Rewþa Zimanê Kurdî Li Bakur

(EV TEBLÎX, DÛ KONFERANSA ZÝMANË KURDÎ LI BERLÎNË, HATÝYE PËÞKEÞKÝRÝN)

HASAN KAYA  RÊBENDAN, 2000

                         
 
Guhdarên ezîz
 
 
 
Em dê rewþa zimanê xwe ji du aliyan ve hildin dest. Bi gotineke din em dê hem li ser rewþa zimanê nivîskî û hem jî li ser zimanê devkî rawestin. Beriya ku em têkevin nav mijarê, me divê em bidin xuyakirin ku piþtî salên 90’î, bi hilanîna qedexeya li ser ziman, geþbûneke girîng di zimanê Kurdî de çêbû. Nemaze weþandina rojname, pirtûk û derxistina rojnameyan û destpêkirina weþanên Tv’yan ên bi vî zimanî, vejînek û zindîbûnek bi xwe re anî.
 Bi vî awayî zimanê kurdî ji bin nîrê asîmilasyonê derketin. Bi rihetî em hema bibêjin ku zimanê me kefen çirand. Li gorî ku teknolojî bi pêþ ketiye, pêþketinên di vî warî de ne bes in. Bi ya me tiþtê ku dihate hêvîkirin pêk nehatiye. Diviyabû ku pêþketinên gelek mezin biqewimiyana û bi vî zimani çalakiyên hunerî û wêjeyî yên hêja pêk bihatana.
Piþtî van tespîtan me divê ku em bên ser mijara xwe ya hîmî. Em dê serê pêþî li ser zimanê nivîskî bisekinin û rewþa heyî ya di vî warî de destnîþan bikin.
Di warê zimanê nivîskî de sê gelþên me yên girîng hene:
1) Alfabe
2) Rastnivîs
3) Rêziman
Em bi dorê hinek li ser van xalan rawestin. Her çiqas hemû derdorên me Kurdan alfabeya Latînî ya Kurdî bi kar tînin jî, di hin waran de li hev nakin û radibin hin tîp û herfan li alfabeya Celadet Bedirxan zêde dikin. Ev yek jî dibe gelþeke ku mirov pê diêþe. Ji bilî lêzêdekirina tîpan, îcar hin derdor bi taybetî jî li ser tîpên “i” û “î”yê guherînan pêk tînin û wan wekî “Ý” û “i”yê bi kar tînin. Bi gotineke din van her du dengdêran mîna dengdêren alfabeya Tirkî bi kar tînin.
Gelþa me ya dinê ya zivêrker jî dabaþa vekîteyê ango rastnivîsê ye. Di zimanê me yê nivîskî de di vî warî de jî lihevkirinek tune. Her weþan an jî her derdorên me kurdan xwedî rastnivîsekê ne. A yekî ya yê dinê nagire. Sedema vê hevnegirtinê jî, bi ya me ji ber cudabûna siyaseta van dorhêlan e. Her rêxistineke kurdan ya siyasî, di heman demê de xwedî rastnivîsekê ye jî. Bi taybetî di vî warî de tevliheviyeke mezin heye û ev yek jî li pêþiya hînbûna ziman dibe asteng û qutbûnekê di nav kesên xwende de çêdike. Wisa bûye ku her kes weþanên derdora xwe yên siyasî taqîb dikin.
Der barê warê zimanê nivîskî de gelemþeya me ya din jî rêziman e. Wek teorî her derdor li ser þopa Celadet Bedirxan in. Lê di kardariyê (pratîkê) de ev ne wisan e. Çawa ku ev dorhêl û rêxistinên me yên siyasî di warê rastnivîs û alfabeyê de ji hev cihê ne, tu dibînî ku di warê gramerê de jî aloziyek heye. Hema maye em bibêjin ku her derdorên weþanan xwedî alfabeyek, rastnivîsek û gramerekê ne. Tu pir bi hêsanî rast li nivîsên wisa têyî ku li gor devokên herêmî hatine nivisandin. ‘Nivîskar’ bi taybetî li ser devoka herêma xwe israr dike. Ev herêmparêzî jî dibe kend û kosp li ber zimanê me yê nivîskî. Bi kurtî, ev alozî û cihêtî nahêle ku di zimanê me yê nivîskî de hevgirtinek çêbibe.
Piþtî daxuyaniyên me yên li ser zimanê nivîskî, îcar em bên ser rewþa zimanê me yê devkî bê ka di çi halî de ye. Em ê lê bixebitin ku rewþa zimanê me yê devkî jî di bin çend sernavan de aþkera bikin. Lê beriya ku em bi xalan li ser vê mijarê tespîtên xwe pêþkêþ bikin, me divê ku em hin tiþtên din jî bibêjin. Gava ku ziman dibe zimanê bazarê her kes lê dixebite ku hînî wî zimanî bibe. Nimûne Erebên Sertê ji ber ku çerçîtî dikirin bi Kurmancî jî dizanibûn. Ji ber ku diçûn gundan û bi Kurmancan re bazirganî dikirin. Her wiha em bala xwe bidinê ku li metropolên Tirkiyeyê Kurd hînî sê çar zimanan dibin. Ev jî dîsa ji ber debarê û bazirganiyê diqewime. Nexwe gava ku zimanek nebe pêwistî kes guh nadiyê, girîngî pê nade. Niha jî em bi sernavan em derbasî mijara xwe bibin.
A) Li gundan rewþa ziman
Li gundan bi gotineke din li çolteran zimanê me yê devkî zindî ye. Gundî di nav xwe de bi zimanê xwe dipeyîvin. Di hemû warê jiyanê de zimanê wan ê têkiliyê Kurdî ye. Tenê gava ku karê wan bi daîreyên resmî bikeve zimanê Tirkî tê bikaranîn.  Ev yek jî tenê ji bo kesê ku bi Tirkî û Kurdî dizanin wisan e.
 
