-
ÞAIRÊ
KESERKÛR QADRÎCAN
-
-
- Hasan
Kaya, 1996, Stenbol
-
-
-
Hemû
gelên cîhanê, ji bo ku nivîskar û þaîrên xwe yên klasîk (kevnare)
nemir bikin û bi nifþên nûhatî bidine naskirin, li zankoyan di derbarê
wan de tezan didine nivîsîn. Ev kesên weha ji hemû aliyên xwe ve têne
vekolîn. Car caran jî dibine mîjara dersê,
li xwendegehan.
-
Ev derfet bêje heme ji bo þexsiyetên
kurd tune ye. Gelekên ku lembeya dilê wan her dem gur û geþ bû,
niha di nav deryaya
tariyê de bi tena serê
xwe nin. Li kurdistanê gelek mirov hene ku jiyana wan hêjayê dahûrîn û
lêkolînê ye. Lê mixabin di nav rûpelên dîrokê yên zerbûyî û
kufikî de giryan in.
-
Qedrîcan jî yek ji vvan navên ku pêdivî bi lêkolîna li ser
jiyana wî heye ye. Dema ku mirov li kovarên "Hawarî",
"Ronahî" û "Roja nû" dinêre, Qedrîcan yek ji wan
navên ku bala mirov dikþîne ye.
-
Sala 1911an li Dêrika Çiyayê
Mazî ya ku girêdayê Mêrdînê ye hatiye rû dinê. Dibistana seretayî
li Dêrîkê kuta kiriye. Piþt re li dibistana mamosteyiyê ya Konyayê
dest bi xwendinê kiriye.
-
Dema ku li Konyaye dixwend
pir nakokî di nav mêjiyê wî de çêdibin. Jiyaneke bi xirecir li
ber çavên wî ket. Xwest ku xwe binase, li binyada xwe, çand û dîroka
xwe vekole. Kete nav lêkolîn û lêgerînên dû dirêj. Dema ku di
betlaneya havînê de dihate gund, gelek xort li dora xwe vedihewandin. Ji
wan re qala azadiyê û welêt dikir.
-
Keça Qedrîcan a ku li Lubnanê
bijîþkiyê dike ji bo bavê xwe dibêje: Dema ku havinê ew dihate Dêrikê
xort didan dûv xwe û li nav rezan
diciviyan. Demança wî hebû. Xwe hînê nîþangirtinê dikirin. Kêlik diçikandin
û berik bera wê didan. Keça wî ev bîranîn
ji devê lêziman bihîstiye. Dema ku dewlet bi xesletê Qedrîcan dihese
dikeve pey þopa wî. Qedrîcan dinêre ku tevgera Þêx Seîd têk çûye.
Çi revþenbîr û welatparêz hene an têne girtin an jî kuþtin. Ew jî
dev ji dibistanê berdide, tevî Reþoyê Dêrikî û çend hevalên din
biryar didin ku binxet bibin. Li nêzî tixûb Qedrîcan û bavê xwe hev û
dû dibînin. Qedrîcan rewþê dibêje û ji bavê xwe re dibêje ku ew dê
rojekê welêt rizgar bikin wê çaxê welat dê pir xweþ be û ew jî dê
vegerin. Bavê wî nikare wî ji bo ku neçe îkna bike.
-
Qedrîcan berê xwe dide Þamê û
di nav bilbilên Þadî yên ku her tim li dûrî gulistanê dixwînin û
keserkûr in de cih digre.
-
Beriya ku wefat bike, gelek name
ji lêzimên xwe re þandine. Gotiye min pir bêriya welêt kiriye û ez dê
rojekê vegerim. Lê mixabin ev xwesteka wî bi cih ne hatiye.
-
ÞIÎRVANIYA WÎ
-
Em dikarin bibêjin ku Qedrîcan
yek ji pêþengê þiîra kurdî ya modern a ku bê wezin hatiye nivîsin e.
