HASAN
KAYA, 29.01.2005-STENBOL
NIVÎSKAR,
NÛNERÊ RAMANA AZAD E
Berî her tiþtî, ez dibêjim divê em kurd xwe êdî
li ber çavê cîhanê rezîl nekin. Ew gotin û kirinên ku li gorî cihanê
ne meþrû, rewa û paqij bin, divê em dest navêjin wan. Rêzik û rêznameyên
cîhana medenî ku heta niha bûne destkeftin u malê hemû mirovahiyê, divêt
ji bo me jî, bibin prensîb
Em nikarin ji nû ve biçin, nirx, rêzik, teorî û tiþtên
wisa li gori xwe þirove bikin û xwe di çavên cîhanê de biçûk bikin
û xwe margînal nîþan bidin
Ger ku çewtiyên wiha ji aliyê kesên nexwende,
siyasetmedar û kesên ji rezê ve bêne kirin, heta derceyekê, dibe ku em
çavê xwe jê re bigirin; lê ger çewtiyên wiha ji aliyê xwende, nivîskar
û rewþenbîran ve bêne kirin, ev karesateke ku neyê telafîkirin e
Ev ji aliyê dinyayê ve wisa, em werin ser têkiliyên
kurdan. Kî radibe dibêje min ji sifrê dest pê kiriye, bavo ma ev sifir bû
çi? Ma sifir naqede? Apê Mûsa bersiva vî tiþti da. Ew defter hate
girtin. Hinek dostên me yên nivîskar, li Amedê xebatên giranbiha dikin.
Lê ji ber ji nû ve keþfkirina cîhanê, ji ber teoriya ji sifrê destpêkirinê,
her tiþtî dibehdilînin. Ma heta PENa Navneteweyî destûrê nede ew
dikarin navê PENê bi kar bînin? Ev tiþtekî sosret e.
Çawa ku bêyî destûr, navê UNO, UNESCO, Coca Cola
û hwd. kes nikare bi kar bîne. Navê PENê jî her wisa.
Dema li gorî rêz û rêçikan bimeþin, ji xwe ewê wî
navî bi rehetî bikaribin bi dest bixin. An gelo, em îhtîlalparêz in, bi
zorê qezenckirin, tameke xweþ dide me?
Ji aliyê din ve, va ye, Navenda PENa kurd li Elmanya
ye. Heta wan camêr û canikan kar aniye vê pengavê, gelek ked lê dane.
Ma qaþo em hemû enternasyonel in! Kanî rêza li hemberî kedê. Ger, em
dilpaqij bin, em sebrê bikþînin û we heqê we be, hûn doza çi dikin ji
xwe hûnê bi dest bixin.
Yanî armanca me, anîna navenda PENa kurd a Amedê ye?
Çima hûn pêþî wekî nivîskar xwe bi berhemên giranbiha, bi helbest,
roman, çîrok û gotarên xwe nadin naskirin. Ka bila carekê ev xwiþk û
braderên me, wekî komel hinek xebatên wêjeyî, çandî, zimanî, hinek
xebatên sivîl di binê banê komeleya xwe de bikin û bala me hemûyan
û bala PENa Navneteweyî bikþînin ser xebaten xwe yên giranbuha,
wê demê , bi rehetî dikarin doza Navendbûna komeleya xwe bikin.
Heqê tu kesî tune dubendiyê û nexweþiyê bixe
navbara nivîskarên kurd. Kesên ku rabin li ser navê îdeolojî û
siyasetê, saziyên bi nirx bi kar bînin, wan pûç bikin, aloziyê bike navbera
kurdan û rewþenbîrên wan, ew ne ji kurdan re dixebitin. Keda wan kesan
belesebeb , bi avê de diçe.
Di destpêkê de, divê em di nav xwe de demokrasiyê saz bikin û pêvanên
etîk bikin rewacê. Em ji biyaniyan re,zêde zêde nazik û delal in. Ev çend sal in , demokrasi bûye qajikê devê me. Lê em diranên xwe li
birayên xwe disîqirînin. Wa ye zêdeyî deh salan e, PENa kurd li Elmanya
dixebite. Dema van birayên me xebata kurdewarî dimeþandin, gelek camêrên
ku niha dibêjin em nivîskarên kurd in, wê demê alfebeya kurdî
nedizanin. Heta, hinekan ji wan, slav li zimanê kurdî nedikirin.
