. Di nîvê re jî veqatandibû.
Dema
ku bêhna wî teng dibû eniya wî xwêdan digirt. Niha jî çend dilopên
xwêdanê li ser eniya wî kom bûbûn. Cixareyeke poçiksor vêxist û
rojnameya ku lê dinêrî, kire nav kaboka xwe û li deþta hêþîn a bêser
û bin û ku heta çav dikare bibîne dûvdirêj dibû nêrî.
-Xêr
e birazî, evqas mitale por bi serê mirov ve nahêle.Te çi xem heye? Ma li
vê dinyayê temenê me çiqas e. Heta tu çavên xwe vedikî, tu dinêrî
ku çendan sel bihurîne. Rojên ku diçin êdî venagerin. Divê tu wan ji
dest bernedî. Þîreta min li te ev e, divê ku tu nebî êsîrê demê.
Bila her tim wext di destê te de êsîr be. Wê asê bigire. Wext fena çûkê
ye. Hew te dît ku firiya. Dem fena çûkê þivan xapînok e.
Wekî
ku tasek ava cemidî bi ser rûyê Þêxmûs de were rijandin. Hinekî þewiþî,
lê zû xwe da hev. Bi çavên geþ û rûyekî kenok li nav çavên zilamê
navsere yê ku kincên paqij wergirtibûn nêrî.
Yên
ku di wagonê de bûn bi awayekî balkêþ guhê xwe dane ser.
Zîwerê
Xendûkî, piþtî ku mizgefta wî ya ku lê meletî dikir kete destê
qontreyan dev ji meletiyê berdabû. Têgihîþt ku axaftina wî li xweþiya
yên di wagonê de diçe û hinek jê, bi serhejandinê gotinên wî tesdiq
dikin, nermenerme axaftin berdewam kir:
-Li
zeviyê bextê me, janên soring hatine çandin. Zeviyê me bi zîwan e,
qimil ketiyê. Lê xweþkirin û geþkirin di destên mirovan de ye. Kî
bike zehmet dê bibîne nîmet.
Her
çiqas hinekên di wagonê de dixwestin ku bi axivin jî, lê ji çavên wan
kifþ bû ku tirsê hêlîn lê çêkiriye. Li Batmana ku her roj çend kes
têne windakirin, bi dengekî bilind axaftin ne karê her mêrî ye. Lewma yên
di wagonê de bi tenê guhdarî dikirin.
Zîwerê
Xendûkî berê xwe da Þêxmûs:
-Goristanek
bi serê xwe ji xortan û yên ku tenê kuþtin pêk hat, li her kolanê
mextelek çêbû. Êdî çavên min bi vî bajarî barnabin. Ezê herim û
hey herim. Xwîn dilê min þêlo dike. Bawer bike þev û roj sergêjek li
min digere. Baþ dizanim ku ezê poþman jî bibim bi çûyîna xwe, lê hew
debara min dibe. Êdî naxwazim bibim þahîdê xwînê. Bila dengê xwînê
yê giryan neyê guhên min.
Þêxmûs
serê xwe kire ber xwe, ji aliyekî ve jî bêhemdê xwe serê xwe dihejand.
Tu mane di çavên wî de tune bû. Bi tenê kifþ bû ku dan û standina bêhna
wî bi lez bû. Gundiyê ku poþiyek belek dabû serê xwe, bi tiliya nîþandekê
çûkên ku difiriyan nîþan dan û got:
-
Xwezî bi van çûkan. Çiqas azad in.
Zîwerê
Xendûkî gotin ji devê zilamê gundî girt:
-Her
çûk xwediyê çîrokekê ye wekî mirov û stêran. A niha ev mirovên ku
di vê vagonê de ne xwediyê çîrokên giranbuha ne. Lê çîroka herkesî
di nav dilikên wan de veþartiye. Bêje ya her kesî bi wan re diçe gorê.
Bi tenê hozan û dengbêj kulê xwe derdikin.
Jinikeke
navsere þariya xwe ya spî heta ber devê xwe pêça bû, destê xwe yê
rastê dabû ber devê xwe û bi awayekî balkêþ li axaftinê guhdarî
dikir. Xemgînî jê difuriya. Serê xwe dihejand, carcaran jî çavên xwe
miç dikirin.
Vê
guftugoya bi zimanê çûkan di nav teq û reqa trênê de didomiya. Zîwerê
Xendûkî dil nebû ku dev ji Þêxmûs berde. Bi nermî pirsî:
-
Birazî diyar e ku tu li hespê xeman siwar î. Erê yên ku mirov di jiyanê
de dipijîne, distewîne xem in. Lê divê mirov car caran ji vî hespî
peya be û di deryaya coþiyê de sobaniyê bike.
Þêxmûsê
ku di van sê mehê dawî de du caran ji kemînê xelas bûbû û di ser
mirinê re qewaztibû nedikarîbû telaþ û ramanê ji rûyê xwe xef bike.