B) Li bajaran rewþa ziman
Zimanê me bi qasî ku li gundan tê bikaranîn, bi awayekî giþtî li bajaran nayê bikaranîn. Li bajaran zimanê sereke Tirkî ye. Çendî ku li hin bajaran zimanê Kurdî serdest e jî, bi gelemperî rewþ ev e. Tê dîtin ku kurd ne li bajaran lê li gundan bi zimanê xwe dipeyîvin. Wiha jî dikare bê gotin ku bajar çiqas giran û mezin dibe ew çend ji zimanê Kurdî dûr dikeve.
 
C) Li metropolan rewþa ziman
Gava ku em bajarên kurdan û metropolên Tirkiyeyê bidin ber hev rewþeke tirsnak û kambax derdikeve pêþberî me. Qet nebe li bajarên Kurdan bi qasî gundan zimanê Kurdî ne zimanê sereke be jî, dîsa rêjeyeke (nîspeteke) girîng zimanê Kurdî di hemû warê jiyana xwe de bi kar tîne. Lê li metropolên Tirkiyeyê ev yek nîn e. Çimkî zimanê Tirkî zimanê têkiliyan e. Tu herî ku derê, bi kê re têkilî deynî deyne, zimanê têkiliyan Tirkî ye. Li van metropolan kêm cih hene ku rûniþtvanên wan Kurd in. Dibe ku ancax ew bi hev re bi Kurdî bidin û bistînin. Malbat li metropolan bi zarokên xwe re bi zaneyî bi Tirkî dipeyîvin. Her çiqas ev malbat welatparêz jî bin. Ji ber ku zarokên wan li kuçeyê bikaribe bi zarokên Tirkan re bileyîze, têkilî deyne. Gava ku zarok dest bi dibistanê bike da ku zorayî nekiþîne û serketî be, bi taybetî Tirkî hînî wan dikin. Her wiha dayîk jî neçar dimînin ku Tirkî hîn bibin, ji bo ku bi rihetî bi der û cîranên xwe re bikeve nav têkiliyan.
 
