RIZGO
Hasan
Kaya
Gava
ku dikeniya li her du hinarikên rûyê wî, du kortik çêdibûn. Jixwe pir
nedikeniya. Kifþ nedibû bê wê kengê bikeniya. Wekî kevirekî di guhê
gundekî wêrankirî de, bêdeng bû. Di sê saliya xwe de bi sorikan ket.
Nexweþiyeke dijwar derbas kir. Bijîþkên bajêr ê bi tenê gotibû,
"Hema vî lawikî bibine malê, ne mimkûn e ku bijî. " Çavên wî
yên wekî mirmirkan ji ber wê nexweþiyê, wilo hûr bûn. Li gorî gotina
diya wî, di biçûkayîya Rizgo de, çavên wî wekî fîncanan bûn.
Hundirê
çayxaneyê ji dûyê cixarê û hilma mirovan hatibû dagirtin. Bayê kur
wekî birîndarekî êþxedar dinaliya. Pîpika nobedarê tixûb û reqereqa
tavan, bêdengiya þevê xera dikir. Li ser çar-pênç maseyan hê miþterî
hebûn. Bi awayekî jixweçûyî bi îskambîlê dilîstin.
Dema
ku yekî ji wan îskambîleke ku dixwast dikiþand, da ku pozberê xwe hêrs
bike, bi himet îskambîl diavêt ser maseyê. Teqîn ji maseyê dianî. Yê
din jî, bi hêrs îskambîla xwe dikiþand. Yên ku di çayxaneyê de rûniþtî
bûn li ser çayê, li ser pakêtên cixareyan û hwd. dileyîstin. Bi piranî
yên bêkar, karker û esnaf bûn. Beniþtê xwe bi mirçemirç dicûtin. Ku
bajar xera bibûya, haya wan jê çênedibû, ku top di ber guhê wan de
biteqiya dîsa jî nedibihîstin. Wilo jixweçûyî bûn.
Rizgo
hem îskanên çayê ji ser maseyan didan hev û hem jî mase paqij dikirin.
Laþê wî di hundirê çayxaneyê de bû, lê hiþ û ramana wî li ser
vatiniya ku mamosteyê dersa dîrokê dabûyê bû. Mamosteyê ku Rizgo herî
jê ditirsiya yê dîrokê bû. Dema ku ev mamoste diket dersxaneyê, wekî
hemî xwendekaran Rizgo jî diricifî. Mamosteyê dîrokê Namik, çoyê xwe
yê ji dara hinarê dikir destê xwe û bi dengekî hesinî digot:
-
Lawo ka bibêje, dorpêça Viyana çawa pêk hatiye?
Ne
xwezî bi yekî ku bersiva vê pirsê nedabayê. Bi rastî di dersxaneyê
de, pêncî û neh kes hebûn, lê tenê çar pênc kesan bersiv didan. Ew jî
zarokên karmendan ên ku ji Tirkiyeyê hatibûn bûn. Mamoste Namik bi çoyê
hinarî li destê wan dixist heta ku hêstiran di çavên wan re diavêt.
Rizgo
hemû îskan berhev kirin, ji xeynî maseyên ku hê miþterî li ser wan rûniþtibûn
yên din paqij kirin û hat li cem sobeya nîvgerm rûniþt. Dîsa mamoste
Namik di ber çavên wî re çû û hat "Kurê min Riza, ka bibêje fatîhê
mezin çawa Stenbol standiye?” Hê Rizgo bersiv nedaye, sîleyek hiþk li
rûyê wî ket. Babelîsk li ber çavên wî çêbûn. Rûyê wî sor bû,
hem ji êþê û hem jî, ji þermkirinê. Tevî her tiþtî, ne xem bû, lê
pêkenîna xwendekaran zora wî diçû. Berî ku ew sîle lê bikeve, li yên
din jî yek bi yek û bi dor hatibû lêdan. Lê giþ bi hev dikeniyan. Ew kûr
kûr di nav van ramanan de bû, diponijî. Bi tiqetiqa miþteriyan ji vê
xewna giran þiyar bû û hate ser hiþê xwe. Yê ku di lîstikê de bi ser
ketibû kurê ticarê pembû bû. Bi awayekî qeþmerî bangî Rizgo kir:
-
Lawo, Rizgo çar heb lezoyan bide me û ji yên li dora me rûniþtine jî
bipirse, ka ew dê çi vexwin? Ji wan re jî tiþtekî bîne.
Yê
li hemberî kurê ticarê pembû got:
-
Ji min re lezo neyne, benîþtekî bîne.