Dema ku hevalê wî Behçet ew bi rê kiribû, jê re gotibû:
-
Hevalê Þêxmûs! Bedlekî xweþik li xwe bike, por û rûyê xwe kur bike,
ha ji bîr neke bila rojnameyeke rengîn jî bi tere be. Tuyê di niqteyê
qontrolê re rehet bibihurî. Heta ji te were xwe rûgeþ û bê mitale bide
xuyakirin.
Þêxmûs
ji bilî þîreta dawîn ên din yek bi yek pêk anîbû. Kincê konduktorê
tirênê yê fermî bandorek li ser moralê wî çêkiribû. Xwest ku karibe
xwe, bi biþirîn bide nîþan. Li Zîwerê xendûkî vegerand:
-
Mamo ez hinekî diêþim. Di trênê de sergêjek li min digere. Lewma moralê
min xerabe dixuye. Li min bibore. Hûn axavtina xwe bidomînin guhê min li
ser we ye.
Zîwerê
Xendûkî keniya:
-
Lo birazî, ma porê min di êþ de gewr bûye? Nexweþiya sergêjekê ne
wilo ye. Ma tu dê ji min re bibêjî?
Þêxmûs
hew xwe girt, bi hênceta destavê çû vagoneke din. Lê ji wî we ye ku çavên
her kesî li ser wî ne. Li ber pencerê ji piyan sekinî. Hewaya hênik û
xweþ, di poz û devê wî re xwe berda nav cegerên wî. Straneke zîz, di
ber xwe de digot.
Pirsên
ku mêjiyê wî mijûl dikirin, cot bi cot û têkil hev bûn. Çûyîn û
mayin, mirin û jiyan, tirs û cesaret, girtin û berdan, derve û hundir,
welat û xerîbî. Lê her bersiva ku didît cegera wî dikizirand. Mayinê
mirin, jiyînê cesaret dixwest. Berdêla welêt jî zindan û mirin bû.
Dema
ku hevalê wî Behçet û malbata wî, dikir ku pê bidine pejirandin da ku
ew ji bo demekê here Edeneyê an jî Mêrsînê, wî gotibû, çûyina ji
welêt li min pir zor tê. Wê çaxê
bavê wî gotibûyê:
-
Kuro de xwe wilo ehmeq neke, hemû hevalên te îro li Swêd di lotikxaneyan
de ne, tu dibêjî ez naçim Edeneyê. Jixwe heta bi Skenderûnê jî welat
e.
Þêxmûs
bi kelegirî û bihêrs got:
-
Pirî hevalên min jî an li çiyê ne û an jî di bin axê de ne.
Dawî
jî xwe ker kiribû. Gotina wî ya herî dawî li hemberê malbatê ev bû.
Lê êdî hew his û kirên jê hat. Dil û mêjiyê xwe teslîmê malbata
xwe kir. Hevsarê xwe spart malbata xwe.
Dema
ku trên kete îstasyona Amedê, teptepa dilê Zîwer gihîþtibû radeyeke
bilind. Wî gelek þevên dijwar, di girtîgeha þaxa siyasî ya Amedê de
derbas kiribûn. Her cureyên îþkencê lê hatibê kirin. Her çiqas
nedixwest ku di nav hevalan de bandora vê îþkencê nîþan bide jî, her
tim dengê îþkenceyan di guhên wî de bû. Ji ber tirsa girtinê, wî
gelekî xwe ji têkoþînê dûr xistibû. Lê ketibû nav nakokiyeke
dijwar. Dudiliyê xwe berdabû ser mêjî û dilê wî. Dudiliyê ji îþkenceyê
bêhtir tade û bandor li ser dikir. Dixwest ku vê êþe di nav dilê xwe
de li yekî mukir were û bide der. Lê tevliheviya di nav mêjiyê wî de rê
nedida vê yekê û ew bi vê nexweþiya dilþewat re dijiya...
Li
îstasyona Amedê, Þêxmûs ji trênê peya bû. Simîtek û îskanek dew
kirî. Li qelebalixa gel temaþe kir. Îstasyon wekî roja mehþerê bû. Ên
ku dadiketin, ên ku siwar dibûn, ên ku bi ser jinên xwe de diqîriyan,
ên ku hev û din hembêz dikirin û rondik dibarandin. Di nav vê xirecirê
de, dudiliya Þêxmûs hêj zêdetir dibû. Xwe wekî yekî tirsonek û
revok didît.
Dilekî
wî digot: "Qey ne þerm e ku tu welatê xwe biþemirînî." Dilê
din digot: "Heke tu îþkenceya girtîgeha siyasî ya Amedê bidî ber
çavên xwe bimîne."
Þêxmûs
di nav deryaya xem û ramanan de melevanî dikir. Pîpika trêna reþ bi zûrezûr
lê xist. Wezîfedar jî, da ku kes ji trênê nemîne çar pênc caran bi pîpika
di devê xwe de fîke fîk kir. Þêxmûs, heçkû xwe biavêje bîreke bê
bin, li tirênê siwar bû. Heçkû xwe avêtibû ber pêlên felekê.
Tirenê,
di ber keviya Çemê Dîjleyê re, di nav zinar û baniyan re xwe ba dida.