Ev çi serûbinbûneke sosret e. Pîvan neman. Wijdan nema. Pisûle ango
cihêtname hemû xera bûne. Pîvanên dema qewmê Lût îro rewa bûne.
Ew kesên ku niha li Amedê bê destûr dibêjin em
PENa kurd in, bila li gorî pivanên PENa navneteweyî bimeþin, heta ku rewþa
wan rewa ango fermî bibe, vî navî bi kar neynin. Wekî komele çi navî
li xwe dikin azad in. Ji xwe li gorî yasayên tirkî hatine damezrandin. Ji
wir destûr standine. Çawa ku bêyî destûra dewleta tirkî nikaribûne
komeleyê damezrînin; bêyî destûra Navenda PENa kurd nikarin navê
“PENa kurd” û bêyî destûra PENa Navneteweyî jî nikarin peyva
“PEN” bi kar bînin.
Lê em bibêjin pêwistî hebe, derfet hebin, kesên jêhatî
û ku bikaribin xwe bidin ber vî barî hebin û helbet ku îradeya raya giþtî
ya nivîskarên kurd bixwaze, di paþerojê de, navenda PENê dikare were
Amedê jî, dikare biçe Hewlêrê jî. Ew li gorî mercan û li hevkirina
nivîskaran e. Heta dibe ku PEN awayê rêxistinê biguhere.
Mînak, ji her çar beþên Kurdistanê nivîskar bîr,
ray û vîna xwe tevli Navenda Elmanya bikin lê kar û barê xwe li cihê
xwe bi rê ve bibin. Rûyê PENê yê cîhanê, çawa ku neynik tê gotin,
li Elmanya be, li her beþekî Kurdistanê þaxeke were vekirin; ev þax di
xebatên xwe de otonom bin, lê girêdayî navendê bin.
Heta ger destûrnameya PENa Navneteweyî destûrê
bide, pêkan be, li beþê din PENê kurd ên serbixwe dikarin bêne
damezrandin.
Her çi rê dibe bila bibe, divê ev yek bi hevkarî, destûr û raya Navenda PENa Kurd-Elmanya bibe. Lewre heta niha mîsyon ya wan
bûye. Paþgotinî, lawazkirin, dijberiya li hemberî PENa Kurd tu payeyê
nade hîç yek nivîskarî.
Piþtî vê mijara lokal, dixwazim çend tiþtan li ser
helwesta nivîskariyê jî vebêjim.
Gelo kîjan nivîskar naxwaze li welatê wî sazî û dezgeh bêne damezrandin. Nîqaþeke welê
bêwate ye. Kesên vê nîqaþê vedikin, siyaseta demagojî û hemasetê
dikin.
Bila
tu kes welatparêziya kesekî din nepîve. Ne eþkere ye ka îmana dilê kê
xwirtir e. Lê pîvana xebatê heye. Ew pîvan “berhem” in. Gel û dîrok
incex di nava demê de dikare van berheman binirxîne. Îroj jî ne roja wê
ye. Îro roja xebatê ye. Kî bixebite, dîrok dê keda wî/wê hîç veneþêre.
Nivîskar
incex dikarin tovê aþtiyê, hezkirinê, li hev hatinê, konsesusê bireþînin.
Li ser nivîskaran ferz e ku ew kîn, nefret, dijminahî, nexweþiyê ji cîhanê
û ji nav gelê xwe rakin.
Ji
xwe bi salan hinek ramanên Stalînîst ên ku di nav rêxistinên kurdan de
xwe veþartibûn, her tim dijberiya rewþenbîr û nivîskarên kurdan
kirin. Nivîskar bê qîmet kirin, nivîskarî wekî karekî biçûk hate dîtin.
Her dem ji wan re “kesên nazik”, “kesê bi qerewat” û “birjûwayên
biçûk” hate gotin. Xwestin wan li ber çavê gel bê qîmet bikin.
