HASAN
KAYA/ STENBOL
QETLÎAMA
ELEQEMÞÊ
Dema
ku ez biçûk bûm, derwêþan bi erbanê stranek digot. Çend gotinên ku a
niha têne bîra min jî ev in :
“Wan
wehþên kurê wehþan
Agir berdane laþan”...
Ev
stran li ser qirkirin û þkestina Eleqemþê dihate gotin. Eleqemþê
gundekî li ser Hezexa Mêrdînê ye. Heta niha ji bilî nivîsek diduyan pê
ve, di heqê vê tevkujiyê de, li tu cihan rastî tu malûmatan nehatim.
Malûmatên min jî yên dema zarokatiya min in. Ew malûmatên ku bapîrê
min û çend camêrên din, di civatan de digotin û ew strana bi þewat a
derwêþan li ser hiþê min mane. Mixabin
heta niha min ev qetlîam venekolaye û nebûme xwediyê agahdariyên
têkuz.Van rojan piþtî ku doza kurdan li cîhanê hate axavtin û gotin
hate ser qetlîamên ku Osmaniyan û Tirkan pêkanîne, ev bûyer hate bîra
min. Li gorî ku tê bîra min ev bûyer weha qewimiye:
Bi
texmîna min sal derûdora 1925an bûye.Wê demê li Kurdistanê tevgera Þêx
Seîd çêbûye. Gundên derûdora Hezexê jî dixwazin ku qereqolên derûdorê
ji herêma xwe derxin. Ji xwe wê demê hindik qereqol hebûne. Diavêjin
ser qereqola Eleqemþê. Tivingên leþkeran ji wan distînin û wan serbest
ber didin. Piþtî ku xeber diçe qolordiyê û pê dihesin ku kurdan bi ser
qereqola Eleqmeþê de girtiye, eskerekî giran diþînin wê herême.
Kalên
ku bûyera bi çavên xwe dîtibûn, roja wehþetê weha vegotibûn: Rojeke
ku þilî û þapê dibarî bû. Ji teyareyan belavok hatine avêtin. Di
belavokan de dihat gotin ku bila mêr tevî çekên xwe derdest bibin,
hekumetê efû derxistiye. Topiskek jî li tu kesî nayê lêxistin.
Fermandar li gundan geriyan. Fermandarê herî mezin mirovekî çav þîn bû.
Ji hinek gundan re hate gotin ku bila ew kincekî spî bi serê darekî ve
bizeliqînin û li ser ban daçikînin. Paþê hat fêmkirin ku ewên ku paçê
spî daleqandin alîgirê dewletê bûn. Ji bo ku bi çewtî leþker ziyanê
negihîjîne wan, ji wan re hatibû gotin aleke spî li ser banê xwe daçikînin.
Leþkeran
mirovên sêzde-çardeh gundan li bêndera keviya Eleqemþê kom kirin.
Gelek kes teslîm nebûn berê xwe dane binxetê(baþûrê rojava). Hinek
teslîm bûn û hinek hatin girtin. Mêr, zaro û jin ji hev hatin
veqetandin. Têleke bi drî li dora wan pêçan û ew gulebaran kirin. Piþtî
ku gulebaran kirin, donê gazê bi ser wan de reþandin û agir berdane laþan.
Bi taybetî mêr kuþtin; lê gelek jin û zarok jî hatin qetlkirin.
Ew
gotina ku di stranê de derbas dibû, “wan wehþan agir berda laþan” ji
wir dihat. Dema ku Sofî Nûriyê zarokatiya min, bûyera Eleqemþê digot,
bi taybetî di binê bandora du tiþtan de dima. Yek jê, dema ku têlê li
dora mirovan dipêçin, jinek têdigihîje ku dê bêne kuþtin, ji ser wê
yekê zaroka xwe dide qomitanê tirkan. Dibêje; ji bo xwedê vê sebiyê
nekujin. Fermandar zarokê dide ber singoyan. Sofî Nûrî digot roviyên
zarokê derketin derve. Zarok nemir û bi roviyên xwe leyist. Ya duyemîn
ev bû, dihat gotin ku laþê mirovên ku hatibûn sotin sip û spî bû. Mîna
kefen bû. Sofî Nûrî digot ji ber ku ew þehîd bûn lewre laþê wan
weha spî bûbû (wî wisa bawerî pê anîbû, yanî wekî efsane vedigot).
Ji xwe bê kefen hatine veþartin.
Di
vê bûyêrê de pir hindik mirovên ku di binê laþan de mabûn birîndar
xelas bûbûn.Di rojên li pêþiya me de mirov dikare bi awayekî zanistî,
bi belge û bi alîkariya þahidan vê qetlîamê vekolê…