Li gorî wê heyamê þiîrên ku nivîsîne gelekî bedew, pêþketî û nûjen
in. Em dikarin þiîrên wî bidine ber ên þaîrên wê heyamê yên
hemden.
-
- GULA
SOR
- Gula
sor
- Hil
bû jor,
- Bîn
da dor,
- Gula
sor...
- Gula
sor
- Em
lê dor
- Bicivin
- Bîn
bikin
- Dor
bi dor
-
Rîtim, lihevhatîbûn û þeklê
vê þiîrê nû ye. Hem drûv û hem jî naverok nû ye. Sor hem rengekî
ku kurd jê hez dikin e, hem jî ala sosyalîzmê bi bîr tîne. Weke remzekê
ye. Qedrîcan Lewma ew bikar aniye. Di vê þîîrê de ramana înternasyonalîzmê
heye. Þaîr, di wê baweriyê de ye ku rojekê gula sor dê li hemû cîhanê
were hejandin.
-
- BEGÊ
AXIRZEMAN
-
- Dostê
min...!
- Dijminê
postê min...
- Ew
zenbila tu pê hatî,
- Nema
datê ji ezman
- Benê
wê riziya
- Li
nava rê qetiya
- “
ket...
-
Weke ku dixuye bêhna lîvbaziyê
ji þiîra wî difure. Hemdemê wî Mayakovskî û Nazim Hîkmet jî þiîrê
bi vî awayî nivîsîne.
-
Di þiîra xwe de hiciv bi kar
aniye. Bîr û baweriyên batil bi þêweyeke zimanþêrîn rexne kirine.
-
- Nemrûdê
biçûk
- Me
bi agir ditirsîne,
- Pif....
meþka vala
- Ey
kevnare yê sala
- Baweriya
dilê me
- Ji
îmana Ibrahîm bêtire
- Ne
kêmtire...
-
Ku mirov li tevahiya vê þiîrê
dinere bîr û baweriyeke ku bi hindik ronakbîr û nivîskarên wê demê
re hebû li nik Qedrîcan tête dîtin. Kifþe ku wî hêj wê demê berhemên
klasik ên sosyalîstan xwedine û rewa kirine. Li gorî min ji hêla bîr
û baweriyê ve Qedrîcan di rêya kovarên wê demê de (Hewar, Ronahî,
Roja nû) bi serê xwe ekolek e. Ew û cegerxwîn nêzîkî hev in, lê ji
alîyê kûrahiyê û ji aliyê þekl ve ji hev cihê ne.Di þiîra Cegerxwîn
de hin caran bîhna tesewûfê tê.
-
Sala 1957Õan ji bo komcivîna
xortên navneteweyî bi keþtiyê diçe Moskowayê. Piþtî vê çûyine dîtina
wî ya civakî hîn xwurttir bû. Di vê demê de þiîra Ez Diçim Mosko
nivîsiye.
-
- Swarê
geþtê bûm
- Teva
pêncsed hevalî
- Her
yek ji wan ji min bêtir
- Bi
heyecan
- Hinek
ji wan ereb in
- Hinek
ji çerkes, kurd û ermen în...
- Lê
hemû yek ziman û yek dil in,
- Zimanê
dostanî, aþîtî...
- Weke
bira diçin Mosko...
-
Ev þiîra ku gelek dûvdirêj e
dilîniyên þaîr û ûtopya wî tîne zimên.
-
Qedrîcan çûyina xwe ya ber bi
roniyê, ronibûna mêjiyê xwe, têgihiþtina
xwe weha vedibêje:
-
- Ew
perdeya reþ ûtarî,
- Ku
ji þevên reþ diyarî
- Min
ji rûyê xwe kiþand
- Li
ber çavên xwe çirand
- “
avît...
-
-
PEXÞANA WÎ
-
-
Nivîsarên wî yên pexþanî bêtir
di derbarê rabirdûyê de ne. Hiþê wî pir xwurt e. Zarokatî weke þerîda
sînemê tê ber çavê wî.