Saet
nêzîkî dehê þevê bû, miþteriyê çayxaneyê yek bi yek riya mala xwe
girtin. Rizgo, çayvan û xwediyê çayxaneyê bi tenê man. Rizgo hundirê
çayxaneyê maliþt. Pêþmala xwe ji ber xwe kir. Marqên çayê hejmartin.
Hesabê xwe kirin. Rojaneya xwe kir berîka xwe. Xwediyê çayxaneyê bi rûyekî
tirþ got:
-
Xêr di vî karî de jî nemaye. Sê saetan çelpeçelpê dikin, serê mirov
gêj dikin heta ku çayekê vedixwin. Kes xêrê ji van ên dinyanedîtî
nabîne. Jehr di vî karî bikeve.
Rizgo
bi awayekî westiyayî riya mala xwe girt. Þevên sermawezê yên vîbajarî
ava hewtikan dike qeþa. Di vê mehê de, ewr reþ dibin, dibe þîrqeþîrqa
berqan, birûsk vedidin. Roj tarî dibe, lê peþkek baran nabare. Bi tenê
seqem û serma û xwîsî bi ser navçeyê de dibare. Ev þev, dîsa yek ji
van þevên bi serma bû. wekî kitikek lewaz xwe dipernisand. Di çûyîna
malê de, hiþê wî carinan diçû ser mamoste Namik, carinan jî, ketina
nav nivînan dianî bîra xwe.
Di
vê wexta þevê de, li mala wan sobe pêketî nedima. Xwe dibin lihêfa hirî
de germ dikir.
Hêj
ramanên wî neqediyabûn, dît ku nêzîkî malê bûye, Destê wî di bêrîka
wî de germ bûbûn. Lê mecbûr bû ku destê xwe li deriyê hewþê bixe,
da ku diya wî derî jê re veke. Vê carê lingê xwe li derî xist. Sê çar
caran li derî da, lê derî venebû. Hêj bi hêztir li derî da. Dayîka
çavbixew derî vekir û got:
-
Tu yî berxê min? Min xwe di nav nivînan de dirêj kir, ez di xew ve çû
me. Jixwe tu dizanî, bavê te ew qasî diweste, þîvê dixwe naxwe ji hal
dikeve û radizê. Me îþev savar û goþtê meksûd çêkiribû. Li ser
sobê ye. Pir ne germ e. Lê hêj sar jî nebûye. Hinek tiraf di sobeyê de
maye.
Xwarina
xwe xwar nexwar kete nav nivînan. Pirtûka dîrokê vekir. Erê, rûpela
sed û heftê û heþtan bû. Aha va ye, Þerê Mohaçê. Carekê xwend.
Gotinên ku bavê wî her dem jê re digotin jî di nav rêzên pirtûkê de
hatin ber çavên wî:
-
Lawo tu min dibînî, çima ku ez xwendin û nivîsandinê nizanim, ji
karkerîyê pê ve tu tiþtek ji min nayê û li her derê neheqî hatiye
serê min. Ma li leþkeriyê min hindik lêdan xwar. Çawîþekî me yê ji
Yozgatê hebû. Guhên wî li nav serê wî dilebitîn. Gava ku min nikaribû
bersiva wî bida, digot: "ðlan kiro nimroya þikefta te çend e?"
Ji ber vê yekê divê tu bixwinî, wekî bavê xwe nezan û xizan nemînî.
Rizgo
bi bîranîna van gotinên bavê xwe, di xew de çû. Bi bangdana dîkan re
diya wî rabû, nimêj kir, beroþek nîsk da ser êgir. Rojê xwe hêdî hêdî
dida der. Kebaniyê sêniyeke vêl tijî þorbe kir. Nanekî tenûrê çandiyê.
Li ber zilamê xwe danî. Bavê Rizgo bi kevçî çû nîskê heta ku xelas
kir. Berî ku bav kevçî deyne got:
-
Hermet saet tê þeþ û nîva, te Rizgo þiyar kir? Ew dê ji dibistana xwe
bimîne. Dayîkê destê xwe bi ser serê Rizgo re bir û anî û bi dengekî
nizim got:
-
Lawê min rabe, wext dereng e. Tu dê ji dersa xwe bimînî.
Rizgo
xwe quliband vî alî û wî alî, got:
-
Jehr di dibistanê keve. Li serê min bûye bela.
Di
nav nivînan de kire ûfeûf. Piþtî çend deqeyên din rabû. Diya wî
hinek av ji misînê ku daniye ser sobeyê, þîrgermî kir. Gote keça xwe
ya piçûk:
-
Keçê avê li destê kekê xwe bike. Bila dest û rûyê xwe biþo. Lê bi
derengiyê ket. Dîsa dê wî ji dibistanê bi paþ ve vegerînin.