Ç) Di nav kesên xwende û nexwende de rewþa ziman
Rastiyeke tehl, kesên xwende bi qasî yên nexwende bi Kurdî nizanin û nikarin bi zimanê xwe baþebaþ bipeyîvin. Li dinyayê rastiyek heye, kesê ku zimanê neteweya xwe baþ dizanin û rast bi kar tînin kesên xwende ne, ango xwendewar in. Lê li nav me Kurdan berevajiyê vê yekê, yên ku baþ bi zimanê Kurdî dizanin ew kesên nexwende ne ku lingên wan jî bi dibistanan neketiye. Rewþenbîrên me jî dikevin nav vê katagoriyê. Kurdên me yên xwende bi Tirkî difikirin, dinyaya wan a hizirkirin û nivisandinê bi giþtî Tirkî ye. Li vir rastiyek derdikeve pêþberî me ku xwendina li dibistanan a bi Tirkî, bi xwe re asîmilasyona zimanê Kurdî tîne.
 
D) Li saziyên me rewþa ziman
Mixabin ji bilî du sê saziyan, zimanê têkiliyan bi gotineke din zimanê ku lê tê axaftin Tirkî ye. Enstîtuya me û Azadiya Welat ne tê de, li saziyên me bi qasî ku zimanê Tirkî lê tê qisekirin ew çend Kurdî lê nayê qisekirin. Ev sazî çi saziyên çandî bin û çi jî yên civakî û siyasî bin. Rewþ ev e. Rastiyek heye ku zimanê kurdan ê siyasî Tirkî ye. Ji lew re zimanê wan ê nivîskî jî Tirkî ye.
Sedemeke girîng heye ku li saziyên me bê çima kurdî lê nayê peyivandin. Ji ber ku her kesek ji herêmekê ye û di bin bandora devoka herêma xwe de ne. Her wiha Kurmanciya hin deveran derketiye pêþ û ya hin deveran jî li pey wê maye. Nimûne kesên ji Meletiyê, Mereþê, Dêrsimê þerm dikin ku li cem Mêrdîniyan, Amediyan qise bikin. Ji ber ku bi devoka wan henek û tinazên xwe dikin. Ew jî dikevin psîkolojiyeke xerab û nema bi devoka xwe dipeyîvin.
 
E) Rewþa her du zaravayên Kurdî
Rewþa zaravayê Kurmancî ji ya zaravayê Kirmanckî (Kirdkî, Dimilkî) baþtir e. Ev yek hem di warê zimanê nivîskî de wisan e û hem jî di warê zimanê devkî de. Her wiha kesê Kirmanckîaxêv lê dixebite ku Kurmancî hîn bibe, lê yê kurmancîaxêv naxwaze ku Kirmanckî fêr bibe, ji ber ku ji xwe re wek pêwistiyekê nabîne. Ligel vê rewþê bandora Kurmancî li ser ya Dimilkî heye. Devera ku her du zarava  lê tên axaftin zaravayê hevpar Kurmancî ye. Çend cihên ku Dimilî lê pir in ne tê de, ev yek  heye.
 
Wek encam em vê bibêjin: Digel ku teknolojî bi pêþ ketiye û derfet û îmkan ji me re çêbûne jî, em zêde girîngî nadin zimanê xwe. Em bi awayekî xurt li ber polîtîkayên asîmilasyonîst ranawestin. Bi israr li zimanê xwe û çanda xwe bi qasî ku tê xwestin xwedî lê dernakevin. Ma qey em nizanin ku ‘þertê heyînê yê pêþîn ziman e.’ Her wiha em ji bîr nekin ku ziman hîmê çandê ye jî.