Bajarê Mêrsînê, Þêxmûs wekî gepek xwarin, kirê nav zikê xwe yê
mezin. Di vî zikê mezin de, ew wekî nokeke windabûyî, di nav êþên
xwe de diheliya. Jê re bûbû hesret, ku mirovek silavê bidêyê. Rûyekî
geþ, gotineke xweþ, lêpirsînek jê re bûbû wekî dermanê êþa wî. Lê,
ji sibehê ta êvarê di karê çêkirina avahiyan de wext derbas dikir. Êvarê
jî, ji halketî bi zor digihîþt mala keça apê xwe.
Karkerên
ku Þêxmûs digel wan dixebitî, hemû kesên ku gundê wan hatibû þewitandin
bûn. Di nav wan de lib lib kesên ku dibistan xwendine hebûn. Lê Þêxmûs
unîversîte þemirandibû. Lewma di heqê gelek tiþtan de têgihîþti bû.
Pir hindik diaxifî, di nav karkeran de. Lê yên der û dorê tê anîbûn
der ku ew mirovekî zîrek û zana ye. Wî di nav wan de bêhtir meyla xwe
berdabû ser Sêvdîn. Dema ku bi tenê diman pir henek li hev û din
dikirin. Ji ber ku Sêvdîn þivantî kiribû, Gelek tiþt ji gerîla hîn
bibû. Her gav keser vedidan, serpêhatiyên xwe, bi dilekî geþ ji Þêxmûs
re digotin. Lê ku rikê wî çêdibû, te bikuþta jî gotin ji devê wî
dernediket.
Rojek
ji havîna Mêrsînê bû. Tavê rûyê mirov diqijiland. Car caran bayê ku
ji aliyê behrê dihat, hundirê karkeran hênik dikir, lê wekî zîpikên
havînê zûka dibihurî.
Karkerên
ku Þêxmûs jî di nav wan de bû, seyandina avayiya þeþ tebeq bi qebale
girtibûn.
Ev
roja çaran bû ku li ser îskeleyê bûn. Tebeqa pêncemîn diseyandin. Þêxmûs
got:
-
Sêvo destê xwe zû bigire, qene em dora esrê karê xwe biqedînin, da ku
em bi gogê bilîzin.
Sêvdîn
ji aliyekî ve xerc didanî ser malincê xwe, ji aliyê din ve jî henek li
Þêxmûs dikirin:
-Em
vê carê belaþ nalîzin.Tu li ser du qap masî heyî.
Þêxmûs
bi tiqetiq:
-
Gundiyo tu ji ku bi futbolê dizanî. Here þivantiya xwe bike. Sêvdîn gotê:
-Hevalo
ez te eleþtirmîþ dikim. Tu henekê xwe bi gundîtiya min dikî. Ma îro
bajarî þer dikin?
Þêxmûs
kir ku bi Sêvdîn þad bibe, tepek avêt nav serê wî. Sêvdîn xwe ji ber
wî vekiþand. Lingê Þêxmûs þemitî, di qata pêncemîn de werbû. Sêvdîn
hawar û gazî li karkerên din kir.
Di
hundirê çar pênc deqeyan de karker hemû, li ser serê Þêxmûs kom bûn.
Kef bi devê wê ketibû. Dilopên xwînê di pozê wî re dihatin. Deng jê
nedihat. Bi tenê kûr kûr dinaliya.
Bi
lez ew li pîqabeke jihevdeketî siwar kirin û rêya nexweþxaneya dewletê
girtin
Sêvdîn
li ber deriyê emeliyetxaneyê li ser çokên xwe li qelevîska rûniþtibû.
Serê wî di ber de bû. Cixare dikêþa û bi kesî re nediaxivî
Dema
ku nexweþnêrê ji wan re got: “Bila serê we sax be, hevalê we jiyana
xwe teslîm kir, kêr li karkeran biketa xwîn ji wan nedihat. wekî latekê
hiþk û hola man.
Dawî
ji bo ku cendekê wî biþînin welêt dolmîþek pêwîst bû. Di nav xwe
de pere berhev kirin, lê têr nekir, bêhtir li zora wan çû û heyirî
man. Sêvdîn got:
-
Rojekê ez û Þêxmûs di ber avayiya DEP'ê re derbas bûbûn. Me kir ku
em jî herin hundir. Dengê stranan, lîlandina jinan û çepikan dihat. Dawî
me dev jê berda, em neçûn.
Ez
cihê wê dizanim. Heke em herin xwe biavêjine wan, dibe ku bi me re bibin
alîkar.
Sê
karkeran hev û din girtin û çûne partiyê. Wexta ku du birêveberên
partiyê û her sê karkeran dane devê deriyê nexweþxaneyê tabût amade
bû.
Cendekê
Þêxmûs, di tabûteke kesk de, avêtin ser serê dolmîþê. Nanekî tenûrê
bi pêþiya dolmîþê ve zeliqandin. Sêvdîn di rex þofêr de rûniþt.
Dema ku þofêr da rê, çend caran li qornê da. Karkerên ku ev çend roj
in riha xwe kurnekiribûn û serê xwe neþûþtibûn, bi rûyekî xemgîn,
bi awirine lomekar li dolmîþê dinêrîn...