Li
ber devê kêzînê, dest û rûyê xwe þûþt. Bi xewliya spî ya ku ji
gemarê gewr bûbû, dest û rûyê xwe ziwa kir. Bi lez kincên xwe li xwe
kir. Þorba xwe vexwar. Defter û pirtukên xwe kirin bin çengê xwe û bi
lez da rê..
Rizgo
xelîtka xwe ya ku ji bazarker stendibû ji berîka xwe derxist, pereyên
xwe ku ji bo kirîna bisîklêtê berhev kiribûn du car, sê car hejmart û
di dilê xwe de hesab kir, got "Çar mehên din ez ê, pereyan berhev
bikim, dê heqê bisîklêtê derkeve. Biþirî û lezand.
Berî
ku bigihê hewþa dibistanê, heft heþt metro dûrî dîwarê hewþa
dibistanê, dengê birêveber hate guhê wî. Dengekî tehdîtkar û tijî
ferman bû. Digot:
-
Zarokno! Çend caran min ji we re gotiye, bêqirawat neyên û neynûkên
xwe jê bikin. Nava neynûkên we tijî boyax û herî ye. Hinekan ji we
pantolê qot li xwe kiriye. Ev çi bêþerefî ye? Xwedê bela xwe bide we.
Rizgo
di dil xwe de got: "Aha, Xwedê ji min stend. Ez çend deqeyan dereng
mame. Dîsa ez dê lêdanê bixwim. Min eþofman jî neaniye ji bo dersa
perwerdeyiya bedenê....."
Piþtî
ku birêveber axaftina xwe qedand, gote alîkarê xwe:
-Yên
ku dereng mane û kincên wan nerast bin, bila li quncikê kom bibin.
Hate
bîra Rizgo ku dersa yekemîn dîrok e. Þerê Mohaçê xwendibû lê tiþtek
di hiþê wî de nemabû. Got: "Wele kete derba xwe, wekî dilê min
çêbû". Ji kêfan ew bû ku lotik nediavêtin. Heta ku îfadeya wan
bihata girtin çend þîret li wan bihata kirin û çend sîle bixwarana, dê
dersa yekemîn biqediya.
Ya
dilê wî bi cih hat. wekî ku difikirî bû. Lê mamosteyê perwerdeya
bedenê du îþaretên neyînî jê re nivîsîn.
Lê
ew ber îþaretên neyînî neket. Got, ev malkambaxê mamoste Namik, bêwijdanekî
mezin e. Bi darê xwe yê hêzeranî li ser û destên me dide, heta ku sor
dibe û hêstir di çavên me re diavêjin, Dijûnên gelek xerab ji me re
dike. Rizgo, di navbera xemgînî û dilþayiyê de diçû û dihat. Li dora
xwe nêrî, Nûro bi ber çavên wî ket.
Rizgo
gotê:
-
Nûro, ez dinêrim tu jî hew li dersên xwe dixebitî. Berî niha her dem,
te ji dersan notên baþ distandin. Çi hewala te ye?
Nûro
kurê malbateke pir xizan bû. Temenê wan di xebata zeviyên pembû de
diborî. Lawekî pir bi aram û jîr bû. Der barê her tiþtî de meraqa wî
hebû. Gelek pirs ji mamosteyan dikir. Pirî caran mamosteyan nikaribûn
bersiva wî bidin. Digotin Ew pirsên tu ji min dikî, têkiliya wan bi dersê
re tune" û pirsên wî dibirîn. Rûyê Nûro ji hêrsan sor dibû û
Nûro di cihê xwe de rûdiniþt.
Gava
ku Rizgo ev pirs kir, Nûro wekî li benda wê pirsê be got bilez
bersivand:
-
Hevalê Rizgo, ji kul û derdan nava min tijî bûye. Haya min ji gelek tiþtan
heye. Ez hînî sedemên kul û derdan bûme. Ev sedem wekî kurmekî, nava
min dikiritîne. Divê ez vî kurmî bikujim an jî dilê min bi temamî
rihet nabe. Bi tenê kulê min hene. Yên tevê gelî hene. Lê ji ber ku
gelê me hêj rind þiyar nebûye, ev kul û derd jî hêj li hev nehatine
parkirin. Li taxa me hevaline gelek zana û dilpak hene. Me hev nas kir. Em
di heftê de du rojan li hev dicivin. Em dîroka mirovahiyê û dîroka gelê
xwe dixwînin. Wekî ku ez ji xwe re dinyayeke nû bibînim. Ez ew qasî þad
im, kêfxweþ im, nayê gotin. Çavên min vebûn. Ez êdî xwe, dora xwe û
dinyayê dibînim. Ez dikarim bibêjim ku ez ji her du û çavan kor bûm. Lê
niha ez bûme xwediyê du çavên vekirî. Dema ku em tên ba hev, dem çiqas
zû dibihure, loma ez hew guhên xwe didim dibistanê. Li ber çavên min bûye
wekî marekî reþ.