-
Di pexþanên wî de dilînî û
hestekî tenik heye. Ev nivîsar çîrok in lê bêhtirîn dikevin beþê bîranînê.
-
Pexþana ku bi ser navê ÒSondî
ê di hejmara Hawarê ya 35Õan de hatiye weþandin , nivîskar rojên þagirtîye
bi bîr tîne. Di tevahiye nivîsarê de bêriya welêt û jiyana wir, toreyên
berê hatine reþandin. Heçku bi ax û keser hatiye nivîsîn.
-
Pexþana ku navê wê “Guneh”
e, jî di derbarê rojên þagirtiyê de ye. Hinek kevneþopên beradayî bi
ziman û þeweyekî wêjeyî rexne dike.
-
“Rojên Derbasbûy”“ di 52.
hejmara Hewarê de hatiye weþandin. Ev nivîsar jî yek ji wan ên ku Qedîrcan
jiyana xwe ya li Baþûrê biçûk û Þamê vegotiye ye. Di nivîsarên bi
vî rengî de Qedîrcan xweþikayiyên vê deverê û yên welêt dide ber
hev. Zozan, çem, bihar û heþinayên welêt qet ji bîra nivîskar
dernakevin.
-
Ew dilê ku van nivîs û þiîran
dinivîse her dem kelogirî, çav bi hêstir û kovan e. Mirovên ku wan
dixwîne jî heman rewþê dijî.
-
-
ZÎMANÊ WI YÊ HUNER
-
-
Weke hemû ekola Hawarê zimanê
Qedîrcan jî çi di þiîre de çi di pexþanê de be, zimanekî xwerû û
gelêrî ye. Ji xwe wê demê piþavtina bi zorê û ya pir bi rêk û pêk
tunebû. Hinek polîtîkayên A. Hamîd ê ku Sultanê Osmanî bû hebûn, lê
nedikariya zaroyên kurdan weke îro ji giyanê wan dûr bikin.
-
Qedîrcan demekê di dibistanên
Osmanî û Tirkan de xwendiye lê bandora vê rewþê di nivîsarên wî de
naxuye. Bêhtirîn devokê Merdînê bi kar aniye. Belê ku hûrik hûrik
nivîsarên wî bêne dahûrandin, dê bixuye ku wî zimanê tevahiya
kurdistanê vekoliye, guhdarî kiriye an jî bihîstiye. Mînak di cihekî
de peyva “nola” bikar aniye. Ev peyv li hêrêma ku Qedîrcan zarokatiya
xwe lê derbas kiriye tuneye. Bêhtir li Riha û deverine din tê bi kar anîn
peyva “wusa” her çiqas li herêma wî tune be jî di þiîra wî de
heye.
-
Di þiîrê de ziman
rast û rê bi kar aniye. Zêde cih nedaye remzeyan. Lê dirûvandinên
wî xwurt in. Mînak:
-
“Bi agirê dilê zahîdekî diçe
heca...
-
Ez diçim mosko”
-
Ev daneberheveke xwurt e.
-
Gelek peyvên ku îro li ber windabûnê ne, di pexþan û þiîrên
wî de hene. Mînak:
-
“Hevalan, hetanî em ji hev
wenda bûn destên xwe ji min re kil dikirin.” di vê hevoka jêrîn a ku
di çîroka wî ya bi navê “Rojên Derbasbûyî“ de cih digre de, peyva
“kilkirin” dibuhure. Ev peyv îro jî heye. Lê bêhtir ji bo meþk
hejandinê an jî zarok hejandinê tê bikaranîn. Di wateya jorîn de niha
zêde naye bi kar anîn. Bêjeya “dest kilkirin” bikaranîneke ciwan e.
-
- Çavkan
- -Tarîxa
edebiyata Kurdî, Q. Kurd
- -Hawar,
kovar 1932
- -Ji
devê keça wî û lezimê wî Fethî Yýldýz