Heta radeyekê fikra li dijî rewþenbîrî,
ronahî, nivîskarî, ramana li dijî “hibrê” bi ser ket. Di serê
gelek kesan de, nivîskar wekî kesên beredayî, kesên ku “diaxivin”,
“dinivîsin” bi cih bû. Ango peyvên ku li ba neteweyên din bi nirx in
û têne pîrozkirin, li nik me hatin lanet kirin. Toqê lanetê kirin stûyê
“axavtin” û “nivîsandin”ê. Ma peywira nivîskar ne ew e ku biaxive an binivîse. Gelo nivîskarên
cîhanê çi dikin? Berikan ji devê xwe diavêjin?
Nivîskarê kurd Sakarovan, Salaman Ruþtiyan, Milan
Kunderayan, Beþikçiyan û Noam Chomskyan dikare
biþopîne, ne bibe ku wekî nivîskarên regezparêst û hêzparêzên ên
tirk, faris û ecem. Lê helbet her nivîskarek li dijî zilm, zordarî û
desthilatdariya dagerkeran jî radiweste.
Piþtî tecrûbeyeke wisa xerab a bi
salan, divê nivîskar, tovê vê ramana xerab a ku rengê xwe ji Kemalîzm,
Stalînîzm û Baasîzmê wergirtiye ji nav xwe biqelînin. Digel bîr û
rayên cûda jî divê nivîskar qedrê hevdu bigrin, nîþanî siyasetmedarên
kurdan û nîþanî yar û neyarên xwe bidin ku ew dikarin bi hev re kar
dikin.
Ýncex nivîskar dikarin li welatê xwe
bibin nûnerê ramana azad. Bêyî ku ew serî li ber tu partî, îdeolojî,
hêz, dewlet, kes, komikên desthilatdar bitewînin…
Çawa ku li nav rejîmên dîktatoryel ên
wekî Sovyetên berê, li Îran, Amerîka Latîn û deverên din nivîskar bûne
sembola ramana azad, li hemberî hemû otorîteyan serbixwe mane, bûne
wijdanê gel, ger li welatê me modeleke nivîskaran hebe, teqez dê ew
modela wan welatan be.
Ew nivîskarê ku bi serê hêzê, otorîteyê
sond bixwe naþê azad bifikire. Li hemberî zilmê mafê mazlûman biparêze,
li dijî reþî û tarîtiyê, li nik rewþenî û ronahiyê cih bigre.
Helbet li Bakur, Baþûrê Rojava û
Rojhilatê welatê me, desthilatdariya gel tune û kurd nebûne xwedî statû.
Lewre wekî îstîsna li hemberî çavsorî û çewsandina dewleta tirkiyeyê;
nivîskar dikare mafê hemû partiyên kurdan biparêze, lê li hemberî
neheqî, nelirêtî, zordarî û qedexekirina ramanê, li dijî partiyên
kurdan jî helwesteke rewþenbîrî tevbigere. Ne ku bibe maþika
siyasetmedar û partiyên kurd.
Çiqasî xurt bin bila xurt bin, divê
nivîskar çewtî, zordarî û nedemokratîkbûna partiyên kurd veneþêre,
çavê xwe jê re negre. Di vê babetê de, “takiye”, “melaqî, “þelafî”
zêde ye li bakur. Ji nivîskarê xwedî wijdan û etîk re peywir e ku li
dijî vê durûtiyê, bi pênûsa xwe têbikoþe.
Lê li Baþûr wekî hemû dewletên
medenî û pêþketî, nivîskar divê sînorekî bixin navbera xwe û
dewletê ango desthilatdariyê, bibin wijdanê gel, wekî neynikê kul, derd
û azarên civakê di berhemên
xwe de birengînin. Divêt li vir nebin þirîkê çewt birê ve birin, kêmasî
û polîtîkayên li dijî demokrasiyê. Lê li hemberî dagerkerî, neyarî
û nîjadperestiya dewletên Rojhilata navîn jî, peywira welatparêziyê bînin
cih û li def saziyên neteweyî rawestin.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org