Van
gotinan wek aveke hênik xwe bi ser dilê Rizgo de berdan û wekî ku bibêje,
"Wele min ji xwe re hevalek dît. Ew jî wekî min ji dibistanê hez
nake." Çavên wî di serê wî de çûn û hatin. Nûro jê re got:
-
Rizgo, heke tu bixwazî, dema dersa dawî qediya, em heta malê bi hev re
bimeþin, baþ dibe. Bêhna min pir teng e.
Her
du ketin dersê. Di serê her yekî de, hezar mitale, raman bi cih bûbûn.
Wekî ku li benda xweþiyeke giranbuha bin, wilo li benda dengê zengil man.
Zirezira
zengil, ramanên wan ji hev belav kirin. Bi lez derketin der û berê xwe
dan malê. Gava dane rê, Nûro tiþtên ku di civînan de hîn bûbû, li
pey hev ji Rizgo re gotin. Xeletiyên pirtûka dîrokê, çawa nivîsiye ku
raperîna Þêx Seîd tevgereke paþverûye û çawa li Lozanê sînor
hatiye danîn. Yek bi yek ji Rizgo re þîrovekir.
Rizgo
got:
-
Dixwazim bi te re bêm civînê .
Civan
dane hev. Roja þemiyê, saet di yanzdehan de, li mala apê Nûro, bi Rizgo
ve pênc kes di odeyeke hêwî de hebûn. Du pencereyên odeyê yên biçûk
hebûn. Li dîwêr quranek daliqandî bû. Li ser quranê wêneyê Þahmaranê
hebû. Li hewþê jinapa Nûro kinc diþûþtin, zarok jî bi gogê
dilîstin.
Yê
ku pirtûk dixwend, yekî zirav û dirêj bû. Rûlawaz bû. Simbêlê wî
xwe bi ser lêvê wî de berdabû. Porê wî kurt hatibû kur kirin. Dersa
wan a wê rojê li ser dîroka komara Tirk bû. Lê tiþtên ku dihatin
gotin ne wekî yên dibistanê bûn. Yê ku pirtûk dixwend, qasekê pirtûk
danî û axivî:
-Hevalno!
Ev pêncî û heþt sal e ku komara Tirk, zilmê, zordariyê, neheqiyê li
gelê me û li gelên derdora xwe dike. Dixwaze ku zimanê me, çanda me,
navê me bi me bide ji bîrkirin.
Gotin
di dilê xortan de, dibûn wek bizotan. Yek bi yek, tiþtên ku ji dersa wê
rojê fêm dikirin dianîn zimên.
Wext
hatibû nîvê þevê. Rizgo di nav nivînan de xwe dizîvirande vî alî û
wî alî, digevizî. Dilê wî bi gurpegurp bû, xwîna wî dikeliya. Tiþtên
ku ev çar meh bûn hîn bûbû, xewa wî lê dibir. Xew jî lê heram bûbû.
Wekî ku dengek di dilê wî de bibêje: "Rizgo, xew jî ji te re heram
e. Divê tu bîst û çar saetan xwe hîn bikî, mirovên dora xwe ronî bikî,
bixebitî, bixebitî. Xebat.... "ji bo azadî û serxwebûnê.
Bihar
wekî "darika zavê", wekî bûkeke kubar a xemilandî hat. Li þûna
ewrên reþ, asîmanekî mîna pertalekî þîn û deþteke giyayî cih
girt.
Der
û dora lîseya navçeyê tev zevî bûn. Bi hatina biharê re her cure giya
þin dibû. Bêhna axê, rewayê û ya giyayên cur bi cur mirov serxweþ
dikir. Di vî wextê salê de, dil di singê de ranaweste, qefes jê re teng
dibe. Di nav vê tebîeta bihuþtî de xwîn di demaran de germ dibe û
leztirîn digere.
Yek
ji van rojê Nîsanê bû. Mamosteyê Diroka Tirk Namik, yek bi yek nav
xwendin. Pir hêrs bû. Ev bû þanzdeh roj ku Riza Türk (Rizgo), Nurettin
Öztûrk, Ali Oðuz û Hemdîn Çeçen nedihatin dibistanê. Þûna van her
çar kesan vala mabû.....